RÊBER APO

Newroz Sekna Jiyanê Ye

Rêber Apo

Berxwedana pîroz, şerê me yê nû vejînê, di Newroza 25. Bi serkeftineke mezin hêza pêşwaziyê raber kir. Ketina dîrokî a mezin dibe ku bi ketina Med’ an re em destpê bikin kî, ew şaristaniyeke Mezopotamya yê bû di pey ketineke 2500 sala şûnde; dibe ku tam weke dijberî wê, her wiha di her saleke wê de sedsalan bibîne ev 25 sal, bi rastî jî, ji nû vejînê û rizgariyê re gelek nêzin. Em tam bikaribin bifikirin, ji kuderê, em ketine çi rewşê fêhm bikin, dive em çawa bin û dikarin çi bi biryar bikin, em ê bibînin ku ya bi navê jiyanê tê gotin ji mirinê xerabtir e. Ger derketinekê rast yê mirovahiya me hebe, nasnama me ya bi xakê re yekbûye dest girtin, henase kişandina vê, gelek bi sînor jî be çiqas hêjaye mutlaqa dive were teqdîr kirin. Ji wê wêdetir jî bi minetariyeke mezin herkesê div ê demê de di nava berxwedaniyeke mezin de man, di serî de şehîdê me yê Newrozê mezin Mezlûm Doxan an, Zekiye an, Rahşanan, Ronahiyan, Bêrîvanan, di cewherê Newrozê de bi cih dikin û bi van şehadetên mezin hema her sala di wan serhildanên pîroz de wek îfada wan dawî “ di sala 90 de bi serhildanên Nisêbîn, Cizîrê, Şirnex, Lîce, Wan ê û her ku derbas dibe di hemû gund û bajarên Kurdistanê de belav dibe şehîdên wir jî di cewherê vê Newrozê de bi cîh dikin bi vê ve girêdayî em ê bibînin ku fêhm kirina jiyanê bi şêweyekî din pêwîst dike.

Pêwîste li ser vê 25 sala îsal hertim were seknandin, ders jê werin wer girtin, ger hebe îdayeke me yê mirovahiyê, bi rastî jî em dixwazin li ser van xakên dayik hêza jiyanê bikarbînin, bi dil û vîn dixwazin vê biserbixin, bi rastî jî ev dibin salên xwe ji nûve ava kirin, afirandinê û hema hema her tiştê hatiye wenda kirin û wenda bûye bi dest xistin e. Em jî bi fikrekî bipûxte(özlü) bigrin, heta nefes girtin û sitandinê, di hindirî vê serî de keda herî mezin ya dawî dive hûn bi vê zanebûnê fêhm bikin.

Bi rastî jî div ê wate de Tevgera Azadiyê; bûyera nûvejîn, bûyera roja nû, bûyera Newrozê ye. Bi hêsanî di vê rojê de me dest bi Tevgera Azadiyê nekir. Lê di heman demê de ev navdayîna dirust yê mirovên me yê ku di tarîbûna herî mezin û tirsnak yê tinebûnê de ye. Ji bo xwe sozê “ ez ê dirust bim” dayînê ye. Di demeke herî zêde ku nîşaneyên hêviyê tinebe jî, ev e ger zêde bawerî jî nede, ger şensekê wê jî nebe gotina “ ez ê, bi vê nasnamê û bi ji bo vê sozî bijîm, pêwîst bike şer bikim” cewherê vê kariye. Derveyî vê bi şêweyekî din nabe.

Ez wê rojê wek niha bi bîr tînim. Di paytexta dijmin de, di pêvajoya ciwantiyeke wenda, bê îda û bi daqûrtandinê rû bi rû de, hem jî bi hemû baldariya derfetên dagiriyê  rû bi rû de, demeke ewqas rewşekî  paş ku qet bi pêywendiyê were ne layiq, di rojekî wisa de min ev tercîh kir. Ji jiyana dagiriyê bi hemû derfeta amade kirî re na, ji hêviiyên gelek kêm jî be, zêde derfetê serkeftinê jî nede, ji hêviyên azadiyê re erê. Qismê di nav de jî dibe ku bawer ne dikirin, dibe ku her tiştê re wate bidana lê ji gavekî wisa re wate nehatana dayîn de, ma me gavekî wisa bi avêtana ê çi bibûna? Di cihanê d, di dîrokê de dibe ku weke wê tine be. Me ev biryar da. Bi di gotina jî be, bi xaka dayîk, bi nasnama azad, me got ger ê jiyan bibe bila bibe û bi rastî jî em ketin şerê hêviyên mezin.

