RÊBER APO

Taybetmendiyên Komploya 15’ê Sibatê

RÊBER APO

1- Dema em 15’ê Sibatê di hêla dirokî de şîrove bikin wê taybetiyên girîng derkevin holê.

Tê dîtin ku komplo piranî li ser xeta pevçûna Rojhilat-Rojava pêk tê. Min weke yê ku Anatolya,

Tirkiyê qels dike, dinirxînin. Weke zaroka rojava ya şûm û noqta sêrî siyaseta Yewnan tim xwestiye, min weke yê ku di pozisyona bê rêgez, tenê ziyanê dide de bibîne. Berovajî, wexta dît ku wê têkiliya min zirarê bidiyê bê fikar ez avêtim nav êgir. Lê di komploya dawî de rola wê, bi şiklê hevkariya xayin a ku dostaniyê bi kar tîne ye. Ne ya ku bîzat plan kir û pêkir, hîn bêhtir taşeron e. Dixûyê ku di demê pêş de ji bo mijara Kıbrıs û Ege, weke bedêla taşerontiyê li hêviya tawîza ye. Di pêşveçûnên ku piştre çêbûn de jî ev xisus baş eşkere bû. Nûnerê Clinton yê taybet Blinkend daxuyanî da çapemeniyê ku, bîzat yê emrê radestkirinê daye serokwezîr Clinton e. Bi helwesta li hemberî terorîzmê îzahkirina vê yekê nêzîkatiyeke teng e.

Misoger e ku li pey vê Îsraîl heye. Bi soza, hinek aliyên rastgerê Îsraîlê ku li rex şer in, bi dana Tirkiyê re pêwendiya wê xurt e. Serokwezîrê demê pêşengê Likud bloka rastger Benjamin Netenyahu ye. İsraîl ji bo ku di dengeya stretejîk a Rojhilata Navîn de Tirkiyê li cem xwe bigire, di pekanîna komployê de aktorê sereke ye, lê ne tenê ye. Wekîdin ez texmîn nakin ku bi çepgerên Îsraîl yên demokrat re, bi xeta Şîmon Perez re pêwendiya wê hebe. Bila neyê ji bîr kirin ku pêwendiya suîkasta Îzak Rabin bi rastgerên radîkal re heye. Dema ku amadekariyên komployê pir ketin ser hev Clînton, bi şantaja Monika xistin rewşeke ku nikaribe tiştekî bike. Di rewşeke wiha de ye ku gotina lobiya Îsraîlê nake dido. Dibe ku bi şantaja di destê jina wî Hilery û yê Monika hinek biryarên serokatiyê hatibin derxistin.

Li vir di mijara Tirkiyê de di navbera stratejiya Îsraîl û Yewnan de rewşa hevkariyeke nedewamî derdikeve. Clinton vêna kordîne dike. Bingeha kordînasyonê li Londra hate avêtin, bi îzole kirina min, hesaba ku Kurdan bixin bin qontrola xwe xurt e. Rewşa min a rêbertiyê polîtikayên klasîk yên Rojava li ser Kurdan dihejêne. Eslê bûyerê jî ji vê rastiyê tê. Awrûpa ji ber vê sedemê tasfiyekirina min li gorî berjewendiyên xwe dît. Ji ber ku polîtîkayên ku ev demeke dirêje li ser kurdan dimeşîne dîsa li ser rûyê min vala derdikevin. Taybetiyeke giştî ku tê de li hev dikin, danehûrîna çanda Rojhilat a di şexsê min de ye.

2- Vê xisusê hinceta radestkirina min a psîkolojîk û çandî rêxistin kiriye. Ji ber ku çanda Rojava ne di wê hêzê de ye ku karibe min bihelîne, min weke kesayeteke ku were harmonîkirin(dışlanmak) dide xuyakirin. Bi qasî ku berjewendiyên madî, aborî di vê de diyarkerin, divê bingeha çandî jî bê dîtin. Di vê de hewaya ku heçku Rojava naxwaze Lenin yan jî Xumeyniyê duyemîn derxe, bi bandor e. Derkete holê yekî ku nebe teqlîdger û hevkarê çanda wan, xwe biçûk û wan serdest qebûl neke wê/î tiştek nahesibînin. Xeta ji hev veqetîna şar û barbar di vê bûyerê de parastine. Xuya bû ku demeke dirêj li ser mijara kesayeta min çavdêrî kiribûn. Min xwe di atmosfereke ku ji zû de biryar dane ku ez dijberî mantalîteya wan im, de dît. Ev atmosfer rewşeke ku wiha bi zanebûn ava bibû bû.

