JINEOLOJÎ

Zîhniyeta Modernîteya Demokratîk Wê Bi Jineolojiyê Were Avakirin

SEMA AMED
Înşakirina civaka nû îro ji her demên derbasbûyî zêdetir pêwîstiya xwe dide hîskirin. Ne zêde, hema rojekê jî mirov di çapemeniyê de bala xwe bide nûçeyan mirov dikare vê pêwîstiyê, hem jî bi lezgînî bibîne. Weke pîvana pêşveçûn û azadiya civakê çawa ku em mijara jinê dibînin; nûçeyên derbarê qirkirina jinê de êdî bûne nûçeyên ji rêzê. Tevî vê û bi vê ve girêdayî, di van rojan de mijareke din ku rojevê dagir kiriye jî qirkirina zarokan e. Civakeke ku tê de êrîş li ser zarokan hebin, mirovan (mirovê mêr) berê xwe dabin zarokan, di wê civakê de tu nikarî behsa parastina tu nirxekî mirovî jî bikî. Ji aliyê exlaqî ve ew civak êdî bi her awayê xwe ji hev belav bûye, ji hev de ketiye, rizî bûye ku civaka îro tam jî di rewşeke wiha de ye.
Hemû saziyên Kapîtalîzmê yê bi hev ve girêdayî ku di asta îflasê de ne; mirovên ku her kêlî zîhnê wan bi siyaset, huner, spor û seksê tê bombebarankirin ji mirovbûnê derketine. Kirinên dijmirovî; kuştin, lêdan û her cure çewisandina jin û zarokan ji aliyê hiqûqê ve bê ceza tên hiştin. Li dewleteke weke Îranê ji bo bikaribin zarokên keç ên heta neh salî bizewicînin qanûn tên derxistin. Siyaseta dewletan rê li ber van hemû kirinan vedike û jêre bêhelwest dimîne. Şerê li Sûriyê û Bakurê Suriyê tê meşandin asta şerê navdewletî radixe ber çavên me. Ev jî ji aliyê exlaqî û polîtîk ve îflasa herî mezin a pergalê nîn be çi ye?
Mirov ji bo debara xwe bikin ew qas dixebitin lê di encam de hilberandinên wan ji aliyê beşek bi qasî ji sedî bîstê civakê ve tên desteserkirin. Li aliyê din li gor îstatîstîkên saziyên Neteweyên Yekbûyî bi giştî ji sedî bîstê mirovan bêkar in (li hin welatên Asyaya Dûr, Efrîqa û Rojhilata Navîn ev rêje heta ji sedî sî jî diçe) û bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Polîtîkayên aboriyê yên ku jinê ji hilberandinê qut kirine yan jî kirine bin barên hîn girantir û ji yekdestdariyên mezin re xizmetê dikin rasterast rê li ber vê encamê vedikin.
Dîsa bi vê hêrsa kara zêde ya şîrketên mezin û polîtîkayên dewletan ên serdest ve girêdayî ahenga cîhanê ya xwezayî, ekolojiya wê xera bûye. Li asîman kunbûna tebeqeya Ozonê ku dinyayê ji tîrêjên rojê yên ultravîyole diparêze, helandina çiyayên ji qeşayê, ziwabûna çem, kanî û avên vexwarinê, germahiya zêde û cemidandina zêde ji vê xerabûnê re mînakên herî xeternak in.
Nifûsa cîhanê ew qas zêde dibe ku li gor daneyan ger wiha berdewam bike piştî pêncî salan wê çavkaniyên xwezayî yên heyî (av û xwarin) têrî mirovan nekin.
Em dikarin xerabûnên civakê bi zêdetir mînakên din ên bingehîn jî rave bikin. Lê bi baweriya me ji bo asta xerabûna civakê nîşan bidin ev mînak jî têrê dikin. Kaosa ku dîroknas, fîlozof û aqilmend mîna “dawiya dîrokê” pênase dikin ne ev be gelo êdî mirov yê li benda xerabûneke çawa be?
