JIN

Di Despêkê Dîroka Tevgera Azadiyê De Heya Roja Me Ya Îro Tevlîbûna Jina Kurd (3)

Derketina Derveyî Welat û Tevlîbûna Jinan a Di Wê Pêvajoyê De

Ji komên despekê derketine derveyî welat, 17 hevalê Jin cihê xwe di nav wê komê de digrin. Derketinek bi wî rengî, cara yekem Jina Kurd ji malbat, pergal, bav û zilamê wê qut dike û wê ber bi legerînên azadiyê ve dibe. Ev derketin di heman demê de redkirina destpêkê ye; zextên ku pergala heyî û biryarên feodalîteyê li ser Jinê girtiye, li hember wana derdikeve û gavek rast ji bo jiyaneke azad davêje. Wek Jin di wê demê de hatina gel hev û din, di heman demê de hewldanên çanda jiyana azad avakirine. Li wir jin tevlî perwerdeyên leşkerî dibin. Di sala 1982’ an de Tevgera Azadiyê, li saha Filistîn – Lûbnan’ ê bi tevlîbûna 17 hevalên Jin re Akademiyê vedike. Di wê sahayê de bi tevlîbûna 17 hevalên Jin, hewldanên ku kirine û asta lehûrbûnê hîştiye ku bingeha arteşbûna Jinê, azadiya Jinê û rexîstina Jinê were avêtin.

Di wan deman de amadekariya zivirandina welat û têkoşîna çekdarî tê kirin. Pevajoya amadekariyê di asta rêvebirina şoreşa Kurdistanê deye. Kadroyên ku derketine derveyî welat, ji pêvajoyên perwerdê û bi tevlîbûna aktîf a jiyanê re sekneke mînak nîşan dane; bi biryar û îdeaya wan Jinan re jî, amadeye barê Şoreşê Kurdistanê rake. Di sahayê perwerdeya Lûbnanê û di piranî şoreşê de cihê Jinê û giringiya wê hatiye nîqaş kirin û li ser çarçoveya amadekirina zivirandina welat, perwerde hatiye dîtin. Hevalên Jin weke komên 4 -5 kes, li Beyrut û Şam’ê di malan rexîstina xwe çêkirine û di derbarê Şoreşê û meşa Jinê de lehûrbûyînên taybet kirine. Rêbertî bi perwerdeya wan hevalan re taybet mijûl dibe. Di nav koma destpêkê de yên ku cihê xwe girtine;  heval Sultan Yavuz,  heval Xanim Yaverkaya, heval Rehîme Qehreman, heval Binevş Agal, heval Saîme Aşkin û hevalên dinê ne. Ew heval ku di pêşengtiya Kadroyên Tevgera Azadiyê de xwedî erkên mezin in, piştre jî bi rengek aktîf tevlî têkoşînê bûne û di Tevgera azadiya Jinan de, di tevlîbûna Jinan û bilindkirina têkoşînê de risteke mezin leyîstine. Jinên ku, mîsyona pêşengiyê girtinê ser milê xwe; bi ked, hewldan û fedekariya xwere derfetên avakirina bingehê arteşbûna Jinê çêkirine.

 

Zivrandina Welat, Yekîneyên Propagandaya Çekdarî û Cihê Jinê

 

Êdî bi hatina sala 1983′ an re, Tevgera Azadiyê bi navê yekîneyên propagandayê çekdarî xwe rexistin dike û bandora xwe li Kurdistanê de xwe nîşan dide. Komên destpêkê piranî ji hevalên xwendekar û yên ku li bajaran dayîkbûne û wir mezinbûne pêktê. Dîsa di wê demê de, Jinên ku tevlî bûne piranî xwendekarin û ciwanên zanîngehê ne. Bê guman, çiyayên Kurdistana asê û hişk, wê zehmetiyê bi wan bide kişandan. Bi perwerdeya li saha Rêbertî hatiye dîtin re; heya wê demê Jinên ku ji jiyana bajar derneketine, êdî ji zorî û zehmetiya çiya re amade ne û bi biryareke mezin ji bo bi çiyayên Kurdistanê re bibin yek, israr dikin ku di komên ku dizvirin sahayê Kurdistanê de ciyê xwe bigrin.

