NIVÎSNIVISÊN ROJEVÎ

Xwe Derbaskirin Hebûneke Nû Avakirin e

Azadî, di helwestdayîna li hember mijaran de veşartiye. Teşeyê dahurînên mirov, teyîsandina feraseta rengê fikirandin, şêwaz û xîtabeta mirov rawe dike. Teyisandina binehişî dîsa bi van helwestan re derbirina xwe dibîne. Fikrandin, temînata gava duyemîne. Ango bê fikrandin pêşketina tiştek nû negengaze lê cewhera wê hertim wekheve. Fikrandin çibe, kes jî ew e. Ji dervayê fikrandin, tevgerkirin nîne. Tenê di motîf û rêbaz de cûdabûyîn heye, di wê de jî cewher wekheve lê dibe ku di form de guhertin çêbe. Çêbûyîna fikrandinê di heman demê de girêdayî cîh û demê ye. Cudabûyîna wext û cîh, guhertin û peşketinên çêbûyîna gerdûnî ye. Fikrandin jî li gor wê peşdikeve û diguhere. Hin cara gengaze ku paşketin yan jî paşdeçûyin çêbe û xwesertî encamê neynî derxe. Ji ber her guhertin tê wateyê xwesertiyê. Dubare jî, tenê nirxên baweriya dogmatîzmê ye. Ji bo wê jî di legerînvanên heqîqetê de dîyalektîka fikrandinê hertim xwedî giringiyeke mezine û li gor wê dîyalektîkê encam derxistine. Sûhreverdî, fikrandinê (mêjî)  dişibîne sorbûyina beriya tav biçe ava. Bi gotineke din mêjî, bi başî û nebaşiyê re di mesafeyeke wekhev deye. Ev jî, vê rastiyê derdixe holê; di birêveçûyîna têkoşînê de li ser teşeyê (şiklê) rexistinkirina fikrandinê rista xwe dileyîze.

Wate qezenckirina fikrandinê, di jiyanê de wateya xwe dîtine. Ji ber ku jiyaneke bê wate tenê wek ji ezelê çûyîna ebedê ye; mercên ber bi çav di şexsê modernîteya kapîtalîst de şîrovekirin û teyîsandina wê ye. Bi rastiyê re jiyanê bi wate kirin; cewhera xwe bi hebûn û pêşxistinê re şênber kirine. Ji ber wê di diyalektîka jiyanê de, bi qasî jiyanê pêwîstî bi famkirina li ser mirinê jî hate dîtin. Mirin nînbûya, negengaz bû ku wê ciyewaziyê jiyanê jî bihata keşf kirin. Ji ber bêguhertin û veguhertinê heta dawiyê jiyankirin, bi rastî ne jiyankirine. Ji ber ku heta dawiyê jiyana di rengekê de, ne wate tîne ne jî hewldanê. Di heman demê de ger ku di nêvengekê de pêhesînek nînbe, ev nêveng nêvengeke ne xwedî wate ye û bi tiştek nayê hesibandin.

Em di jiyaneke ewqas gîhaştî û bi wate dene ku, di roja me ya îro de temsîliyeta têkoşîna azadiyê dikin. Weke Şoreşger û welatparêzên vê Şoreşê; ‘gelo em çiqas xwedî jiyaneke gîhaştî (kamil) ne? Teşeyê fikrandina me çiqasî diteyise jiyanê?’ Bersivdayîna van pirsan me dizivirîne têkoşîna jiyana antî–kapîtalîst. Destpêkê ji bo bi jiyanê re bimeşî, di peşketina kesayet de û di teyîsandina pratîkê de pêwîste nexweşiyên modernîteya kapîtalîst werin nasîn. Di vê têkoşînê de heya ev pergal neyê famkirin û feraseta bertekek rast dernekeve holê, behsa peşketin û guhertinê jî nabe. Di Tib de beriya tedawiyê (bi taybet di sosyolojiyê de) pêwsîte hertim tehlîl hebe. Tehlîl çêdibe, nasîn tê çêkirin û li gor wê derbasî merheleya tedawiyê dibin. Di gelek pirsgirêkên civakî de jî, çareseriya mijaran tenê bi vî rengî çêdibe û mirov digîhîje encamê.Ji ber van sedeman tevan, di serî de pêwîste modernîteya kapîtalîst weke diyardeyek bîrdozîk were dest girtin.

Yekbûyîna bîrdoziyê; bi fikrandin, pîvan, afirandin û armancan pek tê. Modernîte, nêveng û şexsên ku dixwaze ava bike, destpêkê bîrdoziya xwe bi wan dide pejirandin. Ji ber wê modernîteyê, wek diyardeyeke bîrdozîk dest girtin û li hemberî wê pêdîviya têkoşîna bîrdozîk dîtin pewîstiyek lezgîne. Di vê derê de ev derdikeve holê; çi red bikin, çi ava bikin ango çi raste çi şaşe, bi têkoşîna bîrdozîk re, pêwîste destpekê şêwaza jiyana modernîteyê were redkirin. Bi vê têkoşînê re avahiya zîhniyeta ku berovajî jiyan û çanda civakê dimeşe, li hemberî wê kesayetek ku heya dawiyê di azadiyê de israr dike, dixwaze.

