JIN

Rêber Apo, Nû De Jin Zindî Kir

Gulbahar Bîrhat

Ji bo salvegera YPJ, ev roj ji bo me rojekî pir girîng e. Wek artêşê jin wek rêxistina jin Rojava de hat ava kirin ji bo me pir girîng e. Roja 4’ ê Nîsan’ ê him wek rojbûna Serokatî him wek Jin artêşa wî hat danezan ji bo me pir cûda bû. Hestê wî, hez kirinê wî ev roj ji bo me pir cûda bû. Wek jin bi rastî jî mafekî me nîn bû. Tevahî civakê de Jin nin bû, di civakê de qiymetê jinê nebû. Jin tenê ji bo karê malê hebû. Jin tenê ji bo ku zilam re jiyan bike hebû lê dema weke artêşek jin were damezrandin, wek jin hêzekî xwe ava kirin ji bo me û bawerim ku ji bo hemû jina wek hêzek bû. Wek Ypj ji bo me jî bû hêzek ji ber ku bi xêra jin û xêra têkoşina jin Daiş binket. Dibêjin ya daiş êdî cesaret nekir ku li hemberî jin şer bike. Bi xwe jî dibejin bila jin me ne kûjin kê me dikûje bila bikûjin. Ne ku ji bo tirsa olê Îslamî bû, Daiş bi xwe ji bo wî sedemê digot lê ne wisa bû. Jinê pir ditirsiya ji ber ku hêza jin de heyê bawer nakim kut û kesekî de ew hêz hebe. Serokatî jî dibêje jin û xweza. Enerjî ango hêza jinê xwezayê de herî pêş de ye. Esasê wî jin e. Esasê jiyan kirinê, jiyan ava kirinê jin e.Îro em hatin wî astê, yê ku hîşt wek jin rastiya xwe bizanibin disa Rêber Apo bû. Yê ku hişt em wek jin disa carek din xwe bizivirin, nasnama xwe bizanibin disa Rêber Apo bû. Hezar salan dibêjin me jin tûne kiriye lê jin heye. Yê ku bingehê civakê ava dike jin e. Di her deverê de, her netewekî de, her serdemekî de em biçin binêhêrin yê ku rista xwe dileyîze jin e lê belê zihniyetek wisa hatiye ava kirin, zihniyeta deshilatar dibêje Jin tûne ye. Rêber Apo ji bo jinê nirxwandinên pir girîng û pîroz dike. Ji bo me rasti jî weke jin carek din şiyar kirin, jinê nû de zindî kirin, carek din jinê nû de jiyan kirin ji bo jinê derfetekî pir mezin bû û pîroz bû. Wek Ypj xwe nû de ava kirin, hêz û artêşa xwe nû de danezan ji bo me jî moraleke. Ev jî rastiyekî wî heye em çiqas bikin nekin em nikarin deynê Serok Apo bidin. Ji ber ku Serok Apo hişt ku em cardin şiyar bibin, jiyan bikin, nû de hebûna me da me. Em bê nasname bûn, nasnama me çêbû. 4 Nîsan’ ê de dema Ypj hat ava kirin ev roj rojbûna Serokatî ye him jî Ypj hat damnezan kirin. Ev roj nû de nasnama me çêbû, me xwe nas kir em kîne û çine. Ev roj jin ji nûve jiyan kir. Hebûna Jinê çêbû. Rojbûna Jinê de Jin artêşa xwe danezan kir.

Hêza me Rêberê me ye. Têkoşîna me têkoşîna Rêberê me ye. Em hêza xwe Rêber Apo digrin. Hêza mey ê bingehîn Rêberê me ye, felsefa Rêberti ya me ye. Ev bandorê li ser civakê din jî dike. Civakê din jî hêdî hêdî ber bi kêliyê azadî re diçin. Ev jî êdî dikevin di nav têkoşînekî de. Minak êrîşek çêdibe destpêkê li hemû qada de jin pêşengtî dike, li hemberî êrîşê serî radike. Dema Ypj hat danezan kirin pir êrîşan re rû bi rû jî ma. Pir kesan xwastin hêza Ypj bişkînin lê nikari bûn. Wek Ypj bi xêra Rêber Apo êrîşê ku li ser çêbûn ew êrîşan şikand. Heya jinek jî hebe, jinek têkoşer, berxweder hebe ji bo azadiyê şer bike kê êrîş jî bike ew êrîş were şikandin. Ew ê wir tûne bibe. Wek jin tiştêkî ku em jê bitirsin nemaye ango tiştekî kum e paş de bikşîne jî nemaye. Tenê kêliyê ku em jiyan dikin emê axakî pîroz de jiyan bikin û ji bo gelekî azad jiyan bikin, ji bo azadîyê çi berdêl hebe emê bidin û natirsîin jî. Ger em ji bo azadiyê şer dikin dijmênê xwe jî natirsin. Em bi awayekî li ser şeref û namusa xwe jiyana xwe dest didin. Em ji bo azadî û gelê xwe canê xwe didin. Tenê ji bo gel azad jiyan bike, gelê ku bi salane tûne bûye û hê jî dixwazin kokê de xilas bikin em ji bo wî gelê şer dikin û emê şer jî bikin. Ji bo zarokê wî gelê pêşerojekî azad jiyan bikin em jî deyndarê wî gelê ne. Em wek jin jî çi destê me de were emê ji bo gelê xwe bi nasnameya xwe azad tevbigerin û şer bikin. Ji ber ku wek Ypj nasnama me ji bo me dîrok e.

Disa em dibejin ku roja 4’ê Nisan’ ê ji bo me rojekî pir pîroz e û emê her wî rojê bi şahî, bi coş wek jin, him wek hêza Ypj hin wek tevahî jinên cihanê emê roja 4’ ê Nisan’ ê bi şahiyek mezin Rêber Apo re jiyan bikin. Rojên azad bi Rêber Apo re jiyan kirin hertim yê soza me ew e.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close