NIVÎSNIVISÊN ROJEVÎ

Tevgera Azadiyê Temsîliya Ruyê Bi Ken Yê Mirovahiyê Ye, Ev Ruyê Hêvî Dide û Ronî Dike Ye

Bedran Gundik Remo

Ji bo em bikaribin bûyer û pêşketinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê fam bikin, pêwîste em bizivirin pêşeroja xwe. Weke tê zanîn îro Rojhilata Navîn qadek wisa ye ku her kesî lê çeper giritiye, her kes hespê xwe lê dibezîne, bûye qadek wisa ku hemû dewletên heremê û her kes li benda hesab pirsînekê ye. Rojhilata Navîn çawa hat vî halî? Em hinek di vî warî de lê temaşe bikin. Yek jî pêwîste em pirskirêka Kurd û pêşketinên li Kurdistanê jî li ciyek taybet bidin rûnişkandin. Ji ber heya niha pirskirêka Kurd ji nedîtî ve hatiye dîtin, ji derveyî siyasetê hatiye hîştin û hewaleyî pere hatiye kirin. Pirskirêka Kurd, rastiya gelekî ku ji aliyê 4 dewletan ve hatiye perçekirin, bi qirkirinê re rû bi rû hatiye hîştin û hatiye ji bîr kirin, îfade dike.

 

Ji ber amadekariya potansiyelê mûxalefetê xurt nebû Bihara Ereban hate dizîn

Dema em dibêjin behsa pirskirêka Kurd û Kurdistanê dikin, di esas de piştî şerê yekemin yê emperyalîzmê, bi taybetî bi Lozanê re weke çar beşan hate dabeş kirin. Paşê jî pirskirêka Kurd di pergala dinyayê ya nû de ku Amerîka, Evrupa û Rusya serkêşiya wê dike, bi demê re hate hîştin. Li dijî Kurdan qirkirinek ku çar her perçe di nava xwe de dihewandin, di meriyetê de bû. Dema wextê wê hat bi komkûjiyên fîzîkî re li Dersimê, Agirî, Helepçe û bi Enfalan heya îro bê şert û qeyd û dayîmî, heta bi dana ji bîrkirina navê vê/vî Kurd xistin bin dorpêçiyê ku ji dîrokê paqij bikin. Ji ber vê jî pêwîste em hêsan li pirskirêka Kurd temaşe nekin.

Dewletên rojavayî hem Kurd bê statû hîştin û li dijî hêza Ewrûpa dan bi kar anîn, hem di dana şer kirin û terbiye kirina dewletan de bi kar anî, hem jî bi zindî hîştina Kurdan, ew ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Ji ber ger di carekê de Kurd tune bikira wê demek ewqas dirêj nikaribiya ji bo xwe bide şuxilandin. Ev 100 sale Kurd di bin dorpêçek bi vî awayî de ne. Hem li derve dide bi kar anîn, hem jî di hundir de li dijî Kurdan her cûre rêbazên îmhayê weke şîdet, asmîlasyon û qirkirinê bi kar tîne.

Rojhilata Navîn di dîrokê de heya roja me ya îro olên ku bi Îslamê re hatine, bi kurahî jiyan kiriye. Dîsa qebîle, qlan, eşîre, netew dewletên ku bi awayek sunî hatine înşa kirin, cardin di nakokî û pevçûna hêzên kapîtalîst, weke hevsengiya soviyet û Emerîka, bi taybetî Iraq û Sûriye ku di eniya Soviyetê de cî girtin, Îsraîl û Emerîka jî ku destek dan wan; timî siyaseta ku gelên heremê berde hev û bide şer kirin, meşand. Bi binketina Şah û şoreşa Îranê re bi riya Xumeynî xwest li ser Rojhilata Navîn tesîr bike û pêvajoyek nû bide destpê kirin. Ji ber vê jî nakokî, tengezarî paşê jî şerên mezelan û herî dawî jî di roja me ya îro de pêvajoya ku weke Bihara Ereban tê bi nav kirin; nakokî û şer domandin, bi riya wan Soviyet şikiya û hevsebgiyên cîhanê guherîn.

