JIN

Hevalên Gazî Yek Ji Nirxê Me Yê Herî Giranbûha Ne!

Hevalên jin di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de roleke girin lîstin. Mirov dikare bêje dema ku jin tevlî şoreşê dibe bi gelek pirskirêkan re rû bir û dimîne. Piraniya wan jî pirskirêkan jî mijarên têkoşînê ne. Pêwîste jin di nava şoreşê de xwe li ser esasê zanistî xurt bikin. Li ser esasê zanist û cewherê jin û li ser wê bingehê têkoşîna xwe xurt bike. Zorî û zehmetiyên ku pê re rû bir û dimînin, bikaribin wana ji mêjiyê xwe rakin. Lê belê bi taybetî jineke şoreşger ku xwe kilîdî têkoşînê kiriye û 24 saetên jiyana xwe dide têkoşînê, bi taybetî di nava hêzên leşkerî de hinek cuda dibe. Di aliyê zanistî, perwerdehî, rêxistin kirin, jiyan ava kirin, hevaltî li dora xwe pêşxistin, hezkirina jiyanê û li dora xwe jiyan xweşik kirin, di wan milan de jina ku di nava têkoşînê de rola xwe dilîze, pêşengtiya şerê çekdarî, pêşengtiya şerê hişmendiyê û têkoşîna rêxistinî bi taybetî li hember ev paşverûtiya ku di nava civakê bindest de ku nahêle bibe xwedî îrade, civakek ku gelek lîstok li ser hatine lîskandin pir bi nirx e û di wî alî de pêwîste jin hîn bêhtir xwedî rol û mîsyonek têkoşînê be da ku bibe xwedî hêz û îrade.

Rêbertî dibêje “jina şoreşger ev jine ku di hemû hêlan de xwe kilîdî têkoşînê kiriye û 24 demjimêrê xwe ji bo civaka xwe, gelê xwe û bi taybetî jî ji bo jinê ku laşê wê weke amûrekê tê bikar anîn feda kiriye ye.” Paşverûtiyên ku di nava civakê de hatine ava kirin, bi taybetî  di kesayetiya zilam de ku jinê weke mulekekê di destê  xwe de digre û dixwaze desthilatdariya xwe li ser bide meşandin û hêza xwe li ser jin bide bikar anîn. Ji ber wê jî pêwîste jin bikevin wê ferqê ku li hemberî paşverûtiya zilam xwe pêş bixîn û li hemberî wê têkoşîn bikin.

Lê belê dema ku em dibêjin jin û şoreş, jin û şer, jin û civak, jin û zilam, jin û zanist, di wan milan de bi rastî jî di dîroka 5 hezar salan de dema ku mirov lêkolîn dike, jin ji zanista xwe hatiye qut kirin û weke miriyekê 24 demjimêran  di nava malbatê de zarokan tîne dinyayê û ji zilam re xizmet dike. Ev jî di nava civaka me de weke pîvanekê hatiye pejirandin. Lê dema ku em dibêjin jin û şoreş, mîsyon û zanista jin cuda dibe. Rola ku dikeve ser milê wê ji bo ku bikarbe di hundir jiyan û têkoşînê  de rol bilîze, dîsa li hember ev koletiya ku bi hezarê salan e di kesayeta wê de hatiye ava kirin û heya roja me ya îro tê, pêwîste têkoşîneke yeman li hember wê koletiyê di kesayeta xwe û derdor de bide meşandin. Dema ku destpêkê jin tevlî Tevgera Azadiyê bûn bi gelek pirskirêkan re rû bir û man. Ev dide xûya kirin dema ku derûniya jinekê ji têkoşînê re amade nebe, wê ev jin bi binketinê re rû bir û bimîne.

Bi ava kirina Tevgera Azadiyê re Rêbertî xwest ku di serî de pirskirêka jinê çareser bike. Ji ber di warê exlaqî, çandî û civakî de di nava civaka Kurd de pirskirêka jinê bûye girêka kor. Têkoşîna 40 salan ya Tevgera Azadiyê Jinê ya li çiyayên Kurdistanê encamê tehlîl û lêgerîna çareser kirina pirskirêka jinê ya Rêber APO ye.

Dema ku em li dîrokê temaşe dikin, yê ku li dora dayika xwedawend kom bûne, nirxên dayika xwedawend parastine û hestên hevbeş parve kirine, jin in. Jinan gelek keşif û lêkolîn kirine. Di encama wan keşif û lêkolînan de gelek tişt afirandine. Ev jinên ku îro li ser bermahiya çanda dayik – xwedawend têkoşîn dikin, gihîştine astekê, prestîjek qezenc kirine. Bi taybetî Rêbertî dibêje “ jina ku azad bibe dikare azad bike, jina ku ber bi azadiyê ve biçe tenê dikare di riya têkoşînê de xwe bigihîjîne azadiya xwe.” Rêbertî bi taybetî ji bo rewşa ku îro têkoşîn tê de derbas dibe û yên ku herî zêde şehîdan hîs bike û êşên wan parve bike, rêbertî dû saziyan destnîşan dike. Yek saziya malbatê şehîdan e. Ya dûyemîn jî saziya gaziyan û hevalên gazî, şehîdên zindî ku dijîne ye.

