ŞEHÎD

Ronahiya Rojê Ş. Elî Rizgar

Rustem Cûdî

Jiyanê de teqez kesên ku pelên dirokê de cîh bûne, dîrok nû de nivîsandine û xwere dîrok afirandine.  Her gavên ku hatine avetin de ketina pelên zerîn nîşaneya nû de jiyan kirina van kesan e. Pir heval pelên dîrokê de cîhê xwe girtin. Yek bi yek van hevalê re jiyan kirin, jiyanê de tişte herî bî wateye. Wek her şehîdê, Heval Elî jî pelên dîrokê re ket dilê gelê xwe.

Naskirina min heval Elî re akademî de destpêkir. Heval wek reveberi cihê xwe akademî de digirt. Dema heval nû dît rû keniya heval, sekna şoreşgertîyê heval Elî pir bala min kişand. Dema dikeniya rû keniya heval Elî wek tava heyvê derdor ronî dikir û hevî dida derdorê xwe. Xweşikbûyina rûyê heval teyisandina fikir û zanistiya heval dikir. Heval Elî bi rastî zanistiyekê kûr li ser hebû. Hertim nîqaşên heval bala  mirovan dikşand û her dixwast heval wê fehm bikinû ji bo bide fehm kirin hewldana heval pir bû. Pir bi xwestek hevala re mijûl dibû.Kelecana heval, niqaşên wê de diyar dibû û bi eşqeke mezin hevala re parve dikir.

Heval Elî bi xwe jî hevalêkê gazî bû. Rixmê ku heval bixwe ji fizîkî zorleme dibû lê her keli dagirtî derbas dikir û di nav ked dayînê de bû. Ked dayîn ji bo Heval Elî serkeftina herî mezin bû û ber bi azadî re meş bû ji ber wê dema kar û xebatê rexistinê dimeşand keyfxweşiya heval kenê wê de diyar bû. Şev û roj bê ku bêje westiyam her kar kir û xwe deyîndarê Serok Apo û şehidan didît û li ser xeta fikir û ramanê Serok Apo jî meşiya.

Mirovên mezin xwedî çalakiyên mezinin û jiyanê fedaiyanê xwere hildibêjêrin. Jiyan bi wate jiyan kirin, her kelî têji û şehîdan re jiyan kirin, jiyan xwediyê xwe dîtin. Jiyan kenê xwere dayina jiyandin. Jiyanê de dilnizim û wêrektî jiyan kirin. Jiyana hevî re dagirtî bi heviyê xwe nû de şîn kirin. heval Elî jî ji bo militanek rast bibe her hewldana wê ev bû. Dilnizim û wêrektiya heval hertim jiyanê de pêş bû. Rojek ne dixwest heval jê aciz bin û dile hevala bêhêle. Baweri û alikariyên wê re heval hîn zedetir tevlî jiyanê dibûn. Hertim jiyanê de bi israr tevdigeriya û tu cara hember zexmetiyan paşde gav nedavêt.

Bila germahiya dilête re zarokên rojê germ bibin û axa azad de jiyan bikin. Xeyalên ku te kiri bû bila zarokên rojê wê xeyalên re mezin bibin û gav bi gav ber bi serkeftinê re bimeşin. Bila çavên te piştê nemine tu hevalê Deştiyan, Dewrîman û Evinanê. Tu ronahiya roja me yê û hevîya zarokanê. Em tu carî ji te bîr nakin û her şopdarê tekoşîna te nin.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close