RÊBER APO

Mijara Jin Yek Ji Bûyera Ku Herî Zêde Bûye Girêka Kor e

Sedema ku ez li ser pirsgirêka jin de diçim, ji pirsgirêka rûmeta şexsî wêdetire. Yekser dijberê pêwîstiyên erzan ên zayendîtiyê ye.

Ji min re hevdîtina zayendan, ne li ser ajoya zayendîtiya lawirî dirûne ango li ser vê dana rûnişkandin zêdetir ew anîna asta dostanî û hevaltiya mezin ji min re egîdiyeke hîn rastir hat û ez tê gihiştim ku gûmana xwe nêzî jinê nekirin tirsonektî ye. Zilamê desthilatdar tirs çêkiribû. Di bin navê namûsê de ev lîstik dihate lîstin. Dema dibêje “ez hez dikim” jî, di cara duyem de kêr lêdixist. Bêmafbûna wî pir saw (dehşet) dida. Weke zayend, jin pelixandibû, zeka, fîzîk û hestên wê tûne kiribû. Jin xistibû nava kûrahiyên ku mirov jê bawer nake. Zilamê herî zêde ji xwe re dibêje ‘ez sosyalîst im’, heta jina ku ji xwe re dibêje ez sosyalîstim jî nikarîbûn xwe ji bûna fîgûrên erzan ên vê lîstikê rizgar bikin. Ez bi hêza ku tînatiya azadiyê daye min ve li ser pirsgirêkê de çûm. Min bi hejmareke mezin tehlîl, giftûgo, peyvînên kûr pêşxistin û kirin. Ji bo ji xweşikahiya sekneke fîzîkî bibin çirûskên zeka, heya ji bo bi dengê zimanê xwe bigihin astekê û tama ku tu made nadin bidin, ez weke xwediyê wan, weke hûnermendkarekê tevlî hertiştê wan bûm. Mezin bûn, pir bilind mezinbûn, lê nepijyabûn. Jiyana bi lehnet û efendiyên wan ên zilam li rex wan bû. Tecrûbe û pisporbûna wan a li dijî wan û bi wan re dayîna şerê zayendî nebû. Di vê mijarê de lewazbûn. Bi van êşan ve xwe, ji keviyên tehtan avêtin xwarê, xwe di agiran de şewitandin, xwe bi bombeyan perçe kirin. Bi navê egidiyê wan hertişt kir, lê ew tenêbûn. Zilamtiya li hemberê wan, ji bilî nêzîkatiyên çors nedixwastin rêhevaltî û dostaniya wekhev a mezin bînin bîra xwe. Weke gulan diçilmisîn û diçûn.

Azadî ronahîbûne, rêxistinbûne, hêzbûne, biryara azad û vîne. Dibe hinek ji we hez bikin. Di vê mijarê de ez hinek jin û keçikan şermezar dikim. Ez ne toldarekê dijwar im, lê rewşên ku mirov efû neke tên jiyîn. Lê dîsa jî em ê wan efû bikin. Piçekî digihijin rewşa ku bikaribin çend gotinan bikin. Piçekê digihîjin asta hêza raman, lê ji ber nikarin xwe bi qomple pêşbixîn, dikevin nava rewşên pir bi talûke. Ma gelo ji bo tiştekê bixwazin çi kirine? Ma kîjan şer dane heya ku bixwazin çi bigrin? Ma heya ku derê ewqas hewlên me fêmkirin? Ez bawer nakim pir derdê van yên fêmkirina Kurdan û jiyîna di Kurdistanê de hebe. Tê xwestin ku xaleke girîng bê derbas kirin. Lê hema hema di demên pir girîng de, daxwaza tevahî provakator û oportonîstan heye ku derbe li me bidin. Ev di pratîka wan de jî derdikeve holê. Min bi hezaran mînakên wisa ne tenê di vê mijarê de, di gelek mijaran de dît. Mînak, şer di qonaxeke kritîk de ye û ger nêzîkbûneke rast çêbe, dê gaveke weke dêw bê avêtin; lê kesek derdikeve, oportonîzmeke wisa ferz dike ku nirxên di asta zêr de tên windakirin. Bingehê van ê çînatî heye. Nexwe şexs bi min re dikarin bikevin rêkeke pir mezin û encam di wê rêkê de bigrin.

Hun baş dizanin ku ez bi astengiyan re şer dikim, hewl didim ku xwe nexapînim. Asta civakî û pîvana edeletê ya di gotina min a “min xwe nexapand” de pir girîng e. Em nûnerê sosyalîzmêne. Ji tekiliyên mirovên diperçiqîne-diperçiqe re, bi qasî ji teorî re ji pratîkê re jî hêz anîn pir girîng e. Kesek vê naxe hesabê û naxwaze fêmbike. Ji ber bêdil in, wêrektiya wan nîne. Tişta ez dikim nepejirandina van e. Me bi serê xwe li dijî parêzkariyê şer kir. Hun jî dikarin bêjin ‘em jî ji bo azadiyê şer dikin û dijîn’. Lê ma gelo ev gotin bi tena serê xwe têra bersivdayîna hewlên me dike, hun çi qas bi me ve girêdayîne? Tangaviyeke we ya herî biçûk çêdibe hun yekser vê dizivirînin reaksiyon û nerehetiyê. Bi vî rengî di nava dilê we de cîh ji me re namîne. Heta wêrekiya min, hezkirina li hemberê min tê tewanbarkirin, nayê ecibandin.