Êdî teknîk pêş ketiye. Bi riya TV û Înternetê, dîsa bi rêjeya bilind a xwendewan û nivîskaran re êdî dewlet nikarin weke berê gelan bi rêve bibin. Di esas de gel bi du riyan tên bi rêve birin. Yek:  ji derveyî hemû pêşketin û meşandina polîtîkayê hîştin, rêbaza duyem: yê xisitine nava xwe jî bi riya şîdet û alavên zorê bi dewletê ve dana girêdan. Rojhilata Navîn jî bi vê pençikê dihat bi rêve birin. Piranî Emerîka feraseta desthilatdariyê a Îngîlîz û Firansa dewir girt. Ji ber vê jî gelên Rojhilata Navîn di hundir de êş û azar jiyan dikirin. Li ser bingehê dijberiya bloka Soviyetê bi feraseta antî komînîzmê hemû muxalefetên demokratîk hatin tesfiye kirin.

Di vê pêvajoyê de her du milan jî hêzên muxalîf û demokratîk weke dijmin îlan kirin. Talan, kuştin, îşkence kirin, revandin û qetilkirin normal hate dîtin. Bi vê re jî hêza mêjiya civakê, kesên entelektuel, siyasetmedar û çalakvan hatin tepisandin, pasîf kirin û bêdeng kirin. Li şuna wan jî di çarçoveya dewletê de artêşa netewî, îstîxbarata netewî, perwerda netewî hate damezirandin û saz kirin. Bi qalibên dînî yê desthilatdariyê adeta herikîna civakê hat sekinandin û hate cemidandin. Bi Bihara Ereban re li dijî dagîrketiyê serhilan û rabûn çêbûn. Bi van rabûn û serhildanan re ev qalibên dînî û bîrdozî yên hatibûn ava kirin kêmekî şikestin. Lê weke me got: ji ber amadekariya potansiyelê mûxalefetê xurt nebû Bihara Ereban hate dizîn. Hêzên desthilatdar, bi hevkarî û alîkariya hêzên derve cardin hatin ser îxtîdarê. Şiklê herî bixwîn yê vî şerî li Sûriyê hate raber kirin.

Li şuna ku ji bo bi hêzkirina Sûriyê hêzên muxalefetê destek bikin, li aliyekê Tirkiye, li aliyekê Erebîstan, li aliyekê Qeter û heta Emerîka ketin nava kar û bi çekdar kirina muxalefetê şerê hundirîn yê pir xwîn û rûxîner hate pêşxistin û kur kirin.

Di vê hawîrdorê de tenê Gelê Kurd weke hêzên demokratîk li ser bingehê Yekitiya Gelan polîtîka pêş xist, asayişa xwe ya hundirîn ava kir û parastina xwe esas girt.

Li vir em hinek li rewşê Kurdan temaşe bikin. Ji xwe li Suriyê hêzek ku muxalefeta demokratîk pêş bixe, alîkarî bide û xurt bike, derneket. Piraniya wan hêzan bi bikar anîna navê Îslamê, weke rêxistinên Îslamî ji hêzên Rojavayî pere girtin û bûn çete. Bi cî guherin û nav guhertinê re, pevçûn hîn xurt kirin. Bi vî awayî wan hêzan ji dojehê re hîn zêdetir dar kişandin. Di vê hawîrdorê de tenê Gelê Kurd weke hêzên demokratîk li ser bingehê Yekitiya Gelan polîtîka pêş xist, asayişa xwe ya hundirîn ava kir û parastina xwe esas girt. Li gor vêna jî perwerde dan, pêdiviyên gel bi cî anîn û xwe rêxistinkirin bi ser xistin. Di esas de li tevahî Rojhilata Navîn û Sûriyê modelek nû pêşkêş kirin.

