NIVÎSNIVISÊN ROJEVÎ

Wê Efrîn Bibe Sirûdê Berxwedana Serdemê a Gelan

 EGÎD QEREDENÎZ

Di hebûna dîrok û mirovahiyê de gelek caran qala Şengal, Dîcle, Firat û Efrînê hatiye kirin, lê tu cara ne hatiye gotin ku Dîcle û Firat bûne yek.  Vê carê ne tenê DÎcle û Firat gihîştin hev,  Dîcle, Firat, Şengal û hetanî  Efrîn jî bûne yek.

Gelo çima bûne yek?

Ji ber ku gelên heremê rastiya deshilatdariyê, pergala hegemonîk û siyaseta Erdogan dît û rastiya berxwedanî û îxanetê çiye, nas kir. Lewra gelê heremê li şûna bêdengî û çavgirtinê, riya berxwedanê hilbijartin û berê xwe dan qada berxwedana serdemê; ‘Efrînê.’

Hûn dibînin, di dîroka şerên cîhanî de timî gel; ji cihê ku lê şer diqewime û pêvçûn çêdibe koçber dibin û berê xwe didin derve. Lê di wê şerê ku mohra xwe li dîrokê daye de, ji hemû deveran gel berê xwe da qada berxwedanê Efrînê. Gelo ev jî ne mijarek lêpirsînê ye?

Ji bo mirov li bersiva vê pirsê bigere; pêwîste mirov rastiya heremê û çanda berxwedaniya gelên Rojhilata Navîn nas bike. Ango mirov di kesayetê Arînan, Gelhatan, Rêvanan, Baharînan, Avesta Xabûran de jî dikare vê rastiyê fêr bibe.  Ew heval bi berxwedana xwe di heman demê bûn milîtanên heqîqî a cewherê felsefeya Rêber APO ku di şer de serkeftin û di jiyanê de azadiyê pêk tîne.

Berxwedana serdemê a Efrînê ku ji bo mirovahiyê şahîdiya berxwedana heya niha nebûyî, kiriye; bi vê berteka li beramberî dijmin mohra xwe li berxwedana gelan a li dijî şerê cîhanê ya sêyemîn xist.

Li Efrînê di warê çandî de her darek zêytûnê zarokek Efrînê ye. Civaka Efrînê heya roja me ya îro bi çanda dayika xwedawend ku ji kurahiya çanda resen a gelên çiyayî tê, xwe parastiye û xwe li ser lingan hiştiye. Vê çanda bi sedhezar salan; heya roja îro li beramberî tevahî împeratorên cîhanê li ber xwee daye û di encama hemû şeran de kariye xwe biparêze û xwee li ser lingan bigre. Her zarokek Efrînê ku li bere darên zeytûnên Efrînê mezin bûye, ev çand dewrî zarokêndin kiriye. Bi vî awayî çerxa dîrokê li Efrînê timî bi berxwedan û sefiraziyê ziviriye.

Ji ber vê wate û giringiya Efrînê, AKP’ ê navê pêngava xwe kiriye ‘Şitilê zêytûnê’ ango; ‘kuştina Zarokên Efrînê’. Em di vê pêngava dagîrkeran de jî heman komkujiya çand, xweza û erdnîgariya Efrînê ber bi çav dibînin.

Ev hovîtiya dewleta Tirk bi me dide nîşandan ku dewleta Tirk li tu deran, bi tu rengî hebûna Kurdan qebûl nake. Ji ber ku Efrîn weke ‘Çiyayê Kurmênç’ tê nasîn, ango warê Kurdaye pêwîste AKP wan bikuje.

Lê mixabin wan nizanî ku ger bên Efrînê wê coka Firadê bi ser wan de bê, wê Dîcle jî xwe bigijînê û wê di bin lehiyê de bimînin. Wan nizanî ku ger bên Efrînê, wê bi agirê Şengalê bişewitin, berxwedaniya Kobanê dûbare bibe û wê rastî gurmista Netewa Kurdan bên. Deka bila xwe xelas bike vê carê!

Belê;

Lê li Efrînê jî êdî tîr ji kevanê derket. Ew dewleta xwe li ser xwîna Kurdan xwedî dike; neçar ma weke her car xwe bavêje bextê gola şîn a mezin; Îmralî yê. Lîtawa ku dewleta Tirk ketiyê, ew bi xwe jî nizane çawa jê derbikeve. Hişmendiya nîjadperest a wan jî rê nade wekhevî û demokratîkbûnê. Ji ber wê jî berê xwe didin kur, dixwazin xwe bi çiqilka nîjadperestiyê û xeyalê sultantiya Osmanîtiyê ve bigrin. Ji ber vê diçin kur, li şûna serkeftinê hin tiştên ji cewhera xwe wenda dikin û hîn zêdetir entegreyî desthilatdariyê dibin.

Dewleta Tirk li Efrînê jî bi heman hişmendiya nîjadperest û koledar dimeşe. Me beriya niha jî gelek hovîtiya dewleta Tirk dîtiye û me gelek zarokên Kurd ji desthilatdariya wan êş kişandiye. Ji ber wê ev ne cara yekê ye ku em hovitiyek wiha ji dagirkerên Tirk dibînin. Di şerê bi dehan sala de bi heman hovitî û çavsoriyê, êrîşî nirxên gelê Kurd kirine û dikin. Ger mirov çend mînakan carekedin bi bîr bîne wê ne şaş be; Serhildana Cizîrê di sala 90’ î de, Komkujiyên Mereş, Sîwas, Geliyê Tiyarê, Robeskî û hwd. yek bi yek mînakên ber bi çav ên hovîtî û neteweperestiya dewleta Tirk a faşîst in.

Lê ev rastî jî heye; weke dîroka hemû berxwdanên Rojhilata Navîn wê dawiya Efrînê jî berxwedanek bi heybet be. Teqez li dijî hovîtî û nîjadperestiyê di şerê cîhanî yê sêyemîn de wê Efrîn bibe sirûdê berxwedana gelan a serdemê.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close