
Zeviya dilê min tu yî
Mehşûqa min
Ez cotkarê evîna te me nêrgiza min
Awirên çavên min tu yî gul nisrînê
Ez zemînê çandiniya cengên te me şengê
Ti horiya dîtina min
Mîna Derwêş û Edûlê
Tu vîna min
Ez newroz ti neroziya min
Ez buhar ti çiraxa dilê min
Ez bendewarim ti azana sibeha min
Bi tîrêja rojê re dibişkivî lê beybûnê
Lê newrozê her roj ti min dikujî
Her li benda azana sibeha te dibim
Zû were min nehilîn
Buhara dilê min bi hatina te geş dibe
Taca serê keç û xortanî
Tu yî şewq û evîn zeryayî
Lêv sor û xwîn hingifî
Tu yê baxê gulayî ji her reng û corî
Ez kawayê komkirina zeviya dilê te me
Newroza nû rojbûna min
Ne dehaq û bi hezaran dehaq nikarin dilê me tarî bikin
Çarenûsa vî dilî tu yî Tîrêja nû jiyana min tu yî.