Di wê pêvajoyê dê Jin cara yekem xwe di saha şer de biceribîne û çek’ ê nas bike. Tevlîbûna Jinan ji şer re û bi guhertina qerekterê şerê desthilatariya zilam re, şer wateyeke cuda qezenc dike. Hedefên azadiya gelê Kurd, bi şer û têkoşîna çekdarî re, cardin bi tevlîbûna Jinên fedekar û wêrek re serkeftinên giring bi dest dixe. Jinên Kurd ji bo di axa Kurdistanê de têkoşîneke dijwar bimeşînin dizivirin saha welat. Wargeha destpêkê yê hevalên Jin Lolan e. Jin bi hevalên xort re tevlî kar û xebatên leşkerî dibin. Wargeha Lonan’ê,  di heman demê de cihê lehûrbûyîna hevalên ku biçin Bakur bû. Şervanên Jin, di komên ku destpêkê diçin Botan’ ê de jî cihê xwe digrin.

Wê demê di têkoşîna çekdariya Tevgera Azadiyê û di Kurdistanê de ji bo Jin şervantiyê nekin, li hemberî têkoşîna hevalên jin provakatoran hewldanên mezin kirine. Armanca wan kesan ev e ku milîtanên Tevgera Azadiyê li hemberî têkoşîna çekdarî bêbawer bikin û pêşî li riya devjêberdana têkoşînê vekin. Ew hewldan bi taybet li ser hevalên jin tê meşandin, lê hevalên Jin ji bo ku di têkoşîna azadiyê de rol bileyzin bi biryar, îdea û bi israr ber Botan, Besta û Gabar’ ê ve dimeşin û li wan qadan heya dawiyê di peşketinên têkoşîna çekdarî de bi berpirsyarî tevlî dibin. Hevalên Jin li çiyeyken Kurdistanê di yekîneyên propagandaya çekdarî de bi rengek aktîf cihê xwe digrin û xebatên propaganda dimeşînin. Gelê Kurd li hemberê sekna Jinên milîtan pir bandor dibe û nêrîna wan a ji bo jinê ku heya wê demê bi çavek bêhêz, nikare tiştekî bifikire, bike û rexistin bike dinêrî; piştî wê demê di mêjiyê gel de ev feraset jî diguhere. Nêrînên ku Jinê biçûk, bêhêz dibîne û dibêje, nikare tiştek bike hedî hedî tê şikandin û êdî Jina Kurd di avakirina dîrok û civakê de dest bi rista xweya pêşengtiyê dike. Jina Kurd bi gihîştina hêza xweya cewherî re di avakirina civaka azad, wekhev û demokratîk de dibe pêşenga têkoşînê. Tevlîbûna aktîf ji yekîneyên propagandaye çekdarî re û di wan deman de rista ku jinê lîstiye, cardin jiyana li derdor Jinê zindî kiriye.

Her çiqas hevalên Jin di teqîna fîşeka destpêkê a 15’ ê Tebaxa 1984’ an de ciyê xwe negirtibin jî di xebatên propagandaya çekdarî de rolek mezin lîstine. Di saha şer de, di heman pêvajoyê de cara yekemîn heval Xanim Yaverkaya erk digre ser milê xwe û ji mangeyek şervanan re fermandartiyê dike. Cardin li derdor Eruh’ ê berpirsyartiye komek hevalên xort jî digre serê milê xwe û ji wan re jî fermandartiyê dike.

 

Fermandara Destpêkê a Jin; Xanim Yaverkaya

 

Di pirtûka ” Artêşbûna Jin” de ji bo jiyan û serboriya Xanim Yaverkaya ev gotin derbas dibin:  “Keçika malbatekê ku di serhildana Hîlvanê de bi rengek aktîf tevlîbûne.”  Di dema şerê Hîlvan û Sîwerek’ ê de xizmên wê yên nêz tên girtin, ew jî neçar dîmîne derkeve derveyî welat. Di malên Beyrut –Şamê de lehûrbûn dike. Xwendin û nivîsandinê di nav refên rêxistinê de fêr dibe û di asta zanistiya îdeolojî de xwe pir pêş dixe. Herî dawî di pevçûneke çekdarî de şehîd dikeve. Berxwedaniya ku di wê pevçûnê de nîşan dide, li ser gel bandoreke pir mezin çêdike. Heval Xanim Yaverkaya jinek wisa ye ku di milê şer de xort û însîyatîf e. Xwedî taybetmendiya pêşeng û rayedar e. Ji ber wê taybetmendiya wê di nav avaniya hevalên xort de jî xwedî seknek tê qebulkirin e. Di wê pêvajoya ku ji ber serweriya zilam Jin di şer de gelek zehmetiyan dikşîne de, fermandartiya zilamekî kirin, çawa xwesertiya wê derxistibe holê, pêşdaraziyên li hember Jinê jî derxistine holê û nerastbûna wana îspat kiriye.”

