RÊBER APO

Li Sûrî Rexistin Kirina Şerê Gelê Şoreşgerî

Rêber Apo

 

Li Sûrî di 4 salên dawî de, navbera 2011-2015′ an de şerê ku tê jiyîn û tê meşandin navbera Tevgera Azadiyê û dewleta  Tirk de ye. Şerê Surî şerêkî di navbera Esad û Tirkî de nîne. Yê dixûyê dibe ku wisa be lê bele rastiya xwe de şerê  tê meşandin di navbera Tevgera Azadiyê û dewleta Tirkî de ye. Şerê ku li Tirkî dihat meşandin derbasî Sûrî kirin.

Li Sûrî, şerekî pir mezin tê jiyan kirin. Heval kurahiya wê fehm nekirin. Dewleta Tirk tola mayîna min li Sûrî a 20 salan bi xira kirina Sûrî re tol digre. Serokatî bi mayîna xweya 20 salan re rastiya Kurdîstanê derxistiye holê. Komara Tirkî bi awayekî eşkere xwest dagir bike lê belê şertên navnetewî û yê heremî û hevsengiyan îcaze nedida ji ber vê nekir. Ji ber vê şerê taybet yê veşartî, bi xof, qirêj û topyekûn pêşdebir û şer meşand. Di encamê vê de, di Sûrî de xwest qirkirina Kurd pêş de bibe. Rojava bi komkujiyan û bi giştî koçber kirinê ve vala kirin û xwest bê Kurd bêhêle. Di wateyê şenber de xwest qirkirina Kurd serbixe. Dewleta Tirk, Şoreşa Rojava bi xilas kirin û tûne kirine vê xwest ji binî de tune bike. Şoreşa Rojava dewleta Tirk dîn kir û anî rewşekî bi vî renge. Kurahiya vê pewîste baş were têgihiştin.

Dewleta Tirk û Barzanî bi xilas kirin û tûne kirina Şoreşa Rojava re xwestin qirkirinê pêk bînin. Komkujiyên fizîkî û yên mane jî ji Rojava koçber kirinê re bê Kurdbûyînê bikin. Plan pir mezin bû. Amadekarî jî, plansazî jî li ser vê bingehê pir mezin bû. Sûdî Erebîstan-Qatar pere, silah û hwd. dewleta  Tirk jî şerê leşkeri dan meşandin. Ji bona vê jî dewleta Tirk pêşdebirina rexistinbûyinekê pir mezin re ji her aliyê cîhanê ve hêza ku şer bikin anîn. Topyekun şerêkê taybet yê veşartî meşand. Bi hêza şerê taybet yê veşartî re şerêkê topyekun meşand. Ji bona vê hemû hêza xwe, hebûna xwe derxist holê. Di Sûrî de ev şerê wek yê dîna li beramberî Tevgera Azadiyê û gele me da meşandin. Viya dimeşîne. Dewleta Tirk şerê ku dimeşîne ji bo ku neyê fehm kirin ji Kafkasya, Asya Navîn, ji herêma Çînê Uygur û Sîncanê, Afganîstanê, Pakîstanê, Balkanan, Ewropayê, Efriqayê Bakur û ji Sudanê bide şer kirin hêz anî. Her çiqas netewî hebin jî esas yê ku bi rexistin kir Tirkî-Sûdî erebistan-Qatar e. Barzanî jî di nava vê de ye. Îran jî di nava vê yeke de ye. evana tiştê ku giştî tê nirxandin û tên zanîne lê yê esas DAIŞ rexistin kir dewleta Tirk e. Rexistinbûna JITEM’ê li ser asta herême û Rojhilata Navîn de ye. li Sûrî ji bo qirkirina Kurdan bi awayekê şenber dewlet û hukumeta Tirk di van slan de tiştek ku nekirin nehiştin.

Rewşa Kobanê û giştî Rojava di aliyê leşkeri de bi awayekî ciddî û li ser bingeha  rexne-rexnedayînekê binî de pewîste were nirxandin, di wateya rast de arteşa gerîlla were avakirin. Feraset û rexistinbûyînên ku asta milîsbûyînê derbas kirine re pewîste arteşa gerilla were pêşxistin.  Ger ku şerê gerilla were analîz kirin, arteşa gerilla şerê gerilla bimeşanda, di deşta Kobanê de dikari bûn DAIŞ derbasî îmha bikin. Berî ku DAIŞ derbasî navenda bajêr bibe dikari bûn di delt de îmha bikin. Ji deştê xwe vekişînê re di navenda bajêr de cîh bûyîn wek stratejiya leşkeri şaş bû lê tê fehm kirin k udi viya kirine de mecburbûn. Ji ber ku arteşa gerilla tune bû û şerê gerilla nehat meşandin di viya kirine de mecburbûn. Di astekê wisa de beranberî yê teknîkên leşkeri re ne li bende bûn. Ji xwe pewîst bû her tiştê re amade bûna. Bi têgihiştina ku dewleta Tirk dikare her tiştê bikin re pewîst bû tevbigerin lê ji ber wisa kurahiyekê leşkerî û pêşditînên van tune bû, viya dîtin û amadekarî jî çênebû. Şerê Kobanê di her wateyê de li ser bingeha rexne-rexnedayînê re were nirxandin û bi analîz kirina vê re hêza lêşkerî yê Rojava arteşa gerîlla li ser bingehekê rast û xwedî nîtelîk de ava bikin. Di vê teqez ev were pêkanîn.

