NIVÎSNIVISÊN ROJEVÎ

Weke Jin Em ê Di Sala Nû De Bi Ruhê Berxwedana Serdemê, Berxwedanê Bilind Bikin

NÛJIYAN ADAR

Dema mirov bawer bike û ber bi bawerbûna xwe ve bimeşe, ev hest û fikrandina wê wek çirûskekê li derdor belav dibe. Ev jî wek xelekekê hev û din dîşopînin û meşaleya wan a qet neketiye erdê, destê wê digrin û ber bi ronahiyê ve dimeşin. Dema jin tê gotin herî zêde girêdanbûn tê bîra mirovan. Dema girêdanbûnek ji dil çêbe, piştra her tişt wek avê diherike û ciyê xwe digre. Li Kobanê Arîn Mîrkan,  li Efrînê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê ne xelekê despekê ne jî yê dawiyê ne. Girêdanbûna wan hevalan di dil û mêjî da bû ji bo wê jî di asta ku canê xwe feda bikin de li gor şert û mercê pevajoyê çi pêwîst bû, erka xwe ya milîtantiyê bi cî anîn. Bêyî ku gel, axa xwe, zarokên ku hê nû cavên xwe ji cîhane re vekirine ji bîr bikin, şer kirin. Wan heta dawiyê wek jinekê bi fikir û ramanê Rêber APO re jiyan kirin, ew fehm kirin û pekanîn.  Ji bo wê jî jinan rewşa ku têne hiskirine, fikrandinek kûr dane çêkirin û li gor wê fikrandinê  çalek tevgeriyane.

Ev rastiyekê e; li cihêkê çiqas desthilatarî, zordarî, mêtingarî û zulm hebe di eynî cihê de helbet serhildan, neqebulkirina rewşê, serî netewandin û berxwedanî heye. Ya herî bala mirova dikşîne jî ev e, kîjan pelên dirokê ku weke pêşentiya azadiyê, têkoşînê, ji bo hişmendiyek nû bikaribin çekin û giştî mirovahiyê ber bi rizgarbûnê ve bibin jin tê daye, jin li wir pêşengtiyê dike, hewldanê wê her ji bo jiyanek xweş ava bikeye û xweşikbûna xwe re jiyanek nû dinivîsîne.

Dema em nû tevlî bibûn hevalan hertim ev pirs dikirin: çima jin di her kêliya jiyana xwe de ciyê xwe di zor û zehmetiyê de girti ye? Li gor pirse her nêrîn li gor fikrandinê hevalan çêdibû û nerînên cûda û devlemend derdiketin nêvengê. Di encam de giştî nêrînan hev û din têr û temam dikirin û nerînek hevpar derdiket holê. Jiyana ku jinê ava kiriye û ji bo wê têkoşîn daye cardin berhema wê jinê ye ku ji bo jiyanê ked daye, êş kişandiye, civak bi fikrê xwe re zane kiriye, peşengên ku civak mezin kiriye xwedî kiriye, bi nêrîna ku her mirovek li ser axa xwe wek Mirovek azad, ne wek koleyekê jiyan bike, timî têkoşîn kiriye. Mirovek di her demên ku tê de jiyan kiriye ewqas kedek mezin daye, hem jî ne ji bo berjewendiya xwe, ji bo jiyana ku afirandiye ji nû de bi dest bixe, di têkoşîna azadiyê de pêwîste di her kar û xebatê de cihê xwe bigre. Di oxira wê de çi êş dibe bila bibe, çi zorî û zehmetî dibe bila bibe pêwîste jin şopdarên mirasa xwe bin. Jinan dîrok ji bîrnekirine, bi têkoşîna xwe dirok ji nû de zivirandine, pelên ku xistine bîra mirovan jî dê bibin pêlên ji nû de afirandin û jiyandina mirovahiyê.

Di têkoşîna azadiyê de hêz û vîna jinê timî hêza dijminê dagirker şikandiye û bi hêza xwe re ber bi serkeftinê meşiya ye. Dagirker û desthilatdaran çiqas hewl daye vîna jinê bişkîne jî şunde ziviriye û yê ku bin ketin jiyan kiriye ev bi xwe bûye. Jinê bi vîna xwe, hêza xwe û bi xwebûna xwe re li hemberî metîngeran hertim bi coş, heyecan û moralê xwe ew bin xistiye û nehîştiye mêtînger destê xwe bidin nirxên pîroz yên mirovahiyê.

Tekoşîna ku jin îro dimeşîne tekoşîna heviyê ye, têkoşîna ji nû ve zindî kirina heviyên hatine kuştin, qatil kirin û cemidandin e. Têkoşîna jinê di roja me ya îro de ev têkoşîne ku bi hêvî jiyan dike, her roj hêviyên xwe mezin dike û hêviya jiyanek azad li derdor belav dike û ji bo wê şer dike ye. Jina têkoşer îro ev jiyan ji bo tevahî jinan, netewan û mirovahiyê hilbijartiye û di oxira wê de canê xwe feda dike.

Jin dema jiyan dike ne tenê ji bo xwe ji bo jiyan dijî û şer dike. Jin ji jinê û ji jînê ne qut e. Her du bi hev re girêdayîne, li ser hev bandor dikin û ji bo hev mezin bikin hewldan didin. Jin civakî ye û sembola civakê ye. Civak bi jinê tê nasîn ji bo wê em nikarin jinê ji civakê qut bifikirin. Bi heman awayî azadiya jinê li ser civakê, azadiya civakê li ser jinê tesîr dike. Em nikarin di warê azadiyê de jî jinê û civakê, jinê û mirovahiyê ji hev qut bigrin dest.

 Ger wata jinê jiyan be wê demê em nikarin tenê rojekê ji bo têkoşîna jinê û azadiya wê diyar bikin. Lewra pêwîste 365 roj û 5 saetên her roj wek roja jinê û weke roja têkoşîna azadiya jinê û jiyaê were dest girtin. Jinê, têkoşîn û keda wê di rojkê de sînordar kirin, di rojekê de bîranîn, pîroz kirin û ji derveyî wê rojên salê weke rojên jinê nedîtin, jinê qebulnekirin û tune hesibandin, ji jinê re heqereta herî girane.

Ji bo wê îro di Tevgera azadiyê de jin her rojê wek roja xwe dibînin û bi xwebûna xwe ji bo azadiyê têkoşîn dikin. Ji ber vê weke jin di hemû keliyên jiyanê de bi ruhek fedaî, jiyan hembêz kirin, di asta herî jor de kêfxweşiya têkoşînê jiyankirin û bi jiyanê re xwe kirina yek reng û yek dil û di yek ahenge de meşa , pîrozî ye û hesta herî giranbuha ye. Weke jinên têkoşer em ê jî her roj wek Sara û Avesta jiyanê xemilandin û ji derveyî jiyana azad neqebulkirina tu jiyanekê bîjin û hevalên ku xeyal û heviyên wan rojekê be jî dîtina Rêber APO bû, em ê timî wê hêviya wan bidin jiyandin û xeyalên wan bi cî bînin. Cardin yê ku jin aniye vê astê, dîroka jinê dîsa derxistiye holê û çarxê zivirandina dîrokê zivirandiye despeka mirovahiyê, jin piroz dîtiye û jinê mezin kiriye, di serî de8’ê Adarê li Rêber APO û hevalên şehîd û tevahî jinên têkoşer û têkoşînvan pîroz dikin…

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close