NIVISÊN ROJEVÎ

Ronahiya Serok Apo, Rê Li Pêşiya Gelan Vekir

Şoreş Amed

4 Nîsan’ ê rojbûna gelê Kurd Rêber Apo, di serî de bi hemû gelên bindest, gelên azadîxwaz, yê kû girtigehan de, cîh û warê xwe de yê bi giştî pîroz dikin. Em hevîdarin ku rojbûna serokatî a 71. bibe sala azadîya fizîkî Serok Apo. Em bi wê heviyê,  rojê pîroz gelên azadîxwaz pîroz dikin.

Ji bo mîrovatîyê dîrokek pir girîng e, dîrokekî pir bi wateye  ji ber ku rojbûna Serokatiye, Serokekî wisa dîrokê de kêm hatiye dîtin, dîrokê mirovatiyê de kêm hatiye dîtin. Ji bo sosyalîzmê ewqasî têkoşîn daye. Hin di zarokatiya xwe de hemberî pergala Kapîtalîst serî rakiriye. Serhildan û têkoşîna wî hin zarokatiyê de destpê kiriye. Pergala malbatê, pergala malbatê ango pergalên ku kapîtalîzm ava kiriye, bi awayekî şaş ava kiriye de her cure xirabûn, her cûre kiretî û her cûre bê exlaqî tê de heye. Li  hemberê wê pergalê Serokatî hin destpêkê de, hin zarokatî de serî hildaye. Ji bo wê jî hemû mirovên ku ji bo azadiya mirovatiyê fikrandinê wan heye, xwestekê wan heye anjî azadî dixwazin dilê giştî de Serokatî cîhê xwe çêkiriye. Ne tenê dilê gelê Kurd, dilê hemû gelên ku azadî dixwazin, sosyalîzm dixwazin taybey yê Rojhilata Navîn û cîhanê de fikrê Serokatî belav bûye.

Serok Apo gelên ku ber bi windahiyê re rû bi rû mabûn, her wiha tûnebûyînê gelekî  rojevê de bû, tûnebûyînê gelekî êdî niqaşê de bû, hebûn û nebûnê wî dihat niqaş kirin. Pir kesan digot Kurd nîneî gelek wisa tûneye, Kurd dîrokê de derbas nedibûn. Serokatî li hemberî wê têkoşîn kir, serî hilda. Gelê Kurd nû de zindî kir, gelê Kurd nû de şiyar kir. Bû ronahiyêkî, rê li ber peşiya gelê Kurd vekir Serok Apo bû. Di demê re fikrê ku diparast gelê Kurd de ava kir. Piştî gelê Kurd, Rojhilatê Navîn û hemû cîhanên de fikrê Serokatî dengveda û belav bû.

Pergala Faşîst, pergala Emperyalîst hebûna Serokatî , têkoşîna Serokatî ji bo xwe xeteriyek dît. Ji bo dagirkeriyê ku dikin pêşiya wî asteng û xeterî dîtin ji ber wî jî hemû hêz û hebûna xwe êrîşê Serokatî kirin, heya ku  1999 Serokatî hat girtin. Girtina Serokatî jî ne wekî ku girtinên din bû. Cihê ku heya niha jî lêdîmîne jî tenê xwe û di nav giravekî de tu kes li gel nin e. her wiha hertim tecrîtê de ye û her diçe tecrîd girantir dibe. Ev girtin û tecrîtên heyî sedema wî tirsa pergala Kapîtalîzmê ye, tirsa ku jiyan dikin xwe di nav de dibînin û tûnebûyîna xwe jiyan dikin. ji ber hebûna Serokatî ji bo wan xeteriyê. Bi wî awayî hemû zagonên xwe histin bin lingên xwe tenê bikaribin Serokatî din av wî giravê de dîl bigrin. Piştî serokatî hat girtin gelê azadîxwaz pir helwest û bertek nîşan dan. Pir çalakî hat kirin. pir çalakiyên giran û biha hat kirin. Berdelên giran û biha hatin dayîn. Ji bo serokatî di aliyê fizikî de azad bikin dil û can tevlî pêvajo bûn. Rixmê çalakiyan û têkoşînên gelan heya niha Serokatî di Îmraliyê de dimîne. Heya roja me ya îro çalakiyên efsûnî tên kirin. Mirovên me çalakiyên canbexşane dikin, laşê xwe dirazînin mirinê. Ev helwest, bertekên heyî dide nişandan ku mirovatî çiqas sosyalîzm û azadî dixwaze, çiqasî hesreta azadiyê jiyan dikin. Ev jî hebûna Serokatî re pêk tê. Gel jî wî dibîne. Ji bo wê jî hemû hêviyên xwe çalakiyan pêş dixin. Ev rihê Apoyî ku di nav gel de hatiye rûnişkandin. Bi vê rihê niha jî Şoreşa Rojava pêk hat. Rihê ku Serokatî dayê me, berxwedanî û têkoşînin ku Serokatî me fêr kiriye ku îro wek YPG – YPJ –QSD, Daiş bin xistin. Ev bûyer di birdozî yê Serokatî re pêk hatin. Dehan dewlet nikari bûn hemberî Daiş’ ê bisekinin, li ber Daiş direviyan lê QSD pêşiya Daiş’ ê sekînî. Li hemberî êrîşekî  hovanê, li hemberî hezekî  hov, êrîşkar bi salane şer kir û herî dawî jî Daiş’ ê têk bir. Tiştê ku hezên dewleta nikari bû bikin, bi hêjmarekî kêm QSD wê pêk anî. Ev jî bi bîrdoziya Serokatî û rihê Apoyî pêk hat. Destpêkê de ev serkeftin, serkeftina Serok Apo bû, ava kirina Serok Apo bû ji ber wî jî serok Apo gelên bindest rizgar dike, dagirkeran têk dibe. Ji ber wan sedeman tû car birdoziya Serok Apo bin neketiye, hertim gav bi gav pêş de çûye.

4’ ê Nisan’ ê hemû gelên bindest, azadîxwaz, Sosyalîst ji bo ku  Sosyalîzmê berdêl dane pîroz dikin. Ji qadên azad heya girava  Îmralî silavê xwe Serok Apo re dişînin û em hêvîdarin bibe sala azadiyê.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close