Dema ku şerê Kob nê didomiya, Kantonên Efrîn û Cizîr di mudaxeleyekê pir mezin de nebûn. Ji xwe hêza Efrînê pewîst bû ji aliyê Rojava ve li ser Cerablûsê ve wan dorpêç bikirana û erîşên mezin daban destpê kirin. Hêz û rewşa van hebû vê pêk bînin lê bele hêzên mezin re tu tiştek nekirin. Dîsa hêza Cizîrê rast be rast bi hêzên mezin re li ser Til Ebyad ve êrîş bikirana. Ji aliyê Serêkaniyê ve di astekê basit de erîş pêkanî bûn lê pir nebes bû. Di wê demê de çima hêzê me yê vir di şerê Kobanê de di astekê ciddî de mudaxele nekirin. Wisa dibe? Di vê pêvajoyê de  tevgerandinek wisa şaşiyek pir mezin bû. Ji bo ketina Kobanê ewqas erîşên pir mezin dihat kirin de, hêza Efrîn û Cizîr tiştekê ciddî nekirin. Hinek leşkeri bifikiriyane hêza ku ji aliyê Rojhilat ve Kobanê dorpêç kiribûn, li ser Efrînb milê Rojava ve, Cizîr jî aliyê Serêkaniyê re ve wan hêzane ji piştê ve dorpeç bikin û êrîşên mezin pêk bianiyane lê belê wisa nekirin, wek leşkeri mezin fikirandin û tevgerandinê nizanin. Evana div ê baş were fehm kirin.

Hêza Efrînê xwe cîhêkê teng de sînordar kiriye, li ser Efrînê bi wesayitên teqemenî re êrîşan dikin û gelê me qetil dikin, yên ku viya dikin di cîhêkê nêz de bicîh bûne  ji bo çi cîhê ku bi ew lê ne de êrîş nakin û îmha nakin. Nizanin vê hêzê bînin rewşekê çalak. Tenê ji bo Efrîn ev yek derbasdar nîne. Li Rojava reşa wan giştî wisa ye. Hêzekê leşkeri yê mezin heye lê vê hêzê, arteşa gerîlla çalak kirin, derbasî tevgerandinê kirinê û dayîna şer kirine nizanin. Wisa dibe? Ev di vê were zanîn. Li ser bingehê a rast yê xeta me yê leşkerî de div ê hêz ji bo armanca xwe pêk bînin werin şer kirin. Hêzê me pewîste hertim çalak be. Wê ewqas hêzê me hebe lê nikaribin bidin şer kirin, nizanibin bidin şer kirin wê demê wateya vê hêzê çiye? Di vê demê de kijan hêz li ser bingehê rast de çalak bibe, şer bike cıvata ku şert û mercê serkeftinê heye. Heval bi ser vê yekê fikirandinê re di bingehê herî rast de pêwîste derbasî tevgerandinê bibin. Bi fehm kirina vana re dikarin pêngavênleşkerî yê afirîner ve serkeftinên mezin û pêşketinan re rê vekin. Dikarin viya bikin. Pêkanîna wan bi pêngavên leşkeri, taktîkî û stratejik a li ser bingehekê rast ve girêdayî ye. Erdnîgariya Efrînê ji bo şerê gerîlla, şerê bitevger pir guncav e. Erdnîgariyekê bi vê rengê de ji nikarin pêngavê leşkeri pêş bixin. Di qadeke teng de, li Efrînê xwe sînordar kirine. Sahaya Efrînê diviya bû hîn bi destpêkê de bi awayekî hîn berfirehtir bixistina kontrolê xwe de. Dema ku viya nekarîbûn bikin hêzên cuda div î erdnîgariyê de xwe bicîh kirine re konumê xwe lihevanîn. Heya niha pêwîst bû  saha efrînê berfirehtir girtibana. Niha ji şert û mercê pêkanîna vê yeke heye. Li gorî paşerojê hîn zehmettir e, lê viya li gelek asta peşiya me de bê ku zehmetî bikşînin dikarin bikin. Ereb, Tirkmen, Xirîstiyanên li vir û kijan civak hebe bi wan re têkilî û tifaqan ve her cîhekê ku ne di kontrole de ye dikarin bigrin. Ezaz, Cerablûs, Bab, Idlîb div ê ber bi Behra Sipî ve vebin. Heyanî sînorê Reyhanli û Hatayê pêwîste bigrin.  Nîvê Helebê jî dikarin bigrin bin kontrola xwe de. Hêza van ku viya bikin hene. Li Helebê pêwîste tifaq werin kirin. Ereb, Xirîstiyan, Tirkmen û kê dixwaze tifaq bike dikarin bi van re tifaq bikin. Nivê Helebê bi vê awayî dikarin bigrin. Cewherî di Rojava de hêzêkê me yê pir mezin heye lê belê vê hêzê çalak kirin û dayîna şer kirine nizanin. Bi van hêzên xwe ve encamên pir mezin dikarin bigrin. Li ser bingehekê rast de şer kirinê re, cîhên hatine armanc kirinê re, armancên hatine diyar kirin pêk were.