Azadî xebat kirin e. Divê ev weke “em tevlî Tevgera Azadiyê bûn, hemû cûreyên pirsgirêkan çareserbûn” neyê fêmkirin. Tevlîbûna ji Tevgera Azadiyê re tê wateya destpêkirina têkoşînê, têkoşîn meşandin ê. Him jî di warê bîrdozî, hizrî û giyanî de tê wateya meşandina têkoşînê, vê têkoşînê di her qadên têkoşînê de hîn zêdetir belavkirin ê. Hun nikarin bêjin “Em heval in, me li hev kir, her tişt xilas bû”. Têkoşîna xweser, di nava partiyê de, bi partiyê ve destpê dike. Azadiya we, hertiştê we di nava partiyê de û bi partiyê ve pêşdikeve. Di vê hêlê decTevgera Azadiyê di heman demê de zemîna têkoşîna ku azadiya jin li tê de tê pêşxistine. Di PKK de azadî bi têkoşînê qezenc kirin, mijara gotinê ye. Em vê mijarê jî şaş fêm nekin. Hun dikarin têkiliya me ya bi jinê re ku bi nakokiyan ve destpê kiriye bi Tevgerbûnê ve bigrin dest. Tê dîtin mînaka ku em dijîn şerê nakokiyekê, têkoşîn û rêxistiniyeke pir mezin e. Ev, herçend cuda be jî, kêm zêde ji bo her kesî derbasdar e. Hun nikarin heya demeke dirêj têkiliyên ku hun pêşdixîn û dijîn ji derveyî têkiliyên têkoşînê bigrin dest, ger hun wisa bigrin dest hun dê winda bikin.

Ma em çima ew qes girîngî û giranî didin ser xebat? Ji ber xebat me azad dike. Kes çi qas kar bike dê ew qes azad bibe. Azadî bi xebat re, xebat jî bi şer re girêdayî ye. Di şexs de çi qas hizra şer, amedekariya şer xurt be, şexs jî ew qes azad e. Şexs çi qas di perwerdeya şer, tanzîma şer- di şerê siyasî û leşkerî de, ev ferq nake- heta di şerê bîrdozî de pêşketî be, ew qes azad e. Hun çi qas azad bûbin, hun dikarin weke jinekê ew qes mezin bijîn. Ger hun bikaribin di jin de nûneriya azadiyê bikin, wê demê hun dê bikaribin bibin nûnerên jiyana azad. Çi jin be, çi zilam be, ger kesek dikare bêje “Ez azad im”, ger xwe di şerê azadiyê de, ango di qadên bîrdozî, siyasî û leşkerî de pêşxistibe; di xebatên pratîkî de xwe ispat kiribe û xwe pêşxistibe, qiymeta wî/wê mirovê/î heye. Hun dikarin bi wî mirovê/î re bixebitin, bimînin û bijîn. Ji bo yên din hevokên valene û hetikahî (reziltî) ye. Ew qes xebat û hewlên me mîsoger ji bo jiyana azad e. Hun çi qas xebatên xwe rast bidin meşandin, hun dikarin ew qes bêjin ku em xwediyê jiyanê ne. Li gel me tu qiymeta têşeya têkilî û jiyanên din nîne. Eşîretgerî, malbatgerî, qabîleyetgerî, biratî, jintî û mêrtî tunebûn e, hetikatî ye. Ger mirovek dibêje “Ez xwediyê şexsiyeteke azad im”, divê ew xwe ispat bike. Ger xwe ispat nake, di jiyana me de cihê wî/wê nîne. Armanca me ya ku em tevlî şer dibin û li ber zehmetiyên şer li ber xwe didin, ji bo em di we de şexsiyetên azad biafirînin e. Ji bilî vê, ji bo me çi rêk û mirovahî nîne. Ji bilî vê ji bo me tevahî rêkên din hatine girtin, em tenê dikarin li vir xwe bikin mirov. Tevahî zehmetiyên ku em dikişînin û hewlên me di derbarê vê de ye, ji bo vê ye. Di vê rêkê de mirovên azad û binirx pêşdikevin. Em dikarin bi van mirovan re jî bimeşin û yekbûnê pêşxînin. Em dixwazin ku mirovên baş û serkeftî pêşkevin, mirov bi vê re jî jiyaneke bi şeref bidomîne. Mirov dikare bi mirovên azad re bimeşe. Di Kurdistanê de mirovên azad wisa tên pêşxistin. Di vê mijarê de tu rêkên me yên din nîne.
