NIVISÊN ROJEVÎ

Hebûna Dengê Kurdan

Seyran Şîlan

Axa Kobanê ne îro, lê ji sedan serdemandi dîrokê de xwe daye îspat kirin ku kesek nikare zorê merdîtî, têkoşerî, comerdî û lehengiya wan bibe. Neyarên ku li ser sergoya we ji bo hestiyan şer dikin, ji helwesta sekina we ya mirovatî, camêrî û hestiyarî sûdê werdigrin. Ji berk u di bin hemû şert û mercên zor û zexmet de jî Kobanê derî û hemêza xwe ji hemû netew, mezheb, feqîr û belengazan re vekir û pariyek nan be jî bi wan re parve kir.

Kirasek  jî bi awayekê hevpar dikare bi gelan re li xwe bike. Kobanê kevneşopiya xwe di bin şert û mercê debi xwînê parastiye û nobedariyê ji mêvanên xerîb re di bin konê xwe de digre. Her wiha, her tiştî ji merdên xwe ( leheng) dide lê stûna konê xwe nade. Ger destana Derwêş li gire Etşanê bi dawî bibûya û her tiştek xelas hatiba ji bîr kirin, wê berxwedana we di roja îro de jî li Kobanê têk biçûya û ji bîr bibûya. Wekî piştî sed, hezar salan destana Edûlê û Derwêş ewqasî zîndî bûye, her rojê carekê destan xwe nû dike û dizê.

Di awirên çavên xwe yên wekî tirêjên rojê ku bi sibehan re davêjin ser Zagrosan, bi şikandina birî û bijangên xwe yên wek tîr û kevenan û tirşkirina mirûzên xwe, dest avêtine rûpelên dîrokî yên riziyayî ku bi derewên xapînok ên Kapîtalîst ve hatine perspankirin, ji wan maskeyên reş ên ku bi navê olê hatibûn pê. Di şerê Rojava de tê meşandin hemû qetîn û çirîn, li erde ketin û rûyê wan tazî man.

Têkçûna her çeteyekî danîşana ji vê heqiqetê ye. Eniya her yekê ji van şervanan bûna heyva ezmanê bilind, ronî û bedew. Kurd n idi serdema geliyê Zîlan, Agirî, Dersîm, ne jî ya palo Gencû, Garzanê Eliyê Yunis, EnfalÎ Helepçe, Çarçira Mehabadê û her wiha.

Dayîkên Kobanê di mishefa eniya xwe de wiha jî didin xwendin. Hesret û bêrîkirinên wan ên ku ji wan hatine dizîn. Lîstik, xweziyên wan ên ku di ekîba paşverûtiyê de hatine veşartin û di roja îro de ji wan tîmên  riziyayî dikevin xwarê. Van dayikan dane pey van tima kon û yek û yek li pey wan hesret û bêrîkirinên xwe kom dikin, berhev dikin. Mîrateyê xwe kom. Em li bendê ne ku siberoja ev mîrate bibe berhema afrîneriya hilberînên, bi çavên jinê dîtin, bi hişmendiya jinê sazkirin û bi hestên jinê biherîkînin jiyanê.

Tirsa Modernîteya Kapitalist ya ku Jin kiriye amûrek bazirganiyê, reklama şerê taybet. Jin ji rûçikekî xistiye rûçikekî din. Li şûna çavkaniya dilbijokî, hestiyarî, bedewî, hilberînî û mirovatiyê. Mirov ji jinan dide tirsandin û paş de revandin.

Belê ew hişmendî, deshilatdarî ji jinên azad ditirsin. Lewra tiştê nemayî dikin ku pêşî li vê çavkaniyê, erka jinê ya jiiyanê bigirin. Ji berk u ew dizanin îro li Rojava, li Kobanê sibe li Misirê, Lîbya, Siûdî Erebistan û her wihaEwrûpa hetanî Qesra Spî wê biçe.

Girtîgeha Gebzê

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close