 Ji ber Îran ji kevneşopiya Şahtiyê dihat lê bi bêdengkirina civakê, bi astengî danîna pêşiya demokrasiyê, bi perde kişandina ser guhertin û pêşketinan, li her malekê bi besîcek rêxistinkirinê û bi temamî li ser bîrdozî û pergala desthialtdariyê yê ditepisîne û bêdeng dike, modelek pêşkêş kirin. Di encam de modela wan li gor hêjayîtiya Împeratoriyê ku nasnameya hemû gelan nas dike û mafê wan didiyê nebû.

Erebîstan jî bi şêwazek pir paşketî ku xwe dispêre pere, bi finanse kirina hêzên Îslama radîkal û bi xwedî kirina hêzên muxalefet yê Îslamê, bû hevkarê gelek pêşketinên ku îro li ser serê Rojhilata Navîn bûne bela.

 

Piştî darvekirina Şoreşger û pêşengên Şoreşgeran kesî ji Kurdan derketinek wisa hêvî nedikir û şensek wisa nedida wan

Tevgera alternatîf sala 1978’an li Tirkiyê derket. Tevgera Ciwanên 1968’an li ser nakokiyên Sosyalîzm û Kapîtalîzmê ku li Rojava destpê kiribû, teyisandina wê li Tirkiyê weke Tevgerên Demokratîk yên Ciwanan pêşket. Bi darbeya 1970’an ev tevger jî hatin tesfiye kirin. Rêber û pêşengên wan hatin kuştin û îdam kirin. Lê li vir îstîsna bi navê Tevgera Kurd bi derketina Rêber APO û komek ji Kurdan, paşê jî wê weke PKK rêxistin kirin, li beşa herî mezin yê Kurdistanê, li Bakur li ser bingehê ku xwe dispêre rêxistinkirina gel, pernsîbên wê jî demokrasî, azadî, wekhevî û edalet e, rûnişt. Tevgerê li ser bingehê hebûn û azadiya gelê Kurd dest bi rêxistinkirinê kir û tevahî gelên di Kurdistanê de jî girtin nava xwe. Tevgerek wisa derxist holê ku hîna di destpêkê de wekheviya gelan û federasyona gelan weke bername daniye pêşiya xwe. Wê tevgerê li dijî yek ji artêşên herî mezin yê NATO’yê ku herî faşîst û neteweperest e, bi raberkirina berxwdanek bê rawestan û bê navber, bi hemêzkirina her cûre şîdet, şewitandin, talan, wêrankirin, îşkence, zulm û zoriyê li ser lingan ma.

Kesî ji Kurdan berxwedanek wisa hêvî nedikir û şensek wisa nedida wan. Ji ber Kurd di navbera çar dewletan de mane. Destê bi xwîn yê her kesî ketiye hundir axa wan. Kî xwestiye hatiye weke ku dixwaze talan kiriye, bi rêve biriye, bi hev daye qirkirin, li derveyî serdemê hîştiye yan jî bi her cûre biyanîbûnê wisa kiriye ku ji xwe şerim bike. Tevgera Azadiya Gelê Kurd di nava van şert û mercan de bi hemêzkirina her çar perçeyên Kurdistanê û derbazkirina wan dîvarên hişk yê dagîrkeriyê, li çar perçeyên Kurdistanê tevlîbûn dan çêkirin, sînorên di navbera Kurdistanê de ku di mêjiyê Kurdan de hatibûn avakirin, şikenandin. Dîsa li ser bingehê hêza cewherî ji bindest û rewşenbîran re, bi sentezkirina mîrasa dîrokî a gelan hem radeyek gelek bilind yê bîrdozî û felsefî da qezenc kirin, hem jî nasnameya gel û milîtanêkê/î ku bin nakeve û ji hev belave nabe, ava kir.