Nîşana hêza şexsiyeteke bi hêz daxwaziya jin binirx dîtin e. Min ji we re bi awayekî aşkere ev tişt diyar kir; ez ne li pey damezirandina harem û mevkî me û ez hîn jî di asta xizmetkarekî de me, ez ji we re xizmet dikim. Ma gelo we dikarî ev eleqe di mêr û evîndarên xwe de dîtiba, wan dikarî ev eleqe nîşanî we daba? Em piçekê bibin xwediyê wijdan! Ma evîndarê we dikarî ew qes eleqe nîşanî we daba, ma gelo dikarî gûhdarî ew qes derdên we kiriba, dikarî xîtabê cîhana we ya hûndirîn kiriba û ji pirsgirêkên we re eleqe daba nîşan? Dê hun hembêz kiriban, dê bi we şabûba (sevişme) û piştî dû rojan jî dê hun peritandiban, laşê we tevdaban. Ev pir aşkere ye. Ez jî herî kêm bi qasî we zilaman nasdikim. Azweriya we, avabûna we ji vê re pir vekiriye, hun di nava lewaziyan de ne, zilaman dê ev rewşa we bikar anîban, piştî wê, dê we heya dawiya emrê xwe jiyaneke bi êş bidomandiba. Ma ev tişteke xweş e? Ma gelo windahiyên we yên pir girîng çênedibûn? Ma berya her tiştî berya ku egîdiya we, şexsiyeta we çêbûbe ji destên we nediçûn? Ma qet tiştên dihatin windakirin nebûn? Van nîqaş bikin. Ku zilam dikare pir baş jî nêzî we be, dikare we pir baş biparêze, hezbike, kêfxweş jî bike, lê birastî ev dikare bibe kêfxweşî? Tabloyên malbatên wisa bikêfxweş tên xêzkirin. Ma birastî wisa ye? Dema hun li civakê dinêrin hun dibînin ku ne wisa ye û ev we ditirsîne. Di têkiliyên wîsa de xweşî û tendûristiya keçeke ciwan çi qas tê parastin, çi qas rêz û nirx didenê? Ka civaka herî nêzîkî we, devdor û mirovên xwe binêrin, çi qas nirxa we heye. Ger hizra mirovekî ji rêzê ji rêgeza bingehîn a azadiyê qûtbe, ji xeta siyasî qûtbe, ew dikare her cûreya çorsbûnê, bêser û beriyê bide nîşandin. Bi taybetî ger bi navê azweriyê ajoyên xwe rakiribe ji piya, ev rakirin kiribe mêjiyê xwe, di wî de dê her cûreya bela derbikeve û dê ji vê re jî bêje“azadî”, azadiyê jî wisa fêmdikin. Ev nêzîkatiyeke pir erzan û ya xwe neguhartinê ye. Lê dîsa jî hilbijartin ya we ye. Tevahî tişta ku ez dixwazim li vir bikim, afirandina derfeta hilbijartin, afirandina qabîliyeta ecibandinê ye. Ji ber sedema ku ez xwe ji we re pêşkêş dikim ne encama ketîbûnekê ye. Di rastiyê de ez dixwazim vê bi we bidim hîskirin: divê mirovekî ku we weke rêberekî pejirandiye jî di mijara jinê de bi we re weke evîndarekî mijûl bibe û ji we re xizmet bike, divê ji azadiyê re tabloyeke ew qes aşkere xêzbike ku hun neyên xapandin. Ger rêberek vê dike, divê hun bêjin mirovê li hemberî me divê çawa ji vê zêdetir bike. Hun dê bêjin “Tevî ev Rêber ew qes serdest e û xurt e jî wisa nêzî me dibe. Ma çima tu nêzîkatiyeke wisa nedî nîşandin?”. Divê em vê di we de bînin rewşa daxwaziyê, vê daxwaziyê jî bînin rewşa têkoşîn ê. Ev jî şerê we yê azadiyê ye. Hun baş dizanin ku ev jî nêzîkatiyeke pispor e. Ez nabêjim ez artîstiyê dikim, lê kî ye yê ku ez di vê rewşê de hîştime? Ma gelo ger em vê nekin, em dikarin gavekê jî biavêjin? Ma mirovên weke we xwediyê nêzîkatiya azadiyê dê derketiban? Ger hun bêjin “Di rastiyê de heya vir e, pêwîstiya me bi hilbijartina azadiyê nîne, tiştê ku me biecibanda eciband”, wê demê ez dê vê li we bipirsim: We çima şoreşgertiya xwe xurt nekir, hun çima hatin vir? Hun çima binketîne? Hun çima nikarin ji xebatekê re hêz bînin? Li jiyana xwe binêrin, hun dê bibînin wisa ye. Lewra hun kêm in, hun di nava xapandinan de ne. Misoger ji guhartinê re pêwîstiya we heye. Hun baş dizanin ku pêwîstî bi nêzîkatiyeke wisa heye. Pir aşkereye ku hun dê encam ji nêzîkatiyeke wisa bigrin. Ev derdikeve holê: We çima xwe anî vê rewşê? Min çima xwe kir bin xizmeta we de, ma ev pêwîstbû? Ez van pirsyaran li we dikim. Ji ber ez şoreşgerbûm, beyî ku bînim rewşa pirsgirêk, ez dûbare dûbare li ser pirsgirêkan sekinîm. Di sekin û reftaran de jî gelek lewazî hebûn. Beyî ku ez bipirsim ez bi ser we de hatim. Hinekan ev weke ferzkirinê fêmkirin. Ez dem dem bi we re axivîm.