3- Di cewher de bi polîtîkayên Kurd yên dused salê dawî bi kapîtalîzma Awrûpa ve girêdayî mane. Di bingeha vê polîtîkayê de, ji bo ku di serî de Tirkan, Îran û Ereban bi xwe ve bidin girêdan, weke amûra tehdîdê bi karanîna Kurdan heye. Di pirsgirêka Kurd de yan bi şer yan bi aşîtiyê min zor dida çareseriyeke timî(kalıcı). Wan jî ev pirsgirêk weke qozekê ku karibin her tim bikarbînin di destê xwe de hîştina wê, esas digirtin. Ne dihat hesabê wan ku ev sîleh ji dest wan bê girtin. Nedixwestin ji nirxandina bermahiya herî genî a polîtîkaya mêtîngeriya klasîk biqerin. Ji bo wan çareserkirineke stratejîk a pirsgirêka Kurd mijareke ku hîna wextê wê nehatî, bû. Heta ku bi Iraq, Îran û Tirkiyê re hesabê xwe tam bibîne hilandin(saklama)a qoza Kurd li darîçav bû. Ev helwesteke weke ya ku hin aliyên(kesim) li Tirkiyê berjewandiyê xwe bi bêçareseriya pirsgrêkê ve girêdane ye. Ji bo Kurda ev polîtîkaya “ne bimre ne bimîne” ye. Nêzîkatiyeke wehşî ya ku; “bi qasî ku nemre lê xwedî derketin, biqasî ku nejî li keviyê hîştine.” Ger hinekî piştgirî bidana, wê di bingehê rast de şertên zehf erênî avabûbana. Mînak nêzîkatiyê ku îro ji bo Kosova û Makedonya nîşandan ji bo Kurdan jî bi îsrar dabe pêşandan, wê pirsgirêk ji zû ve bikeve riya hal-çareseriyê. Heman tişt ji bo Îsraîl û Ereb, Rusya û Çeçenan jî derbas dibe. Berjewendiyên wan di dûvdirêjiya qewlê pirsgirêkan de veşartîne. Lê wexta ku hundirê Awrûpa û nêzîkî wê elaqedar bike, bi lez û bez dikare bikeve nav pêşxistina çareseriyê. Rewşa min jî wek konjektûrî çareseriyeke bi vî rengî nake li gorî berjewendiyên wan, ji ber vê ye ku harmono kirina min tê asayî kirin.

4- Di radestkirina min de tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd û Serokatî armanceke aşîkar e. Dixwazin ku bi vê zelîlandin(tasfiye)ê têkiliyên ku bi salan bi hevkarên Kurd re birine, fonksiyonî bikin. Qaşo wê rêberê Kurd ê Lîberal Demokrat were avakirin, wê Kurdên ku her dewletê jê re amadekirine çêbibin û ji valatiyê rêxistinên cur bi cur werin avakirin. Di vê mijarê de Elmanya serî dikişîne. Avakirina komên Kurd, Tirk, Ereb û Îranî yên li rex Elmanya, polîtîkayeke kevn a Rojhilata Navîn e û ev polîtîka ji dema Enver Paşa ve ketiye fonksiyonê. Hey Kurdên Iraqê bûne kurmê vê politikayê, di van demên dawiyê de dixwazin li Tirkiyê jî gavên ber bi pêş ve bavêjin. Di bin hîmaya hêzên derve de xwe halxweşkirin bûye şêwaza debarê.

Tasfiye nebûna Tevgera Azadiya Kurd, carekedin wê rê ji hewldanên wan yên perçekirin û tasfiyekirinê re veke yan jî wê belav bibin herin. Wekîdin bi sînor be jî wê ji bo îstîsmakirina şertên aşîtiyê yên ku pêşdikevin bişixulin; wê, avanekirina Civaka Azad a Sivîl ya Tevgera Azadiyê hewldanên wan yên îstîsmarê zêde bike. Lewma divê hem li rêxistinên kevn ê paşverû di şêwaza terîqetan de hem jî saziyên civaka sivîl yên sexte û hevkar baldarî hebe, giringe ku fersendê nebînin gel bixapînin.