Wisa bû ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji partiyek şoreşger û siyasî wêdetir zivirî nasnameya siyasî ya Gelê Kurd. Bû nasnameya gelekî. Zivirî hiş û zanebûna gelekî. Ev di dîroka Kurdistanê de destpêkek e. Ger ku em Tevgera Azadiyê bigrin dest: ev 40 sal in bê navber li çar perçeyên Kurditanê şer dike, hêzek wisa ye ku bin nakeve. Di heman demê de bawerî û hêzên cuda, malbat û eşîreyan, mezheb û netewên cuda jî digre nava xwe û wan hemêz dike. Di Rojhilata Navîn de ji dervayî Tevgera Azadiya Gelê Kurd tevgerek wisa xuya nake ku di çarçoveya derbaskirina dîvarên hişk û kevineperest de tevbigere û di asta ku ji tevahî Rojhilata Navîn re bibe numûne; li ser esasê hişê civakê, bi demokrasiyek bilind pêşengtiyê bike. Tevgerek bi vî rengî di dîroka Kurdan de jî nîne.

Tevgera Azadiya Gelê Kurd Azadiya Jinê xist navenda têkoşînê

Cara yekemîne Tevgerek ku xwe naspêre kevneperestî û desthilatdarên Kurd, ji xwe re çiyayên welat esas digre, xwe li hemû deşt û çiyayên Kurdstanê belav dike û her derê ji xwe re dike qada têkoşînê, derket. Bi taybetî jî di heremek wisa de ku Îslam û ola Îslamê, cardin qlib û dogmayên dînî serwer in; jin xist nava refên azadiyê, artêş û partiya wan a xweser ava kir û di hemû qadên têkoşînê û jiyanê de kir navenda têkoşîn û xebatê.

Em dikarin bêjin: avabûna çîn û desthilatdariyê pirskirêka hezarê salan e. Bindestkirin û tepisandina gelan jî bi kolekirina jinê re destpê kiriye. Ger ku dîrok were sererast kirin; pêwîste destpêkê yê herî bindest û yê herî zêde hatiye perçiqandin û yê mêtîngehê her kesî ye; azadiya jinê, bûna xwedî maf a jinê û rêxistiniya wê bê avakirin û serwer kirin. Ji ber pêşketina civakekê, yan jî bingehê saxlem û dîrokîbûna şoreşekê bi hêza jinê û çalakbûna wê, di wê civak û şoreşê de dikare bê pîvandin. Azadiya jinê, civakbûna jinê û pêşengên jinê çiqas bin, sosyalizm û pêşketina şoreşê, ideaya wê ya azadiyê jî ewiqas e.

Rêbertî pîvana pêşketina şoreşê û civakê bi pêşketin û asta azadiya jinê girt dest û ji bo azadiya jinê ket da. Jin pêş xist, ew perwerde kir û kir pêşengê şoreşê. Yek ji cudahiya Tevgera Azadiyê jî div ir de ye.

 

Di van 40 salên têkoşînê, di warê hişmendî û bîrdozî de sînorên di navbera 4 perçeyên Kurdistanê de rabûn

Waye 40 sal li ser damezrandina Tevgera Azadiyê re derbaz bûn. Di van 40 salan de her çar perçeyên Kurdistanê herî kêm di warê hişmendî û bîrdozî de bûn yek. Agahiya wan ji hev çê bû. Tecrûbeyek mezin yê siyasî derket holê. Gelek partî, rêxistin û kadro hatin ava kirin. Saziyên bi dehan TV, rojname û pirtukan derketin. Bi dinyayê re bi xwe bûn muxetab. Bi xwe, xwe ji dinyayê re dan nasandin. Heya niha dijmin dîroka Kurdan dinivîsî. Lê niha çarenûsa xwe xistine destê xwe. Dîroka xwe bi deste xwe dinivîsin.

Jina Kurd di heremek weke Rojhilata Navîn de bi vê radeyê çalak kir û kir xwedî maf. Her wiha Jin xist navenda siyasetê û avakirinê. Pêşengtî û dinyaya ku di rojeva tevahî mirovahiyê de ye; cihana ekolojîk, cîhanek ku mirov karibin rehet tê de jiyan bikin, kesê ku karibe bi tenduristî di civakê de jiyan bike, civakek ku karibe di erdnîgariyek bi tendurist de jiyan bike, ekonomiyek li ser esasê exlaqê mirovahiyê û ne ji bo berjewendiyê ava kir. Rêbertî ev weke Paradîgmaya Civak Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jin formîle kir û bi Jineolojiyê re jî ev têkoşîn gihîştand lûtkeyê.

