DAXUYANÎ

Em ê hesabê Qetilkirina Astengdarê Bi Navê Eşref Heyder Bipirsin

Weke Komîteya Gaziyên Rojava em ê heya dawiyê li pey hesab pirsîna qetikirina astengdarê bi navê Eşref Heyder ji aliyê artêşa Tirk a dagirker li Efrînê, bin.

Daxuyaniya Komîteya Gaziyên Rojava wiha ye:

ʺBerxwedana Serdemê ya bajarê Efrînê mehek li pey xwe hîşt. Di nava vê mehê de dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên girêdayî wan rastî berxwedanek mezin hatin. Binketina dewleta Tirk ku hîna di rojên destpêkê de diyar bû, ji bo veşartina wê binketinê û serîgirtina wê çi polîtîka û antî propagandayên dij exlaqî hebûn, tev kirin. Bi binketina çekdarî re dewleta Tirk û çeteyên wê, li beramberî berxwedana gel jî xwe ranegirtin û dest bi komkujiyê kirin.

Dewleta Tirk xwest lîtava ku ketiyê bi riya komkujî û valakirina herêma Efrînê  bizivirîne serkeftina xwe û cardin îtîbara xwe qezenc bike. Ji ber vê jî di serî de jin û zarok bi sedan welatiyên Efrînê qetil kirin û bi sedan ji wan jî birîndar kirin. Kiryara wan a herî dawî jî topbarankirina gundê Sêwiya ya navçeya Mabata a girêdayî Efrînê bû. Di êrîş û topbaran wî gundî de welatiyê astengdar a bi navê Eşref Heyder bi awayek hovane tê qetilkirin. Dewleta dagrker a Tirk bi vî awayî polîtîka û kiryarên hovane ya sala 1994’an yên li dijî gelê Bakurê Kurdistanê, li Efrînê cardin dûbare kirin.

Ev hovîtiya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê kirin, nakeve nava tu zagonên cîhanê û mafê mirovan. Lê mixabin ji ber mijar gelê Kurd û destkeftiyên gelên Bakurê Suriyê ye tevahî cîhanê çavên xwe girtiye û kes behsa zagonên ku danîne û mafê mirovan jî nake.

Weke Komîta Gaziyên Rojava em sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin û vê hovîtiya dewleta Tirk şermezar dikin. Em soz didin gelê xwe, weke têkoşerên gelên Kurdistanê em ê hesaba vê bûyerê ji dagirker û hevkarên wê yên çavê xwe ji vê hovîtiyê re girtine, bipirsin.ʺ

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close