5- Dayina pêvajoya îmraliyê ji bo vejandin(diriltmek)a aşitiya di çanda Anatolya û Mezopotamya de ji şer zortir, encamên wê jî hîn xuliqkar û şoreşgertir in. Wê aşîtiyeke li ser azad bikaranîna hebûnên çandî ji bo cewherê Ronesansa Anatolya û Mezopotamya û Komara Tirkiyê ya şoreşger bersiveke rast be. Li ser prensîba ku aşitiya her şerekî heye, hewldanên aşitiyê yên ku bi berjewendiyên gel re li hev tên gelek grîng in. Yên ku nikaribin aşitiya şerê xwe bînin, wê ji aliyê hêzêndin ve hem jî li beramberî xwe werin bikaranîn û wê nikaribin ji vê yekê xelas bibin.

Bi sînor be jî pêşxistin û lêkolîna aşitiyê, qet nayê wateya bi karê vala re wext windakirinê. Yên ku nikaribin riyên aşitiya şerê xwe yê rasteqînî pêşbixin, di leşkertiyê de biserbikevin jî, di dawiyê de nikarin ji vala derketinê xelas bibin. Di mijara aşitiyê de hesabeke şaş serkeftinên leşkerî yên herî giring jî bê wate dihêle. Rêber, ew kese ku li beramberî gelê xwe û leşkerê xwe berpirsyar, kesayeta ku bi qasî pirsgirêkên leşkerî, di pirsgirêka aşitiyê de çareseriya rasteqînî û lêkolîn ji xwe re kiribe armanc e. Rêber û fermandarê ku vê yekê pêk neynin ji windakirinê xelas nabin. Dema em li helwestê di pêvajoya Îmraliyê de li hemberî hewldanên aşitiyê derketine bimeyzênin ku çavkaniya xwe ji kê digirin, wê bê dîtin ku yên timî xam(yoz)tî, marjînaltî, hizbperestî û dijminatî ji xwe re kirine sineat, rol dileyizin. Ji ber ku aşitiyeke bi wate û cidî, kaosa sexte ku xizmetî civakê nake û ferdan mezin(yüce) nake ji holê radike, pêşiya rewşên derveyî zagonan digire, rêbaza jiyana sazûman(duzen) a debara rewa serdest dike. Yên ku şêwazê jiyana wan û hunera wan ne hemkûfî(denk) vê be û di wextê xwe de veneguherin, ne ji aşitiyê fêhm dikin ne jî dixwazin. Ew, êş û zoriyên şer jî nizanin. Dîsa jî divê cidiyeta pêvajoyê bê dîtin. Tam bi ser bikeve jî nekeve jî ev pêvajo girînge. Şerê ku piştî vê pêşbikeve jî wê ji yê berê cudatir be. Qeyrana herî dem dirêjî ya ku Komara Tirkiyê jiya ye, encama şerê berê ye. Ger ev rast neyê mikurê û veneguhere aşitiyeke adîl, qeyran ji holê ranabe. Ji ber nayê xwestin ku sedema qeyranê were nasan(teşhis). Wê demê tedawî jî wê rast nebe.Tirkiye di salên 2000’an de vê nakokiyê dijî. Qeyran yan bi şerekî nû û hîn girantir, yan jî bi aşitiyek bişeref û adîl dikere ji holê bê rakirin. An na ji vê kabûsa civakî ya ku rojane tê jiyîn, xelas nabe.

6- Pêvajoya Îmralî, ji bo gelê Kurd û wek sazî, li gorî min hilhatin(doğuş)a serdema siyemîn e. serdema yekemîn, wê dema di şertên ku civaka gund a çandiyar bi sedsala 20. re nakok, heta ji dayikbûn û derbasbûna modela fermî a civakê digre nav xwe. Ev serdem di nava bêmanetî û kêmahiyên mezin yên pêvajoya ji hev veqetîna ku di navberê de dîrokeke 15 hezar salî heye de derbas bû. Tevna jiyana berî 15 hezar sal û piştî 15 hezar salan nayê tahlîl kirin. Vê yekê rê ji şerê nav malbat, gund-civak re vekir. Ez serhildêrekî gund bûm. Vê serhildanê heta derbasbûna civaka fermî dewam kir. Pişt re serdema hilhatina duyemîn a ku bi dibistana seretayî re destpê bû di mertebeyên cûr bi cûr re derbas bû, heta serhildana li hember komara olîgarşîk jî kete ser. Ev serdema ku dişibe êrîşa Donkîşot ya li hember aşê qaşarê(yel degirmeni), rê li ber derketina derveyî pirsgirêkan û hîn bêhtir girankirina wan vekir. Taybetiyên kapîtalîst jî tevlî nakokiyên civaka neolîtîk û feodal bûn. Ji ber ku rêbaza şoreşgerî nebû, hawîrdora gengeşiyê serdest bû. Serhildana ku hate kirin paşverûtiya navxweyî jî çareser nekir. Mertebeya serhildana ku bîst salan berdewam kir, piştî ku rê li bandoriyên herêm û dinyayê vekir, wek encama nabos(çıkmaz)an derketin pêşiya wê, zîvirî pêvajoya îmraliyê.

