RÊBER APO

Li Cem Kurdan Şerê Şoreşgerî û Afirandina Mîlîtanan

Dîsa xwe ji şopên xwedawend Starê heta bi Înannayê, ji Kîbele, Meryem, Fatma û heta bi Rosayê mehrûm nake û para xwe digire. Bi qasî ku karibe hilgire, xwe bi tevahiya rastiyên heqîqeta civakî xweş û bar dike.

 

Pirsgirêka bingehîn a Tevgera Azadiyê di qonaxa komê de pêşengiya îdeolojîk û polîtîk bû. Naveroka vê jî ji xebatên têgînan û kadroyan pêk dihat. Komê bawer dikir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd ne bi tenê pirsgirêkên Kurdan, bi tevahî pirsgirêkên Tirkiyê û heta ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên civakî yên Rojhilata Navîn jî girîng e û xwedî rola kilîtê ye, lê kapasîteya îdeolojîk û polîtîk a komê ji vê dûr bû. Hejmara endamên komê ji hejmara tiliyên destan ne zêdetir bû, nikarîbûn debara xwe bikin, virde wirde ber bi bayê diketin û ji zû ve felekê yan jî şaristaniyê sîleya xwe dawişandibû rûyê wan, îddîayên wan ên ji bo pêşengiya îdeolojîk û polîtîk di wê demê de belkî bi tenê xeyalek bûya. Bêguman bêyî xeyalan mirov nikare bi rê ve biçe; lê bi tenê bi xeyal û hêviyan jî jiyaneke rast û azad pêk nayê. Di deh salên pêşî de şêweyê xebata me ya bingehîn peydakirina têgîn û kadroyên bersiv bidana û têra me bikirana bû. Bi gotineke din, mîlîtaniya îdeolojîk û polîtîk bû. Me bi xetên sereke hewl dabû çîroka vê bînin ziman.

Me gav avêtibû Rojhilata Navîn, ev dever qadeke pîroz a hîcretê bû, lewma maneyeke xwe ya cuda hebû. Hemşehriyê me Brahîm jî ji Ûrfayê li ser vê riyê derketibû û çîroka wî di pirtûkên hersê dînên yekxwedayî de çîroka herî girîng e. Çiqasî balkêş e, piştî sêhezarûpêncsed salan bi heman sedeman, li ser heman riyê û hema hema bi qebîleyeke bawermendan a bi heman hejmarê ber bi heman mekanî ve em ketin ser rê. Dîsa li heman qadê me konên xwe vegirtin. Şerên Brahîm ên li van deveran û encamên wan têne zanîn. Ya rastî, bûyerên ji wan re şerê dînî tê gotin, bi şêweyekî din vegotina îdeolojîk û polîtîk e, ango bi şêwazekî dînî anîna ziman e. Di Ahda Qedîm de behsa gulaşa kurê Brahîm Yaqûb a bi Xwedê re tê kirin. Navê Îsraîl bi xwe jî ji ‘El’ê tê yanî kesê bi Ellah re gulaşê dike. Zimanê şer e, û têkoşîna îdeolojîk îfade dike. Têkoşîna polîtîk a li dijî arîşe û gengeşiyên qebîleyên li diyarê Kenanê tîne ziman.

