NIVÎSNIVISÊN ROJEVÎ

Di Şoreşa Rojava û Bakurê Suriyê De Gazîbûn

Nûrî MEHMÛD

Di şoreşên cîhanê de; piştî Şoreşê hemû kesên ku di nav şer de ciyê xwe girtine wek ‘Gaziyên Şoreşê’  hatine bi navkirin. Lê hîna Şoreşa me bi dawî nebûye û didome. Di Şoreşa Rojava û Bakurê Suriyê de jî her mirovekê/î ku di vî şerî de birîndar bûye; ber endamê Gazîbûnê ye. Ji ber hîna Şoreşa me didome û em hîna di pêvajoya bi ser xistina Şoreşê de ne; pêwîste em bi çavê Gazî li xwe temaşe nekin. Ji ber wê pêwîste em li bersiva wê pirsê bigerin ku; di Şoreşê de Gazîbûn û xeta Gazîbûnê çiye?

Bersiva derdikeve holê eve; her Gazî û birîndar, pêwîste li gor pîvanên civaka exlaqî û polîtîk bimeşe û bibe kesê zane, xwedî exlaq û dil nizim. Ango ew kesê ku di vê Şoreşê de li dijî nîjadperestî, desthilatdarî û şovenîzmê perçeyek ji laşê xwe daye; pêwîste ew bedelê ku daye bizivirîne Şoreşa zihnî.

Ji ber wê jî Gaziyek Şoreşê; pêwîste tu carî nefikire ku birîndar bûye, perçeyek ji laşê xwe daye û ev yek têrê dikine. Nêzîkatiyek bi wî awayî ne layiqî gaziyek Şoreşê ye. Nîzikatiya bike pêwîste ew be ku; çawa ji bo Şoreşê riyên nû yê têkoşînê ava bike, çawa xizmet bike û çawa di xeta Gazîbûnê de bimeşe? Ger di vî warî de hewildan hebin, wê demê mirov dikare bêje ku di xeta Gazîbûnê de pêşketin hene û meşek li gor Şoreşê heye.

Madem ku mirov jiyan dike, ew mirov dikare afrîner be û bixuliqîne, wê demê pêwîste em bi awayek felsefîk li Gazîbûnê temaşe bikin. Ji ber wê jî nêzîkatiyên weke lingek min, destek min, çavek min û hwd. çûn êdî ez xilas bûm, şaşe! Ger lingek min çûbe, ezê bi destên xwe kar bikim, ger dest û lingê min çûbe ezê bi çavên xwe kar bikim, ger çavên min çûbin ezê bi mêjiyê xwe xebat bimeşînim.

Her Gaziyek û her Mirovek di vê Şoreşê de bedel dabe; pêwîste li ser vî esasî di felsefa jiyanê û azadiyê de kar bike. Berovajî vêna hemû hewildanên jiyanê felsefa mirinê ye ku binketinê îfade dike. Her wiha kesê ku di bin navê birîndarî û Gazîbûnê de xwe bide jiyandin jî; xizmetî felsefa mirinê dike ku tu têkiliya wê bi Şoreşê û meşa şoreşgerane re nîne. Ji ber vê em dikarin bêjin ku; di Şoreşê de Gazî ew kese ku rojane xwe diafirîne, ji civakê re çareseriyê pêş dixe, ji bo civakê xebat dike û meşa heqîqetê nasekinîne. Ji bo wê jî Gaziyên ku di şorerşa Bakurê Suriyê de têkoşîn dikinre mirov dikare bêje ‘berendamê Gazîbûnê’ ne. Di vê pêvajoya ku şoreş didome de, Şehîd Gaziyên heqîqî ne. Bi heman awayî Gaziyên Şoreşa Bakurê Suriyê; ew Gazî ne ku tu carî meş û têkoşîna xwe ya azadiyê nasekinînin û 24 saetan dixebitin. Gaziyên ku van pîvanan esas nagrin, Gaziyên ku nafikirin, Gaziyên ku nûbûnê ava nakin, Gaziyên ku pêşengtiyê ava nakin, dibin bela serê Şoreşê û ji derveyî xeta Gazîbûnê dimînin. Lewra em dikarin bêjin ku; kesê Gazî ew kese ku civakê digihîjîne asta wate û avahîbûnê.

Roja îro di Rojhilata Navîn de bi avabûna desthilatdariyê re pergalên şovenîst û mezhebî ku perçebûnê li ser mirov ferz dikin; ji bo di heremê de li ser lingan bimînin bi her awayî civakê diperçiqînin. Bi heman awayî hemû pergalên cîhanî yên heyî jî niha di kaosê de gihîştine lûtkeyê. Şoreşa Rojava ku di destpêkê de em weke ‘bihara gelan’ bi nav dikin; yek ji sedemên derketina wê jî; şerê li dijî vê pergalê û vê hişmendiyê bû. Ji ber wê jî di destpêkê de me xeta sêyem hilbijart û armanca Şoreşê hat zelal kirin. Di bingeha xeta sêyemîn a civaka exlaqî û polîtîk de; li Rojava di nava 7 salan de li dijî hişmendiya mezhebî û qewimperestiyê şerek bêhempa hat meşandin.

Şerê ku li Rojava û Bakurê Suriyê hate meşandin û hîna didome; şerê li dijî vê paşverûtî û dagîrkeriyê ye. Ji ber wê jî em dikarin bêjin; berxwdana ku li Rojava û Bakurê Suriyê pêşketiye, berxwedana li dijî vê pergalê ye û ev şer; li dijî hemû eniyên milîtarîzm, terorîzm û talanê hatiye meşandin. Ji ber ev şer û berxwedana îro li dijî van hêzan û vê pergalê tê meşandin, wê bibe şerê çaresekirina pirsgirêkên azadî û demokrasiyê û bi sedan sal li ser were axaftin. Ji ber wê jî ev pergalên ku îro di qeyran û kaosê dene, pir bê exlaq û bê wîjdan êrîş dikin.

Ji ber van sedeman, şerê di Bakurê Suriyê de tê meşandin şerek pir germ û girane û ji derveyî kesên baweriya wan bi armanca Şoreşê heye, tu artêş nikarin li berxwe bidin. Hevalên me yê birîndar di wî şerî de her kêlî bi dagîrkerî û terorê re rû bi rû mane û di wan şeran de gelek tecrûbe girtine. Wan hevalan bi derfetên pir kêm, bi çekên ferdî û bi canê xwe li hemberî êrîşên li ser Şoreşê li berxwedane.

Di tevahî salên Şoreşê de êrîşên li dijî Şoreşê ku bi armanca tunekirinê hatin meşandin; gelek caran xeyalê mirovan nagihîje wê astê ku bikaribe dijwariya şerê dihat meşandin û berxwdana şervanên Şoreşê a li hemberî wan êrîşan fam bike. Kesên di wê berxwdanê de cî girtine jî bê guman; di berxwedana sedsalê de ciyê xwe girtine.

Em bawerin ku hemû civak û zarokên Bakurê Sûriyê; serpêhatiya şoreşger û têkoşerên xwe ji bo berdewamî û serkeftina Şoreşê bikin mînak û her yek ji wan bibin berdewamiya berxwedana efsanewî a şervanên Şoreşa Azadiyê.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close