Ji destpêka şoeşê heya roja me ya îro em bi dijminek hov re rû bi rû ne. Di serî de dewleta faşît a Tirk û di Rojava de jî gelek komên cuda cuda êrîşî destkeftiyên şoreşê dikin. Ev destkeftî hemû bi xwîna şehîdan û birîndarên şoreşê ku perçeyek ji laşê xwe wenda kirine hatiye ava kirin. Gelek hevalên jin weke şervanên YPJ’ê ku di wê şoreşê de perçeyek ji laşê xwe dan, îro dîsa di çeperên herî pêş de li ber xwe didin. Hevalên ku nikaribin çek rakin jî di eniya rêxistinî de bi awayekî çalak tevlî şoreşê dibin. Ji ber yên ku herî zêde şehîdan û malbatên şehîdan hîS bikin dîsa hevalên gazî ne. Gelek hevalên ku bi êşên pir mezin re rû bi rû mane, bi îrade û baweriyek pir xurt dikarin wê rewşê derbas bikin û êşên laş ku dikişînin bixin bin xizmeta hedef û armanca xwe û li ser binghehê felsefeya Rêber APO ku bi taybetî ji bo jinê gelek behrem û nirx ava kirine ji bo jin çawa bibin xwedî îrade û li ser xwe bi rêxistin bikin. Heya Bîrdoziya Rizgariya Jin jî layiqî jinê dîtiye û pêşkêşî hemû jinan kiriye. Bi taybetî hevalên jin yên gazî ku perçeyek ji canê xwe dane, bi şoreşê, armanc û hedefên xwe re kilîd bûne, mirov dikare bêje ku eva tiştek jê neveger e. Ev a tişteke wisaye ku ji bo demê pêş mirov pêwîste bike malê tevahiya jinan, hemû jinên ciwan û civakê. Di hevalên ciwan ku di eniyên şer de birîndar bûne û xwestekê wan a zû baş bûnê de jî mirov dibîne ku di jinan de îradeyek hevbeş a têkoşînê, xwesteka şer kirinê a li hember hêzên faşîst û dijminê hov heye û ev xwestek pir ber bi çav dixûyê.

Mirov dikare bêje yên ku di serî de sozdarê şehîdan in, bi hedef û armancên xwe re bûne yek û yên rojek beriya rojekê dixwazin esaret  li ser Rêber APO bi dawî bibe, bi taybetî hevalên ku perçeyek ji canê xwe dane, mirov nikare êşên wan sivik bike. Tenê tişta ku êşa wan sivik bike pêşxistina pergala Netewa Demokratîk e. Pergala Netewa Demokratîk ku îro li Rojava hemû pêkhate li kêlek hev bi hev re jiyan dikin, bi keda Rêbertî, şehîdan û hevalên jin hate ava kirin. Ger ku mirov wê kedê nebîne û înkar bike wê xwe bixapîne. Ji ber îro li Kurdistanê û cîhanê yê ku nasnama jina Kurd da nîşandan hevalên jin bûn. Wan hevalan tevî hemû şert û mercên giran di germa û sermayê de, bi birçîbûn û tî bûnê re rû bi rû man û ev nirx wisa hatin ava kirin. Berxwedaniya ku hate kirin, çiqasa mirov bîne ziman jî wê kêm bimîne û mirov nikare îfade bike. Ji ber dijminê me dijminek hov û bê pîwan e û îro em bi êrîşek wisa hovane re rû bir û ne. Li Kobanê di kesayeta heval Zozan, Gulan, Rêvan, Arîn, Hebûn û gelek hevalên din bi ruhek fedaî ev dijminê hov bin xistin. Dîsa di Efrîn, Heleb, Cizîre û Şengalê de jî me gelek bedelên giran dan. Ew jinên ku di wan çeperan de berxwedan, dizanibûn ku di wî şerî de şehadet, birîndarî û gazî bûn jî heye. Lê wan dîsa jî dev ji hêvî, armanc û xeyalên azadiyê ber nedan. Îro jî ev heval bi hemû hêza xwe re tevlî têkoşînê dibin. Ev heval di nava şoreşa Rojava de xwedî kedek mezin in.

Tevahî hevalên ku îro di çeperên şer de li ber xwe didin, li ser bingehê projeya azadiyê ya Rêber APO ku ji bo Suriyeyek federal xwedî proje û pilanên giring e, dîsa dixwazin li dijî pergala desthilatdariyê û faşîzmê şer dikin. Rêbertî ji bo wê jî projeya hevjiyana azad pêş xist. Yê ku herî zêde karibin wê projê pêş bixin hevalên di nava çeperan de ne. Ev koletiya ku 5 hezar sale ku em weke mulk tên bi kar anîn, bi tevlîbûna nava Tevgerê re nayê wê wateyê ku me ev koletî derbas kir. Ji ber azadî bedelên giran dixwaze. Îro di çeperan de ev bedel tê dayîn. Bi taybetî jin û ciwan pêşengê pêşxistin û jiyanî kirina wê projeyê ne. Dijmin her roja ku diçe bi awayekî hovtir bi ser me de tê. Ji ber wê jî di demê pêş de berxwedanek hîn xurtir û bi hêztir tê xwestin. Têkoşînek bê hempa ji me tê xwestin. Îro jin û ciwanên Kurd, şervanên Kurd hêviya hemû jinên cîhanê û gelên bindest in. Hevalên gazî jî di nava wê rêxitinê de nirxê me yê herî giranbûha ne. Em jî gazîtiyê weke pîrozbûnekê digrin dest.

Silav û Rêzên Şoreşerî

RÊVAN KOBANÊ

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close