NETEWA DEMOKRATÎK

Çend Nêrîn Li Ser Demokrasiyê (2)

Nêzîkatiya Rêal Sosyalîzmê ya Demokrasiyê

Rêal sosyalîzmê demokrasî weke cûreyeke dewletê girtiye dest. Lê di esas de Demokrasî rêveberiya gel a bi xwe xwe ye. Têgihîştina rêal sosyalîzmê ji bo demokrasiyê stratejîk nîne.Wek demeke navber digre dest û bi feraseta “ji bo sosyalîzmê pêwîstî bi dîktatoriya proleterya yê heye” nêz dibe. Li gorî têgihîştina rêal sosyalîzmê, dîktatoriya proleterya di heman demê de demokrasî ye. Cardin feraseta “ji bo proleterya yê demokrasî, ji bo çîna jorîn jî dîktatorî ye” serwer e. Ji bo wêyekê jî demokrasiyê wek cûreyekî dewletê digrin dest. Ji ber demokrasiyê stratejîk nabîne, tiştekî aydê gelan nabîne, tiştekî aydê burjuvaziyê dibin; naxwaze bi demokrasiyê bêpênase kirin.

Vê ferasetê di destpêka demên avabûna Tevgerê de bandor li ser me ‘kesan’ jî kiri bû. Mînak; berê te ji hevalekê/î re bigota ‘demokrat’ zora wê/î hevalê/î diçû. Demokrasî, tiştekî li gorî şoreşgertiyê nedihat dîtin. Demokrat bûn tiştekî cûda bû, şoreşgertî tiştekî cûda bû. Di vê têgihîştinê de demokrasî tiştekî aydê lîbarelîzmê û aydê dewletê tê dîtin. Li gor feraseta me Demokrasî tiştekî li derveyî dewletê nebû, tiştekî gelêrî nebû. Bi wî awayî, di cevher de têgihîştina rêal sosyalîzmê digihîje vê encamê ku; tiştekî heya dawiyê gelêrî bi destê xwe tu didî desthilatdaran. Dibêjî ev têgîn ya te ye, ew jî li gorî berjewendiya xwe, wê têgînê bikartîne. Ev têgihîştin pir şaş û xeter e. Ji bo wê yekê Marksîzm jî di navê de, pir bîrdozî û şoreşên gelan yên weke Şoreşa İngîlîstanê, Şoreşa Emerîkayê, Şoreşa Fransay û hwd. ruxmîku gel ew şoreş bi ser xistine, weke ku burjuwazi yê ew şoreş bi ser xistiye, girtine dest. Marksîzmê jî ji pir milan ve tiştên aydê gel, tiştên gelêrî, bi destê xwe pêşkêşî burjuvaziyê kiriye.

