NETEWA DEMOKRATÎK

Berpirsiyarê 30 milyon Asteng, Kal, Pîr, Zarok û Paqijiyê Jin e, Bin erd Jî Xizan’ in

Berpirsiyarê 30 milyon Astengdar, kal, pîr, zarok û paqijiyê jin e, bin erd jî  xizan in. Mal goristana jina ye, soma û karxan jî goristina xizanane (jin jî xizan in). Ez bawerim gelek nivîs li ser vê mijarê derketine. Lê her dem pêwîstî heye em  aboriya netewa demokratik bipirsin û bersivên cûda binirxînin. Ji bo ku bi aboriyê gelekî hatiye liskandin. Liskek çawa? Hemû pergal ji aliyê rêvebertiyê de tên nîqaşkirin û rêvebertî bi aborîyê tarîf dibin. Di dema koloniyan de jî wisa bû. Niha ser girtî kirine weke ku pirsgirêka aboriyê pirsgirêka kesayetiyê ye. Kesên bi aqil û kesên bê aqil  hene kesên bi aqil rê û rêbazan baş dizanin dewlemend dibin ên bê aqil jî xizan dibin xwedê wisa qismet kiriye.  Dewletên bi aqil û yên bê aqil derdikevin holê. Hemû kes bi aqil in. Pergala bêedalet û newekhev siyasî, çandî, civakî  binmêjî rêvebir dike. Ji di derbarê civak, netew, baweriyan, zayend û çîniyan de agahiyên qirêj balav dike.

Beriya her tiştî pêwîste di pergala netew dewletan de aborî çawa belav dibe bê eşkere kirin. Netew dewletan êdî îflas kiriye. Çima? Ji bo ku di cîhanê de derfetên aborî dane destê çend kesan. Li gorî lêkolînan 200 dewlemendên cîhanê xwediyê butça 48 dewlatên netew e. Ev çawa bû? Weke ku dixûyê ew kes ji eniya bêkes, ji jinan û hemalan zêdetir naşixulin.

Çima xizanê cîhanê jin û hemal in? Jin li tevahî welatan yek bi yek ji astengdar, kal, pîr û zarokan di malê de berpirsiyar in. Dîsa xizmeta cîhanê ji %70 jin dikin. Barê dewletê û zilam hemû li ser milê jinan e. Dîsa jî jin wekî ku barê ser mila dewletê û zilam e didin xuya kirin. Ger ku dewlet li Tirkiyeyê, Suriyê, Îran û hwd. ji 10 milyon astengdar, 15 milyon kal û pîr heta zarokan re cih û war çêbike bi katrilyona nikare ji bin derkeve. Niha ji bo zarok û astengdaran  çend  wereqan dide ev jî her dem weke  tehdîdê bi kar tîne. Mînak: AKP Dibêje; ger ku hun dengê xwe nedin min ez ê wê jî li ser we qut bikim. Ev tê çi wate yê? Rûreşiya herî mezin e ku bi keda jinê dîsa jinê tehdîd dike û bi riya kapîtalizmê mêjî û serê hemû kesan tevlî hev dike. Dibêje: xeyal bike tu jî rojekê dewlemend bibî.

Ya herî giring ku pergala dewlat netew xwe li ser jinê û kedkara rêxistin dike. Yek jî karê erzan, karê buha derdixe holê û kedê wenda dike. Lewma avahî (xanî) bû goristana jinê, cihê wekî kargehan jî bû goristana kedkaran. Kîjan kar buha ye, kîjan kar erzan e?  Karê buha di sînorê dewlet netew ku  dîwarê şermê, têl û mayin kirine bi pasaport dişixulînin salê 2 milyon jin di nav dewlatan de tên firotin. Yanî  fuhuş, narkotîk, dizî, tefecî, fayiz pergala aboriya dewlet netew e û ev karana buha ne.

Kesên ku naxwazin talaniyê bikin wekî Roboskî (34 can perçe kirin) ku cîran hewceyên xwe bi hev re diguherin dewlet dike sûcê qaçaxiyê. Lê wîjdana raya giştî tu car wekî  qaçaxiyê qebûl nekiriye an jî wekî bakur û Rojavayê Kurdîstanê ambargo daye ser wan. Ma mêrdînê Şirnax talan kiriye ku Qamişlo jî talan bike. Netew dewletê ji milyona kom dike dide çend kesan. Her dem jî dide kesên ku çand, netew, civak, zarok, ciwan, jin, xwezayê talan dike.

Aboriya netewa demokratîk jî berevajî vê pergalê dewlemendiya ser erdê û bin erdê li civakê parve dike. Ev çawa mimkune ku bibe? Bi rêbazên kooperatîfê kesên xizan  ji bo hewceyên xwe berhemên jiyanê biafirînin. Dê çawa bibe? Di cîhanê de tu erdnigariya xizan nîne. Maden, cotkarî, av û ax, dar û daristan… hwd. hîmên jiyanê yek jê heye. Berê hemû gelan bi hev re diguherî û jiyana xwe didomandin. Jinan tevn û teşiyên ku afirandin bûn tekstîl bi destê netew dewletê û zilam. Şîv û xwarinên çêkirin bû restorant û çû, tovik keşf kirin bû hormon, heywan kedî kirin bû bazirganiya dewletê.
Niha dê çi bikin? Pêwîste jin û kedkar wegerin kooperatîfa bê bazirganî. Li gorî hewceyên xwe berheman derxin, muhtacî karxanên dewletê nebin ku wekî robota ji dewletê re neşuxilin. Niha hewceyên mirovan bi çi heye? Yekem hewceyî bi xwarin, vexwarin û parastinê heye. Li Kurdîstanê derfetên gundan heye ku komelên ji 50-100 kesan ava bikin, hêz û derfetên xwe bikin yek û bişuxilînin. Lê pêwîste ku ruh û mêjî ji kapîtalizmê qut bibe. Pergala kapîtalîzmê dibêje: bişuxile çukolat, cîps, pîza, kola… hwd. bixwe û vexwe. Ger ku ev tunebin ma mirov ji birçîna re dimire? Na! Lê wekî ku nexwe dê bimire. Em hemû dizanin ku cips û kola ji bo tenduristiyê ne baş e û nexweşiya çêdike. Emerîqa bi xwe qedexe kiriye û difroşe gelên ku mêjiyê wan bi reklama rêve dibe.

Di encamê de êdî perwerdehî nayê dayin tê sitandin. Êdî wê ji tenduristiya ku bi dermanan zêdetir nexweş dike ya ku mirov xwe ji nexweşiyan biparêze çêbibe. Kurdistan ne muhtacê tu xwarin û vexwarinê ye. Hemû berhem hene. Tenê li benda wê ye ku civak demokratîk li hev parve bike. Ew jî wê bi riya ekonomiya netewa demokratîk pêk were.

 

Parvekirinê wek vê

Close
Close