NIVISÊN ROJEVÎ

Çirûskên Azadiyê Geş Bikin

Sorxwîn Koçer

Şehîdên leheng ji bo axeke pîroz û ji bo welatek azad canê xwe feda kirin. Yê ku xwestin meşaleya azadiyê heya dawî bibin û çirûskên azadiyê geş bikin şehîdin. Bi rastî dema mirov dibêje şehîd, hestên mirovan pir cûda dibin û tişta tê bîra mirovan tol rakirina şehîdan e  ji ber ku em deyndarê hevalên şehîd in û yê ku ala wan û armancên wan heya dawiyê bibin, hevalên wan yê ku jiyan dikin in. Hevalên ku jiyan dikin jî bi hevalê şehîd soza xwe nû de dûbare dikin û li ser xwîna wan sond dixwin ku welateke azad xelatî wan bikin. Her şehîdek me hêzekê pir mezin dide me ku em li hemberî dijminê xwînxwar bin nakevin. Yê ku me li ser linga dihêle û yê ku me bi rexistinê û jiyanê dide girêdan hevalê me yê şehîd in. Her hevalekê me dema şehîd dikeve, hîs dikin ku perçeyek ji canê me jê bûye û ew perçeyê ku jê bûye tu cara qalik nagire û hertim weke birîn di canê me de dimîne ji ber wê yê ku em bi şehîdên xwe yê pakrewan ve girêdayîne û ev girêdanbûyîna me wê heya dawiyê berdewam bike. Dema ku mirov her wêneyekê şehîdan mêyze dike ew rûkeniya wan, masûmiyeta wan hêzê dide me û armancên me bêhtir xurt dike û kîna me li hemberî dijmin xurt dike. Şehîdên me bi xwîna xwe yê pak di welatê Kurdistanê de bi hezaran gûl vekirin û axa Kurdistanê ji girêjahiya hezar salan paqij kir û bi xemla xwe şewq dan welatê Kurdistanê û di welatê Kurdistanê de bi şewqa wan, agirê azadiyê pê ket. Yê ku di rêya azadî de bedenê xwe kirin sîper û ji bo rêka şeref û rûmetê de şehîd ketin em bejna xwe li ber wan şehîdan ditewînin, emê hertim li ser şopa wan bimeşin. Tu caran şehîdê Kobanê, Efrînê, Cizîrê, Nisêybînê, Sûrê, Şengalê ji bîr nakin û ew hertim dilê me de jiyan dikin.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close