Şertên îmraliyê ne weke kesê tenê, weke komar û gel tê wata hilhatineke sêyemîn. Hilhatina duyemîn zayina bi şer û tundiyê, paqijbûyinê îfade dikir. Serdema dijbertiya(karşit) komara olîgarşîk a ku li gorî zagona hebûn û bihevrebûna dijtiyan(zitlik) di her olguyên xweza û civakê de di bingeha tundîtiyê de demdirêj dibe, wê cihê xwe ji komara laîk û demokratîk a ku wê bi demokratîkbûnê pêk bê re bihêle. Çawa ku pêşketinên bê nakokî çênabin, pêşketina di nav nakokiyên bê mane û bê çareserî de li aliyekî, tenê qeyran, xerakirin û texrîbat pêş bikeve. Tirkiye ji ber ku di baş fêhm kirin û di wextê wê de li dahûrandina nakokiyên xwe dereng ma, kete pêvajoya qeyranê û nikare derkeve. Pêvajo ji bo hemû hêzan ji nû de avabûn û şikilgirtinê zor dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta huquqê, ji exlaqê heta hunerê her qad diheje, dikeve buhranê û bi qeyranê re li çareseriyê digere. Pêvajoya min a îmraliyê tê wateya tetîkirina vê rastiyê. Çawa ku pêvajoya berî vê weke olguya “ez û şer” wate dîtibe, ev pêvajoya nû jî tê wateya olguya “ez û aşitî” yê. Perçeyek bingehîn ê hebûna min weke sazî, vîn û zanebûna azadiya Kurd e. Ev hişmendî û vîna ku bi şer tecrûbe bûye, niha jî di pevajoya aşitiyê re derbas dibe. Dema pêvajoya şer xwe weke antî-feodal, antî komara olîgarşîk formûle dike, pêvajoya aşîtiyê xwe weke “komara laîk û demokratîk” bi, di şikil û cewher de xwe nûkirinê îfade dike. Ger ku şer û ji hev veqetîn nayê arzûkirin ji sîstemê avêtina wê tê xwestin, divê ji pêvajoya ku Kurdan di dîrokê de bi keda xwe dewletbûyin û netewbûyana ku bi Tirkan re jiyaye bi zor û neqebûlkirinê neyê hermono kirin. Aşitî, şert dike ku hiqûq û sîyaset cih bidin ku Kurd hebûna xwe ya çandî weke ku dixwazin azad bijîn û bi komarê re bikin yek. Komara li ser înkara Kurdê azad, olîgarşîke, tundiyê û ji hev veqetînê tîne. Vekirîbûna ji yekitiya azad re, yanî li hev kirina demokratîk, tê wateya jiyana di nav yekitî û aşitiyê de. Pêkneanîna vê, ji ber biencam nebûna têkoşîna di navbera komara olîgarşîk û komara demokratîk e. Ji ber vê weke sembolîk pêvajoya Îmraliyê evreyeke dîrokî nîşan dike. Yan wê ev pêvajo aşitiyê ava bike, yan jî ger ku serkeftî nebe û polîtîkayên komara olîgarşîk yên înkar û tinekirinê bidomin, wê demê wê pêvajoya tundîtiyeke hîn zêdetir û berferehtir û li cem vê ji hev veqetîneke kûr bîne.

