JIN

Di Destpêkê Dîroka Tevgera Azadiyê De Heya Roja Me Ya Îro Jina Kurd (2)

Rastiya Tevgera Azadiyê û Sedemên Tevlîbûna Jinê

  Tevgera Azadiyê di 27’ ê Mijdara 1978’ an de damezrandina xwe eşkere dike. Tevgera Azadiyê 40 sal pişt xwe hîşt, îro hîna jî ji bo azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têkoşîna xwe dimeşîne. Rêbertiya me dema Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê amade dike û xeta têkoşîna şoreşê diyar dike, di têkoşîna Şoreşê de tevlîbûyina Jinê bi vî rengî dinirxîne: “Jin tevlî şoreşê nebe, şoreş bi sernakeve.” Ev nêzîkatî, mînakên giştî cîhan û tevgerên Kurdan de ye ku ferq dixe navberê Tevgera Azadiyê û tevgerêndin. Piştra nêrîna, “riya şoreşa Kurdistanê, di riya azadiya Jinê re derbas dibe û deriyê xwe bi giştî ji Jinê re vedike” serwer dibe û heya roja îro jî ev nêrîn hebûna xwe diparêze.

Rastiya gelê Kurd ev e; di dirokê de timî hinekan xwestiye vîna gelê Kurd bişkînin, bêrêxistin bihêlin, nasname, ziman û çanda wan înkar bikin. Bi ji dayikbûna Tevgera Azadiyê re, Kurdan cardin cesaret girtine û gel bi îdeolojî û jiyana Tevgera Azadiyê re xwe zane kiriye, li dora Tevgera Azadiyê xwe birêxistin kiriye û ev rexistinbûyîn di roja îro de li giştî Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav bûye. Lewra Tevgera Azadiyê bi xwere tarîbûna ku hatiye ser gelê Kurd parçe dike û ji bo gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn gav bi gav ber bi ronahî ve bibe, têkoşîn dide meşandin. Endamên avaker, ji bo têkoşîna xwe berfireh bikin gund gund, bajar bajar geriyane û ji bo gel ji neheqiyê re serî netevîne û azadiya xwe şer bike, xebat meşandine. Beriya her tiştî jî bi şêwazek ku gel fam bike û li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê rawese, giringiya xwe înkar nekirin, li nasname, ziman û çanda xwe xwedî derketin û parastin peşxistine. Rastiya yekbûna axaftin û pratîk ji destpêka avabûnê ve di nav Tevgera Azadiyê de ciyê xwe digre. Ji bo wê seknê, çiqas bi pergalê re şer bikin jî bi keseyeta xwere jî hertim di nav şerdane, li ser xwe dahûrandinan çêdikin û xwe lêpirsîn dikin. Herî zede ji seknê xweyî jiyanî ve gel bandor dikin. Rebertî dibeje, gele Kurd ne ji bo axaftinê we, sekne we yê jiyanê bandor bû.

Di pêvajoya propaganda û avakirinê de, Jinên Kurd axaftinên milîtanên Tevgera Azadiyê guhdar dikin û ji bo fêhm bikin hewldanên mezin nîşan didin. Di civînên ku koma destpêkê ji gel re çêdikin, tevlîbûna Jinên Kurd dehêlê ku jin di nav Tevgera Azadiyê de bibandor bibin û zemîneke xwe îfadekirinê bibînin. Girêdanbûna Jinê ji ax, çand û ziman re ji nû de pek tê û dikeve pelên dîrokê û bi rastiya Tevgera Azadiyê re Jin ji nû de xwe lêkolîn dike. Rêber APO di her mijarê de dixwaze Jinê bixe nav şoreşê, rastiya gel û Kurdistanê di bingeha rêbazên zanistî de tehlîl bike û rewşa ku Jin tê daye bi vî rengî çareser bike.

