NIVISÊN ROJEVÎ

Tevgera Azadiyê, Rê Nîşana Şoreşa Rojava Ye

Rêvan Kobanê
Him aliyê neynî him ji aliyê erenî de, meha mijdarê meheke girîng e. Em ji wek jinên kurd çawa meha mijdarê peşwazî dikin ev jî girîng e. 25′ ê meha Mijdarê tûndiya li ser jinê ye. Li cihanê de îro jin rabûye berxwe dide, beranberê wê jî ev tarîtiya ku li ser jinê hatiye rêva kirin em ji wekê jinê kurd hemu tevgera kurd yê ku paşverû û peşketinan xwere dibin em hemberî van tevgera disekinin. 27′ e Mijdarê ji roja damezrandina vejinê Kurd e. Di wê vejinê de jî jinê Kurd jî ango wekî jinê Rojava jî tevî ku Bakur destpê kiriye û anha jî Rojava xwe cîh kiriye. Dema Tevgerê Azadî xwe rexistin kir nas kirina me Tevgera Azadî re nîn bû lê bele Tevgera Azadî ji bo çi derketiye di nav civak de belav bibû. Taybet xwe di nav gel de rexistin kirin, ji bo azadiya gelê bindest û hemberî hemu paşverûtiya, li hemberî desthilatdarî, diktatoriyê tekoşîn dike. Em ji weke jine ke Rojava wê nerin û rexistinê re mezin bûn. Piştî destpê kirina şoreşa rojava re, di nav şoreşa Rojava de şoreşa jin jî destpê kir. Bi hêzekê dikari bû xwe rexistin bike û pêş bixe lê pêzanînên (tecrûbe) ku derdor ji, ji bo xwe girîng dît û esas girt. Başûr, Bakur û Rojhilat de tevgerê ku rabûne û ser neketine, beşdarbûyina jinan van tevgerana re û gelek Şehîdên ber bi çav jî çebûn ji ber hemberî dijmin serî ne tewandin, berxwedaniya van şehîdan me bihîst. Her wiha wek destanekê di nav malbata de dihat şîrove kirin. Weke şehîdbûna hevalê Heqî Karer, berxwedaniya zîndanan de Heval Mazlûm Dogan, Heval Heyrî Dûrmûş, Başur de qetil kirina Leyla Qasim giştî ji nav û dengek ava kir. Bi rastî mirov dikare vir de bêje ev mijarana gel şiyar kir. Kesên ne şiyar, di halê xwe de, mala xwe de rewşekê koletî û bê xemî jiyan dike an jî dûrî zanistî ye û xwere her tişt qebûl kiriye hişt ku nû de dayîk bibe ji bo tekoşîn bike û peşketinan ava bike. Di nav gel de jî beşeke herî mezin nasnamaya xwe dest daye ev jî jin e. Mirov dikare bêje Jin jî di wê mile de, yê ku wê hêzê xwede didît û beşdar dibû. Me vana hemu didît, em bûn çavderiyê wê diroka ku qehremanan tejî bûye û heya roja îro hatiye. Li ser wê bingehê îro jî mirov dikare bêje di destpêkê avakirina YPG – YPJ de rixmê ku rexistineke leşkeriye lê bingeya xwe, rexistinbûyina xwe gel re dike û ji bo gel heye.
Dikarin bejin jî di Rojava de gavavêtina me pêzanînên ku hatine jiyan kirin xwere esas girtine û tevgerên ku cihanê de rist leyistine, dîroka vana bîr nekirine. Rastiya ku em tê de dijîn, dile ku azadî ji dixwaze mirov dikare bêje bi wê rastî re xwe rexistin dike. Îro di nava civakê de jin saziyê xwe ava kirine, gel saziyê xwe ava kirine, pirskirêkê xweyê nav xweyî bi xwe çareser dikin heya asta ku hêza xweyê çekdar ava kirine, heza çekdarî îro bergirî û parastina gelê xwe dikin kelekê wê de jî erdnigarî û nasnameyê ku dest van de ye diparêzin. Bêgûman peşketinên ku Rojava de çêbûye mirov nikare bêje xweber çêbûye ango bi rengeke zûha, bê pêzanîn ava bûye. Her wiha tecrûbe, qanûn û hûqûqê cihanê ji bo me pir girîng e. Bi taybetî jî ji bo demoqrasiyê, wekhewiyê, biratiya pêkhatiyan tekoşîn kiribin ji bo me esasin û girîngin. Bi rastî hêza xwe dîrokê digrin. Dirokê ku li ser me derbas bûne di nav de çi şaştî hebûn, em çawa dikarin şaştiyan serarast bikin, di aliyê kesayet te em bikaribin çawa nûbûyîneke li gor rastiya mirovatiyê ava bikin û texrîbatên ku kesayet te ava bûne çawa çareser bikin em dîroka xwe de digrin dest û dîroka me rê nişana me ye. Ger mirovek xwe nas kiri be, vîn û hûqûqa xwe pêşxisti be li ser esasê pîvanên ku taybetî şoreşê ku Kurdistanê de pêş ketine û Tevgera Azadiyê ku xwe kiriye vîna gel an li ser wê esasê em nikarin bejin ku tevgera me hevdû qut e, tecrûbeye me hevdu têr dikin, pêş dixin û xwedî dikin.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close