Piştî Brahîm li derdora bi sêsed salan, vê carê Mûsa yê ji qebîleya Ibrî re pêşengî kir, ji Misrê ber bi heman mekanî ve, ber bi diyarê Kenanê ve gav avêtiye. Dema behsa bûyera Mûsa tê kirin ji ya Brahîm bêhtir berbiçav hatiye îfadekirin. Maneya gavavêtina bi Mûsa re tê sembolîzekirin ji ya Brahîm cudatir e. Êdî ji lêgerîna îdeolojîk û polîtîk bêhtir behsa şerkerî û reng girtina karekterê şerkeriyê tê kirin. Qebîleya Ibrî xweda û dînê xwe ango nasnameya xwe ya îdeolojîk û polîtîk berî hingê bi sêsed salan bi dest xistiye û salên dûrûdirêj xurt kiriye. Tişta Mûsa lê digere dînê nû û xweda nîne; tişta lê digere îlham e, ew jî Deh Ferman e. Çîroka girtina wî ya vê fermanê jî bi zimanê demê yê serdest û dînî tê gotin. Gotina ‘fermanê’ gotineke eskerî ye û bi fermandariyê re têkildar e; ango fermanan dide qebîleyê, qebîleyê ji bo nîzama şer amade dike. Li gorî awayê gotina Tewratê, piştî ku Mûsa ji Misrê derdikeve çil salên wî bi şerên li nava Çola Sînayê derbas dibin û dema li keviyên Erîhayê (li Filistîna îro bajarek) xwe ji fetihkariyê re amade dike bi wefata wî re demek li dawiyê dimîne. Ango ziman an jî şêwazê dema vê têkoşîna qederê 1300 salan B.Z. pêk hatî, şer e. Bi qasî ku em dikarin Tewratê şîrove bikin, di vê çîroka çil salan de gelek tişt hene ku tiştên roja îro bi bîra mirov dixin. Rizgariya Brahîm ji Nemrûdê hegemon (qral-xweda) bi têkoşîneke dijwar a îdeolojîk û polîtîk û di berdêla Hîcretê de pêk hatiye, lê rizgariya Mûsa ji Firewnê qral-xwedê bi rêbazeke têkoşînê ya şêweguhertî, bi şerkeriya qebîleya Ibrî ya mîlîtan û bi sîlehê pêkan bûye. Şer dîsa ji bo qada pîroz tê meşandin. Pîroztiya qadê ji ber statuya wê ye.

Ji derketina holê ya Brahîm heta bi roja me ya îro hema hema tevahiya dîroka şaristaniyê dewrûbera Qudsê ji hêzên hegemonîk re bi rola herêma tampon rabûye. Serê pêşî ev rola xwe di navbera şaristaniyên Sumer û Misrê de pêk aniye. Herêm di dema 3000-2000 B.Z. de ji bo herdu hêzên hegemon û herdu şaristaniyên sereke qadeke xweser, marjînal û li seriyekî ye. Komên qebîleyan ên li herêmê bi bazirganiya bi herdu şaristaniyan re dewlemend dibûn û bi vî awayî tovên şaristaniya sêyemîn direşandin. Qebîle di dema derketina holê ya Hz. Brahîm de (1700-1650 B.Z.) van xisletên xwe diparêzin. Gelek komên baweriyê û qebîleyên xweser rengekî cuda, xweser û pîroz didin herêmê. Her koma (di vê demê de şêweyê bingehîn ê koman qebîle ye) ku dixwaze ji îfadeya dînî ya zordariya Firewn û Nemrûdên dema xwe rizgar bibe, hêza qebîleya xwe ya xweparastinê pêk tîne, hem jî tevî vê hêza xweparastinê ya qebîleyê dînê wê yê nû jî ava dike. Tewrat bi awayekî bingehîn çîroka têkoşîna dînî ya xweparastina van qebîleyan a li vê qadê ye. Belkî jî ya Brahîm û Mûsa kirî ew e, li gelek çîrokên bi heman rengî yên hezar salan berê li heman qadê pêk hatine modela xwe zêde kirine.