Ev rastiya bingehîn, di bin vê qeyran(kriz)a ku di dîroka Tirkiyê de cara yeke ye bi kûrahî tê jiyîn de veşartiye. Weke meclîs û hikûmeta olguya siyatê qada dahûrîner, nenirxandina mijarê û di wextê xwe de pêkneanîna tiştên ku dikevin ser milê xwe, danehûrandin û sergirtina pirsgirêkan, weke ku di çapemeniyê de jî zêde tê dayin, dide nîşandan ku çavkaniya qeyranê siyaset e. Siyaset dibêje qey wê weke şûrê Demokles bi ser min de hejandina biryara darvekirinê ve encamê bigire û şaşitiya herî mezin li vir dike. Ev nêzîkatî Tirkiyê mehkûmî sîstema ku xwe dispêre çeteyên bêqanûniyê ûberjevendîperestiya ji hundur û derve de tê ferzkirin, her wekî din mehkûmî qeyranê dike; her sal, heta her meh bi milyon dolaran xisarên madî pê dide kirin, weke manewî jî vî welatî bi êşên kûr û zehmetiyan difetisîne. Mademkî di şerê panzdeh salan de, weke bîlanço mirina 40 hezar kesan, bi sedan û milyaran xisarê madî hene, wê demê tişta ku bê kirin bi hemû şertên dîrokî, civakî, navnetewî girtina dest a vê olguyê pênaseyeke rast û anîna çareseriyê ye. Heta ku ev neyê kirin, hîn bêhtir hilpirikîna qeyrana pir ferehî teqez(kesin) e.

Weke kes û saziya serokatî pêvajoya min a Îmraliyê, dibin vê çarçovê de nirxandina pirsgrêkê hewcedar dike. Dema ku ev yek bi hişmendiyên fêdekar û erzan re pêk nayê, bivê bera ji derdorên dewleta fermî, bivê jî bera ji derdorên Kurdên hevkar were ser kê, nêzîkatiyên îmha, bêbextî û înkarê yên ku tên pêşxistin digihê şerekî ku ji navê nayê derketin. Ji bo ku em nekevin vê lîstokê, li cem hişyarbûn û fêmkeriyê bi zanebûna ku îmhakirina min a madî manewî tê wateya îmhaya vîna hemû hêzên Kurd û Tirk e, ji bo ku şerê azadiyê li gorî fêda gelê me encam bigire, weke ku wê sibe şer dest pê bike saxlem bi rêvebirina hemû amadekariyên şerê parastina rewa yên stratejîkî û taktîkî, ev mercekî(koşul) serketina vê pêvajoyê yê bingehîn e. Ji bo dewletê, civakê, gelê me, Tevgerê û ji bo min wateya Îmraliyê ya dîrokî ev e.

7- Maneyeke 15’ê Sibatê ya ku divê ji milê Awrûpa, DYA û PMMA(Peymana Mafê Mirovan a Awrûpa) rast were pênasekirin heye. Berpirsyarê rewşa min a girtin û binçavkirina ku li hember vîna Azadiya Kurd, dervî hiqûq û dijberî PMMA, ji Komara Tirkiyê zêdetir, saziyên DYA û YA yên hiqûqî û siyasî ne. Ji ber ku weke min di paraznameya xwe de berfereh vekir, hêz û saziyên ku me behsa wan kir di encama bi fêhmkeriyeke mêtînger binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Awrûpa, bi helwesteke dervî hiqûqê ev rewş avakirine. Her wekîdin di çûyina Peymana Mafê Mirovan a Awrûpa de, tenê ne rewşa Komara Tirkiyê ya dijberî PMMA, bi esasî tişta ku pêşî divê di ber çavan re were derbaskirin darizandina berpirsyartiyên YA û DYA yên di şexsê min de li hember vîna azadiya Kurd a ji derveyî hiqûqê ye û bêaxlaq e.

Li sê peytextên Awrûpa yên grîng bizmarek li darvekirin û çarmixkirin(bi kurdî; bi çar bizmaran)a min hatî xistin. Pişt re bi lîstokeke zirav a kapîtalîst ji dest yemyamên Efrîqa avêtime balefira Tirk.