Mîna me di destpêkê de jî da xuyakirin û weke ku ji van mînakên me da jî diyar e, îro ji her demî zêdetir pêwîstî bi çareseriyên bingehîn, bi înşakirineke nû ya civakê heye. Ev xerabûna ku bi destê mirov hatiye kirin û mîna çarenûsa mirov tê nîşandan dîsa dikare bi destê mirov jî were sererastkirin. Di vê înşayê de beriya her tiştî pêwîstî bi avakirina zîhniyeteke azadîxwaziya jinê, wekhevîxwaz û demokrat, bi epîstemolojiyekê jinê heye. Ev jî wê destpêkê bi afirandinên fikrî werin avakirin. Yanê wê saziyên modernîteya demokratîk werin ser kar. Akademî, dibistan, zanîngeh ûenstîtu, weke saziyên pêşeng wê di vê de bi rola xwe rabin. Yek ji avabûna ku bi vê îdîayê radibe jî Jineolojî bixwe ye.
Têgîna Jineolojiyê cara pêşîn di nav fikirandina “Înşakirina Modernîteya Demokratîk” de ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşxistin. Rêber Apo di parêznameya xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de, analîza hemû pirsgirêkên civakî dike. Di beşa çareseriya ji derketina van pirsgirêkan de jî weke zanista jin û jiyanê Jineolojiyê pêşniyar dike û di heman demê de xebata Jineolojiyê di nav erkên entelektuel de nîşan dide. Rêbertî girîngiya dide vê erkê wiha rave dike; “Ji ber ku her kes hînî nêrtina mêrê serwer bûye, şikandina çavkoriya di warê jinê de bi awayekî mîna parçekirina atomê ye. Ji bo şikandina vê çavkoriyê di warê jinê de hewldaneke mezin a entelektuel a hilweşandina mêrtiya serwer divê.”
Ji dema ku ev perspektîf hate kirin; ji sala 2009’an û vir ve xebatên vê zanistê hatin destpêkirin. Ev xebat îro êdî gihîştine asteke wisa ku li serê ders tên dayîn, konferans tên lidarxistin, akademî tên avakirin û ji aliyê derdorên akademîk ve nîqaşên berfireh tên meşandin.

Di Înşakirina Modernîteya Demokratîk De Rola Jineolojiyê
Ji bo Jineolojiyê mijarên sereke; Dîrok, Siyaset, Etîk, Estetîk, Huner, Zanist, Ol, Felsefe, Aborî û Demografya ne. Bêguman heta niha di van mijaran de ji aliyê fîlozof, femînîst, anarşîst, û sosyalîstan ve gelek xebatên giranbuha hatine kirin, çareseriyên berfireh hatine pêşkêşkirin. Zanista Jineolojiyê vana weke nirxên mirovahiyê yên eslî dibîne û li wan hemûyan jî xwedî derdikeve. Lê di merhaleya ku îro şaristanî gihîştiyê de ev hemû nirxên, danehevên mirovahiyê jî ji bo çareseriya kaosa me di destpêkê de pênase kir re kêm dimînin. Yanê nagihîjin çareseriyeke bingehîn a ku wê hemû mirovahiyê bigire bin banê xwe û rizgar bike.
Ji aliyê din ve zanista bi navend Rojava, her tiştê herî biçûk jî ji xwe re kiriye mijara lêkolînan û li ser xebat kiriye û beşên zanistê ava kiriye. Lê ji bo jinê xebateke wiha nehatiye kirin. Weke jinekolojiyê beşek aydî jinê heye lê ew jî ji aliyê fizîkî zêdetir nikare jinê di nav tevahîbûna wê ya civakî de bigire dest. Jixwe bi îdeayeke ku wê ji hemû pirsgirêkên jin û civakê re çareseriyan bibîne derneketiye holê.
Em bala xwe didinê îro êdî di eniya jinê de potansiyeleke mezin a azadî û wekheviyê kom bûye. Êdî jin wê bikaribe vê potansiyela xwe tevlî pêşketina civakî ya demokratîk bike. Weke zanista jinê û jiyanê Jineolojî beriya her tiştî mudaxeleyeke exlaqî û polîtîk e ji vê pergala ji her aliyî ve dirize re. Vê mudaxeleyê beriya her tiştî wê di warê zihnî de bide destpêkirin. Yanê bi pêşvebirin, berfirehkirina teoriya azadîxwaziya jinê re. Ji bo vê jî mekanên sereke wê Akademî bin.