Nêzîkatiya Post-Modernîsta Ji Demokrasiyê Re

Serokatî di milêdîtir de li gorî xwebûna zêde jî rexne dike. Ev têgihîştin jî her tiştî nediyar dike. Dibêje; “çiqas serî ewqas rastî. ”Hê ji berê de Protagoras dibêje “mirov pîvanê her tiştî ye”. Ango dibêje rastî li gorî şexsan, li gorî mêjiyan diguhere. Ji bo wê yekê jî tiştekî tu jê re bê jî rastî, nîne. Sofist jî wisa ne. Hejmarek mezin fîlozof in, lê hemû tiştên cuda cuda dibêjin û her kesî xwe kiriye çavkaniya zanebûnê. “Ji bo wê ye kê jî tu kes ne mecbûre ku baweriya xwe bi tiştekî bîne û dîsa ne mecbûre xwe bi tiştekî ve girê bide. Tiştekî tu jê re bêjî ‘ev heqîqet e’ namîne.” Bi vêtêgihîştinê re, wexta mirov li tiştan binêre, tiştên hevpar namînin. Di nava me de jî car caran derdikeve û tê gotin ku‘gelo civaka xwezayîwisa ye? An jî em behsa cevhera mirovan dikin, gelo ev tişt rast e, an na?’ Di feraseta postmodern de jî li dijî cevherbûn û xwezabûnê sekin heye. Ji ber ku, wexta te cevhera tiştan diyar kir, ew tişt dibin tiştên giştî, dibin heqîqeta wî tiştî. Mînak, cur bi cur gul hene, yek sor e, yek sipîye…hwd. Lê têgîna gul çi îfade dike? Taybetmendiyên wan ên hevpar hemû têgîna ‘gul’ diyar dike. Cevherawan, tiştên wan yên hevpar in. Wexta te got ‘gul’ taybetmendiyên gulan hemû tê bîra mirov, lê wexta te navê gulekî tenê anîziman, wê wêxtê taybetmendiyên wî cûreyî tenê tê bîra mirov. Dîsa wexta te got mirov, wek şexs her kes cuda ye, lê têgîna mirov taybetmendiyê wan ên giştî diyar dike. Nêzîkatiya li gorî xwe bûne ya zêde, taybetmendiyên hevpar nabîne û davêje aliyekî. Hevparbûna tiştên ku mirov xwe pê bigre davêje aliyekî. Ev ji ber çi wisa ye? Ji ber ku di sedsala 20’an de ew derketinên digotin ku ‘emê hemû pirsgirêkan çareser bikin’ hêvî xelas kirin. Ji xwe, Post-modernîzm li hemberî van tespîtên şaş derkete holê, li hemberî bêbaweriyê derket. Gotin ku; ‘madem Marksîzm têk çû, madem kapîtalîzm têk çû û her du jî bi îdea bûn, em mutleq in’ lê wisa derneket. Kuantum derketiye dibêje; “mûtlaqiyet tune ye, çiqas serî hebin ewqas rastî hene. Hemû serî azad in, hemû serî xwe dî rastiyê ne û hwd.” Ew jî di cevher de şiklekê lîberalîzmê yê dîtir e. Ji xwe wexta mirov fîlozofên post-modernîzmê dihêre, hemû bi awayek xurt pergalê rexne dikin, lê pergal wê çawa were derbas kirin, di destê wan de tu formulasyon tune ye. Ji bo wê ye kê jî di cewher de pir xeter e. Nerazîbûnên di nava pergalê de derdikeve, dînamîkên civakî bi hinek rexneyan pasîfîze dike, puç dike. Ew dînamîk ji ber ku nabin sîstem, di cewher de emrê pergalê dirêj dike.

Post-modernîzm jî heqîqetê ji hole radike. Li gorî post-modernîzmê heqîqet ji ber ku tiştekî sîstemîk e û ew jî hemberî tiştên sîstemîk in; nabe ku heqîqeta wan hebe. Madem kuantum dibêje ‘her tişt zindî ye’û em jî zindî ne, wê demê tu kes pêwîst e tevlî me nebe, tu kes tiştekî nebêje yê dîtir… hwd. Ango tu kes nebêje ‘rastiya min rast e û pêwîst e hûn werin ser rastiya min.’ Rastiya tu kesî ne mecbûre ku wekî rastiya dîtir be. Ev jî bandorê li ser jiyanê dike. Ji bo mirov ji post-modernîzmê bandor bibe,  hewce nake mirov post-modernîzmê bixwîne. Di hin mijaran de em jî wek wan sîstema kapîtalîst rexne dikin, heta di pir milan de tespîtên me dişibin hev. Post-modernîzm jî di encamê de cûreyekî ezezitiyê ye. Wexta mirov bi wî awayî tevgeriya, wê demê heqîqet jî ji holê radibe. Em niha hewl didin ku xwe nêzîkî heqîqetê bikin. Heqîqet tê wateya tiştên hevpar. Serokatî çavkaniya heqîqetê di civaka xwezayî de dibîne. Rastiya her tiştîdi wê derê de dibîne. Ango li ser navê demokrasiyê mirovahî bêheqîqet hîştin şaş e.