Cihê ku cara yekê ez li çarmixê kirim, peytext Atîna ye. Atîna, bivê ji şaşmayinê bivê ji çavkoriya heyfhilandinê hatibe, bi ruhek tirsonek û çandeke paşverû, xwest ku êşa windakirina desthilatiya xwe ya sê hezar salan li ser Anatolyayê derxe; bendewariya serfiraziyeke erzan û bêrêgez a li hemberî Tirktiya Anatolya ji min hatî kirin. Dema ku fêhm kirin ev yek ne gengaz e, weke ku xwediyê min ew in, ji bedêla hinek tawîzan li Kıbrıs û Ege weke pakêta diyariyê yan jî miheke qurbanî xayîntiya pêşkêşkirina ji Hikûmeta Tirk re ketîtiya ku di dîrokê de wekî wê nehatiye dîtin û bêşereftiya ku di tu pirtukan de cihê wê nîne daye nîşandan; wekî endamê YA, li hemberî PMMA sûcê hiqûqê kiriye. Bêyî ku tu hinceta(bahane) dijber li darîçav were dayin, bêexlaqiya di vê bûyerê de û sûcê li hember hiqûqê net e. Ger ku hewce bike, bi gelek şahîdî re ev yek dikare were îspatkirin. Nivîskarê Yewnanî Kazancakis, romana “Ji Nû Ve Çarmixkirina Îsa” ji zû de nivîsandiye. Lê ya min rewşa min ne takekesî ye. Çalekiya çarmixê li ser milyonan Kurdê vîna wan azad û bi mirinî girêdayî serokatiya xwe hatiye kirin. Dibe ku Yewnanî ji Zeus û vir de xwe pir qurnaz bihesibîn. Xwedawend Athena ya keça Zeus a ku ji enya xwe çêkiriye, bi hîle dikare xwe bixe dewsa Deîphobosê birayê Hektorê ji Troyayê û bavêje nav şerê agir tasfiye bike. Wê demê dikare deryê Anatolya veke. Ev rastî di mîtolojiyê de derbas dibe. Lê ez ji 2000 re mabû yek, dema ku di sedsala 20. de dijîm xistim vê xefkê. Ger ku wan bi xwe ez bikuştama, komplo be jî rengê qezayê dabanê û ev pêkbianiyana min xem nedixwar. Weke pêwîstiya çanda wan wî bibûya û biqediya. Lê bi usula weke diyarî paketkirina ku di tu pirtukên mirovahiyê de û di tu rêgezên exlaqî de cihê wê nîne, di nav êşên nêzî 30 hezar şehîdan û hesirê dayikên şehîdan de, di demeke herî krîtîk ku ez qet ne amadebûm û hîn hêvîya wan yê hinek tiştan ji min hebû, çawa diwêrê min radestî tîmên şerê taybet bike? Li pişt wan serokwezîrê DYA Clînton hebûye, wî emir daye.(Şewirmendê wî yê taybet Blindkend ev di çapemeniyê fermî daxuya) Hikûmeta Yewnan jî bi lîstoka dostaniyê ev pêk aniye.

Clinton wê demê di bin pencik(kıskac)a darizandina hetîketi(skandal)ya Monika ya senato de ye. Jina wî Hilery û xwoşewîsta wî Monika, her du jî du jinên bi eslê xwe Cihû ne ji berê de amadekirine û xistine hindurê qesra sipî. Cihû dibêjin ku ev huner xwedê daye me. Weke behsa Îbraniya ya ku di tewratê de derbas dibe, dema ku weke yekemîn sixura jin bi pesindarî behsa fahîşe Rahap tê kirin, Clinton, weke nûnerê dawî yê zilamê sipî ku ji çanda kowboyê û nêçîrvaniya çermesoran dike hedê xwe nizanê ye. Tenê ji bo ku ji hetîketiya ku bi Monika re ketiyê xwe erzan xelas bike, pêk anîna vîna radestkirina min a ku MOSSAD’ê şert kiribû, nedibû erka hikûmeta Yewnan. Ji bo piştgîriya serokê DYA yê mezin her tişt hate kirin. Yan wekîdin bêexlaqî û derveyî hiqûqiya vê komployê ne didan berçav.

Îsraîl, ji bo ku di ser Tirkiyê de dengeya stratejîk ava bike ne dibû xwedî heqê ku min bike qurbanî. Yê ku cara yekemîn qurbankirina mirovan rakiriye jî pêşiyê me Hz. Îbrahîm pêxember e. Tenê ji bo bîranîn û rêzdariya ola wî jî bana, diviya bû ku MOSSAD neketana vê çalekiya qurbaniyê. Divê ji bo mezinahiyê sînorekî exlaqî hebe. Qet neba jî diviyabû hikûmeta Yewnan nebûba amûrê vê lîstoka qirêj. Bi van lîstokê zirav yê ku li ser Tirkiyê dileyizin û li hev dikin wan bi xwe jî ji aqilmendiya vê bawer nedikir dîsa jî, diviyabû ku Kurdekî weke min weke bomba atomê ya zindî bi kar neanîbana. Diviya bû ku hesab bikira wê rojekê hişê Kurd jî were serê wî û tolhildana xwe birêxistin bike. Ji hezarî yek be jî diviyaba ev îhtîmal hatiba hesabkirin. Ev sûcê ku li Navenda Xirîstiyaniya Ortadoks di her alî de ji nû ve çarmixkirina ruhê Îsa Mesîh diviyaba evqasî erzan nehata kirin. Diviyaba nebûba muştaq(turev)ê Yahuda Îskarîot ê hemdem. Ya hîn xerabtir, bi van daxuyaniyên sexte bi vê bêexlaqiya tirsnak sûcdarî nehata sergirtin. Ez zêde dirêj nakim. Wateya mîxê destpêkê li çarmixa min yan jî tabûta min a ku li Atîna hatî amadekirin hatiye xistin ya însanî û dîrokî di vê çarçovê de ye. Ger dirust nêzîkbûn bê esasgirtin, aliyê wê yê siyasî û hiqûqî divê bînin ber çav.