Şoreşa Rojava encamê keda bi dehan sal a Şoreşa Kurdistanê ye

Weke encama kedê bi dehan sal li perçeyek biçûk yê Kurdistanê ku kesî îhtîmal nedida, bi îmkan derxistina holê a şer û pevçûnên li Sûriyê, Şoreşa Rojava pêk hat. Şoreşa Rojava weke berxwedana Kurdan, parastina herêma xwe û bi rê nedana hêzên dagîrker ên çete, bi azad kirina Reqayê ji çeteyan re, di Rojhilata Navîn de ji bo binxistina DAÎŞ’ê pêşengtî kir û berxwedanek herî mezin raber kir.

Dîsa îtîfaq û têkiliyên ku bi cîhanê û civaka Ereb re danîne, li şûna ku gelên Rojhilata Navîn bi nakokiyên olî û mezhebî werin perçe kirin ku hêzên din ev kurtir dikirin, bi Şoreşa Rojava re berovajiyê vê pêş ket. Şoreşa Rojava bû Şoreşek ku yê gelan wekhev dike, dike xwedî îrade, bi meclîsan re digihîjîne hev, hîn otonom, xweser û demokratîk. Bi vê re ji bo parastina pergalek siyasî, federal, demokratîk û wekhev şer kirin.

 

Gelo di pêvajoya pêşiya me de Sûriyeyek çawa were damezirandin?

Îro li Sûriyê bi derbekirina DAÎŞ’ê di aliyê leşkerî de, hemû hêz nîqaşên çareseriyek siyasî dikin. Yanê dixwazin pêvajoya şer bi dawî bikin û di hundir pergalek nû yê zagonên bingehîn de Sûriyê ji nû ve vesaz bikin. Gelo yê pergalek ku di zagonên vê de yê Sûryeyek hîn merkezî weke berê, bi hişmendiya netew dewletê, yan jî pergalek hîn federal a xwe dispêre eyaletan ku hemû netewe û reng karibin xwe tê de azad îfade bikin, welatê her kesî, welatê ku her kes hevpar tê de jiyan dike, tu gel nebin dijminê hev, bi hev re şer nekin, hîn demkratîk û wekhev jiyan bikin, hev û din temam bikin, nirxên madî û manevî werin parve kirin û hevpar kirin, bê damezirandin? Ger ku ev were serxistin îro Tevgerên Kurd pêşengtiya vê dikin.

Dewleta Tirk ji bo binxistina vê pergal û projeyê tevahî îmkanên xwe yê madî û manevî seferber kirine û dixwaze destkeftiyên Şoreşa Gelan bin bixe. Roja me ya îro ev hewldana Tirkiyê hatiye vê astê ku Kurdên li derveyî welat jî ji bo xwe weke gefxwarinekê dibîne û dibêje “hebûn û tunebûna min di talûkeyê de ye.” Niha Tirkiyeyek wisa li pêşberî me ye ku hemû gelan ber dide hev, bi hev dide kuştin û qirkirin. Bermahiyên dema DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir li ber çavên me ye. Bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê perwerde kirin, finanse kirin û li ser Tirkiyê şandin Sûriyê. Bi hezaran Tir çek (çekên wî jî di nav de) ji ser Tirkiyê ji DAÎŞ’ê re hate şandin.

Gelo wê di Sûriyeyek nû de ev dewletên weke Tirkiyê despot, dijmin, dagîrker û qirker çiqas bi tesîr bin? Niha tevahî mesele ev e. Ji ber vê jî têkoşîn û berxwedana 40 salan a Tevegera Azadiyê, ger ku em karibin tacîdar bikin, bi Sûriyeyek Demokratîk re ku gelên vê di nava îtîfaqê de jiyan dikin, çandek demokratîk, dîsa bi rêxistinkirina zemînê jiyana ku gelên herêmê karibin tê de wekhev bijîn û vê jî di zagonên bingehîn de, di çarçoveyekê de bidin rûnişkandin, ew ê ji tevahî Rojhilata Navîn re bibe hêvî û modelek.

