NIVÎSNIVISÊN ROJEVÎ

Şoreşa Rojava Tolhildana Hemû Îsyanên Kurdan e

Di kuristanê de dîroka herî nêz a ku mirov lê temaşe dike ji salên 1900 î û vir ve ba û bahoza şer li ser welatê Kurdan fermanek mezin da çê kirin. Gelê Kurd di wan pêlên şer de bi milyonan serî danîn. Gelek qurbanî, wendahî û bi malkambaxeke mezin re rû bi rû man. Îsyanên mîr û begên Kurdan yên salên 1925, 26, 27 heya 1937 û 1938 an jî ji nîv milyon Kurdî zêdetir çûne gorê. 1987 an bi zayîna Tevgera Azadiyê re gelê Kurd dîsa ji nû ve serî li hember dagîrkerî û şovenîzmê rakir. Vejîna Tevgera Azadiyê bi pêşengtiya Rêber APO veciniqî. Xeyalên salên dûr û dirêj ên gelê Kurdistanê zindî kir.

Bê guman di vejîna Tevgera Azadiyê de a ku bala dinyayê hemûyî kişande ser xwe yek jî teqîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû û gihîşte lûtkeya herî bilind. Bê guman di wê şoreşê de Tevgera Azadiyê û gelê Kurd firsenda dîrokî a ku derketibû ser dika dîrokê, bi hemû enerjî û hêza xwe, bi berxwedaniyeke bê hempa xwe li wê re kişandin. Lê belê a ku timî ji vê şun ve jî di hişê mirov de dibe nakokî û ya ku tê dîtin ew e ku rejîma dagîrker a dewleta Tirkiyê weke her serhildanê mîr û begê Kurdan di wê şoreşê de jî bi hemû rûyê xwe yê kirêt, rezîlane hewildan, nakokî û tevlîheviyên mezin di şoreşê de bi pêşxînin.

Ew yek jî destpêkê bi bikar anîna CeyŞ El Hur, Artêşa Azad, Cephet El Nusra, Lîwayî Tewhîd, Grubê El Şam, Ketîbe El Faruq herî dawî jî bi DAÎŞ’ê yek bi yek li beramber Tevgera Azadiyê ceriband. Feqet dewleta dagîrker a Tirkiyê ji bîr kiribûn ku keç û xortên azadiyê ên ku di dibistanê Rêber APO de rabûne ne weke şervanên Şêx Seyîd, ne yên Seyîd Riza ne jî yên Îhsan Nûrî Paşa bûn. Hêza siwarên Tevgera Azadiyê lîstokên kirêt û rezîlane yê dewleta Tirkiyê yek bi yek li hember sekinîn.

Hêzên ku li dijî me dane şer kirin yek bi yek tar û mar bûn. Weke ku me di jor de jî daye diyar kirin a ku herî zêde mirov  pê bi êş û dil jar dibe di şoreşa Rojavayê Kurditanê de hev girtin û yekitiyeke xurt di navbera hêzên Kurd de ne çêkirin bû. Bêguman Tevgera Azadiyê ne tenê Tevgera Azadiyê ye, ne jî tenê Tvgera xak rizgar kirinê ye. Di heman demî de Tevgera Azadiyê bi qadro û milîtanên xwe ve Tevgera tolhildana Şêx Seyid, Seyid Riza, Qazî Muhemed û Îhsan Nûrî Paşa ye. Ango êşên dîrokî ên ku dagîrkeriyê li ser gelê me û ejdadê me daye çê kirin, mirov dikare vebêje ku ev Tevger bi rola tolhildana ejdanên xwe ve rabûye û di Rojava yê Kurdistanê de xwe gîhandiye lûtkeya serkeftinê.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

GELÎ WAN

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close