NIVISÊN ROJEVÎ

Berxwedaniya Rêbertî, Berxwedaniya Gelê Bindest E

Têkoşîn Abay

Ketina me yê meha Şibatê re, rojê me ye pir giring wek netewê kurd, wek mirovên kurd meha Şibatê wateyekê xweyê pir cûda heye. Girêdayî vê seri van hemû tiştên ku herî giring de yek ji komploya ser Serokati tê. Em nikarin bêjin ku komplo şexsê Serokati de hat pêkanîn.  Di şexsê gele kurd, şexsê civaka bindesta,  di şexsê mirovên legerina azadiyê di hundirê xwe de jiyan dike. Di şexsê van hemû ya de tê pêkanin ango armaca we komplo pekanindinê seri de mirovên ku legerinên azadiyê henê, tebirandina van yê mirova ji bo nikaribin hemberi emperyalîzmê hemberi kapîtalîzmê hemberi deshilatariyê serê xwe rakin armac û hedefen van sereke ev in ji ber ku pergalekê ger bixwaze xwe berdevam bike gerek mirovên azad tê de nîn bin, gerek mirovên lêgerînên azadiyê jiyan dikin tê de nin bin. Li ser wê esasî komplo bi wê awayî xwestin pêk bînin. Ji ber ku Rêbertî jiyana gele kurd de wekê rojekî nû derketî bû ,rojekî baharê bû, rojekî ku hertim geş bû derdora xwe ronahî dikir. Li ser wê esasî hedef û armanc ev bû ku mirovên heviyên xwe Serokatî de dîtin, xwestin şexsê Serokatî de heviyê mirovan tevahî reş bikin. Girêdayê wê dirûşmeya  15 te Şibatê dibe ku  li gor dijmin ku tarî kirina rojebe lê belê  dirûşmeyê mirovên berxwedar jî  em ji bîr nekin ku kesek nikare roja me tarî bike ji bo ku roja wê netewe,roja mirovên ku lêgerinê azadiyê xilas nebin an jî tarî nebin gelek mirov roja 15 Şibat’ê sala 1999 te bedena xwe dan agir û  xwe kirin fedaiyê wê rojê. Bi rastî dijmin xwest roj tarî bike lê mirovên fedaî xwe kirin tîrej û her roja xwe ronahî kirin û xwe kirin xelek.

Komploya ku şexsê Serokatî de pêk hatiye ne tenê sala 1999 de ye. Diroke kêwê komployê heye,  dirokekê wê başverûtiyê heye, dirokekê  wê bindestî  heye. Kengê kû derê de  gelê kurd xwestiye serê xwe rabikin hertim bi komploya, bi katliama bi awayekê erişan hincetekê  biçûk êrîşê wê gelê kirine û xwestine hertim liderê van bindest bikin . Li ser wê esasî Şex Seid’ e, Seyîd Riza jî wana ne qut in. Diroka ku komplo ser Serokatî pêk tên hemû yek bi yek lêkolîn bikî, yek bi yek bi rastiyê wan dirokê re giredayêne ji bo wê jî bi rastî çîrûska derketina Serokatî bitefînin, xwestin şexsê Serokatî de jî holê rakin. Komplo 15 Şibat’ ê dibe ku çavê nav netewe de dawî  bû lê belê destpêkekê nû bû. Heya roja me yê îro jî komplo bi awayekê ser girtî be jî awayeke eşkere be jî vekîriye. Roja me yê iro de komplo dikeve sala 20’ an. Tu mirov, 20 sala girtîgeha wek Îmralî de berxwe nedaye lê Serokati bû wêneyek,nexşek, helbestekî ku mirovan hertim temaşe bike, ji hêz bigre û hertim karibe bingehekê çavkaniya azadiyê ji bo zûha nebe, berxwedanî  çawa tê jiyan kirin di şexsê Serokatî de mirov dikare wê eşkere bibîne.  Ji bo gelê kurd û Serokatî Serokatî bixwe jî pênase dike dibêje : “Ji bo min zayîna sêyêmin e, girtina min ji bo min bû sedem ku rêka xwe baştir bibim û hedefa xwe baştir bibim ku bikaribim ber bi azadiyê re bimeşim. “ Rê ditîna Serokatî, pêş pêş kirina Serokatî ji bo wê netewe bi rastî  ser sedem ku gelek mirov bixwe jî rêka xwe bibine, bixwe jî karibin we çava jiyan bikin, bersiva çawa jiyan kirinê bi rastî serokatî de ji bo xwe dîtin. Heya roja me iro ji bi wê awayî berdewam e. Piştî Serokatî hate girtin heya roja iro jî komplo tê berdevam kirin. Bi êrîşên xwe, bi talan kirina xwe, bi girtinê xwe,  bi işkenceyên ku zindana hatiyê kirin, heya roja iro jî Serokatî di nav tecritê de, tecrîtê re rû bi rû mayîna Serokatî bi rastî binkeftina dijmine. Mirov nikare bêje ku dijmin ser ket ji bo wê jî em wekê rojekê tarî zêdetir  dirûşmayê me çawa ku mirova xwe dişewitandin êşeke pir giran ji bom e hate jiyan kirin lê hedef û armanca me em tu cara nehêlin ku roja me tarî bibe ji bo ku roja me hertim ronî çiqasî berdêlên giran be em bikaribin bidin. Li ser vê esasî rêka berxwedaniyê mirov bikaribe têkoşîna xwe xurt  bike û mirov bikaribe bibe şoprarê vê rêkê, şopdara rêka berxwedaniyê.