 

Heval Sara Rêberê Têkoşîna Azadiya Jinê Ye

  27 Mijdar 1978’ an di kongreya damezrandina Tevgera Azadeye de 23 heval tevlî dibin, wek Jin jî Sakîne Cansiz û Fatma Yildirim tevlîbûne. Xebatên rexistinî yên di wê demê de pêktên, tevlîbûna Jinê ne astengiyek, beravajiya wê tevlîbûna Jinê hîştiye ku, Jin bêhtir rista xwe bileyizin. Di kongrêda çiqas li ser Jinê nîqaşên berfireh çênebûbe jî, xetek giştî hatiye nîqaşkirin û demê pêşde di daxuyaniyên avakirinê de li ser Jinê jî nirxandin çêbûye.

Biryarên hatine girtin ev e, di 1979’ an de bi hemla Sîverek’ ê re partî were îlankirin. Daxuyaniya avakirinê, bi taybet Serokatî nivîsandiye û di demeke kurt de gihîştiye giştî bajaran. Piştî kongreyê, civînên hatiye pêkanîn, piştî civîna Elazîzê, ji bo karê rêxistînî xort bibe biryara avakirina komîteya ragihandinê tê girtin û ev rêxistin bi hewldanên heval Mazlum re, li ser navê Yekîneya Ajîtasyon û propaganda çalak dibe. Mazlum Dogan, Duran Kalkan û Fatma li ser wê xebatê disekinin. Di wê pevajoyê de li Dêrsîmê heval Sara, li Elazîzê ji Sakîne Karakoçan di xebatên rêxistinê de rista xwe pir aktîf dilîzin.

Destpekê bi naskirina Heval Sara a bi tevgerê re, bi malbat û derdora xwere di nav şerekê deye. Tiştê ku bawer kiriye û zaniye ku raste; hertim bi înat parastiye, şerê rastbûn û baweriyê daye. Ji bo van tiştan jiyanî bike û karibe çalak tevlî bibe diçe Îzmîr’ ê, di kargehên kar de kar dike û li wir jî derdora xwe û bi taybetî jinan rêxistin dike. Armanca heval Sara ev e; Jinên ku kar dikin perwerde û zanist bike. Ji ber wê li cihê ku kar kiriye bi sekin, dîsîplîn û nîzame xwere Jinên ciwan rexistin kiriye û hîştiye ku siyaset bala jinê jî bikşîne. Heval Sara wek bi derziyê bîrê bikole, têkoşîna Jinê belav kiriye. Ji bo civakbûnê avabike, gund gund geriyaye û ji komên ku ji 70 kes pêk tê ji bo xebatê rêxistin kiriye û ew perwewrde kirine. Mal mal geriyaye, perwerde daye kesên welatparêz û jinan. Heval Ruken ku ji tevlîbûnên destpêkê ye, Manîfesto beş beş ber çav re derbaskiriye, û bi perwerde re daye fam kirin. Li ser mijarê mêtîngerî û dewlet çiye, felsefe çiye, diyalektîk çiye, tekiliyê Jin û zilam pêwîste çawa be, Sosyalîzm û civak çiye, bi Jina re nîqaş meşandiye û li ser armanca ku ji bo ku karibe xebatên zanistî xort bike xebat meşandiye. Bi taybet jî di di hevalên destpêkê tevlîbûne de, heval Tûrkan Derîn û Sevîm Kaya semînerên pirsgirêka netew û mêtîngeriyê didin jinan û dixwazin Jin di her mijarê da kûr bibin.

 

Pêvajoya 1980 û Tevlîbûna Jinan Ji Pêvajoyê Re

 Dema hatin wê pêvajoyê, êdî kongreya avakirinê pekhatibû û Tevgera Azadiyê xwe fermî îlan kiribû. Havîna 1979’ an bi çûyîna Rêber Apo ya Lûbnan–Fîlîstînê re, armanca wî ew e ku zemînekê di warê bîrdozî, siyasî û leşkerî de ji bo kadroyên Tevgera Azadiyê perwerde bike amade bike û cardin wan ji bo xebatê bişîne Kurdistanê. Li ser wê esasê Kadroyên Tevgera Azadiyê kom bi kom diçûn derveyî welat û li wir perwerde didîtin. Bi wê perwerde û amadekariyê re êdî pevajoyeke nû destpêkiribû. Derketina dervayî welat di heman demê de hêzeke nû avakiribû lê derengmayina Rêbertiya taktîkî û nezîkatiyên seranser, tedbîrên ewlekariyê lewaz xistibûn.