Li gorî min îro her keçeke me, jineke me dikare bibe perçeyeke welat. Di rastiyê de ev hinek rastiyeke jî. Di diyardeya jin de hîn jî rastiya me ya civakî û netewî dijî. Lê zilam Ji ber nûkertî, biyantiya xwe, ji ber di rojê de çil caran ji dijmin re teqle diavêje têkçûye, sîlbûye. Ji ber vê sedemê nikare zêde nûnertiya nirxên netewî bike. Jin çi qas paşketî be jî –jina Botanî nûnertiya Kurdên berya vê çar hezar salan jiyaya ye dike- pir hatibe pişavtin (asîmile) jî hema hema her jin nirxeke netewî ye. Yê ku baş dişopîne dikare vê tespît bike. Lewra divê mirov jinê weke perçeyeke welat pêşwazî bike. Helbet hun dikarin li min bipirsin “Em bêhndidin, em şexsiyetên ku tune bûne. Tu çima ew qes bi helbestî dihizirî? Çima xeyalên te ew qes mezin in?”. Welatparêzek jî neçare wisa bihizire; ev şêwazekî hizirînê ye, xeyaleke baş e. Weke perçeyeke welat jin hizirîn û ew wisa pêşwazîkirin mezinbûn e. Herçend hun nebin layiqê vê jî, divê mirov we bîne rewşa layiqbûna ji vê re. Ma di ku dera vê de xirabî heye? Di rastiyê de di Kurdan de nirxa jinê piştî nirxa çêleka zer tê. Te çawa girtibe dest dê wisabe. Ma aliyeke vê ya mirovahî heye? Jinê ji dîrok, ji welat û ji çand cûda bigre dest, dûra jî bêje ‘mala min e, cana min e’ û li ser de biçe û biçe: vaye bê rêzî û ferzkirina herî kirêt di vir de ye. Li hemberî vê çiqas nirxê têkiliya zayendî, azadiya zayendî heye, nirxê wan bi çend pereyan e? Azweriya te hişyarbûye, te ew hembêz kiriye. Ev dê heya ji rêgeza koletiyê re, rêgeza lawiriyê re, heta ji biyanîbûn û ji mêtingeriyê re te bibe. Di vir de rêxistin û çalakî nîne. Vaye feraseta gundî, şev û roj diyardeya kor a zayendî li holê ye. Ma ev azadî ye, namûs e? Ez ji xebatkirinê aciz nabim. Çawa ez di zarokatiya xwe de bi coşa zarokatiyê tevdigerîm, a niha jî ez wisa me.
Di hizir û jiyana min de şexs kirina rewşa pîrekbûnê, anîna rewşa zilamê sixte nîne. Ev ji min re pir kirêt tê. Bûna xwediyê hevser ne tişteke xirabe, lê hevserbûn çawa pêşdikeve? Ev hîn jî ji bo min pirsgirêkeke şerek mezin e. Şer û mijûlbûna mezin a ku ji vê re diçe pir girîng e. Ji bo hinekan rêka diçe hezkirinê weke vexwarina avekê tê. Lê ev pir zehmet e. Di me de rêka ku diçe evînê vekirî hiştin, bi şerekê pir dijwar ve gengaz e. Ez tehlîla Kurd pêşdixînim, dikim. Lêkolînkirina vê guneh e. Devê wan çend hevokan dibêje, wan hevokan jî pir xirap bikartînin. Ez ditirsim gelek ji wan van hewlan bînin rewşeke nebaş û ev hewl vale derbikevin. Beyî ku vê fêmbikin biçin. Dê encama vê nebaş be. Kesekî ku dîrok û hewlan înkar dike ne dikare bibe sosyalîstek, ne jî dikare di rêka ku diçe rizgarbûnê de bibe xwediyê tecrûbeyên bitendûrist. Dê rewşa van weke ya welatên sosyalîzma pêkhatîbe. Hun di têkiliyan de pir zehmetiyan dikişînin, hun di baweriya li hemberê xwe de lewaz in. Ger hun dixwazin ez dikarim di vê hêlê de piçekî xebata jin bisînor bikim. Lê ez ditirsim hun xwe winda bikin. Ji ber ez bawer nakim pir piştevaniyên we hebin. Ez bawerim min di pratîk, rêxistinî de wateya têkoşîna jin fêmkirî ye û ez bawerim ku ez dê vê bidim meşandin jî. Lê rewşa betalkirina vê karê heye. Di vê mijarê de hun dikevin nava kêmasiyan. Ev jî min dide hizirandin û ev min dibe ber bi girtina tevdîr an. Ger hun bala xwe bidinê, ev di asta dawiyê de nêzîkatiyên zanist in û ji azadiyê re vexwandin e. Divê mirov ji jinê bawer bike. Divê mirov bawer bike ku mirov dikare jiyanê bi we re hîn baştir pêşxîne, him jî di nava hewla wê ya xweser de be. Pêwîstî bi xwe êşandina keçikan nîne. Em pir tiştan ji wan naxwazin. Pêwîstî nîne hun bi zorî bikevin hewla “em bazdin biçin nava şer, em çek bigrin, em ber bi çiyan ve bazdin û em xwe qenit bikin”. Pêwîstî nîne ku hun xwe girêdayî zîncîrên koletî bibînin û li gor azweriyên(tutku) koletiyê bimeşin. Ez jî di nav de tu sazî, şexs nikare li hemberî zeyendîtiya we û li pêşiya zayendîtiya we bibe kelemek. Hun dikarin heya asta dawiyê azad tevbigerin. Divê qabiliyeteke we ya hilbijartinê hebe; divê hun xweşikbûnê bibînin, heta hun wê ji xwe re bikin mal.
