NIVISÊN ROJEVÎ

Serê Xwe Îdeolojî û Paradîgma Bû

Rizgar Fedekar

Şerê ku di Kobanê de derketiye, pirsa çima Kobanê mirova dide fikirandin. Êrîşên ku li ser xaka Kobanê  çêbû, dijmin sonda qirkirin û tune kirina Kurdan kiribû. Pilanê dijmin kiri bû, pilanekî mezin  û nav netewî bû. Li ser esasê qirkirina Kurdan bû. Hebûnek wê axê de dihat jiyan kirin û pilanlama dagirkerîya Tirk ji li ser esasê hebûna heyî holê rakirin bû. Berxwedaniya ku di nav me de hat meşandin, hemû  gel ferqê de bû. Ji bo Kurd hebûna Kobanê biparêze çawa rabû ser piya û serî rakir ev ber bi çav bû. Hebûna Kobanê hebûna kurdan û berxwedaniya kurdan bû. Giştî ji dizanin bûn bin ketina Kobanê bin ketina Kurdan bû ji ber wê jî çrîşek hovane kirin. Rastî ji wê demê rihê ku hat meşandin, berxwedaniyê ku hat kirin moralek, keyfxweşiyek, hêzek pir mezin bû û ev kelecan derdor belav dibû. Berxwedanekê bi awayî, mirov çi halê de be jî jê re digot rabe; ziman, ax û çanda xwe biparêze. Li ser esasê şerê dagirkeriya Tirk û DAIŞ ê şereke bêhempa hat meşandin. Di vir de tevgerandinek giştî hebû. Em bibûn yek û ji bo ziman, ax û çanda xwe şer dikir. Çi milê gel de be çi milê hevala de be çi milê tevgerê de seferbertiya ku ji bo Kobanê hat çêkirin tevlîbûyîna di vir de xwedî derketina rihê xwe û nirxê bû. Bi rastî xurtbûyîna rihê gelê Kurd da her tişt eşkere da nîşandan. Qirkirin û talan kirina dijmin, qetil kirina zarokan û civakê dihat wateyê hebûna Kurdan nayê naskirin û dixwazin cihekê de şikandin çêbikin lê serkeftin û berxwedaniya Kobanê cardin da xûyakirin ku erîşên ku ji bo ziman, ax û çanda Kurdan holê rakin, erîşên fizîkî û pisîkolojik nikare Kurdan xilas û tûne bike. Kobanê ispat kir ku serkeftin û berxwadani ya me ye û hebûna Kurd hertim bidome û hebe.

Şerên ku hat meşandin de şehadet hebû, êş pir bû lê her şehîdek, her dilopek xwîn û her êşek ji bo me sedema têkoşînek  bû û me şerê ku hin zêdetir bilind dikir. Berxwedaniya her hevalekî ji bo me hêz û moralek bû û hertim berxwedaniya hevalê me rê nîşana me bû. Li hemberî dagirkeriyê kal û pîrên me, dayik û zarokên me bê tirs ketin di nav kolana û çek rakirin û şer kirin. Ev serê xwe îdeolojî û paradigma bû û xwedî derketina nirxê xwe bû. Di vir rastî derket holê çi dibe bila bibe emê Kobanê bernedin û Kobanê hebûna Kurda ye.

Şerê ku Kobanê de hat meşandin her çiqasî zor û zehmetî û bêderfetî  jî hebûn lê hemberî vîn û berxwedaniya heval û kesên ku beşdarî şerê Kobanê bûn, berî her tiştê vînekê berxweder hebû, li hemberî dijmin bi awayekê fedaîyane, berxweder şerekê xurt hat meşandin . Serkeftina ku hat destxistin jî serkeftina gelê Kurd bû. Kobanê roja serkeftinê ye, roja, rojê ye.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close