Bizmarê duyemîn li Moskovayê hatî lêxistin. Ez qet ji vê şaş nemam û aciz nebûm. Gilîkirinê jî zêde bi mane nabînim. Min îhtîmal neda ku gumanên Rus û Hikûmeta wan ê ku bi şiklekî herî xerab bi xemsarî nêzî nirxê xwe yê herî bavçê(soylu) dibin, yên mirovî û exlaqî hebin. Rusan di vê demê de zêde zêde îspat kirine ku nirxekî ji bo pere feda nekin, nîne. Weke endamê Konseya Awrûpa Rusya, girêdayî Peymana Mafê Mirovan a Awrûpa ye. Her wekîdin bi piştguh kirina xwesteka min a îltîcaya siyasî ku Duma ya di cihê parlemento de bi 298 rayên li hember yek rayê hate qebûlkirin, bi zorê avêtina min a ji Rusya ji derveyî hiqûqê ye. Ev jî YA û PMMA elaqedar dike.

Bizmarê siyemîn jî li peytexta Awrûpa ya pîroz Roma li ber çavê papa hate kutandin. Her çiqasî di destpêkê de mirovê mezin Aziz Paol xirîstiyanê ku cara yekê li Romayê hatibe kuştin jî, diviyabû pêvajoyeke ji mirinê xerabtir ji bo min nehata inyatkirin(dayatma). Awrûpa û Roma di wê îdeayê de ne ku nûnertiya şaristaniya hemdem dikin. Ji 2000’an re salek mabû Roma diviyabû tişta ku li Saint Paul kir cara duyemîn neceribandibana. Eynî weke wî ez jî ji Şamê dihatim. Ez ê bi qasî ku zimanê min zîvirî hinek rastiyên li ser şaristaniyê bêjim. Ji bo çi hatin rewşeke ku ewqas qebûl nakin? 66 rojan weke ku di qefeseke hesinî de bigirin, li her aliyên min polîsê weke pola danîn û bi xedarî nêzî min bûn. Min ê hebûn û azadîxwaziya gelekî dîrokê yê herî kevn ku mafê mirovatiyê jê re nehatî naskirin, hîna navê xwe jî nedaye qebûlkirin, bianiya ser zimên. Vekiriye ku ev daxwaza demokratîk û heq li gorî nirxê Awrûpa yên hiqûqî û siyasî ye. Ji vî heqî re qet rêz nehate girtin. Ji bo ku ez bêm revandin her tişt hate kirin. Ji bo çarmixkirinê hemû fonksiyonên psîkolojîk hatin bicihanîn û ez hatim postakirin. Divê PMMA li ser vî aliyê rastiyê bisekine, hesap were pirsîn çima li Romaya ku teşe û giyan daye YA’yê rewşeke wiha pêşket û tişta hewce werîne ber çav.

Revandina min a peytexta Kenya bi temamî bi şirîkatiya vîna Awrûpa û DYA’yê pêk hatiye. Rola herî adî jî bi zaroka xwe ya şûm Hikûmeta Yewnanê dan leyistandin. Çîroka vê dirêj e. Min qismen behsê kir. Pêwîst bike ez ê vê rastiya revandin û radestkirina li Sefîri(elçilik)yên Kenyayê bi devkî jî dirêj dirêj û peyitandî li PMMA’yê bêjim. Yek ji karê komployê yê herî qirêj jî erka barkirina tabût, çarmix û pakêtê, kişandina ben a ku bi dest yamyamên Afrîqa yên ji Kenya ku baş hatine terbiye kirin, hatî pêkanîn e. Qaşo Awrûpa pîr û pak bû, sûc jî Kenya kir! Xuyaye ku, Awrûpayê di qirkirina gelan de baş tecrûbe qezenc kiriye. Di vê derê de jî rola celadê siyasî yê sivik leyîstiye. Ji ber ku ji raya giştî û zagonan dipelikîne(çekinmek), hinekî jî ev taktîk xistiye dewrê. Yanî li Awrûpa karê qirêj qet nabe; bibe, bibe jî di navbera yemyaman de dibe.

