ŞEHÎD

Deştî; Hezkiriyê Dayik û Xwezayê

Nûjiyan ADAR

Dema hevaltiyek rast hat meşandin û ji derveyî hevalê xwe tîştek nehat fikirandin, wê demê Şehîd Deştî tê bîra mirovan. Ji ber ku hertim hevalên wî li pêşiya her tiştî bû û ji bo hevalê xwe rûken bibîne û alikarî bide, her rêbaz bi kar dianî û diket nav jiyana hevalên xwe. Dema Şehîd Deştî diaxifî mirov dixwast her keliyê wê gûhdar bike û nedixwast tiştek li ser gotinên wî zêde bike û peyvek wî jî derbas bibe. Her peyva wî bi rastî jî tijî û dagirtî bûn. Ji ber wê her ku diaxifî, mirov dikşand nav mijarên lêhûrbûnê û nedihîşt mirov bikeve ferqê ku çawa wext derbas dibe.

Têkiliyên Şehîd Deştî ne tenê bi mirova re xurt bû, wî dikarî bi her zîndî yî re diyalog çeke û ber xwe de bikşîne. Wî ji zimanê xwezayê pir xweş fem kiribû û dizanibû çawa nêzî giştî zindiyan bibe. Bi rastî dema çukên heval Deştî, heval Deştî didîtin dengek pir bicoş û xweş derdixistin. Wê kêliyê me hemû hevalan fam dikir ku heval Deştî hatiye. Piştî silav dayina heval Deştî, çûkên wî bi kelecan dest bi firandinê dikirin û diçûn ser milê Şehîd Deştî. Heval Deştî ji xwe re kiribû taybetmendî; timî beriya xwarinê bixwe, bi destê xwe pêşî xwarina çûkên xwe dida û paşê dihat li sifrê rûdinişt. Bi vî awayî heval Deştî bi dilek paqij û tije hezkirin hevaltiya xwe bi xwezayê re jî nîşan dida.

Şehîd Deştî bi qasî ji aliyê xwezayê dihat hezkirin ji aliyê gel de jî dihat hezkirin. Ger dayikên Efrînê rojekê Şehîd Deştî nedîtibana, ji her hevalek rastî dihatin, pirsa wî dikirin. Roja ku heval Deştî xuya nekira dayikên ciyê em lêbûntimî li ber şibakê mala xwe li benda heval Deştî disekinîn û digotin; “wê niha heval Deştî bi motora xwe re di ber derî re derbas bibe û silav bide me.” Heval Deştî ji xwe re kiribû adet; kengî li ser riya xwe kesek dîtibaya bi germahiyek mezin ew silav dikir. Dema vesaziya wî ji cem me çebû jî ji hevalan zêdetir dayikên Efrinê pirsa wî dikirin. Dayikan kî ji me didît digotin; “Lawo Deştiyê me kîngê were, agahiya we jê heye an na? Erê! Bi qaşo em heval Deştî re girêdayî bûn, dayikên Efrînê jî bi wî we hatibûn girêdan. Weke ku her dayikek Efrînê ew 9 mehan di zikê xwe de rakiribe jê hezdikirin. Heval Deştî him pir girêdayê axa xwe bû him jî ji bo axa xwe, dayîk û zarokê welatê xwe, her du lingên xwe dabûn şoreş Azadiyê. Dayikên Efrînê jî di ferqa wê rastiyê debûn. Ji ber wê di çavê her dayikek Efrînî de Heval Deştî zarokek wan û perçeyek ji kezeba wan bû.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close