Têgihîştina Me Ya Demokrasiyê

Em ji demokrasiyê çi fam dikin? Bi rastî jî têgihîştina me ya demokrasiyê qet naşibe yên dîtir. Heta mirov dikare bibêje, mijarên ku me ji yên dîtir cuda dike, yek jî ev e. Têgihîştina me ya demokrasiyê xwe dispêre naveroka têgîna demokrasiyê. Peyva demokrasiyê rêveberina gel a bi xwe xwe ye. Yên heya niha bi ser navê demokrasiyê me anîn ziman, ne rêveberiya gel e. Di gelek nêrînên Demokrasiyê de rêveberî li cîhekî ye, gel cîhekî ye. Heta, şexs û civak bi her awayî ji hev qut dike, adeta qira civakê û gel tîne. Mirov çawa dikare ji vê yekê re bêje demokrasî? Em,têgihîştina xwe ya demokrasiyê de dewlet û demokrasiyê bi her awayî ji hev du qut dikin. Em dibêjin dewlet tiştekî cûda ye, demokrasî tiştekî cûda ye. Ji ber çi? Ji ber dewlet nabe ku bibe ya gel.  Wexta mirov dewlet û gel ji hev qut kir, wî çaxî demokrasî nabe bîçîmekî dewletê. Ji bo wê ye kê; ne dewletek nikare bibe demokrat. Demokrasî derdikeve li derveyî hidûdê dewletê. Ev ji ber çi wisa ye? Ji ber ku gel nabe dewlet. Di nava gel de hin kes dibin dewlet û wexta ew dibin dewlet  jî êdî dev ji gelbûnê ber didin.

Têgihîştina me de em desthilatdaran re nabêjin gel. Gel, ew kesîmên li derveyî desthilatdariyê ne, li derveyî dewletê ne. Ji bo wê ye kê em dewlet û gel jî ji hev qut dikin. Mesela tê gotin ku ‘netew-dewlet’. Her çiqas tê bikaranîn û em jî bikartînin jî, ya rast  ‘netewe devletê’ ye. Ango netew bû ye ya dewletê. Dewlet ya netew ê nîne. Mînak Başûrê Kurdistanê de dewlet ya Barzanî ye, ne ya gel e. Gel a dewletê ye. Dîsa dewleta Tirk ne ya gelê Tirk e gelê Tirk a dewletê ye. Niha ew şerê di navbera hêzên îqtîdarparêz de derdikeve jî ji bo serweriya dewletê ye. Kê bibe xwediyê dewletê, kê ji nîmetên dewletê zêdetir sûdê werbigre? Sedema şerê wan ev e. Ji bo wê ye kê civakên bidewlet dibe, civakên bêdewlet dibe, gel ti demê nabe dewlet. Dewlet ya her kesî ye nîne. Dewlet hertim a hin kesan e, ev kes jî desthilatdar in. Ji bo wê ye kê jî gel û dewlet dibin tiştên ji hev cûdatir.

Demokrasî, rêveberiya gel a bi xwe xwe ye. Em ew kesîmên li derveyî dewletê dijîn re dibêjin gel. Wexta me pênaseya gel bi vî awayî kir, demokrasî jî mademki rêveberiya gel a bi xwe xwe ye, wê demê demokrasî dibe ew sîstema ku ew kesên li derveyî dewletê dijî nû li derveyî dewletê mane; rêveberiya wan a bi xwe xwe ye. Ji bo wê ye kê demokrasî nabe cûreyekî dewletê. Demokrasî nabe bîçîmeke dewletê, demokrasî û dewlet bi vî şêwazî dibin tiştên ji hev cûda. Ji ber wê; têgihîştina me ya demokrasiyê têgihîştineke li derveyî dewletê ye. Ev tişt girîng e. Wexta me demokrasî bi vî awayî girt dest, wê demê dîroka demokrasiyê ji dîroka dewletê kevintir dibe. Heya şewaza jiyana civaka xwezayî diçe. Ji bo wêyeke, gorî me; civaka herî demokrat civaka xwezayî ye. WÊ BIDOME

 

 

 

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close