DAXUYANÎ

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re

Em kongre yekemîn Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê di dîroka 1-2 Hezîranê de bi diruşmeya “Parezvanên Axê Jibîrnakin ” lidarxist, yê ku ji bo axa xwe parçeyek laşê xwe dane û gihîştinê şehadetê di serî de şehîdên berxwedana serdemê Ş.Karker Êrîş, Polat Efrîn, Îlan Dara, Şoreş Kobanê, Reşîd Zîron û bi sedan hevrêyên me ku ji çar perçê Kurdistanê, Rojhilata navîn û Cîhanê, beşdar bûn û gihîştin şehadetê, li gelên Bakûr-Rojhilatî Sûriyê û tevahî jinan pîroz dikin. Em ji bo biryardarî, soz û hêza me ji vê kongre girtiye jiyanî bikin em ê, ji niha û şûnde têkoşîna xwe geştir û bilindtir bikin.

Piştî 8 salên tije şer, berxwedanî, tekoşîn ku me weke yekîneyên parastina gel û jin bi gelê xwe re jiyan kir û parçeyek laşê xwe di oxira şoreşê de feda kir, tevahî cîhan dizane ku şer û têkoşînê ku hatiye meşandin, di oxira rêka azadiyê de sedan rêhevalê me yê jin û xort birîndar û gazîbûn. Bêyî ku xwe bifikirin ji bo axa xwe, gelê xwe şer kirin.  Roja ku dîrok nû de zindî dibe, ava dibe ye. Îro gihîştin merheleyeke nû ya tekoşîn, erk û berpirsyariyan. Me bi zanebûna erkên xweyî dema nû di dîroka 1-2 Hezîranê de bi beşdariya 500 delegeyan kongre xwe ya yekemîn lidarxist.

Xalên herî serekê yên di kongre me de hatin ziman û li ser hatin sekinandin, rewşa siyasî-leşkerî-rexistinî, xwe ji nûve avakirin, xwendina rêzikname , rapora kar û xebatên 3 salan, hilbijartina meclisê, hilbijartina komita disîplînê. Her wiha biryarên di derbarê şehîdan, perwerde, parastina rewa, xebatên rexistinî hatin girtin.

Em dizanin di erdnîgariya Rojhilata Navîn de û taybet li ser xaka Kurdistanê bê bedel tu tişt nayê destgirtin. Taybet gava daxwaz azadîbe, ew car bedelê vê rastiyê hîn bêhtir giran buha dike. Ji ber, xêrnexwaz û dijminên vî erdî, kesên çavê xwe berdane parvekirina nirxên ser vê xakê pir in. Li beramberî vê rastiya bi êş,bêyî ku dudilî jiyan bikin firsend nedayîna dijminê xwe tiştê herî birûmete. Taybet  ev demên ku pir kes ketine derdê jiyana xwe ya şexsî, li dijî vê rastiyê ji bo herkesî jiyankirin, rastiyek pir bibandor e.

Rêber APO dibêje; “Gazî, şehîdên me yên jiyan dikine.”Ji ber vê gotinê, divê zanebûnê de bûn ku Rêber APO bi vê nîşaneya ku da we, diyar dike ku daxwazên herî mezin, bendewariyên herî girîng ji we dike. Em vê rastiya baş dizanin ku hîna jî erk û berpîrsyarîya me ya dîrokî xilas nebûye û ji niha  şûn de karên mezintir li benda me ye. Çawa ku em we xwediyê şoreşê dibînin, heman demê di pêşxistina şoreşê û bilind kirina ala şoreşê de berpirsiyariya we mezin dibînin. Teqez em bi vê rastiyê bawer dikin ku, ji ber rewşa birîndariyê di şoreşê de, em we tu car di statûya paş de nabînin, dijberi wê em we weke pêşengên bilind kirina kar û xebatên şoreşê dibînin. Ger we di oxira Netewa Demokratîk de bedel daye, ew dem, ji her kesî zêdetir pêwistî heye hun xwedî li pêwistî û peywirên vê rastiyê xwedî derkevin.

Ji bo bedelên ku hatine dayîn, parastina nirxên giran û buha kar û xebatên ku hatine kirin hin zêdetir bilez û dagirtî werin meşandin û çi pêwist be wek şoreşgerê demê tevgerandin û gihîştina azadiyê xwe re esas girtin e. Bedelên ku hatiye dayîn ji bo parastina nirxan bikaribin bikin gîhiştina hedef û armancê xwe û di reka heqiqetê de bi civak re bûyîna yek û parastina civakê xwe re esas girtin e. Me dît ku hin kar û xebatên ku werin meşandin û pêwîstiya rexistinbûyînekî xort heye, biryare çûndina kongre hatiye dayîn.

Li ser wî bingehê wek hevalen gazî di li gorî derfetên tendûristî, kar û xebatan de cîh girtin û erkê û berpirsyartiya demê re tevgerandin û nû de xwe ava kirin, li gorî paradigmaya civaka netewe demokratik xwe saz kirin ji ber wî ji di milê birdozî û pişeyî de xwe pêş xistin di nav biryaran de cihê xwe girtiye.

Kongre yekemin Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi şiara ” Bi Rihê Berxwedana Serdemê Emê Têkoşînê Bigîhînin Serkeftinê” re diyariya Rêber Apo hat kirin û soz û biryardariya xwe nû kir. Biryara ku her sal 2 Hezîran’ ê roja hevalên gazî hat diyar kirin û erk û berpirsyartiyên ku dikeve milê bersivdayîna wan erkan û di nav kar û xebat de çalak tevgarandin erka her hevalakî gazi ye.

Di dawî de em nû de kongre yekemîn Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê destpêkê de Rêber Apo, şehidên şoreşê, malbatên şehidan, hemu jinên cihanê û gelê welatparêz pîroz dikin.

                                                                  Silav û Rêzên Şoreşgerî

                                                                    Saziya Gaziyên Rojava  

 

 

 

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close