Niha Îran vê naxwaze. Ji xwe Tirkiye weke dijminê vî yê giyanî ye. Tirkiyê li dijî vê pergalê hemleya xwe ya herî dawî bi li hevkirina bi Îran û Iraqê re êrîşî Başûr kir. Ji xwe di berê de Barzanî li cem wî bû. Lê bi behanekirina referandomê hemû destkeftiyên van salên dawiyê di carekê de desteser kirin û heya ku ji dest wan hat hêzên Başûr sînordar û bêtesîr kirin. Tevgerên hîn demokratîk û çalak weke Tevgera Azadiyê jî dijmin îlan kirin û li ser bingeha vê dijmintiyê îro bê sekin kar dikin.

Li dijî vê ger Kurd karibin di warê leşkerî de xwe xurt bikin, gel rêxistin bikin, bi gelên Ereb re jî di nava têkilî û wekheviyê de bin û li pergala xwe ya demokratîk û wekhev xwedî derkevin, wê karibin van êrîşan jî bişkînin û têk bibin. Ji ber ger êrîşek çêbe wê dewlet li dijî dernekevin. Ji xwe PDK hevkarê vî ye. Muxalefeta Îranê lewaz e. Di welatên Ereban de jî muxalefetek ku bi tesîr xuya bike nîne. Muxalefetên li Sûriyê perçe perçe ne, yê bi tesîr jî di bin tesîra dewletan de bûne çete, ji rêbertî û pêşengtiyek demokratîk bêpar in û belave ne. Yê Amerîka û Rusyayê jî rêbazek wan yê ewqas demokratîk nîne. Ew jî bi parastina nasnameya xwe ya îxtîdar û desthilatdariyê re mijûlin. Ji xwe Amerîka ne di derdê avakirina civakek demokratîk û wekhev de ye. Destpêkê armanc têkbirina DAÎŞ’ê bû ku ji her kesî re bibûn tehdît. Niha jî bi komkirina hinek kes û hêzan li dor xwe, dixwaze vê serweriya xwe dewam bike. Rejîma Sûriyê hîna dixwaze bi hîşmendiya netew dewlet û nijadperestiyê xwe serwer bike. Dixwaze desthilatdariya xwe restore bike û cardin xwe li heremê bike xwedî maf. Ji xwe teslîmkirina heremên rizgarkirî a Rûsiyê ji rejîma BAAS re jî tê vê wateyê. Di vê rewşê de yê li holê dimîne projeya çareseriyê ya Gelê Kurd e.

 

