NIVISÊN ROJEVÎ

Zilam û Tundî

Pergala civaka xwezayî bi xwe re hêdî hêdî parvekirina kar bi pêş dixe û li gorî vê zilam nêçîrê dike. Zilam di nêçîrê de fêrî qurnaziyê û taktîkan dibe. Çawa xefik çêbike, çawa bixîne? Zilam fêrî van taktîkan dibe. Ji ber ku neçîr bi vana tê kirin. Yek jî, di zilam de hinek hêza lê xistinê bi pêş dikeve. Zilam amûrên afirandinê bi kar tîne. Dema ji nêçîrvaniyê derbasî çandiniyê dibe zilam hinek din bihêz e û amûrê cotkirinê zêdetir zilam bikartîne. Zilam ji vir jî hêz digire. Ev yek bi demê re di encama    hewildana sedsalan de pêk tê. Ji bo wê bi zilam  re bihêzbûn, qurnazî, hîlekarî bi pêş dikeve. Bi vî awayî zilam dixwaze hevsengiya di navbera civakê de heyî, di aliyê xwe de bifitilîne. Zilam dizane tundî bikarbîne. Tundiya ji bo jiyanê , parastinê û neçîrê dizane. Zilam, tundiya ku ji bo parastinê fêrbuyî ji bo xwe dike mezinbûnek û vê mezinbûna xwe destpêkê li ser jinê bi kar tînê.

Di dema dayiksalariyê de mirov nebêje jin serdest e lê nîzamek, hevsengiyek heye lê belê di dema dayiksalarî de jin pêşeng e. Di nav qebîleyê de kesê ku pêdişêwirin, jin e. Kesê ku rênîşan dide jin e, yê parve dike jî dîsa jin e ango dayik e. Paşê di navbera jin û zilam de tekoşîn bi pêş dikeve. Destpêkê wekî hevsengiyekê çêdikin. Di mitolojiyê de şerê di navbera jin û zilam de di şexsê Enkî û Înana de tê ziman. Zagonên civakê hene û ji wana re dibêjin ” me” yên me. Zilam vê nade ber çavan. Înana dibêje , em qanûnên xwe dixwazin. Di têkoşîna navbera wan de çêbûyî, destpêkê hinekî lihev hatin çêdibelê ev jî berhema zêde ne qit e. Warîdat zêde dibe. Gav bi gav bingehê rahîpbûnê tê danîn.

Ev pêşveçûn destpêkê li ku jiyan dibe? Ne li navenda Şoreşa Neolotîkê, li jêra wê jiyan dibe. Şoreşa Neolotîkê destpêkê li jora Mezopotamya ango li quntarên Zagros û Torosê bi pêş dikeve û heya Basra, heya cihê ku her du çemên Dîcle û Firat digihin hev, diçe. Li jêra wê jî heye. Jixwe wê demê Mezopotamya jêr û Mezopotamya jor heye. Dibe ku ji ber ev der deşt in, hinek feydeya vê jî tê de heye. Em vê tam nizanin lê dibe ku li cihê her du çem digihîn hev dewlemendî heye. Ew der jî Iraqa roja îro ye. Çanda Sumer, pergala sumer, aqilê Sumer û rahîbên Sumer bêhtir li wir bi pêş dikevin. Li wê dere di çarçoveya van pêşveçûnan de bilindbûna zilamê Sumer pêk tê. Şerê Enkî û Înanayê di mîtolojiyê de wê awayî diqewime.

Ya girîng, zilam bi qurnazî, bi fen û dolaban destpêkê dibêje,  ” Em lihev hatin. ” Wê çaxê baweriya pir – xwedayî heye. Di totemîzmê de her qebîleyek baweriya xwe bi tiştekî tîne.Li gorî baweriya wê demê, hêdî hêdî rahîbên zilam di civakê de serdestiya xwe bi pêş dixin û dibêjin, ” Li jor xwedê heye, li jêr jî wekî nûnerê Xwedê rahîp heye.” Pergala rahip bi wê awayî tê pêş xistin. “EN” tê wateya jor, “KΔ jî tê wateyê jêr. Enkî dibêje: ” Ez nûnerê jêr û jor im.” Xwe wisa pênase dike. Wê çaxê dibêje, ” hîm jin him jî zilam ez nûnerê hemûya me.”

Enkî bi van fen û dolaban destpêkê Xwedawend Înana hinekê mijul dike, wekî ku li hev tên dike; piştre jî zilam gav bi gav desthilata xwe îlan dike. Bi vî awayî pergala Sumeran de rahîp serdest dibe. Ev yek bi çi pêktê? Bi tund pêk tê. Ji ber ku zilamê wisa hîn dîrokê de bi neçîrê, piştre bi cot hêz girtî û qurnazî ango zekaya analitik pê re bi pêş ketî, hewil dide xwe li ser civakê bike desthilat. Berê digotin ki mirovê zekî, kesê herîzana, kesê herî xurt di encamê de kesê herî xwe dike serdest e. Serdestiya zilam wisa bi pêş dikeve. Li gorî mîtolojiya wê demê Mardukê serdest dike û hevpeymana di navbera jin û zilam de radike. Her wiha xwedawend Tîamat wisa dixîne.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close