RÊBER APO

Ji Bo Yekemîn Konferansa Gaziyên Şer Ya Sala 1998’an

Ez îro bi vekirina têgeha gazîbûnê ya ku qasî şehîdbûnê xwedî wateye, dixwazim sûd bidim Konferansa we. Bersiva ku me dayî şehîdbûnê û bîranîna wan, di bingehê xwe de teybetmendiya bingehîn ya kû hebûna me pêktineye. Weke ku bi navê Hakî Karer me Partî damezirand, bi bersivdayîna bîranînên şehadetên ji wir şûnde em heta îro hatin û ji niha û pêde jî emê li ser vî bingehî biçîn serkeftinê.

Dema gazîtî bû mijara gotinê, ji helwestekî kû dinûme vî bingehî, Gazî divê wateyê de (sekin) rawestanek nêzî şehîdbûnêye, di heman demê de lewaziyek wê jî heye. Her şehîdbûna kû di cih de çawa kû encama şaşitiyekêye, lêbelê şehîdbûn eger vê dinixumîne , di gazîbûnê de rewşekî berevajî heye. Encamê şaşitiyekê bi jiyanekî kêm re bi encam nabe. Eger mafê gazîbûnê neyê dayîn bi xwe re rewşekî xeter tîne. Li gorî min gazîbûn tenê bi yek şertî dikare were pejirandin.

Mînak; karê kû bi dû lingan nekariye bike; bi lingekî, tişta ku bi dû çavan nekariye bike; bi çavekî kirine. Tişta kû bi dû destan nekariye bike; bi destekê kirine. Heta destê kû mayî, lingê kû mayî û çavê kû mayî çar qat kirin ji bo gazîbûnê neçare bibe armancek. Ji ber çi­? Ji ber kû bi dû çavan, dest û lingan nekirin, hindek sedemên wê yên kêm hene. Ji ber vê gazîbûn berjengê derbazkirina van kêmasiyane. Nîşana gazîbûnê vale vale ji bo kesekî nayê dayîn. Pêwîste hûn vê baş bizanibin. Gazî dema kû bû gazî, xalên kû têde winda kiriye navê berevajî zivirandina wê ye.

Ez bal dikişînim çi dibe bila bibe, divê hûn vê derbixin zanabûnê; yan wê demê “ez gazîme partî neçare heta dawî li min binêre” ez wekû Serokê tevgerê divê kû ez bêjim belkî xala kû herî zêde, ez pê hêrs dibim, yek jî bi daxwazî bi vî rengê kû gazîbûnê biçûk diki, hindek weke maf ji xwe re dibînin û diparêzin. Ez vekirî dibêjim­! Eger kû lingek mabe wî lingî jî, ezê bibirim. Eger kû çavek mabe wî çavî jî ezê derxînim. Ji ber kû ji bo şan û şerefa bingehîn ya gazîbûnê û ji bo nasname û kesayetiya wî ya bi qasî vê têgihiştinê xeter tê gihiştineke din nîne. Ev rewşeke dinûme rehabilitasyona zindanan. Berxwedana dirokî ya Mazlûm’an jî ya Kemal’an û ya Xeyrî’yan heye û ewan ji me re digot: “Tenê şerefa partîbûnê bidin me, em weke endamê partî bimînîn û em tiştek din naxwazin”

Bi tenê ji bo şeref û nasnama partî ya netewî winda nekin, dema kû vê berxwedana dîrokî didin meşandin, ew kesên kû di rehabilitasyonê re derbaz dibin, ewan digotin: Bila mafên me yên kesayetî zêde bibin û bikevin rewşekî mîna ya zarokan. Evî dijminî, ewan her wekû kûçikê Pavlov terbiyekirin. Ango tenê bi pariyek nan û bi terbiyeyekî, wan cûda lêkirin. Lê ev kesane niha pirsgirêkin.

Ev nayê wê wateyê kû em berxwedana zindanan biçûk dibînin. Na ne wisa ye!. Tam berevajî, ev qehremanî û berxwedaniya mezin ji bo me fermana “Vegera welat” “fermana pêşxistina” “şer”. Em di sala 82’ an de vegeriyan welat. Di sala 84’an de li hemberî bîranîna wan me şerekî mezin da despêkirin. Niha rabûn û li ser vê ketina rehabilitasyonê gotina heta dawî bila partî li me binêre. Na! Partî li te na nêre û wê canê te bistîne. Başe mafê wan şehîdên mezin wê kî bide. Kemal Pîr digot; 10 sal jî derbazbibe, 20 sal jî derbazbibe, di dawiyê de şerê rizgariya netewî despêbike û wê serkeftinê pêkbîne. Hûnê ji wan gotinên Xeyrî’yan re ewên digotin “li hemberî rêxistinê deynê min heye” hûnê çi bêjin?

Ji bo çalakiyên Ferhat Kurtay’iyên mezin hûnê çi bêjin? Û yên hezaran weke wan. Niha emê van bingeh bigrîn. Ji bo gazîbûnê jî eve bi heman şêweyiye. Herî dawî dema kû Sema Yüce bû gazî ez gotinek ya wê bînim bîra we. Weke kû tiştek ne dixwest û her çend kû canê wê hemû şewitî jî bû, bi tenê digot: “Ez wekû firîşteyekê difirim ezmanan”. Ango wateya wê eve: Her çendî di nav êş û jan de jî be, bi tenê wekû firîşteyekê xwe hêjayî partiyê dibine. Dema kû rastî ev be, bê gûman hûn ji gaziyên me yên bi rumet jî, ango diyare kû hûnê ji derveyî vê ne kevin nava çi rol û çi rastiya jiyanekî dinde. Ev vekîriye. Heta bi qasî berxwedanvanên me yên mezin yên binirx di zindanan de, weke berxwedanvanên me yên qehreman yên çeperê şer, di nava hemû jiyan û tekoşinê de partîzanê resen çi ye? Hêza serkeftina vê hûnê bidin diyar kirin. Li ser vî bingehî serkeftinê ji we re dixwazim, silav û heskirinên xwe pêşkêş dikim.

RÊBER APO

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close