JIN

Vegera Cewhera Xwe

Di roja  meya îro de têgehên ku herî zêde tê lêpirsîn kirin gerdûn, mirov û civak e. Gelo gerdûn çawa pêk hat, mirov çawa bû mirov? Civak çawa kariye ewqasî mirovan li gel hevdû û li ser axekê bide jiyan kirin? Her yek bi serê xwe pirseke ku gerek mirov lêkolînên cûda li ser wan bide çêkirin. Piştî teqîna mezin a Bîngbang li ser gerdûnê, qeşa hêdî hêdî heliya û îşaretên jiyan û pêk hatina zindiyan çê bû. Di serî de şênî û mirovên yekemîn weke homo sapiyens ango mirovên difikire derdikeve pêş û civaka xwezayî despê dike. Mirovahî her ku diçe pêş dikeve, di pêşengtiya jin de roj bi roj pêvajoya jiyaneke hîn pêşketî derdikeve. Her tişt û her kes bi awayekî hev par jiyan dike. Ji bo ku gavên hîn pêştedir bavêje di nava berxwedaniyê de avakirina jiyanê dene. Jin weke pêşengê rastiya civaka xwezayî ye. Her diçe pêşketinên mezin diafirîne di firkir de jî pêşketin çê dike. Pêvajoya yekemîn ya civakbûyînê tê avakirin. Li hember van pêşketinên tên çêkirin zilam dikeve nava tevgerê. Ev mijarana bi zimanê mîtolojî pir tên ziman. Wek şerê di navbera Enkî û Înana de wê rastiyê nîşan dide. Her çiqasî li hember vê berxwedanî jî hatibe çêkirin lê di pêvajoya Sumeran de ev yek bi awayekî kûr û bi fermî ji destê jinê hate girtin. Bi pêşketina pergala Zîgorat, rahîb û şamanan ve ev pîrozbahiya jinê ji holê radibe. Li şûna xwedawanda dayîk êdî xweda û deshilatdarî dibe xwedî rol. Di rastiyê de mirov dikare bibêje ku êdî civaka ku hemû jiyana xwe bi xwezayî didomîne ji holê radibe. Di cihê wê de pergala bavik salarî a mêr pêş dikeve û civak dikeve asta duyemîn de. Her ku diçe mirovahî ji cewherê xwe dûr dikeve û hişmendiya bavik salarî tê avakirin. Ev pergal her ku diçe civakê ji rengê wê yê rastiyê derdixe û dixe amûrê ku ji bo xwe bi karanînê. Di her aliyan de qirkirineke mezin li ser jin, zarok û civakê tê meşandin. Ev qirkirana mezin a ku li ser civakê tê meşandin di alî çandinî, exlaqî û polîtîk tu carî ji qirkirina dayîka pîroz qut nayê dest girtin. Gava ku nirxên dayîka pîroz ji destê wê hate dizîn li şûna wê zilamê qurnaz cihê xwe girt.

Her ku diçe jin zêdetir dikeve rewşa koletiyê de. Bi jinê re jî civak ber bi tunekirinê ve diçe. Di her serdemê de jin ji bo pirsgirêka xwe çareser bikin ketine nava lêgerînekê de lê mixabin tu kes û tu pergal nıkariya pirsgirêka jin çareser bike, berûvajî her ku çûye kûrtir kirine.  Di serdema yek xwedayî jî xwe weke xilasiyê da xuyakirin lê belê, cardin ji xistina jinê cudatir tu tişt nekir. Ango jin ji bin axê derxist û kir nava qefesê de, xiste bîreke kûr û tarî de. Doxmatîzîm jî di serî de jin û tevahiya mirovahiyê bi zincîrên koletiyê ve da girêdan. Modernîteya kapîtalîst jî bi hersê hespên xwe yên mehşerê re derket ser dîkê ( lîberalîzm, olparêzî, zanistperestî) got ger ku azadiyek ji bo mirovahiyê û civakê hebe wê bi min re pêş bikeve. Lê mixabin, yê ku herî zêde mirovahî û civak bê nirx kir, perçe kir, bê exlaq û polîtîk kir jî ew bû. Bila baş were zanîn ku ger ku wê pirsgirêka civakê were destgirtin tu carî ji pirsgirêka jinê qut nayê desrgirtin. Rewşa ku di roja me ya îro de jin jiyan dike, civak jî pê re ketiye û li nirxên xwe îxanetê dike. Li ser nirxên civakê yên manewî êrîşên pir hovane tê kirin ew dem mirov dikare bibêje ku li ser jinê êrîşên pir mezin hene. Ji bo vê yekê Serok APO dibêje; “ger jin azad nebe, civak jî azad nabe.”

