NETEWA DEMOKRATÎK

Çend Nêrîn Li Ser Demokrasiyê (1)

Demokrasî Çi ye, Çi Nîne?

Têgîna ku di derbarê wê de tevlîheviya herî zêde tê kirin demokrasî ye. Her kes li gorî berjewendî û birdoziya xwe şîrove dikin. Piranî jî, demokrasî wek tiştekî berhemê Rojava tê dest girtin. Sedema wê jî ev tişt e;di serî de navendparêziya Ewrûpî pir xurt e. Hem şaristaniyê, hem jî modernîteyê yek dihesibînin. Wexta modernîte yek tenêhesibandin û bi modernîteya kapîtalîst ve yek tên dest girtin, wê wextê Ewrûpa ji bo mirovahiyê her tiştî diyar dike û bi feraseta; ‘Ewrûpa pêşketî ye, cîhan giştî paşketî ye, Ewrûpa azad e, yên dîtir hemû dîl in… hwd.’ nêz dibin.Her wiha ji ber ku piştî Ronesansê û vir ve, pêşengtiya mirovahiyê ketiye destê Ewrûpiyan; Ewrûpî jî hêza zanistê bikartînin û xwe li ser mirovahiyê ferz dikin. Di heman demê de ji ber dîroka demokrasiyê bi Rojava didin despê kirin û heya Grekê dibin.Xwezayiye ku ev bi xwe re şaşitiyên pir mezin tîne.

Ji ber çi wisa ye?

A yêkemin, ji xwe navendparêziya Ewrûpî hebû û her tişt bi xwe didan despê kirin. A duyemîn jî, peyva ‘demokrasî’yê bi xwe peyveke Yewnanî ye. Demokrasî wek wate; ‘rêveberiya gel a bi xwe xwe ye.’ Peyvên ‘demos’ û ‘kratos’ wexta tên gel hev, peyva demokrasiyê peyda dibe. Demos, tê wateya ‘gel’, kratos jî tê wate ya ‘rêveberî’. Nav wan lêkiriye. Wexta navendîparêziya wan jî lê zêde bû,  dîroka demokrasiyê bi wan dan despê kirin. Ji ber van sedeman demokrasî, bi çanda Rojavayiyan yek girtin pir xurt e. Pişt re wexta parlamentarîzm jî di Ewrûpayê de hate jiyîn ev tespît zêdetir hate qebûl kirin.

Di tevahî cîhanê de têgihîştinên di derbarê demokrasiyê de cûrbecûr in. Di nava wan de ya herî hakîm, têgihîştina demokrasiya lîberal e.

Têgihîştina Demokrasiya Lîberal

Di derbarê demokrasiyê de têgihîştinên me ên şaş jî çavkaniya xwe ji têgihîştina demokrasiya lîberal digre.

Lîberalîzm peyveke Latînî ye, ji peyva ‘lîberales’ tê ku tê wateya ‘azadiya şexsî.’ Pişt re derbasî zimanên dîtir dibe û zêde zêde tê bikaranîn. Di sedsala 19. de partiyek bi navê ‘lîberalîs’ tê ava kirin. Ji wê demê şûndetir jî, bi berfirehî di siyasetê de tê bikaranîn. Di roja me ya îro de jî lîberalîzm, birdozîya fermî a kapîtalîzmê ye. Kapîtalîzmê lîberalîzm bi awayek xûrt rê ku pêk kiriye û kiriye mêjiyê hemûyan.

Lîberalîzm, di milê felsefeya aborî û milê felsefeya siyasî de; têkîliyên di navbera dewlet û şexs de îfade didke ku qaşo her tim mafên şexs diparêze. Di hişmendiya dewletê de ji vê doktrînê re dibêjin lîberalîzm. Angodi têkîliya di navbera civak û şexs,şexs û dewletê de mafên şexs parastinêesas girtin di lîberalîzmê de esas e.

Mafên şexs çi ne?

Di dîroka mafên mirovan de sê nifşê mafên mirovan hene. Nifşa yekemîn mafên şexsî ne. Ev mafên yekemîn, xwe dispêrin birdoziya lîberalîzmê. Ev mafên jiyînê ye, mafê tevgera serbest e, mafê mulkiyeta taybet û hwd e. Tiştên takekes eleqeder dike û wek maf hatine destnîşan kirin, em ji van mafan re dibêjin mafên takekesî. Binesaziya wan a birdozîk lîberalîzm e. Lîberalîzm çima şexs esas digre? Ji ber ku, li gorî lîberalîzmê şexs beriya her tiştî tê. Beriya civakê jî şexs heye. Bêyî civakê şexs heye, pişt re şexsên azad ji bobikaribin jiyana xwe berdewam bikin û berjewendiyên xwe biparêzin, li ser qanûn û qaîdeyan tên gel hev û civakê pêş dixin. Ango yekeya wan a azadiyaşexse. Ji bo wê yekê jî şexs dikin her tişt.