Di heyama roja me de exlaqê koletiyê pir bi kûrahî di hişê mirovan de cihê xwe girtiye. Gihîştiye asteke wisa ku mêr dest davêjin zarokên 6, 7, 8 salî û wan bi îşkencê qetil dikin lê civak ji viya re bêhelwest dimîne. Kapîtalîzm mirovan ji rê derdixe, ji rû derdixe. Li ser navê azadiya takekesî her kes dibêje bila ji min dûr be lê çi dibe ew dizane. Ev rewş tenê dikare bi exlaqê azadiyê (etîk) û jiyana xweşik (estetîk) were derbaskirin, çareserkirin.
Xebata Jineolojiyê ya herî girîng û sereke jî di warê exlaqê azadiyê (etîk) de ye. Ji bo parçekirina qeydên koletiya di mêjî de hatî avakirin li nirxên mirovahiyê xwedî derdikeve. Exlaqê azadiyê çawa tê avakirin, pêşxistin û pêkanîn ji bo vê dahûrandinên berfireh dike. Bi berhemên ji van lêkolîn û lêhûrbûnan derketî di akademiyan de perwerdeyan li dar dixe û bi vî rengî civakê digihîne nirxên wan ên cewherî, helwest û hişmendiya exlaqa nû bi ser dixe.
Qadeke jiyanî ya rojane mirovan dîl digire jî sektora modayê ye. Kapîtalîzm bi vê rêbazê mirovan bêîrade dike, tu pîvaneke ecibandinê ya aydî kes nahêle. Li ser pêwîstiya ku di civakê de dide avakirin çi pêşkêş bike wê dide kirîn û firotin. Di her qadê jiyanê de mirovan sewqî xerckirinê dike. Kapîtalîzm, ji tevgerên mirovan; axaftin, têkilî-dan û stendinên bi hev û derdorê re bigire, heta pîvanên bedenê wan, baweriyên wan, fikirandina li gor vana her kêlî teşe didiyê. Mirov nikare tu tiştekî aydî xwe hilberîne, yanê bi pergalê ve girêdayî ye. Jineolojî bi zanista Estetîkê wê ji vê teşedayîn û avakirina Kapîtalîzm û hemû sazûmanên di tevahiya şaristaniya bi desthilatdariya mêr hatine avakirin re dahûrandinên berfireh bîne. Jiyaneke azad, ne di bin bandora tu pergal û paşverûtiyên ku kes dike kole de, pîvanên estetîkî bi pêş bixe. Mirov bi van pîvanan, wê di nav civaka xwe de, bi rengê xwe, bi cewherê nirxên xwe yên ji kokên xwe yên mirovî digire wê jiyaneke aydî xwe ava bikin.
Jineolojî, ji bo avakirina zanisteke ku di xizmeta başkirina jiyana mirov û civakê de be jixwe re weke xebateke esasîn dibîne. Rêbazên zanistê yên ku her tiştî parçe dike lê tevahiyê li ber çav nagire, kes û civakê ji hev qut digire dest sererast dike. Ji bo encamên xebatên zanistê, weke bikaranîna çekên atomî, nukleerî ku dibin sedema qirkirina bi milyonan mirovî û texrîbkirina xwezayê, dijberî mirovahiyê neyên bikaranîn di vê qadê de pêşxistina pîvanên exlaqî gelek girîng dibîne. Di înşakirina civaka nû de ji bo rê li ber van feraset û xebatan bê girtin hişmendiya helwest girtinê weke exlaqeke bingehîn a mirovan di nav civakê de dide belavkirin.