Îsa bi qebîleya xwe ya bawermendan a piçûktir bû (koma hewariyan a duwanzdeh kesî) di serê Mîladê de tişta pêk anî versiyoneke din a heman çîrokê ye. Hedef careke din Quds e; fetihkirina dewrûbera pîroz e. Cudahiya wî ya girîng ji Brahîm û Mûsa ew e, Hz. Îsa hem ji aliyê dînî ve hem jî ji aliyê siyasî û eskerî ve şefê qebîleya Ibrî nîne. Weke kahîn û koçekekî gelekî xizan bi armanca reformê di dînê Cihû yê xwedî hiyerarşî yê wê demê de bike, gavê diavêje. Hewl dide hem dîn û hem jî qebîleya Cihû ya bi cihbûyî parçe bike. Yek ji şoreşên civakî ya herî pêşî û ciddî ya di dîrokê de pêk tê. Bi Spartakus re hevdem e. Ya Spartakus dixwaze bi awayekî eskerî li Romayê bike û bi ser bikeve (salên 70’î B.Z.) Îsa Mesîh li dewrûbera Qudsê hewl dide bi koma îdeolojîk û şoreşgerî bike û dixwaze Qudsê fetih bike. Di wê demê de dîsa du hêzên sereke yên hegemon li ser herêmê xwe li hev radikişînin. Hegemonên Roma û Persepolîsê timûtim bi seferan diçin ser herêmê û hewl didin hevkarên xwe lê bi cih bikin. Piştî Îskender (B.Z. dawiya salên 300’î) qralên Helenîstîkî jî xwedî rewşeke bi heman rengî ne, û di vê çarçoveyê de li dijî hev têdikoşin. Îsa û koma xwe hem li dijî hegemonyadariyê hem jî li dijî hevkartiyê bi awayekî dikevin nava têkoşîna serxwebûn û azadiyê. Lê li gorî şert û mercan vê tokêşîna xwe bi awayekî îdeolojîk dimeşînin ango bi gavêtineke nû ya dînî pêk tînin. Jixwe encamên vê bûyerê yên heta roja me ya îro têne zanîn.

Hz. Muhammed ê em wî ji nêz va nas dikin, di destpêkê de gavavêtina wî hedefa xwe Quds e. Di Quranê de bûyera Mîracê (derketina ezmên, dîtina Xwedê ango pêkhatina dînê nû) li Qudsê pêk tê. Jixwe hîcreta ber bi Medîneyê ve jî armanca xwe Quds e. Qibleya nimêjên pêşî Quds e. Qebîleya Hz. Muhammed cuda ye. Herçiqasî xisletên wê yên dişibin qebîleya Ibriyan hebin jî (xisletên Semîtîk) ew bi xwe qebîleyên Ereb ên wê demê (P.Z. serê salên 600’î) li dewrûbera Mekke û Medîneyê weke hêza bingehîn dinirxîne. Di çarçoveya rêûresma Brahîmî de weke dîn ango di çarçoveya têkoşîna îdeolojîk de versiyona sêyemîn pêk tîne. Çarçoveya wê ya îdeolojîk bêhtir civakeke bazirgan ji xwe re dike armanc. Li cem Brahîm û Mûsa hiyerarşiya jor a qebîleyê mohra xwe li dîn didin, li cem Hz. Îsa jî xizanên qebîleyê di dîn de bingeh in. Li cem Hz. Muhammed jî berjewendiyên beşa bazirganên navîn ango civaka çîna navîn mohra xwe li dînê nû didin. Cudahiya sereke ya gavavêtina Hz. Muhammed ji yên beriya xwe ew e, têkoşîna wî ya îdeolojîk, polîtîk û eskerî yekpare û hevgirtî bû. Di derketina holê ya Îslamî de yekparebûn û hevgirtina îdeolojîk, polîtîk û eskerî diyardeyek e ku em di kêm dînan de dibînin. Pir di demeke kin de xwe gihand gelek serketinên mezin û ev bi vê rastiyê ve têkildar e. Ev serketineke welê ye ku mirov di şoreşên hemdem de jî mînakên wê kêm dibîne. Dema pêşî derket holê ji bermahiyên qebîleyan, ji kesên aware, jineke bazirgan û koleyekî pêk hatibû, lê di demeke pirr kin de (li derdora çil salî) sê împaratoriyên gerdûnî ango Bîzans, Sasanî û Hebeşî hilweşandin û ev ji hêza wê ya yekpare û hevgirtî pêk tê ku weke hêza îdeolojîk, polîtîk û eskerî ya civakbûna nû derket holê. Xeleka dawî ya gerdûnî ya rêûresma Brahîmî pêk tîne.