Ev dîrok, bêgûman bi xîtabekê bi ziman kirin ne gengaz e. Gengaz be ev 25 sal lêhûrbûn, lêkolîn kirin, teoriya her kudere kur dibe derxistina hole, kî di destpêka wê de ev heye, vîneke çawa heye, îfada wê ya siyasî çawa ye? Jiyana dixwaze pêşbixe, di zimanê leşkerî de îfada wê çawaye? Çi pêktîne?

Bi hemû aliyên wê ne yek xêz kirina bi hezaran daîreyan bi awayekî hîn kûrtir û bi şêweyekî her kudere bilind dibe ev sal wisa fêhm kirin, bi van salan mezin bûn, bi van salan jinûve ava kirin. Ew rastiya Rêbertî ku tê gotin, bûyera tê gotin, Tevgera Azadî ev e. Di nav de ma çi tine? Em ji mirovên wenda bidest bigrin heta ê xayîn, ji qehremanên bêhempa bidest bigrin heta ê herî keti, ji ê herî xweşik bidest bigrin heta ê nexweşik, ji ê herî tirsonek heta ê herî qehreman , jî ê herî zindî heta ê herî mirî heye.

Ev sal, ev salên Kurdistan’ a hemdem; salên derveyî Tevgera Azadiyê her tiştên xilasbûyî , wek çarenûsa dawî ku nav bixwe nemaye de ger ê mirovatiyeke me hebe, nasnama me jiyan bike, ger rizgariya me gengaz be, berî her tiştî ev tevger cihê nîqaşa vê ye ku dibêje werin em nîqaş bikin. Ger  gengaz be  piştî biryara  em bighênê û jê wêdetir xwe gîhandina vîna mezin, ev tevgera ku dibêje ma em dikarin ji bo vê rêya şerekî bidin vekirinê ye.

Bi van salan re ewqas bi vîneke mezin em hatin girêdan ku, pevçûnên wê nefes bi nefes, ewqas  bi nakok, ewqas bi hêrs, ewqas bi kîn dibe ku bi qasî vê jî bo hindeka çûyîna wan ewqasî bêwate bû hatina wan jî wek çûyîna wan wenda û bê wate bû.

Çiye Newroz?

Kulîlka derdikeve rûyê royê ye,

Sekna jiyanê ye,

Vekirina rengarengiya xwezayê ye,

Xwîn dayîna hemû rehên jiyanê ye,

Vaye Tevgera Azadiyê jî wisa ye.

Bi rastî jî Tevgera Azadiyê, tevgera Newrozê ye.Tevgera xwîna be bi jiyanê dimeşe ye. Ger ji bo nûvejînê di xwezaya wê de tiştek hebe lêgera ew şînkirinê, gul vekirinê ye. Lê weke din jî di van rojên Newrozan de bahozên gelek hişt diweşin jî hene. Ên ku carna kulîlka bixwe di qelînin, ew nebatên bi îdaya fêkî afirandinê dişewitînin, ma ew kêm dibin bingehên şewitandina van tova. Em kêm di qelînin?  Tevgera Azadî, bûyîna Tevgera Azadî  a newrozê çiqas di cîh de ye? Çiqas bi jiyanî ye, çiqas ravedare! Rastî weke ya heyî pejiirandin hîn rastir e. Me hertim bi vê bawer kir. Gotina herî dawî me wisa got, tu qanûn ne di ser hêza qanûna “ jiyana azad” de ye.

Jib o me gelek balder hat û em anîn heta roja îro. Em bextiyarin, di nava pîroz kirina bextiyariyê de ne. Dema me destpêkê ji goti bû; “ ji vir şûnde her roj Newroz e “. Di van 25 salan de bi rastî jî hemû dem bi Newroz bûn. Sozê me ev bû. Me binpê nekir. Lê êş û êşkenceyên zaliman dext dikirin hebûn. Şewat û qelandinên wan hebûn. Gelek mirov şewitandin. Bi her şêweyên teknîk, çek, êşkenceyan şewitandin. Vaye dilê me dibêje ku, ê çawa xwedî derketinek li yê ku hatin şewitandin re bibe. Çawa werin bibîranîn? Tevgera Azadiyê hêza vê ya tolhildanê ye. Zekiye, Zilan, Ronahî dibin şehîdên mezin ên vê rojê, ya rastî tam jî jib o gîhandina pirsa “ jiyana azad çawaye” dibin bersiva herî mezin bi van wesiyet û gotinên xwe.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close