Jina ku navenda jiyan û pêşketinê bû pergal û hişmendiya bavik salarî wê xistiye rewşeke wisa de ku nikare xwe nas bike, nikare bi xwe bi vîna xwe bi fikire, bi zimanê xwe baxive, bi dilê xwe hîs bike. Rastiya jin û jiyanê di rastiya dîroka ku hatiye berûvajî de veşartiye. Jin rêberê civaka xwezayî, jiyana bi wate bû. Afirênerê wê jiyanê bû, di heman demê de parêzvanê wê jî bû. Lê, gava ku jin bê nirx kirin, her tiştên wê jê hat dizîn, civak jî weke ew zarokên ku sêwî dimîne, bê rehber û parastin dimîne.

Gava mirov li gor rastiyê tevdigere dibîne ku birastî jî rojane jin û civak di qirkirin û bijavtinê re  derbas dibe. Ya bi êş jî wê jiyanê pejirandin e. Îro tiştê ku herî zêde ciwanan dixe jî hersê tîpa S (seksî sînemaî spor) ye. Bi awayekî herî bi wehşane mirovahiyê ji têgîna exlaq û polîtîkayê dûr xistiye. Bi rêka wan hersî tîpa S ciwan bi temamî xistine bê nirx, bê raman û bê ruh hiştine. Ciwanên ku dînamîk û pêşeroja civakan in ber bi xilas bûyînê ve dibin û weke maşeyek ji  bo xwe bi kar tînin.  Ev hersê tîpên S mêjî, fikir û ruhê mirovahiyê ditevizîne û weke narkozê wîjdana civakê jî tune dike. Mirovahî ji birçîna dimire lê dikarin bi trilyon û milyonan ji bo werzîşan bide û mirovahiyê bixapîne.

Gelo ji bo ku mirov bikaribe ji vê qirkirinê û qirêjiyê derbikeve xwe û mirovahiyê rizgar bike pêwîste mirov çi bike? Ger mirov ji pirsên xwe re bersivên rast da,ew dem emê bikaribin hem xwe hem jî civakê ji nexweşiya qansêrê xilas bikin. Em ê bikaribin xwe û dîroka xwe derxin ronahiyê. Lê mixabin post modernîzîm, pergala bavik salarî û çanda modernîteya kapîtalîst mirovahiyê kor, lal û ker kiriye. Weke ku rolê sê meymûnan dileyzin. Nizanim, min nedît û nebihistiye. Ev nahêle ku civak hêza xwe ya zanabûyînê û hişyar bûyînê derxe. Ji bo ku mirov vegere cewhera xwe pêwîstiya şoreşa Amargî heye. Ango vegera cewhera xwe. Serok APO jî dibêje; “mirov li kur wenda kiribe, pêwîste li wir bigere.” Bêguman mirov nikare tenê tiştên ku ber bi çav tên dîtin bigre dest. Yên ku nayê dîtin û li ser tên girtin çiqasîne. Ji ber ku êrîşek pir berfireh li ser jinê tê meşandin. Di hêlên derûnî, rûhî, civakî û zayendî de êrîşên ku nayê bi nav kirin tên bi kar anîn. Li hember van êrîşan bê helwest bûyîn jî heye. Buyerên ku li ser jinê tên meşandin jî pir ji rêzê bûye. Ji bo ku mirov bikaribe vê hişmendiya ku ji rêzê nêz dibe ji holê rake pêwîste refleksa mirovahiyê bê xurt kirin. Ji bo vê jî pêwîte hîsê mirovahiyê bê xurt kirin û gur kirin.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close