Tabî, wexta lîberalîzm wisa dike, ji konjonktura wê demê jî sudê werdigre. Tê zanîn; piştî civaka xwezayî, bi derketina pergalahiyerarşîk re, di dîroka mirovahiyê de ji rê derketin çê bû. Bi bandora pergala hiyerarşîk û dewletparêz, civakîbûn jî ji rê derket. Mînak îro li ser navê civakîbûnê, cînsiyetparêzî tê belav kirin. Mêr wê çi bike, jin wê çi bike di çarçoveya terbiyek cînsiyetparêz de tê diyar kirin. Çanda desthilatdariyê ji ber ku bandorê li ser civakê dike, û civakê diherimîne, civakîbûna heyî jî nabe civakîbûnek ku hevdû temam dike. Di civakîbûna rpja me de, pêşiya her kesî nevekirî ye. Her kes nikare bi qasî potansiyela xwe tevbigere. Mînak sînorên jinê diyar e, sînorê ciwanan diyar e, dîsa sînorê xîzanan diyare… lêji ber pergala heyî ya wan e; pêşiya desthilatdar û dewlemendan bi her awayî vekirî ye.

Ji bo wê yeke, civakîbûna ji rê derketî, piştî pergala hiyerarşîk û dewletparêz bi taybet bi rêka ol’ê heya derketina ronesansê qira şexsan anî. Civakîbûnek ji rê derketî nahêle ku şexsekserê xwe rake û raste rast şexs ji aliyê civakîbûna ji rê derketî ve tê xwarin.

Mesela civakîbûna civaka xwezayî wisa nîne. Pêşiya her kesî vekirî ye. Her kes li gorî hêz û qabîliyeta xwe dikare tevbigere. Her kes bêhesap û guman heta dawiyê bi hemû hêza xwe, xwe tevlî civakîbûnê dike û di heman demê de jî hêza civakîbûnê dibe ya wî kesî. Şexs û civak tiştên dijberî hevdû nînin. Lê, di civakîbûna nû de; civakîbûn tiştekî cûda ye, şexs tiştekî cûda ye. Bi wî awayî dijbertî dikeve navbera wan. Lîberalîzmê wexta xwe siparte şexs, ji xwestekên şexs aazadiyê sûd wergirt. Ji xwe li Ewrûpayê ronesansê şexs ji nû ve keşif kiribû. Di wî warî de em dikarin bêjin: Ronesans di heman demê de keşfa xwezayêa nû û keşfa civakê ya nû ye.

Bi kurtasî ronesansê; têgihîştina derbarê şexs, derbarê civak û xwezayê de guhert. Em doxmatîzma olî      -ya nedihîşt ku tu kes meraq bike, nedihîşt tu kes lêpirsîn bike, pêşiya her kesî digirt- hatibû asteke wisa ku Dêr’ ê axa bihuştê difrot. Dêr hem di vê cîhanê de hem jî di cîhanadin de her tişt bû. Di nêrîna olî de ji xwe her tişt xwedayî ye ûyên ku temsîl dikin jî vê zanebûnê temsîl dikin. Ango mele, şeyh-ul İslam, papa, xelîfe û hwd, her tiştî ji xwe dizanin. ji bo wê yekê jî ne hewce ye ku bikevî nava liv û tevgerê, meraq bikî û bipirsî. Potansiyela mirovan ji aliyê doxmatîzma olî ve tê kuştin. Pêşiya mirovan bi her awayî tê girtin. Ji bo wê yekê Serokatî ji serdema navîn re, ango ji bo dema feodalîzmê dibêje; “demeke ku mirov di warê fikrî û ruhî de hatine tune kirin”.

Li hemberî vê têgihîştina ku mirov dîl digirt, ronesansê bi ser xist. Ronesansê nedigot mirov ez ez e.  Digot mirov bi rûmet e, xweza bi rûmet e, têkîliya mirov û civakê, têkîliya mirov û xwezayê pêwîst e li ser esasê hevûdin temam kirinê pêk bê… Lê di encamê de ji ber hêzên ku ronesans pêş xistin, xwe tam sîstematîk nekirin, bernameyeke xurt pêş nexistin û organên xwe yên polîtîk bidestnexistin. Ji ber wê jî desketiyên wan ji bo serkeftina pergala kapîtalîzmê hate bikaranîn. Lîberalîzm wexta xwe dispêre mafên şexsî, dizane ku şexs çewisiye û civakîbûna ji rêderketî pêwîste bê derbas kirin. Ji vê konjonkturê sûdê werdigre û dibêje;‘ez şexs diparêzim.’ Bi wî awayîdi asta herî jor de xerîzeyên şexs pêş dixe. Bi vî awayî Ronesansê şexs derxist, kapîtalîzmê jî ezezîtî derxist holê û kir weke bîrdoziya azadiya şexs.

Li gorî nêzikatiya lîberalîzmê her tim qezenc kirin esas e. Ji bo wê di serî de şexs, her tiştî îstîsmar dike.. Mirovan û civakê wekî metayek bikartîne, li ser vî esasî jî bazarê mirovan ava dike û qezenç dike. Lîberalîzm wexta li ser navê takekesparêziyê tevgeriya, dizanibû ku civakîbûna ji rêderketî, pir êş daye kişandin û şexs çewisandî ye. WÊ BIDOME

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close