Yekitiya Netewî şertê jê neveger a azadiya Kurdan e

Di vir de Tevgera Azadiyê ku ji Bakurê Kurdistanê derket û li tevahî Rojhilata Navîn belav bûye, bûye gel û Şervan û demokrasiyê pêl bi pêl li tevahî cîhanê belav dike. Yê gel rêxistin dike û dike xwedî îrade, cardin tevgerek wisa ye ku bi bîr û baweriyek mezin ji Rêber APO, ji bîrdozî û felsefa Rêber APO bawer kiriye. Bi vê rastiyê re ji tevahî pirskirêk û lêgerîna dîrokê û civakê re bûye bersiv û dahatûya wan ronî kiriye. Pêwîste mirov pêşketinên di vî warî de biçûk nebîne. Beriya Şoreşa Rojava hêzên nîjadperest li dijî felsefa Rêber APO antî propagandayên weke “Tevgera Azadiyê tenê di warê bîrdozî de tevdigere, heya niha gundek rizgar nekiriye” dikirin. Ev propagandayên dihatin kirin armanc bêtesîrkirina fikir û ramanê Rêber APO bû. Ji ber vê jî di her deverê ku zemîn didîtin de PDK didan pêş. Erdoganê faşîst jî di meydanan de ji gel re digot: “tiştek ku Tevgera Azadiyê bide we nîne. Ger hun me hilbijêrin em ê av, elektrîk, kredî û pere bidin we.” Yanê li beramberî azadî û hebûna gelan li ser esasê talan û tunekirinê, gel weke bermahiyek ji rêzê û erzan didîtin. “Hem birçî bihêle, hem jî bike muhtacê xwe” politikaya ku dewletê li dijî gelê azadîxwaz bi kar dianî ev bû.  Nîjadpererstên Kurd jî av dibirin vê aşê. Tu îdea û argumanê wan yê siyasî nebû. Îro jî li Rojava tevgerên weke ENKS’ê li derve PYD’ê weke terorîst îlan dikin û heman propagandayê dikin. Lê ji Kobanê heya Reqa yê herem ji DAÎŞ’ê rizgar kir YPG û YPJ bû. Yê mirovên wê heremê rizgar kirin, heta yê hawirdora ENKS’ê jî ji zilmê rizgar kir û îmkanê jiyana azad jê re ava kir PYD, YPG û YPJ bû. Rêveberiyek wisa ava kirin ku ew jî karibin xwedî maf bin û bi îrada xwe, azad jiyan bikin.

Tevî van hemû îmkan û derfetan jî ew li Ankara, Hewlêr û Avrûpa sîxurtiya dijmin dikin û gundek ku rizgar bikin jî nîne. Serkeftinek wan nîne. Bi temamî di rewşê piyonê ku tên şuxilandin dene. Ketina Kurdan a vê rewşê bi her awayî nebaş e. Çi dibe bila bibe pêwîst bû wisa nekin. Pirskirêk û nakokî çi dibe bila bibe pêwîst bû bi tevgerên Kurd re di nava hevkariyê de ji bo Yekitiya Netewî kar bikin. Pêwîst bû li dijî dost û dijminan hevpar tevbigeriyana. Lê îro li cem hêzên weke Tirkiyê ne ku li dijî Kurdan dijmintiyê dike. Ev ji zirar dayinê wêdetir naçe. Ev li Başûr ber bi çav hate dîtin.

Dema ku hemû Tevgerên Kurd ji bo Yekitiya Netewî di tevgerê de bûn ev hêz ji nedîtî ve hatin. Berovajî ked dayinê, li luksê jiyana xwe temaşe kirin û eşkere gotin: “Ji xwe em bûne dewlet û dinya min nas dike. Ma çima em bi perçeyên din yê Kurdistanê re pirskirêkan parve bikin û serê xwe bi pirskirêkên wan re mijûl bikin.” Ev jî nebes bû çûn li cem lîstokên ku Tirkiye û dewletên din li ser Kurdan dilîzin cî girtin. Di dawiyê de jî dema rewşa wan ne li gor berjevendiyê van hêzan bû, bi ‘şah’ kişandinek Tirkiyê re PDK ‘mat’ bû. Ne karî şer bike, ne jî li ber xwe bide, ne jî karî destkeftiyên xwe biparêze. Firsendên ku bi derketina DAÎŞ’ê û têkçûna Sedam re jî ava bibûn nikarî bi kar bîne. Li destkeftiyên xwe jî xwedî derneket û di şevekê de tev wenda kirin.

Ji ber van sedeman tevan Yekitiya Netewî şertê jê neveger a azadiya Kurdan e. Roja îro Kurd di navendê Rojhilata Navîn de cî digrin lê heya niha nebûne heza Navendî. Potansyel û erdnîgarî mezine û çiyayên wê bi heybet in, hêzek mezin yê şer û berxwedanê jî heye, lê ev hemû hîna nebûne yek, nehatine rêxistinkirin û hevpar nayê bi rêve birin. Ji ber vê jî gelek dewlet niha jî dikarin dest bavêjin nava Kurdan û ji nakokiya wan feyde bigre.

