NIVISÊN ROJEVÎ

Herikandina Jiyanê

Jiyan di nav afirandinê kê de diherike û hûnandina jiyaneke nû de gav bi gav dewlemendiyek ava dike. Jiyan herikandin, watedayîn di kêliye jiyanê keliyê xwe de jiyan kirin û watedayînê re ava dibe. Jiyanekê bê wate wek çemê miçiqî û sermaya bayê hişk xwere tîne ji ber ku nevengekê de afirînerî, xuluqkarî, dewlemendî nebe ev neveng zûha, hişk û tê miçiqandin. Her wiha jiyan jî wê avahiyê ye. Hez kirina jiyanê tevgerkirina jiyanê de diyare. Jiyan çiqas were hez kirin hemberê wê mafê jiyanê tê dayîn. Jiyan tekiliyekê sîmbiyotîk re wek jiyan û mirov dikare jiyan bike. Jiyan û mirov wek xelekek hevdu re giredayê ye. Di nav xelekê de qutbûn çêbibe, hevdu durketin di nav xelekê de tê jiyan kirin. Xweşikbûyîn û zelalbûyina xelekan hevdu dikşîne û kollektîvizmek ava dike. Kollektîvîzm hevdu re jiyanek hevpar jiyan kirine ango hevdu xwedî kirine. Wek dema tu çûkek di deste xwede xwarin didî û mezin dikî, ev çûk tê re tê girêdan û tû carê deste de gez nakeû te narave di navbera jiyan û mirov de jî wê avahî tekîliyên şênber û watedar tê jiyan kirin. Jiyan wek av bigrin dest, di nav jiyanê de ji yê ku jiyan re dikeve tekîliyeke sîmbiyotîk, her wiha di nav avê tiştên avê dewlemend dike, watedar û bi nirx dike mirovatiya kut ê jiyan kirinan jî hest û ramanê me ye.

Mirov dikare jiyanê pir tiştên cûda jî pênase bike. Ji yanê mirov dikare wek dayikek ji bigre dest ji ber ku dayik çawa zarokê xwe hembêz dike, di germahiyê dile xwere  zarokê xwe, cîranê xwe her wiha mirovahiyê germ dike, rêva dibe, di afirîne, zayînên nû çedike û wek jiyanê tevdigere. Em nikarin ku jiyan û jinê ango jiyan û dayikê di hevdu cûda bikin. Dema em destpêkê mirovahiyê binixêrin, lekolîn bikin  jiyan jinê re avabûye û pêşketiye. Berhemên ku hatine avakiri destê jinê re hatiye çekirin.  Amur çekirin, lawiran kêdî kiirn, gîha berhevkirin, zarok mezin kirin her wiha  ji bo mirov bikari be jiyanê xwe berdewam bike jin, jiyanê de rol û misyonê xwe leyistiye, jiyanê fikir û ramanê xwere zindî kiriye ji ber wê jî jin û jiyanê ango zindî û jiyanê hevdu cûda girtin xwere bêdadiyek pir mezin bide ava kirin. Jin xweşikbûyina xwere jiyanê xweşik dike, hertim nû de diafirîne, dixûliqîne ji ber wê hertim dûrişmeyên Jin, Jiyan, Azadî pêş e. Disa mirov dikare bêje azadî ji Jinê re destpê dike. Di her sê peyvê de ji hevdu peşxistin û xwedî kirin her heye û hevdu ji binirx dikin ji bo giştî xwestekek azadixwaz her heye ev gele Kurd be gelê Tirk be her wiha her neteweke de azad jiyan kirin pir pêş e lê ji bo pênaseye azadî de cûdabûyîn tê jiyan kirin. Azadî mirov dikare pir xalan de pênase bike lê  mirov dikare bêje azadî, azadiya jinê re destpê dike. Jin azad be, jiyan ji azad e, Jin azad be civak ji azad e. Azadî Jin de veşartiye ji bo veşartibûyîne derxin holê mirov xwe nas bike, bikari be xwe pênase bike û pirsa ez kê me gerek bizanibe. Dema mirov feraset û kesayetê xwe nas bike, jiyan ji dikare nas bike û jiyanek renge Jin û jiyanekê azad dikare ava bike.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close