Gerdûnîtiya kapîtalîst bi şerê li dijî sê versiyonên gerdûnî yê Brahîmî (Mûsewîtî, Îsewîtî, Muhammedî) meşand hegemonya xwe ava kir. Bêguman, eger nirxên hersê gerdûnîtiyên Brahîmî nebûna, kapîtalîzm nikarîbû bibe xwedî nirxeke gerdûnî. Di bingehê kapîtalîzmê de serdestiya çanda şaristaniya maddî –ji dema şaristaniyên Sumer û Misrê kom bûye –li hemberî çanda şaristaniya manewî (ruhban, dînî) heye. Herdu çand jî têkiliya xwe bi bajar, çîn û dewletê re hene. Di navbera wan de timî li ser desthilatdarî û îstîsmarê têkoşînek hebûye. Heman rêûresm îro jî bi awayekî aktuelbûyî dewam dike. Ev têkoşîn bêhtir bûyerên global diyar dikin û mirov dikare vê ji xwelihevrakişandina Îsraîl û Filistînê fêhm bike.

Ev tê wê maneyê ku piştî salên 1980’î zemînê me yê derketina holê rastiyeke xwe ya dîrokî heye. Em li ser şopa vê rastiya dîrokî meşiyane. Mirov dikare ji analîzên me heta niha kirî (ji rastiya me ya îdeolojîk) pir bi hêsanî fêhm bike ku hêmanên modernîteya kapîtalîst hem ji aliyê bêrehmiyê ve hem jî ji aliyê hejmarê ve ji Nemrûd û Firewnên serdema destpêkê qat bi qat zêdetir in. Ez naxwazim şaş bê fêhmkirin, lê deh salên pêşî yên têkoşîna me ya îdeolojîk a navenda wê Enqere, bi awayekî balkêş dişibe têkoşîna îdeolojîk a Brahîm, Mûsa û Îsa di demên xwe yên pêşî de meşandine. Nexasim deh salên pêşî yên têkoşîna îdeolojîk a Hz. Muhammed li Mekkeyê meşandî bi awayekî gelekî balkêş dişibe salên me yên pêşî û mirov nikare vê ji nedîtî ve bê. Ew li dijî firewn, nemrûd û împaratoriyên dema xwe derketin, lê me li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst ên hezar qatan ji wan xirabtir ên ji wan ketî, gav avêt. Têkoşînên civakî timî dîrokî ne. Ti têkoşîna civakî nîne ku reh û kokên xwe yên dîrokî kûr bernede. Jixwe me zemînê xwe yê civakî-dîrokî yê em xwe disipêrinê, bi vê parêznameyê eşkere kir û ev jî heqîqet bi xwe ye. Xulase, em jî di nava herikîna çemê sereke yê civakî-dîrokî de weke milekî herikîne.

Divê mirov li hemberî analîzên di nava rastiya rojane de radihêjin civakê û dinirxînin bi baldar bin. Sosyolojiya modernîteya kapîtalîst, rastiya civakî di ‘kêliya niha’ de difetisîne. Têkiliya civakê bi dîrokê, bi rabihuriyê re bi awayekî bêrehm, di heman demê de bi navê zanistiyê bi maske, bi derew û bi jirêderxistineke mezin, qut dike. Dînê hatiye modernîzekirin jî li ser şopa heman sosyolojiyê dimeşe; şêweyekî bi maske yê dîn ê vê sosyolojiyê ye. Bi vî aliyê xwe, li hemberî heqîqetê (rêûresma dîn jî di navê de) ji sosyolojiyê (modela pozitivîst) bêhtir korker û derewker e. Ez dixwazim vê bibêjim: Piştî sala 1980’î rewşa me ya şer a li qûntara Şêx Cebel dest pê kir, têkoşîneke maneya xwe gelekî mezin e, û li ser bingehekî civakî-dîrokî ye. Ji têkoşîna Brahîm El Xelîl, têkoşîna Mûsa ya Sînayê, ji têkoşîna Îsa ya li Qudsê û têkoşîna Muhammed a li Medîneyê şopên kûr hene. Bi vê jî qîma xwe nayîne; ji şopên Bruno, Erasmus, Babeuf, Bakunîn, Marks, Lenîn û Mao bi tesîr dibe. Ji şopên Zerdeşt, Buda, Konfuçyus û Sokrates bêpar namîne. Dîsa xwe ji şopên xwedawend Starê heta bi Înannayê, ji Kîbele, Meryem, Fatma û heta bi Rosayê mehrûm nake û para xwe digire. Bi qasî ku karibe hilgire, xwe bi tevahiya rastiyên heqîqeta civakî xweş û bar dike.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close