Di civakîbûna mirov de jin bi rola pêşeng rabûye. Huner jî weke xweafirandin û îfadekirina civakîbûnê di rengê jinê de bi pêş ketiye. Lê di tevahiya şaristaniya bi serdestiya mêr de, di destê desthilatdaran de ji bo teşedayîna mirov û civakê weke amûrekê hatiye bikaranîn. Îro jî bi rêya bi taybet sînema, rêzefîlmên tv’yan, muzîk û çalakiyên din ên hunerî ev rola xwe bi cî tîne. Ji bo civakê ji rê derxê jinê weke mal di hemû çalakiyên hunerî de bi kar tîne. Jineolojî, bi dahûrandin û teşhîrkirina ev polîtîkayên pergalê yên hunerê, feraset û nêzikahiyeke nû dide hunerê. Ji bo hunermend bikaribin hunera azad biafirînin, civak bikaribe xwe bi çalakiyên hunerî ava bike bi taybetî xebatên teorîk û pratîk bi pêş dixe. Akademiyên çand û hunerê wê li ser vê ferasetê bikaribin hunera şoreşger pêşkêş bixin.
Ji mirovbûna mirov ve ye her tim felsefeyeke aydî civakê hebûye. Bi taybet li Rojhilata Navîn felsefe li îbadetgah û dibistanên Sumer û weke peyrewên wan Babîl, Akad û Misirê berfireh bûye. Bi pêşketina şaristaniyê re, bi taybet di dema Yewnanîstana Antîk de, felsefeya ji van navendan hatiye veguheztin ji aliyê fîlozofan ve hatiye sîstematîzekirin. Ji bo mirov bikaribin bi nêrîneke azad wate bidin jiyanê û pergala koledarî ya heyî bidin ber lêpirsînê, fikrên giranbuha yên ronîbûnê diyarî mirovahiyê kirine. Ji ber ku hema bêje bi tevahî ji aliyê mêr ve hatiye pêşxistin jin weke endameke avaker û eslî ya civakê nehatiye dîtin, berovajî weke cinsa duyem hatiye pênasekirin. Ev fikirandina felsefîk, demxeya xwe li du hezar salên dawîn ê şaristaniyê xistiye. Jinûve destgirtin û nirxandina felsefeyê, Jineolojî ji bo xwe mîna erkeke sereke dibîne. Di înşakirina civaka nû de, yek ji karên jêneger û sereke jî wê damezirandina dibistanên felsefeyê bin. Bi rêya van dibistanan, wê felsefe ji bin destê tenê beşekî li jorê civakê dimîne derkeve û bibe aydî hemû civakê. Beriya her tiştî Jineolojî wê ew îmaja ku felsefeyê weke koma agahiyên teorîk dibîne biguherîne. Tevî xebatên berfireh ên teorîk, bi rêya dibistanan jiyanîkirina vana di nav hedefên stratejîk ên Jineolojiyê de ne.
Kapîtalîzm, mirov bê hiş û îrade dike û bi xwe ve girê dide, li ser vê jî polîtîkayên demografyayê ava dike. Ji bo pêwîstiyên xwe yên hêza kar a bi buhaya herî kêm bi cî bîne, xerckirinê pir zêde bike nifûsa welatên ku jê re dibêje ‘welatên cîhana sêyemîn’ zêde dike. Zarokanîn an neanînê li gor nêrîna azad a mirovan na li gor pêwîstiyên polîtîkayên xwe diyar dike. Di vê ast û merhaleyê de ya her tim mexdûr dibe dîsa jin e. Di zarokanînê de îradeya wê, rewşa wê li ber çav nayê girtin, mafê wê yê li ser bedena xwe biryargirtinê ji dest tê girtin. Jineolojî, di vê qadê de bi zanakirina jin û civakê, li dijberî polîtîkayên pergalê yên demografiyê, alternatîfên azad diafirîne. Demografyayê ne tenê weke mijareke zarokanînê, di vê bergehê (kapsamê) de, pêve girêdayî têkiliyê jin û mêr, malbat û çanda zarokanînê jî digire dest. Malbata demokratîk tenê bi têkiliyên jin û mêr ên demokrat dikare were avakirin. Jineolojî ji bo demokratîzekirina malbatê xebatan dide meşandin.