Azadî, tenê bi xwestek ango bi dilxwestinê re çênabe. Ji bo wê jî tenê kesayetek xuliqkar, têkoşer ku di armanca xwe de xwe kilîdkiriye dikare bigihîje azadiyê.

Ger têkoşîn di çarçovaya azadiyê de be, destpêkê pêwîste biryarê xuliqandina kapîtalîzmê ya kesên li gor bîrdoziya xwe, bê ked û bê tekoşîn; derkevin holê. Li gel vê têkoşînê di guhertinê de îqnabûyîn û nûbûyîn dê serkeftinê bi xwe re bîne. Destpêkirina têkoşînê jî di rêka îqnabûyînê de derbas dibe. Di cihekê de têkoşîna ku were kirin hewceye li ser esasê sedem û armancê be. Di vê têkoşînê de bêdil û hîsnekirinek vîjdanî; dibe sedemê pasîfîzmê. Ji bo wê jî têkoşîn dibe têkoşînek dem kurt û berdevamiya wê çênabe.

Têkoşîna bîrdozîk, dikare bi rêxistinkirina fikrandinek rast û bi sazûmankirinê re bi rengekê peşketîtir be. Dîsa di vir de ruxandina modernîteyê derdikeve pêşiya me. Mêtîngeriyê şiklek avakiriye, lê ev şikil şikleke çawaye ne diyare. Ger gotin cihê xwe bigre, em dikarin bêjin wek ucubeyekê ye. Ger fikrandin dabeşkirî (bölünmüş) û pratîk dabeşkirî be, dê jiyan jî bi rengeke dabeşkirî di herikînê de be. Ger weke mînakek em bêjin; qerekterê mirovan weke formatê mifteyê Îngîlîza ye, bizmarek wan mifteyan bi reqem û şiklên cur be cur re tê nixûmandin. Lewra şikleke wê yê xweser nîne. Taybetmendiyê wan ev e ku xwe dixin her cure şiklî. Waye Mêtîngeriyê bi taybetî li ser Kurdistanê li gelek qadan bi xwere, qerekterek bê îstîkrar û dabeşkirî hîştiye ku taybetmendiya xwe ya giştî û cewherî winda kiriye û hatiye biyanî kirin. Ji teşeyên destgirtina bûyer û dîyardeya de bigrin, di her qada jiyanê de teşeyê şîrove kirina parçebûyî pêşketiye. Feraseta ji çûyîna kûrahî ber bi seransertiyê çebûye û êdî cewhera mijaran jî nayê xuyakirin. Her wiha ger fikrandin dabeşkirî be; pirsgirêka rexistinkirinê jî derdikeve holê. Fikreke rexistinkirî tucar ji rêkê dernakeve lê di rastiyê de jî riyeke ku ew fikrandina perçebûyî biçiyê jî nîne. Di vir de pirsgirêka rêbaz derdikeve holê. Pirbûyîna rêbazan, hertim di navbera armanc de peşdeçûyîn û di dewlemendiya rêbaz de tekîliyeke sîmbîyotîk çêdike. Ev pirbûyîna rêbazan li beramberî hev, hev û din xwedî dikin. Dewlemendiya rêbaz di rastiyê de, dîyalektîka dîrokî rast nasîn û di asta gerdûnê de dest girtin û têrbûyîna bîrdozîk e. Dema ev pêşketin çêbin armanca bingehîn dê rast bimeşe. Armanc jî têkoşîna bîrdozîk bi xwe ye.

Pirsgirêkên rêbaz jiyankirin jî; wate nedayîna hedefê û peşketina têkoşînê a bi vê şêweyê rêbazek seranser e. Her wiha şêweyê rêbaza teng, nebûyîna hêza çareseriyê, li hemberî pirsgirêkan binketinê bi xwere tîne. Ev di nûbûyîn û veguhertinê de pirsgirêkan derdixe pêşberî me. Her wiha di kesayetên bi vî rengî de ji ber fikrandina xwe nû nake diyardeyan û materyalîst dest digre û li gor cî û wext tevger nake. Di encam de ber bi mantiqek reş–spî ve diçe ango di nav spî de reş nabîne, di nav reş de jî sîpî nabîne. Ger bi mijarekê re rû bi rû bimîne jî bi bandora wê bûyerê re matmayî dimîne. Ger hêza watedayinê kêm be, di derbaskirina bandora bûyer an jî hin mijaran de, dê zehmetiyê bikşîne. Her wiha potansiyela wê a ku ûtopyayê mirovan, bingûhê hev û din bixe jî heye.