Bi hatina sala 1981′ an ber 92′ an ve, gelek gerîlayên Jin bi pêşengî tevlîbûn, kedê xwere û bi jiyana xwe re heya dawiyê tevlî şer bûne û di şer de gihîştine şehadetê. Di avêtina bingehê arteşbûna Jinê de, yê ku di destpêka têkoşînê de ciyê xwe girtine; Besê Anûş, piştî wê di navbera wextên diyar de Ezîme Demîrtaş, Tûrkan Demîr, Sakîne Kirmizitaş, Sultan Yavuz, Xanim Yaverkaya, Rehîme Qehreman, Çîçek Selcan, Necla Çelîk, Ayşe Ogretmen, Saîme Tûrgût, Binevş Agal, Geyîk Yetîm û di sala 1992′ an di şerê Başûr de Gûlnaz Karataş, di encama berxwedanên mezin de jiyana xwe dest didin.

Tevgere Azadiya Jin bi şehîdên ku destpêke dane re, êdî pêşengên têkoşîna xwe û tecrûbeyên giring ku li ser pêşketinên mezin çêbikin avakirine. Rêbertî jî, ji bo bersiva şehadetên çêbûne dahurandinên Jin zêde dike. Bi pêşketina jinê di qada têkoşînê de, li qada Rêbertiyê jî nîqaşên saziya malbat û rastiya zewacê tê kirin. Ev rewş di Jina Kurd de, bal kişandineke mezin ji şer û têkoşînê re avakiriye û ji meraqa wê re rê vekiriye. Bi tehlîla têkiliyê Jin, zilam û saziya malbatê re nêzîkatiyên rexnewarî çiqas Jin bandor kiribe, civak ji di wê astê de bandor kiriye. Vê rewşê, li ser tevlîbûna Jin bandoreke pir mezin avakiriye. Berê tenê tevlîbûyîna Jinê ji milê Dersîm û herema derdor Dêrsimê weke Rojavaya başurê Tirkiyê çêdibû. Lê bi wan tehlîlan re tevlîbûyînên qadan zêde dibe û Mardîn, Rojavayê Kurdistanê û Botan di tevlîbûna Jinan de dikevin rêzên destpêkê.

Di salên 1986 û 1987’ an de Rêbertiya me dahûrandinên li ser Jinê zêde dike; bi wê re jî li ser gihîştinê bersivê pirsa “Çawa Bijîn” çawa bigihîjin jiyana azad û bersiva gihîştina tekiliyeke azad, lêkolîn dike. Ji wê demê ve jinên Kurd, bi nasnama Jin cihê xwe di hundir Tevgera Azadiyê de digrin û digihîjin şehadetê. Ev tevlîbûna Jinê di civaka Kurt de rê li ber bandoreke pir mezin vedike. Piştî wê demê di hundir civaka Kurd de rista Jinê diguhere û dikeve qonaxa pêşengtiyê. Jina Kurd di nav lêgerîneke şoreşgerî deye û êdî pergala mêtîngêriyê û navenda zextên giran yanî desthilatdariyê bi temamî lepirsîn dikin. Êdî gelê Kurd, keçên xwee yên bijare bi destê xwe tevlî têkoşînê dike. Ji ber wê berteka gel a erênî dijmin bi navê namûsê di nava civakê de timî politikaya pêşxistina namûsê û zayendîperestiyê weke rêbazek şerê taybet esas digre. Lê sekna Jinên Kurd yên welatparez û tevlîbûna bibiryar û bi îdea dihêle ku gelê Kurd ji tevlîbûna Jinan a di nav têkoşînê de hîn bandorbibe. Edê gelê Kurd hembêza xwe ji keçên xwe yên Şoreşger re vedike û girêdanbûna wa a dozê ji xwe re weke cavkaniya rûmetê dibîne. Li ser vê feraseta rûmetê di nava jinan de jî bi sed hezaran keçên Kurd, xwîşkên xwe bi tenê nehîştin û li ser şopa wan tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bûn. Yên ku azadiya xwe di Tevgera Azadiyê de dibîne û dibêje “çareserî di Tevgera Azadiyê deye” ber bi çiyeyken azad ve dimeşe. Ev meş, di dîroka Kurdistanê de dibe çavkaniya gotinên destan û kilamên Kurdî. Ji wê pêvajoyê ve di Kurdistanê de Jinên ku berê nedikarî ji mala xwe derkeve, her roj di bin zextên civaka feodal de diperçiqî, her roj dihat kole kirin û ji her tiştî zêdetir tîbûna azadiyê jiyan dikir, cardin tevahî jinên ku dilê wan bi bêrîkirinê re lêdida; beriya her kesî tevlî meşa destanî ku bûye çavkaniya gotinên kilaman, bûn. Bê guman wê jana wê hebe, bedelên herî giran jî çêbibin, lê êdî jinên Kurd û gelek Jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bi fikrek azad re, di dergehê Tevgera Azadiyê de dil û mejiyê xwe şûştine, hêz û vîna xwe naskirine.