Dema jin dibe mijara gotinê, em nikarin wê ji jiyanê qût bigrin dest. Di Kurdan de jin “him jiyan e, him jî jin e. Ango tê vê wateyê. Ev heya dawiyê pênaseyeke rast e. Lê ev kirine çi rewş ê? Di me de jiyan jehr e, histirî ye, di nava bîrînan de ye, belayeke ku bi navê wê mirov dikeve nava her cûreya bênamûstiyê. Jin jî zayenda ku di nava vê jiyanê de herî zêde hatiye katolîzekirin e û wisa tê bikar anîn. Armanca min jiyanê anîna rewşa ku bê jiyîn e. Me xwest em tabloyekê çêbikin. Me xwest, di jinan de jî hinde Rêveber derbikevin. Ev demekî dirêje me hewl da ku em di vê mijarê de, bi hinde hevalên xwe yên jin re, lêhûrbûn û kûrbûn bijîn. Min li gorî xwe hizirî ku dibe hinde pêşketinên girîng bên jiyîn. Ev xebat xweser bû, afirîner bû. Di vê mijarê de pêşketinên pir girîng hatin jiyîn. Dê di dema pêş de bandora vê xebatê hîn baştir bê dîtin û jixwe hatiye dîtin jî. Di tevahî derketinên gel de, xebatên me xwedî bandoreke mezin in. Bandor dike. Bi tena serê xwe xizmeta min têra nake, pêwîstî bi hewla we jî heye, him jî hun faktorên sereke yên vî karî ne. Di bûyera Kurd de mîsoger divê hun vê cîhê bigrin. Ev pir girîng e. Lê hun hîn bêwêrek in, hun hîn ji xwe nabawer in. Girêdana bi rêgezê ve tê derbaskirin, nexwediyê edeb in. Hun zû aciz dibin, bêhna we diçike û hun hinde caran tên rewşa ku biteqin. Ev jî dide nîşandan ku hun di pijandinê de lewaz in. Weke jinekê di lewazbûnê de israr kirin, ji kesekê re bûna kole, ne ji bo qenciya we ye. Qabîliyeta xwe ya hilbijartin û nirxandinê, sînorên têkiliyên xwe berfireh girtin baş e. Lê hun dê bi rêgezî, bi terbiye bizanibin bibin berendamên azadiyê. Dema em we weke hevalekê dinirxînin divê ev nirxandina me ya hevaltiyê ecêp neyê dîtin, şaş neyê dîtin; divê ev rewş we nexe rewşeke şimariq û xwe nepixandinê, di heman demê de divê neyê gotin gelo niyet xirabin. Ne hun ew qes pêşketine, ne jî nêzîkatî bi niyetên xirab in.
Bi jinê re jiyîn xweşik e; lê jiyan bi jina azad re, bi jina şer dike re, bi jina ku xwe li ser vê bingehê afirandiye re, hîn bi nirxtir e. Divê zilam jî rêz bidin vê. Ji ber dê qezenckirina jiyana wan jî tenê bi jina azad re çêbibe. Ez dibînim ku şêwaza lêkolîna jinê kêm dimîne. Ji ber vê, ez bibawerim dest avêtina hinde pirsgirêkan, dê hîn baştir be. Rastiya jina li Kurdistan û Tirkiyê pir dişibin hev. Tevî hemû hewlan jin kêm tevlî lehiya şoreşê, rabûna azadiyê dibin. Di vê mijarê de pêşketin hene. Lê, ger em hewlên rojane pêşnexin dijmin dikare bi şerê taybet ve jinê bifetisîne.

