RÊBER APO

Şewqên Ji Agir

Seme Yûce; ew jinek bi nirx e lewra di şeva Newrozê 21’ê Adarê de li hember kesayetên ku di bingeha hevkariyê de bi dijmin re dibin yek, serî natewîne, napejirîne, bedenê xwe dike agir û dişewitîne. Demekî dirêj berxwe dide lê di 17’ê Pûşber’ ê de nefesa xwe ya dawî dide. Ev çalakiyeke canbexşane ye. Di heman dîrokê de rêheval Fîkrî Baygeldî jî ji bona ku bersivekî bide çalakiya heval Sema bi heman şêwazî çalakiyekî li dar dixe û xwedan bîranîna heval Sema derdikeve. Bêguman divê li ser her du çalakiyan jî lêhûrbûn bikin û teqez ders bên derxistin. Bi îradeya xwe yên cewherî re hêza, xwe şewitandinê derdixin holê, tevahiya pakbûn û kirêtiyan ji hev du cuda dikin, bi agirê bedenên xwe re zelalî ava dikin.

Sema Yûce jî heman demê de wek kesayeta Zîlan derdikeve pêş. Di çalakiya wê de gelek milên xweşik û bi hêz hene. Serî natewîne, serhildêr e û her ku diçe dixwaze xwe watedar bike. Li hember dijmin û îxanetê hêrsekî mezin dijî. Di nava jiyana girtîgehê de bêguman têkoşîn kirin xwedan girîngiyeke hîn mezintir e. Divê wateyê de ew, di berxwedaniya zindanan de teqez mînak e ji bona pirsa “Çawa bijîn” re jî misoger bersiva rast e.

Rastiya Sema di wateya; eşq, bedewî û şerê azadiyê bi awayekî mezin dayîn de ye. Hesreta wê a herî mezin; derfetên azadiyê bi dest xistin û şer kirin e… Ên ku nikaribin bi derfetên azadiyê re bi awayekî rast nêz bibin li hember vê bîranînê di rewşa pelçiqandinê dijîn de dimînin. Dibêje; “Agirê netemirînin” Gelo ji vê mezintir fedekarî û wêrekî dibe? Ji bo xwe berjewendiyeke herî biçûk jî tine ye. Ev agireke milîtan e û li hember şaşîtiyan dibe mertal. Wek Rojê sotîner e.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close