Em dîqet bikin: li Başûr hêza siyasî perçe bû. Bi berdana Kerkûkê re ev perçebûn û nakokî hîn kurtir bûn. Vê rewşê Kurd nêzî hev nekirin. Berovajî qutbûn û nakokiya di navbera herema Soran û Behdînan de hîn kurtir bû. Hatin vê rewşê ku bi xiyanetê hev tavanbar bikin. Ger mudaxeleya hinek dostan nebaya wê hatiban vê rewşê ku bi hev re jî şer bikin. Ji xwe ji berê ve ji bo ‘şerê xwe bi xwe’ hîn bi cesaret in lê li beramberî dijmin qet ne wisa ne.

 

Bi Netewa Demokratîk re wê jiyana li Rojhilata Navîn bibe wek baxçeyek pir gul û pir bêhn.

Di vî warî de têkoşîna 40 salan a Tevgera Azadiyê li dijî ser û binî hev bûna Rojhilata Navîn û dizîna Bihara Ereban bi têkoşîn û berxwedana xwe ya 40 salan, guhertin û veguhertina civakî, derketina bîrdozî û felsefîk, bi ava kirina polîtîkayên navenda wan ‘mirov’ e, dîsa bi derxistina pêş a keda civakê û mirov, modelek alternatîf pêşkêş kir. Rojhilata Navîn landikê ‘ol’an e. Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de çanda gelek gelan ketine nava hev. Ji çanda eşîre û qebîleyan bigre heya gelek têkiliyên dewlemend, çand û mezheb di zik hev de pêşketine û hebûna xwe domandine. Li şûna ku ev hemû çand, ol û mezheb bi hev re di nava pevçûnê de bin, bi modelekê dikarin di nav hev de, wekhev jiyan bikin. Modela Netewa Demokratîk di esas de vê îfade dike. Weke baxçeyek ku bidehan cûreyê gulan, bi dehan bêhn û rengan dewlemendiyê dide baxçeyekê, Neteweyên di Rojhilata Navîn de jî dikarin weke dewlemendî û pir rengiya baxçeyekê bi modela Netewa Demokratîk jiyan bikin. Pêwîste em karibin vê erdnîgariyê bizivirînin mozaîka gelan.

Geşedan, bûyer, nakokî û pevçûnên heya niha qewimîne û qeyrana ku ji ber pirskirêkên civakî tê jiyan kirin jî îspat dike ku modela Netewa Demokratîk wê bibe çareserî. Şoreşa Rojava û rêbazê çareserkirina pirskirêkan ev rastî hîn ber bi çav derxist holê û ji bo Sûriyeyek Demokratîk jî bû zemînek. Ger bi êrîşan nikaribin bifetisînin yê ev alternatîf ji bo Rojhilata Navîn jî bibe nefes.

Ji bo jiyanî kirin û mayindekirina vê pergalê di nava van 40 salan de bi dehhezaran şehîd û kedek bêhempa hate dayîn. Gelek Gazî û mexdûr li pey xwe hîştin. Bi sedan gund û bajar hatin xira kirin. Lê li beramberî van hemûyan jî bilindahiyek mezin yê civakî ji bo mirovahiyê ava kirin. Ji ber vê jî mirov nikare bêje ev tev vala çûn. Bedela wê pir giran bû lê destkeftiyên wê jî hevî didin mirovahiyê û civakê. Ev têkoşîn temsîliya ruyê bi ken yê mirovahiyê ye, ev rûyê ku hevî dide , ronî dike ye.

Di têkoşîn 40 salî a Tevgera Azadiyê de em dibêjin: 40 saliya Tevgera Azadiyê li Avakerê jiyana azad û wekhev, li Rêber APO pîroz be. Yê di oxira vê têkoşînê da canê xwe feda kirin û xwîn rijandin; em tevahî şehîdên Pergala Netewa Demokratîk bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Cardin 40 saliya têkoşîna me ji yê ked dane, yê mîrasê herî mezin ê mirovahiyê temsil dikin, li Şervanên Azadiyê pîroz be.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close