Ji bo têkoşîna gavên azadiyê li cihê xwe birûnê û bigihîje armanca xwe; mijara dinê jî ev e ku; pêwîste diyardeya “ez” tevlî civakê bibe. Azadî, bi heqîqeta pêkhateyên yekbûyî yên civakê re çêdibe. Gotina ” Ez” xizmeta antî- civakê dike û çavkaniya xwe ya esasî jî; ji xwe hezkirin û xwe ecibandinê digre. Kesayeta/ê ku xwe diecîbîne, bi ferasetên xwere di nav aşitiyêde ye. Ev feraset li ser xwe potansîyela li dijî civakê hildigre, ew şexs bi giştî dikeve bin xizmeta modernîteyê. Wek mişkêk çava derdor hêdî hêdî xilas dike, dema “ez” tê gotin jî exlaqa civakê hêdî hêdî tê xilas kirin. Ji bo wê jî gotina ‘Em’; devjêbernedana mirovên civakî ye. Dîsa mirovên ku ji xwe hez dikin, ji ber ku tiştê jê hez dike, pêwîstiya pêşxistin û guhartinê nabîne; di peşketinê wana de bandorekê neynî çêdike. Ev rewş feraseta kevneperestî û dogmatîzmê ji nû de derdixe pêşberî me.

Di diyalektîka gerdûnê de, her tişt, hertim di nav guhertinê deye û tiştek ku neguhere nîne. Di neguhertinê de israr kirin, dijberê ketina diyalektîka gerdûnê ye. Ev jî kes ji hebûna xwe dûr dixe. Feylesof’ ê Yunan Heraklîtos ku dibêje; “tiştek tenê naguhere, ew jî guhertin bixwe ye” rastiyekê nîşanî me dide. Rêber Apo jî ji danasîna mirovan re dibêje; “gerdûnê mikro.” Lewra wê girtîbûyînê derbaskirin, di guhertinê de israrkirin, bi rastiya heqîqetê re rû bi rû hatine. Têkoşîna zayendî, bingehê têkoşîna bîrdozîke û dibe ku di gihîştina nasnameya şoreşgerî de, meşa yekta be. Di civaka heyî de kesê ji cewherê xwe hatiye dûrxistin,  bi her tiştê xwere ji aliyê pergala desthilatdar ve dîl hatiye girtin. Ji bo wê di meşa heqîqetê de pirsa “ez kîme?” bersiva giştî têkoşînê dide. Di nav têkoşîna zayendî de xwe naskirin û taybetmendiyên xwe zanîn mijarekê giring e. Mirov çiqas xwe nas bike, ewqas dikare têkoşînê xort bike. Kesayeteke taybetmendiyê zayenda/ê xwe û ya xwe bi xwe nizanibe, bi seknê xwe re, bi civakê re nikare tekiliyeke xort nîşan bide. Lewra hestên rexistinkirî, hîsên gihîştiye zanistiyê xeta têkoşîna mirovan pêşdixe. Tekiliyên kevneşop nikare cewhera tekiliyên civakî temsîl bike. Ji ber ku li hemberî me, jin û zilamên hezar sale hatine kolekirin hene, rêvebirina têkoşîna zayendî jî di bingeha rêhevaltiyê de pêwîste taybetmendiyê serweriya cewherî pêş be. Ger serwerî, ango şerê nefsî nebe; kes nikare li ser esasê tekiliyek rast bimeşe û nagihîje zanistiyê. Hezkirin û azadiya esas, heqîqeta civakî û hebûna ajoyên rojane ne ku, ew jî pêwîste neye ji bîrkirin. Kesayêta ku modernîteya kapîtalîst dixwaze ava bike ev e. Di vir de legerîn giringe; gelo em rastiya dijmin, bi çi avayî digrin dest?

Hestên me yên welatparêzî, rastiya dijmin tîne bîra me. Ger pîvan û jiyana ku kapîtalîzm li ser me ferz dike, em hê wê jiyanê berdevam dikin, nexwe pirsgirêka hîskirina rastiya dijmin heye ku ev jî nîşaneya lewazkirina hezkirina welat e.

Di encam de têkoşîna azadiyê tenê dikare bi têkoşîna mirovên ku bi doza xwe re girêdayîne bê meşandin. Ev; ji dozê re xwe fedakirine. Rêbertî, dibêje; “24 seat bi mêjiyê xwe, bi mîdeyê xwe lihevxistinê re, ji modernîteya kapîtalîst nefret bikî û bi vereşandinê re red bikî.”  Ev jî roj bi roj pewîstiya tekoşînê nîşan dide. Ji ber wê jî pêwîste em xwe, ango yê heyî derbas bikin. Lewra xwe derbaskirin hebûneke nû avakirine.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close