Ji bo we azadî tê çi wate yê? Hun dê têkoşîna azadiyê bidomînin. Ev hîn zêdetir me dide hizirandin. Herçend weke daxwaziya me nebe jî, me gel kir bin bandora xetê. Herçend weke daxwaziya me nemeşînin jî, dizane ku neçare li ser erka xwe ya pêşengtiya partiyê bimeşe û bitevger be. Me, tevî hemû lîstik û ketîbûna di rastiya jinê de tê jiyîn, jina ku bi sedsalan hatiye kolekirin kişande nava asoya azadiyê. Niha jin, li gorî berê him weke wesf him jî weke çavdêrî, hîn zêdetir ji tehlîlan re vekiriye. Rêbazên me rabûna azadiya gelemperî pêşdixîne. Li gel vê girtîbûn û paşketinên pir mezin jî tên dîtin. Heta provakasyon pêşdikevin. Hêza lêkolîn û tecrûbeyên min ên ku li ser rastiya Kurdistanê çêbûne didin nîşan ku çareserî tenê bi hewlên min ve pêknayê. Di vê mijarê de, niyeta baş jî têra nake. Şoreş, bi hêrs, dijwarbûna nêzîkatî, hewla têr û serûbin bûnê ve, bi teşeyeke pisporî ji van tevahiyan re bûna bersiv e. Ma ecêp hun çi qas dikarin bi yekbûna hemûyan re bibin bersiv? Bi wesfa yek alî ve şoreş xurt nabe. Lê dema bi qasî hest-raman, teorî-pratîk jî têr bû şoreş dikare rist bilîze. Ez felsefeya we ya jiyanê baş nizanim. Ez baş cîhana we ya azwerî û elaqe, asta we ya azadiyê nizanim. Ev xwezayî ye, derfetên yek bi yek lekolînkirinê nîne, jixwe nayê lêkolînkirin jî. Lê di tecrûbeya min ya Tevgera Azadiyê de, tehlîlkirina şexs, xwedî girîngiyeke mezin e. Di şexsekî/ê de tehlîlkirina civak û zayendekê ne rêbazeke erzan e. Tehlîlkirina civakê bi xwe re fêmkirina şexs jî tîne. Klasîkên ku heya niha tenê asta civakî û netewî lêdikolin, lêkolîna asta kesayet jî ji bo wêjeyê dihêlin. Lê em tenê nikarin xwe bi wêjeyê ve jî têr bibînin. Ger di partiyeke ku di asta siyasî de ye de,bi  tehlîla civakî re tehlîla kesayet bibe nêzîkatiya rêbaz, ez bawerim dê hîn zêdetir encam bigre. Vaye taybetmendiyeke ew qes sereke ya Tevgera Azadiyê heye. Heta di vê mijarê de Tevger dikare weke partiyeke herî pêşketî bê nirxandin. Di asta navnetewî de jî ev wisa ye. Lewre divê em tehlîla kesayet şaş nenirxînin. Herî zêde mijara jin hewce bi tehlîlan dibîne. Gelo! divê em avahiya ku civaka we daye we çi qas bipejirînin, divê em çi qas derbas bikin? Bêguman girêkeke kesayet ya dibin bandora civakê de çêbûye mijara gotinê ye. Em çiqas dikarin baweriya xwe bidin vê teşeyê? Beyî bê fêmkirin ji bo kê teşebûn, ji bo kê jiyan, ji bo kê avabûna şexsiyet, ji bo kê jiyîn, ji bo kê cîh ji şêwaza şoreşger re dayîn? Ev hemû xapandin, kêmasî û şaşitiyan hembêz dike. Jixwe mînakên ku derketine holê didin nîşan ku ev ew qas ne hêsan e. Ger ez we di nava têkiliyên heyî de bihêlim ez bawer nakim ku hun bikaribin ji bo şoreşê tiştekê bikin. Heta ger ez we piçekî li gorî cîhana we ya azwerî, hest û raman bihêlim, di van de azad bihêlim, dîsa ez bawer nakim ku ev jî encamek bigre. Hun bixwe jî dizanin ku hun nikarin pir zêde di jiyanê de bibin xwedî bandor. Heta hun nikarin bêhn /nefes jî bigrin. Bêwêrektî û neçariya di şexsiyeta we ya jinatî de tê jiyîn di asta jor de ye. Hun dikevin nava kategoriya ku ne yên ji bo xwe dijîn, yên ji bo hinekdin dijîn. Li gorî karên yên din, daxwaziyên civakê –ku ev civak civaka zilamê desthilatdar e-, li gorî azwerî, feraseta desthilatdar û despotîzma wî ji we re teşe hatiye dayîn. Qûtûba vê ya dijber ev e: Dema reaksiyon dide nîşan dan an jî dema dij derdikeve vê carê şûna bê gotin “ji malê reviya, ji ber zexta zêde kete kolanan, benê xwe qûtkir” berovahî “qeydan nasnake, dijberî qeydan derket” tê gotin. Tu dibê qey ev nerastiya we ye, di rastiyê de cîhaneke we ya di nava herduyan de hepis bûyî, ya ketiye nava zîndanê heye. Ne rêgeza azadiyê, ev her dû rêgez alî didin refdariyên gelek ji we. Mixabin, tevî gelek hewlên me, em gelek caran dibînin ku hinde şexsiyet li dawiya tiştên ku em hêvîdikin dimînin. Peyama ku em dixwazin bidin baş fêmnakin. Divê di vê mijarê de em sekna sîxûrtiya objektîf baş bibînin. Heya em rewşa sîxûrtiya objektîf a gelê me, bi taybet jî di xistina jinê de fêmnekin, ne gengaze ku em bigihin tehlîlên xurt. Xala ku yekser min di vê mijarê de dide lêhûrbûn, şêwazê we yê lêkolînkirinê pir şaş û kêm e. Ji ber hun şêwazê xwe ya lêkolînê baş pêşnaxin, ev li pêşiya encam girtina we dibe kelemek. Îdîa ev e: Ger tehlîl nebin, di Kurdistanê de gavek nayê avêtin, şer nayê pêşxistin, azadî nayê bidest xistin. Di Akademiya Mehsûm Korkmaz de tişta hatiye tehlîl kirin tenê ne hinde rastîbûn; tişta hatiye tehlîlkirin di rastiyê de çarenûsa ku bûye girêka kor bû, tişta hatiye tehlîl kirin zîncîrên ku em girêdidan bû. Yên hatine tehlîl kirin ne tenê endamên Akademiyê bûn; tevahî dîrok û civak bû. Derketin jî bi qasî wê rojane, berfireh û bi encam bûn.