Di wê demê de, li bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê Tevgera Azadiyê bi şiklekê dagirtî xwe rexistin dikir û her ku diçû li hemberî polîtîkaya dagirker û komkujiyê yê dewleta Tirk berxwe dida. Êdî Arteşa Tirk wê hêzê dibîne, ji ber wê jî di 12’ ê Îlona 1980­’ an de dest datîne ser deshilatdariya siyasî û bi hêza xwe ya leşkerî darbe pêk anî. Di wê demê dê bi temamî nêvengek tundiyê hakîm bû. Li tevahî Tirkiyê, yê ku para xwe ji wê tundiyê girt tevgerên çep û kesên sosyalist bûn. Bi êrîşên darbeya leşkerî ya 12’ ê Îlonê re gelek tevgerên çep belav bûn, yên ku stû netewandin û ketin girtîgehê jî, di hundir de têkoşîna xwe domandin. Yek ji mînakên berxwedana mezin ya wê demê jî Tevgera Azadiyê ye. Tevgera Azadiyê di wê pêvajoyê de bi berxwedanek mezin bersiv dide hêzên tesfiyeger û bi berxwedanê pêşî li dagîrkeriyê digre. Di wê pevajoyê de heval Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Sakîne Cansiz û Mustafa Karasu jî di nav de, hejmarek kê pir zêde kadro, sempatîzan, û welatparez tên girtin û di bin îşkenceyê re derbas dibin. Zext, zulm û îşkenceya ku di dîroka mirovahiyê de kêm tê xuyakirin, li ser milîtanên azadiyê tên kirin û dixwazin milîtanan bin bixin. Li hemberî rêbazên ku ji derveyî exlaqê mirovahiyê pêktên, berxwedana destpêkê di Çileya 1981’ an de pêk tê. Lı hember erîşên dijmin Tevgera Azadiyê di girtîgehan de bi cewhera xwe ya berxwedêr, berxwedaniya girtîgehan aniye asta herî jor. Li hemberî êrîşên ewqas giran, milîtanên Tevgera Azadiyê hîn bêhtir seknek bibiryar û xwedî îdea nîşan didin û tucarî baweriya xwe û mafdariya doza xwe tavîz nadin. Milîtanên Tevgera Azaiyê bi vî awayî, bi berxwedana xwe di dilê gel de cîh digrin.

 

Hevalên Jin Timî Di Nav Berxwedanê De Bûne

 Di wê demê de her çiqas hejmara hevalên Jin li gor hejmara hevalên xort kêm be jî hevalên Jin di nav berxwedanê de, tevlîbûneke pir aktîf çêkirine. Bi taybet heval Sakîne Cansiz, li hemberî îşkenceyên dîjmin heya dawiyê seknek birûmet nîşan daye ku ev sekna wê di nav gel de jî bandoreke erênî çekiriye û li ser zimanan bûye destan. Bi berxwedana heval Sara re pir dayikên welatparêz navê zarokên xwe kirine Sakîne, dîsa gelek Jinên ku wê demê tevlî têkoşînê bûne jî navê xwe kirine Sakîne.

Çiqas li hemberê dijmin seknê heval Sakîne diyarker bûye, ewqas di berxwedaniya zîndanê de jî sekna sekna heval Sakîne dîyarker bûye. Hevalên Jin yên zîndanê de Fatma Çelîk, Aysel Çûrûkkaya û Cahîde jî ji seknê heval Sara bandor dibin û hîn bêhtir berxwedaniya xwe bilind dikin. Di wê berxwedanê de hevalên Jin tevlî çalakiyên hevpar yên weke greva birçîbûyînê bûne û biryarên ku hatine girtin jî bi şiklek xort û bi biryardariyek mezin jiyanî kirine.

WÊ BIDOME.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close