DAXUYANÎ

Heval Deştî Di Pêvajoya Şoreşê De Bûye Sembola Kedê û Fedakariyê

“Hevalên min canê xwe winda kirin, min her dû lingên xwe winda kirine ne pir e!”

Nasnav: Deştî Amanos
Nav û Paşnav: Dildar Henan
Navê Dayikê: Fethiye
Navê Bav: Yûsif
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa/ 06 Kanûn 2017

Rêbertî di gelek tehlîlat û nêrînên xwe de dibêje: “pêwîste her milîtanek şoreşger dilop bi dilop xwîna xwe birijîne.” Li gor van taybetmendiyan mirov dikare bêje, milîtanê herî nêzî van nêrînan di kesayeta heval Deştî de rûniştiye û xwe daye der. Heval Deştî ji zarokatiya xwe de di nav kedê de mezin bûye û bi temenê zaroktî dest bi şoreşgertiyê kiriye. Heval Deştî di demê herî hesas de bi hestên gelek mezin yê şoreşê tevlî Tevgera Azadiyê bûye.

Di destpêka vê şerê qirêj yê cîhanê a sêyemîn ku bi hovane hatiye destpê kirin, di wan deman de ku heval Deştî hîna weke zarokekî çavên xwe li dinyayê vedikir; tevlî Tevgera Azadiyê bûye û li dijî şer, pevçûn, zulm û zoriya ku li ser welatên bindest û gelên mezlûm hatiye destpêkirin, xwe kiriye sîper. Heval Deştî di vê têkoşîna xwe a azadiyê de destpêkê li Helebê, Efrînê, Kobanê û herî dawî jî li Tebqa têkoşînek şoreşgerî yê bêhempa daye meşandin.

Em nabêjin heval Deştî carekê şehîd ketiye. Heval Deştî du caran şehîd ketiye. Tevî ku berê sê caran di nav şer de birîndar bûye, di her cara birîna wî baş bûye de bi îsrara xwe cardin bere xwe daye eniya şer. Heval Deştî herî dawî jî di berxwedana Sedsalê a bajarê Kobanê de her du lingên xwe wenda kirine û bûye Gaziyê Şoreşê. Lê tevî ku heval her du lingên xwe dane; di ruh, sekn û hebûna xwe de ne rojekê gav paş de avêtiye, ne jî peskirin û lewaztî jiyan kiriye. Kengê mirov li heval Deştî temaşe kiriye, weke mirovek saxlem serbilind, ji xwe bawer, bi rûmetek mezin û bi hêz karê xwe daye meşandin. Bi vî awayî heval Deştî li kur bûye her roj û her kêliyê ji bo gel, hevalên xwe û bi taybetî jî ji bo hevalên xwe yê Gazî timî bûye çavkaniya hêz, moral û maneviyatê. Di ser vê re jî hezkirina wî ji xwezayê û zindiyan re, ji ber xweza û zindî herî zêde di nav şer de yên têne qetilkirin in; di meşa xwe ya şoreşgertiyê de, di nava vî şerê giran de yê herî zêde heval Deştî giringî dayê jî zindî û xweza ye.

Li kêlek zindî û xwezayê, hezkirina heval Deştî a jiyan, têkoşîn û hevaltiyê, êş û birîna ku bi şehadeta xwe bi hevalan daye kişandin heya roja îro jî diyar e. Bi rastî kevir jî nikarin vê êşê rakin. Heval Deştî li gel jiyana xwe êşek wisa giran jî ji me re hîştiye. Lê her kes bi vê biryarê şehadeta heval Deştî pêşvazî kiriye:

Her çiqasî heval Deştî bi awayekî hovane hatibe şehîd xistin jî hemû hevalên bi heval Deştî re mane; bi soza ku “em tev heval Deştî ne” ji vir û şûnde tevlî kar û xebatên şoreşê bibin, şehadeta heval pêşvazî kirine.

Di kêliya şehadete de heval Deştî weke rêveberiya Komîta Gaziyan a Tebqa ku di heman demê de bi koordinasyona QSD’ê re kar dikir, dema li ser kar diçe gundê Mehmûdliyê a girêdayî bajarê Tebqa dijminê hov ji piştê ve bi gulebaranê heval Şehîd dixîne. 13 fîşek li heval Deştî dikevin. Tevî hemû mudaxeleyên tên kirin jî heya digihîje nexweşxanê, heval digihîje şehadetê.

Heval heya kêliya şehadetê jî bi fedakarî, coş û heyecanek mezin li ser karê xwe bûye û tu carî xwe ji kar nedaye paş. Timî dixwest kar bike. Çiqas kar dikir jî digot: “min kar nekiriye.” Bi vî awayî mirov dikare bêje, heval Deştî di pêvajoya şoreşê de bûye sembola kedê û fedakariyê.

Em sersaxiyê ji tevahî gelên Kurd û rêhevalên wî dixwazin.

 

Rêveberiya Komîteya Gazîyên Rojava/ 09 Berfanbar 2017

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close