Hun xwediyê gav avêtinên azad in. Ji bo we azadî çî ye? Hun neçarin vê bihizirin û xwe bigihînin şexsiyeta/ê vê encamkirinê. Tişta herî gûncav jî, di nava wargeha têkoşînê de, hizirîna we ya li ser vê mijarê ye. Di dîkên filmên herî baş de jî platformeke wisa nayê rêk û pêk kirin. Ger bi baldar bê nirxandin, him hun dê hest û ramanên xwe rakin ser pîya, him jî ji bo hun van ji nû ve têşebikin hun dê bipejirînin ku ev pir gûncav e. Bi qasî min dîtiye û ji min re hatiye nîşandan, xala ku hun herî zêde tevlî dibin- dibe pirsgirêkên we yên ku ji rastiya we ya weke zayendekê çavkaniya xwe jî bigrin hebin- ev e. Ez dikarim bi we re van pir zelal, vekirî nîqaş bikim û deynim holê. Hun dikarin vê bînin asta rêgez. Ji vê acizbûn, vê weke pirsgirêkeke exlaqî girtina dest bê wateye. Ew rêgeza ku hun jê re dibêjin biexlaq, di rastiyê de exlaqa feodal e. Ji ber wê ye ku bûna mal-milk û herî zêde windakirina we ye. Tişta çêdibe disa tê serê we. Yên perdeya exlaqê winda dikin, bi gelemperî dibin gelên bindest û zayenda bindest. Piştî êşên vê di tevahiya jiyana xwe de jiya şûndetir, ji nû ve mejiyê wan tê serê wan ku ev jî kêrî tiştekî nayê. Divê em ne tenê ji bo xwe ji bo rizgariya tevahî civak û zayend bi şêwazê rizgariyê nêzî vê pisgirêkê bibin û ji rizgariya civak û zayend re vê derketinê bidin çêkirin. Bê gûman hewl hatiye dayîn ku girêdana azadiya zayend bi çînatiyê, civakbûn û malbatê ve, têkiliyên bi siyasetê ve pir bê girêdan. Dema rastiya Kurdistan dibe mijara gotinê, ez di vê baweriyê de me ku di asta cîhanê de, yê herî baş û zêde têkiliyên civak û malbat, malbat û siyasetê derdixe holê em in. Dîsa di nava malbatê de rewşa jinê pir baş hatiye vekirin. Diyardeya ku jê re tê gotin ‘jin’ çiye û di nava kîjan nêzîkatiyan de tê girtin me bi awayekî zanîstî daniye holê. Di vê mijarê de dostê me yê birûmet Îsmaîl Bêşîkçî jî dibêje “Divê em aliyê Apo yê sosyolojîk jî bikişînin dîqatê. Sosyolojî zanistek e, divê em tevlîbûnên wî yên ji bo vê mijarê jî bibînin”. Herçend niyeteke min ya wisa nebe jî, ew bi xwe vê dibîne. Di rastiyê de malbat û civak, jin û malbat bûyerên pir girîng ên sosyolojiyêne. Lê dema rastiya Kurdistan dibe mijara gotinê, aliyê vê pirsgirêkê yê siyasî jî derdikeve holê. Divê em vê jî danin holê.
Ango, li gel bi armanca mezin a azadiyê ve ketina rêkê, encamên çep jî derdikevin holê ku em hertim bi van bûyeran re rû bi rû tên. Em neçarin diyar bikin ku heya em di wateya giştî de kar û xebat di asta“şoreş çêbe, dê azadî bê qezenckirin” de negirin dest, beyî ku em xwe bi nêzîkatiyên kevnarî, inkarger û seranser û di helwesta lîberal a burjuwayê biçûk ve bixapînin, beyî ku em xwe kêm bihêlin, divê em bi aşkere rêka diçe azadiyê deynin holê û beyî ku em vê jî ji rasthatin û ji niyetên şexsiyetan re bihêlin, divê em bi binesaziya xwedî rêxistinî, rêbazkar û venêrînvan ve bikin bin ewlekariyê. Ev jî dê bibe helwesteke rast. Em neçarin vê fêmbikin û erkên vê bînin cîh.