Li Kenya rola DYA’yê vekiriye. Ji xwe serokê DYA’yê li rola xwe, yanî emrê radestkirinê xwedî derketiye. Li gorî min teqez e ku îstîxbarata Yewnan û CIA vê leyistikê ne ji eşqa Tirkiyê re leyîstine. Şika nakim ku weke armanceke stratejîk dipejirînin ku mirina min ji destê Tirkan be. Bawer dikim ku nêzîkatiya Îngilîzan jî ev e. Li gorî min qismen weke berxwedêrekî qebe dijminatiya Tirkan nekirina min, qismen jî nêzîkatiya Serkantiya Giştî ya Tirk a îhtîyadî, pêşiya teqîna bomba ku ji vê leyistikê hêvî dikirin ku di şexsê min de bibe malî jiyana dehhezaran girt. Pêşî hat girtin ku sedsala 21. bibe weke sedsala pevçûna Kurd û Tirk. Eşkereye ku, ev leyistika ku di bin maskeya dostaniyê de him li Tirkan him li Kurdan tê kirin, komploya ji lîstikên Bîzansê yên ku di dîrokê de weke wan ne hatiye dîtin, hîn xerabtir herî bêzirav û bêşeref e. Ez di wê baweriyê de me ku hewceye hem Kurd hem Tirk teqez vî aliyê komloyê bibînin.

Îsraîl, di radestkirina min û tecrîtkirina min a di dinyayê de rola diyarker leyîstiye. Derketina min a Rojhilata Navîn û di Tevgera Kurd de pêşxistina min a xeteke nû ji xwe re reqîb û talûke dîtiye. Wexta ku weke kevneşopî Tevgera Kurd tê gotin Îsraîl, hezên hevkarên Kurd yên Iraqê esas digire, hewl dide ku bi rêka wan hemû Kurdan di têkiliyên pir alî yên bi wan re bixe nav tevneke stratjîk de. Tevgerîna min a ser bi xwe û perçekirina min a vê tevnê, her wekîdin timî tengkirina min a di qada hevkaran û di qada Ereban de zêde mayina min, rê li ber vekir ku di derheqê min de di raya dinyayê de stratejiyê pêş bixin. Dibêjim qey ez ji Îsraîlê rewşekê ku ji Arafê hîn bêhtir neyê xwestin dixwazim. Van faktoran di ketina wan yê îtifaqa stratejîk a bi Tirkiyê re di derheqê min de rola bingehîn leyîstine. Gumana min nîne ku ev stratejî aîdî rastê Îsraîl e li cem vê yekê, derneketiya holê ku ji milê xeta Şîmon Perez a ku nûnertiya çepê dike çiqasî tê pejirandin nayê pejirandin.

Îsraîl ji beriya 9’ê Cotmeha 1998’an de dest avêtiye min. Ji bombebarankirina 6’ê Gulan 1996’an xebera wî û piştgiriya wî heye. Mijareke hêjayî lêkolînê ye ku Yewnanîstan çiqasî weke taşeron hatî bikaranîn. Ji aliyê serok Primakov mişextina min a ji Moskova bi lobiya Îsraîl û Yahûdî re pêwendîdar e. Tê bîra min Ariyel Şaron bîzat bi xwe hatibû. Ya ku bi ser DYA de Îtalya ditepisand jî Îsraîl e. Li Londra, Awrûpa li pişt nîşandana berteka “zilamê nayê xwestin” îhtimaleke mezine ku MOSSAD hebe. Ya ku zor da DYA ku di derheqê min de emrê radestkirinê bide jî rastiya Cihû ye. Ez hertim vê tewra Îsraîl dişibihênim tiştên ku di derketinê de anîne serê Musa belkî jî kuştina wî. Ez hertim dixwazim ku cihê gelê Cihû di Rojhilata Navîn a demokratîk de hebe. Dîsa min hertim heyrantî û rêz da hêza felsefe, huner û zanista Cihû. Wê her roj baştir fêhm bikin bi tişta ku li min kirin gelek zerarê didin xwe. Kurd bi dîtina rastiya bi vî şiklî wê hîn bêhtir şîyar bibin, wê îspat bikin ku bigihin hêza xwe, û edaletê bênin.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close