Egîd Pîr

Serî de em tecrida li ser Serokati nelet û şermezar dikin. 15 Şibat ji bo me roja reş e, roja reş tê nas kirin gerek ji bo hemû mirovahiyê jî roja reş be ji ber 15 Şibatê de di kesayeta Serokati de azadi ya hemû gela binpê kirin, hemû mafen mirovahiyê jî binpê kirin ji ber wê gerek her mirovek berpisyatiya wê roje rakin, hemberê wê derbikevin. Komploya ser Serokati pêk hati li hemberî wê derkevin. Her geleki azadîxwaz gerek serî de azadiya Serok Apo bixwaze ji ber Serok Apo ji bo Azadiya hemû gela ji bo mafe her mirovekî  berxwedaniya bêhempa daye meşandin. Heya niha 20 sala girava Îmraliyê de berxwedaniya xwe berdewam dike. Li gor we em ji gerek  berpisyartiya xwe bidin li beş çava, bidine pêş û xûya kirin. Gerek em jî li hemberi wê tecrîdê, girtina Serok Apo wê 20 sala em têkoşin bikin, hemberî hemû devletan derbikevin, hemberî hemû saziyên xwe berpisyare mafên mirovan dibinin em derbikevin ji ber hebûna me hebûna Serokati re ye, tûnêbûyîna me nebûyîna me ji serokati re ye .

Tecrîda niha berdewam dike daxwaziya wê gel, Serokati qût bikin lê belê rastî de ev tişt pêk nayê,  dixwazin lê nikarin pêk binîn. Girêdanbûyîna me Serokati re fikrî , raman û felsefî ye. Li  ser wê fikrê  û felsefeyê heta niha  têkoşîn dikin û ser piyamane. Gelê ku iro Bakurê Sûriyê de azadiya xwe bi desxistiye, ser de jî xwe parastine, bi felsefeya Serokati heya niha hatine meşandin . Bi felsefeya Serokati re Netewe Demoqratîk wê derê pêk hatiye. Heya heri dawi biparêzin pêş bixin gerek  Bakurê Sûriyê  hemû cihane bibe mînakek, bejin ku fikir û  felsefeya Serokati pêk hatiye. Hemû cîhanê re îspat bikin. Devletê ku deste wan girtina Serokati de heye, Serokati baş nas dikin xwe ji baş nas dikin ji ber ku Serokatî re hedef tê ne girtin. Ev dewletên deshilat, dewletên ku azadiya gelê xwe bindest kirine, mafên mîrovahiyê binpê kirin,  armaca serokatî  gel re wan kesan bide nas kirin, dewletan bide nas kirin. Kar û xebate ku dewlet dide meşandin; azadiya wan binpê kirin û gel bikin kole, Serokati bi gel re wê dide nas kirin ji ber wê Serokati çawa xwedi me derketiye , çawa xwedî mirovahiyê derketiyegerek mirovahî jî xwedî Serokê xwe derkeve.  Bi vê awayî her kesek  xwe berpirsyar bibîne, dijî wan dewletan derbikeve. Bi çi rengê be; bi rengekê meş be, bi rengekê grevên birçîbûyînê be, bi rengekê berxwedaniyên nava hezen leşkeri yê şoreşgeriyê de be, cîhê xwe tê de bigire, bi çi rengê be bi çi şewazê be ev ji Serokati  dane nas kirin, felsefe xwe de çawa hemberî dijmin derbikeve ango kesekê bixwaze xwe zane bike dikare felsefe Serokati de xwe zane jî  bike him jî hemû mafê xwe nas bike û azadiya xwe, felsefeyê Rêbertî bide meşandin û azadiya xwe jî dest bixe. Ji bo wê yekê bangawaziya em ev e ji bo her mirovekê, her kurdekê, her erebekê, her suryanekê li hemberi tecridê û girtina Serokatî derbikevin. Di 15 Şibat’ê de xwe îspat bikin. Bi hemû rengê xwe, xwe îspat bikin. Di jî wê komployê re azadiya Rêber Apo bixwazin. Çi mirovekê ku rasti bixwaze xwe nas bike, azadiya xwe nas bike, mafên xweyê heyi nas bike dikare kesayeta xwe felsefe û  fikrê Serokati de xwe nas bike û xwe îspat bike, çawa jî karibe hemberi dagirkera derbikeve,  çawa koletiyê tûnê bike. Girêdanbûyîneke me Serokatî re heye. Bi wê awayî, bi fikrê bi felsefeya bi rihê berxwedayê bi rê û rêbazên Serokatî dane pêş ji bo em azadiyê dest bixin, tekoşina xwe bilind bikin, tecrida ku li ser Serokatî didin meşandin nikarin gel Serokatî qût bikin. Ev gela Serokatî nas dike, fikir û felsefeya Serokatî nas dike, wate dide berxwedaniya ku Serokatî 20 sale Îmrali de dide. Nikarin vîna gel bişkînin. Berxwedaniya Serokatî hêz dide gel û her mirovekê. Li ser vê esasî jî her têkoşîn bilind dibe, her pêş de diçe him jî gavên serkeftî têne avêtin. Bi hemû hez, vîn û bi israrê xwe emê heta dawî bi felsefeya Serokatî bi rê û rêbazê Serokati dane pêşiya me emê hemberi dagirkera têkoşîn bikin û azadiya Serokatî dest bixin. Heya rihê ku canê me de heyî  an jî dilopek xwîn canê me de heye hemberi dewleta Tirk, hemû dewletên ku cîhê xwe vê komployê girtin li hemberê wan emê berxwe bidin, emê serî hildin.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close