ŞEHÎD

Ş. Deştî Sembola Kedê û Rêhevaltiyê Ye

Ristem Zal
Di hemu welatan de şerên ku qewîmîne bedelên giran hatiye dayîn. Di her şoreşê ku hatiye avakirin de, gel û pêşengê wê şoreşê bê ku bifikire ji bo şoreşê hemu tiştê xwe danîne holê. Şoreşa rizgariya Kurdistan bi pêşengiya Rêber APO re hatiye avakirin. Rêber Apo gele Kurd ji mirinê, wendahiya çandî, qirkirinê û helandinê derxist rêka ronahiyê. Dema mirov şoreşa rojava binihêre, mirovên ku digihijîn heqiqetê ji bo heqîqetê can, mal û jiyana xwe pêşkeşî heqîqetê dikin. Yê ku digîhê heqiqetê ev kesayetên û dîrok nû de zîndî dikin. Dema mirov bizivire dîrokê binhêre pir kesên ku mohrê xwe dirokê dane henin. Gandî şoreşa ku Hindistanê avakir, Nenson mandella ji bo gele Efrîka daxwaziya wê jiyanek azad û şoreşa gelan pêk were tekoşîna ku kir û ji bo welate xwe biparêze zihniyeta desthilatdarî re Keleopatre şer kir û her wiha pir kesên xwedî bîr û baweri ji bo jiyanek û axa piroz şer kirin. Di roja me yê îro de wek pêşengên şoreşa rizgariya Kurdistan, şehîdên mezin Karker, Gelhat, Rûbar, Arîn û Avestayan û her wiha mirovên ku mohrê xwe li dîrokê xistine ev kesên ku gihîştîne heqîqetê û xwe re jiyanek azad dane jiyandin.
Şehîd Deştî jî tevlî karwana rê hevalên xwe bû. Naskirina min şehîd Deştî re 2016 li akademiya hevalê gazî destpêkir. Ji bo lingê protes çebike bajara Efrînê de hati bû gel me û wê demê ji bo ziyaret kirina hevalê gazî hatî bû akademiyê. Yê ku şehîd Deştî re jiyan nekiribe pênusa min têrê nake ku şehîd Deştî bidim naskirin. Bi rastî her mile de Şehîd Deştî hevalê kê rêhevalê xwere mînak bû. Germbûyîna heval dîhîşt ku wek salanê hevdû naskirin çebibe û niqaşên germ vebibin ji ber wê her heval dikar bû biçûya gel Şehîd Deştî alikarî bixwaze û niqaşên kur vebike. Jiyanê de tecrûbeyên ku girti bûn hertim parve dikir û ji bo hevalê xwe pêş bixe hewldanên pir girîng dida. Bi taybet dema bidîta hevalek morale wê ketiye ango acizbûye diçû gel heval û ji bo alikarî bide hewldan dida û hertim jî bi niqaşên encam girtî heval re dibû alikar.
Dema şehîd Deştî tê gotin herî zêde vîna ku li gel heval hebû bal dikşîne. Rixmê ku her dû linge heval nîn bû lê tevgerkirin û tevlîbûyina jiyanê re heval hertim mînak bû. Carnan dema linge xweyê protes sûwar dikir bi rastî ez bixwe jî û hevalên dinê jî matmayî diman. Giştî jî dizanîbûn lingê wê deyşê lê Şehîd Deştî rojek xwe ne de paş ne got ez lingê protes sûwar nakim û hertim bi israr li ser linge xwe meşiya û gavên ber bi serkeftinê re diavêt. Şehîd Deştî ji bo azadiya gelan û ji bo zarokên welatê agir û rojê azad jiyan bikin perçê laşe xwe hezkirina welat û zarokan re diyarî kir û ji bo jiyanek azad de zarokên rojê jiyan bikin her tekoşîna xwe berdewam kir. Gazîbûyina wê tu car ji bo kar û xebat bimeşîne asteng nebû û hertim digot min herdû linge xwe da hevalê min canê xwe da ji bo wê jî tiştê ku ez dikim hemberê hevalê şehîd kême û heya heza xweyê dawî ezê ji bo hevalê xwe şehîd û Serok Apo kar bikim û ji bo axa ke azad de zarokên rojê azad jiyan bikin çi deste min de were ezê bikim.
Kar û ked dayîn ji bo Şehîd Deştî gihîştina serkeftinê bû. Dema kar dikir hez kirina wê jiyanê re pir diyar bû. Dayikek çawa dil de zarokê xwe hembêz dike wê avahî jiyanê re girêdayê bû, jiyan hembêz kiri bû û gavek paş te nediavêt ji ber ku Jiyan ji bo Şehîd Deştî şehîdan re û Serok Apo re jiyan kirin bû. Zarokê agir û rojê; tariyên ku şewka te re ronî bû agirekê gêş ve berdewam dike. Heviyên jiyanê re kulîlkên ku her jor behna xwe belavê cihanê kir heviyên jiyanê mezin kir. Heviyên ku hertim ji bo te şînbûn soza ku hevî û xeyalên te nivî de nemine rê hevalê te didin û hertim dilê me de jiyan bikî.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close