Ger em bi rojane çalakiya xwe ya azadiyê di giyan, hizir, rêxistin û di jiyana we de pêkbînin, fêmbikin ku em li ber ecibandin û dana jiyankirina vê de berpirsyar in û hewlên me xurt in, wê demê em dikarin behsa rêka rizgariya rast bikin. Tenê wê demê em dikarin bi şêwazekî rast ji pêkhatina nasname, azadî, daxwaz û armanca we re bibin alîkar.
Azadî bi nasnameya cewherîn û bi şerê cewherîn ve çêdibe. Xwe kirina bin hîmayeya hinekan, xwe spartina hêza rêveber û di vê mijarê de erzan bikaranîna şexsiyeta jin ve azadbûn negengaz e. Yên vê dihizirin xwe dixapînin. Ev nêzîkatî tenê tîpeke nû ya durû, xwe dixapîne û hevkar ya kole derxîne holê.
Pêwîstiya bûna rastî aşkere ye. Di nava partî û li derveyî partiyê, li hemberê her hevalekê/î, li hemberê her dostekî/ê nêzîk an dûr divê hun bigihin şexsiyeta ku xwedî nasnameya cewherîn e. Divê hun xwe winda nakin û ji baweriya xwe ya hundirîn bawer bikin. Encama vê nêzîkatiyê ya herî xwezayî artêşbûn e. Dema jin bû artêş wê demê dê pêkhatina daxwaziyên kesayî, rojevbûna nasname û azadiyê hîn rastir be. Maf bi hêzbûnê tê girtin, ne bi bergerîn û gazincan. Hêz jî rêxistinê dixwaz e. Hun neçarin heya mêjiyê hestûyê xwe vê hîs bikin. Ji ber vê sedemê ez girêdana erzan û girêdana seranser a bi rastiya Rêber ve bê wate dibînim. Ez şûna nêzîkatiya nasnameya mîlîtan û hêza rêxistinê, girêdana pir belav a seranser û bi niyetên subjektîf ên cur be cur ve, weke bi xweda ve girêdayî şêwaza girêdaneke paşketî û bê nirx dinirxînim. Ji vê re jin amede kirine, ew hatine elimandin û divê em vê bidin derbaskirin. Rêka vê jî di rêxistina azad re derbas dibe. Bi awayekî bi xwestek û xwe rêxistinkirinê ve tevlîbûna jinê ji zemîna leşkerî, siyasî, aborî, civakî û hwd. re ya herî rast e. Hizirîn, nîqaş kirin û bibîryarbûyîn pêwîstiya vê karê ye. Dema hun bi awayekî rêxistingerî ketin nava van rêxistinan hun dê cidî werin girtin.

Ji nêzîkatiyên zayendî heya nêzîkatiyên felsefî, hevnasîna we ya bi azadiyê dê çawa be? Hun dê hilbijartina xwe ya jiyanê çawa pêşbixin, heta serweriya we ya li ser bedena we dê çawa be û ev dê çawa bê bi giyan bikin? Hêza xwe ya hizir û rêxistinê bidin axiftin. Derkete holê ku hun êdî dikarin di şexsiyeta xwe de ji pirsyara çawa bijîn re bersiv hilberînin. Ger ev rast be, ger we ev jî pêkanîbe, negengaze ku di şexsiyeta we de tu nebesiyên cîdî yên çavkaniya xwe ji şexsiyeta we bigrin derkevin holê. Ger hun di vê mijarê de bicewherîn û dirust bin, alozî, fitne fesadî, jirêderketin û hevkariya bi koledar û bi tucaran re jî çênabe. Ger tiştên ku hatine diyarkirin nekin, wê çi bibe? Wê demê tevî tehlîlan hun dê bibin tîpa ya dizane, dixwîne. Lê hun dê bibin tîpa ku em gelek caran di nava dîroka partiyê de rû bi rû tên, ku em hertim mehkûm dikin, rexne dikin û napejirînin. Ger hun bi prensîbên me yên jiyanê bilîzin dê encam bibe ev. Divê em baş fêmbikin, yên ku tehlîlan nagirin cîdiyetê diçin ku derê, yên xwe pêşnaxînin xwe çawa tune dikin. Bi hevoka “Ez seranser mam, min bi kûrahî pêk neanî” hun xwe seranser dikin, hun dê winda bikin û bidin windakirin. Hun dê ji rastiya ‘şoreş karekî zehmet e û azadî pir bizehmet tê bidest xistin’ re berovajî bikevin, ku hun dê bi vê ve jî winda bikin.

Parvekirinê wek vê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close