 

Rêxistina Jinên Kurd Ya Destpêkê YJWK

 

Kongreya 3. ya Tevgera Azadiyê di sala 1986′ an pekhatiye. Ev kongre ji bo Tevgera Azadiyê, kongreyeke zehmet bû. Di wê kongrê de,  di şexsê Fatma Yildirim û Semîr de, nirxandinên provekator û nêzîkatiyên ji rêderketina xetê ku di şexsê wan kesan de çêbûye, bi dahûrandinên kûr hatiye nirxandin.  Di heman demê ew nezîkatiyên provakatîf tên eşkere kirin, mahkûm kirin û bê bandor tê hîştin. Ev kongre, di navberê xeta Tevgera Azadiyê û yên ku dixwaze Tevgera Azadiyê jirêderxe de, kongreyeke hesap pirsînê ye. Di kongrê de piştî pevajoya zelalbûnê û nîqaşên dirêj biryarbûyîneke xort derdikeve. Herî zêde jî di mijarê azadiya Jinê û pirsgirêkên rexîstinkirinê de li ser sekinandin û zelalbûn çêdibe. Ji ber tevlîbûyina zêde ya Jinan di Tevgera Azadiyê de, şertbûye bi navek û di bin rexistineke xweser de rêxistina Jinê were avakirin. Li ser wê bingehê di kongreya 3. ya Tevgera Azadiyê de; girêdayî ERNK, YJWK hat damezrandin. YWJK(Yekîtiya Jinên Welatparezên Kurdistan) di Mijdarê sala 1987 ‘ an de tê damezrandin.

Lê ji ber di giştî parçeyên Kurdistanê de şertên peşketinê nînbû, YJWK tenê bi rexistinên Jinên

Kurd yê Avrupa re sînordar dîmîne. Ji ber wan sedeman nikare ji tevahî rêxistinên Jinê re bibe bersiv û xwedî perspektîf.

 

YJWK; li Ewrûpa weke rêxistineke destpekê ya jinan, bi rengek xort li wir xwedî li rexistina jinan derdikeve. Çiqasa di asta ku hat xwestin YWJK peşneketibe jî, di derxistina nasnameye rêxistina Jinên Ewrûpa û di berdawamiya rêxistinê de risteke mezin leyistiye. Di têkoşîna Tevgera Azadiyê de, bi YJWK’ ê re bingehê rêxistina Jinên Kurd avabûye. Bi wê pêvajoyê re ji aliyê Rêbertî dahûrandinên pirsgirêkê azadiyê, hîşmendî û rêxistinên Jinan her ku diçe tê zêde kirin û bi pirtûk kirina wan dahûrandinan re, nêrînên Rêbertî hîn zêdetir digihîjin civaka Kurd û Jinê. Ev di pirsgirêka Azadiya Jinê de ji paş gavavetînê zêdetir dibe sedem ku hewldan zêde bibin û di tevlîbûyîna Jinan de zêdebûn tê jiyan kirin.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close