JIN

Jin kî ye, Jîn çi ye?

Mahsum Amed

Jin şagirta herî jîr û jêhatî ye.

Mamostaya wê xweza bi xwe ye.

Jinê xwe da xwezayê û bi heman awayî fêrî afirandinê bû. Tişta ku ji xweza hîn bû pêkanî û parvekir, her wiha bi rêka civakê xwe zêde kir.

Wisa jin bûye dayika kedkaran, heman demê tevahî mirov û civak bûne zarokên dayikan. Gava ku Dayê civakê mezin dike, hem mirovan diafrîne û hem jî jiyanê ava dike. Ti carî nayê ji bîr kirin. Çavkaniya çêbûn û hebûnê, xweza û civaka jinê yekpare û heman e. Gelo, cudabûn û zêdebûna formên jînê çiqas ked, hêz, hezkirin, sebir, wext, mêjî, vîn û xûliqkariya gerdûnê xwesti ye?

Bêguman jin para xwe ji vê erka bilind digire û hertim piştgirî dide gerdunê. Pîroziya jinê ji vê taybetmendiyên wê yên zana û çêker tê. Lewma dîrokê di hişê xwe de hemû jin weke xwedawendên jin-dayik xemilandî ye. Hemû rastî û heqîqet, çêbûn û hebûn dualî ne. Lêgerîn û êvîna hêqîqetê azadî bi xwe ye. Enerjî û made, rûh û beden, tarî û ronî, goşt û neynûk, av û iskan, erd û ezman, man û neman, jin û zilam li ser vî esasî bi hev hatine girêdan. Têgihîştina yekitî û yekparebûna jin û jiyanê dikare me bigihîne wateya hebûna hemû zindiyan. Nexasim, eger em bixwazin rast nêzî jinê û jînê bibin, têkoşîna azadiyê êdî dikeve ser milê şagirtên dayikan!..

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close