Her ola ku derketiye, bi îdeaya rizgarkirina mirovahiyê ya ji koletî û xizaniyê belav bûye. Lê çi dema ku ketiye destê desthilatdaran, îcar ji bo civakê bi xwe ve girê bidin weke amûrekê hatine bikar anîn. Em bala xwe didinê li cîhanê li ku derê şer û pevçûn hebin, di bingeha xwe de bi sedemên olî tên kirin. Her çiqas di bingeh de sedemên aborî –firotina çekan, vekirina bazarên firotinê, bidestxistina çavkaniyên binerd û sererd- hebin jî zêdetir weke şerên mezhebî diqewimin. Jineolojî ji bo tu pergal û kes nikaribin mudaxeleyî cîhana mirov a manewî bikin, kes bikaribe bi azadî ola xwe jiyan bike xebatan dide meşandin. Ji bo olan li xwediyên wan ên eslî, li gelan bên vegerandin û bi cewherên xwe yên demokratîk û rizgarîxwaz bên jiyankirin asoyên berfireh li pêşiya zanistên weke teolojî û eskatolojiyê vedike.
Bi taybetî di înşakirina civakî de ol, cihekî girîng digire. Bi polîtîkayên Kapîtalîzmê yên olparêzî, netewparêzî û dewletparêzî gel, ol û baweriyên wan ji hev re kirine dijmin, wan bi hev dane qirkirin. Jineolojî hemû teoriyên rê li ber vana vedikin di ber çav re derbas dike, dinirxîne, bi berfirehiya jinê li ser teoriyên nû, yên çareserker dixebite û ji bo jiyanîkirina vana ronîkirina civakê ji xwe re weke karekî girîng dibîne. Civaka ku wê ji nû ve were înşakirin divê gel û her cure baweriyên wan bi aştiyane tê de bi hev re bijîn. Ji bo ev derdor were bidestxistin rola xwe dilîze.
Mirov li gel pêwîstiyên manewî, bi bicîanîna pêwîstiyên madî jî jiyana xwe berdewam dike. Jiyaneke ji vana mehrûm hatibe hiştin, wê tim bibe mehkûmî bindestiya kes û komên ku amûrên hilberînê di dest xwe de digirin. Qada ked û aboriyê weke qadeke rojane mirov pê jiyana xwe berdewam dikin seranser bi kedxwarî û mêtingehiyê ve tije ye. Nîvî civakê, jin ji vê qadê hatiye dûrxistin an jî keda wê tê desteserkirin, biçûk û ji nedîtî ve tê dîtin. Ji bo jin, weke avakera aboriya mirovahiyê, bikaribe di qada ked û aboriyê de cihê xwe yê eslî bigire, kes bê kar û xebat nemîne xebatên bingehîn dide meşandin. Li gel polîtîkayên Kapîtalîzmê yên karkertiyê, feraseta materyalîst a ku karkeran weke çîna serdest dibîne jî digire ber lêpirsînê.

Weke me hewl da bi sernavên kin çend mijaran rave bikin, hê gelek mijarên Jineolojiyê hene ku xebatên berfireh pêwîst dikin. Dîrok, siyaset û civaknasî di nav van de li pêş tên. Ev her yek jî bi hişekî azad, di înşakirina modernîteya demokratîk de cihên girîng digirin. Akademî û enstîtuyên bi taybet li ser van mijaran werin sazkirin wê di nav zanista Jineolojiyê de xebatên berfireh bidin meşandin.
Ji bo ku Jineolojî di înşakirina civakî de bikaribe rol û mîsyona xwe bigire, bi taybetî di qadên me li jor diyar kirine de pêwîstî bi kar û xebatên berfireh ên entelektuelî hene. Weke zanista jinê Jineolojî, ji hemû zanistên bi zîhnê mêrê serdest, bi feraseta Rojava hatine avakirin re weke zanista mirova/ê azad, xwe weke alternatîf dibîne. Ji bo vê jî pêwîstî bi tevlîbûna her şervana/ê heqîqetê heye da ku modernîteya demokratîk were avakirin.

Şirovekê binivîsê

Close
Close