HELBEST
Hûn Bi Ser Ketin Xwedawendên Azadiyê

Loqman Aslan
Dil natirse ji mij û dûmanan
Lewma hûn hene bi ronahî
Dil natirse ji bablîsokan
Xwedawendên bayê hene
Gewde Beritan e
Birdozî Zîlan e, felsefe gerîlatî ye
Ba û bahoz ne xem in
Keştiya Ocalan bingehîne
Ji darê keştiya Nûh e
Em li ser behra bin jî
Dê bimeşe ev karwan
Karwanê azadî pîroz e
Ne pêkane bi torîkan bisekine
Çi şaşik reş, çi dev qirêj
Êdî ne mertalin
Li pêşiya karwanê azadiyê
Wê bizeliqin di kîna xwe de
Lewma YPG û YPJ’ ê hene
İlmê tevgerê Azadî xwendine
Felsefa exlaqî Sara ye
Bi ciwankarî û vîna Şêrîn Elemhûlî
Ronahî hat ji Rojhilat
Li Bakur govend pê ket
Rojava girte dîlanê
Silavan berçemk girt
Dîlan ket çar parçeyan
Vîna Kurdistan pişkuv da
Vayê hatin leşkerên me
Bakur gul dan destê wan
Kêf û şahî û dîlan
Pêşwazî kirin yekbûna Kurd
Silav ji Îmraliyê
Yek jî Başûr’ e
Êdî em bi ber bablîsokên
Xwe dikevin û diçin azadiyê
Ev govend gelek xweş e
Çar alî Kurdistan
Bûn yek li Kobanê
Mizgîn li te Rojin Gewda
Ev dîlan pir xweş e
Bila dilê te bê xem be
Kurdistan bi hev re çû dîlanê
Ev dîlana azadiyê ye
Wê mirasa we teqez be
Bi duqayên Ehmedê Xanî
Bi ilmê Zerdeştê Kal
Ev mizgîniya cîhanê ye
Girtîgeha Wan