Cardin dubare bikim; Li Sûrî div ê hemû jiyana xwe li gorî şer dizayn bikin. Li ser bingehê rastiya gelê şerker de her tişt bi rexistin bikin. Çawa ku di dîrokê de di serdema antîk yê Yunanîstanê de Ispartayiyan şêwaza jiyana bi şer hebû, di vê li Sûrî jî heval viya pêş de bibin û pêk bînin. Şêwazê jiyana bi şer, şêwaze aborî yê bi şer pêwîste li ser vê bingehê were rexistin kirin. Bi tu awayekm din nikarin hebûna xwe bidomînin. Raste rast derbasî jiyana bi asayî bibin, şert û mercên viya tune ne. Şer tê jiyîn, her tiştê xwe pêwîste li gorî şer dizayn bikin. Di  giya xwarin, ax xwarinê” re jiyan bikin. Bi tegihiştina rastiya şer re jiyana xwe dizayn bikin. Pewîste ev êdî were fehm kirin. Ji her tiştê re di vê amade bin.

Hêzbûyînekê  rast, bê mevzîlendîrme, şêwazekê tevgerînê ku xwe dispêrê vê,kombûyîn, belavbûyîn, êrîş kirin, parastin serde girtin, kemîn, di dorpeçê de xwe parastin, ji derve de xwe parastin…Têkîldarî xususên bi giştî taktîkên bingehîn re, helwestekê rast re, bi hevre ûn bi hevre bidin meşandin. Ger ku hûn bi hevre nedin meşandin hûnê di şer de darbe bixwûn, hem jî bi awayekê pir matmayî dihêlê vê bixwûn.

Tevahî fermandar û şervan, kesayetê leşkerî yê saglem çawa be wê gorî vê jiyan bikin. Ev jî dibe xususekê ku were bicîh anîn. Xususên din hene di gerîlla de; belavbûyîna li araziyê, herêm û qadan avakirin. Li kur çiqas hêz pêwîst dike, li kur div ê çawa were rizgar kirin, ji kudê çawa were vekişîn, li kudê çawa were mevzi girtin? li kudê meş, li kudê rabûn, li kudê razan, li kudê parastin, li kudê êrîş, li kudê mezinbûyîn, li kudê arazî were girtin? Evana hemuyan, erkên serokê taktîkî yê rojane ye. Şev û roj li ser van xususên taktîkan kar bike, biryarên rast bigre û pêk bîne.

Ger ku gerîlla li ser bingehekê rast bihata fermande kirin, şerê gerîlla, şerê gelê şoreşgerî bimeşanda, heya niha me zû de encam girti bû. Hertim dereng dimînin. Ji pêşketinan re, dibetiyan re ji berî ve pêşdîtî û amade nabin. Lewma serkeftinên mezin ava nakin. Pêşketinên piştî gihişt astekî nû derbasî tevgerandinê dibin. Ji bo vê jî serkeftinên mezin, destkeftiyên mezin nikarin bidest bixin. Ji ber derng ketina tevgerandinê van re jî bi berdelên mezin, windahiyên mezin encex kêm serkeftin bidest dixin. Viya teqez derbad bikin. Li ser bingehê rastiya gerîlla, rastiya şer de tevger çêdibe. Romanê şoreşa me dibêje pêwîste hebe. Di wateyê rast de div ê romanê şoreşê were nivîsandin. Heta niha hevalan viya nekirin. Nivîsandina romana şoreşê jî j imin re dihêlin. Heval nanivîsînin. Ji vî re fersend dîtin, dem peyda kirin pir zehmete. Fersend û demê min tune ye. Hevalekî an jî çend heval çawa hîn zêdetir dikarin baş bikin, li şerê ku Sûrî de div ê eksenê de berfireh, hemû ziravtiyên vê û bi nîtelîk were nivîsandin. Ev xebat girîng e. Li ser viya di vê bisekinin. Ji Partî re tevlîbûyînekê rast û li ser bingehên rast re mezin kirin, qanûneke jênevegere.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close