ŞEHÎD

Ger Min Bizanibiya Tu Şehîd Nakevî Minê Li Wê Derê Her Du Destên Xwe Qut Bikiran Lê Min Keziya Te Venedikir

Zîlan Agir

Saet 11’ê şevê bû dema em çûn pêşiya hevalan. Heval ji rêkek dûr hatibûn û pir westiyabûn. Dema em çûn heval jî ber bi me ve dihatin. Me yek yek silav da hevalan. Dema min silav dida di carekê de Şehîd Arîn Got:

“Merheba heval tu çawa yî?  Ez hatim bîra te?”

“Ay heval Arîn tu yî?”

“Rast e. Ez im. Wa di dawiyê de ez gihîştim xeyalê xwe.”

Ez di carekê de bi bihîstina dengê heval Arîn şoq bûm. Hema ez çûm cem û me hev hemêz kir. Wê şevê em li ciyê herî bilind yê warê Egîdan razan. Dema bû sibe me tiştên xwe komkirin û em daketin ber çemê herî xweş yê wê heremê. Çemê Basret ne tenê ji xeyalên heval Arîn re, ji xeyalê me hemû şoreşgeran re şahîdî kiribû û her şoreşgera/ê ava vî çemî vedixwar, vî çemî ev û xeyalên wê/î bi hemû hezkirina xwe hemêz dikirin.

Êdî keça Çeleng Arîn li wargehê xeyalên xwe bû. Ji ber bi dilek tije hezkirin hatibû ji dil tevlî dibû. kelecana wê ya jiyanê reng dida tevlîbûna hemû hevalan. Her dema em bi hevre diçûn ciyekê, min yek bi yek navê çiyayên warê Egîdan jê re digotin û min baregehên dijmin nîşanî wê didan. Bi xwestek bû. Ji ber li wargeha xeyalên xwe warê Egîdan bû dixwest kêliyek wê jî wala neçe û di cî de bêyî dem wenda bike her tiştî fêr bibe.

Keça çeleng Arîn hatibû warê Egîdan û rengekdin li ser rengên jiyana me zêde bibû. Çavek li ken li ser çavên Şoreşger û kedkarên warê Egîdan zêde bibû. Herema G… hîn zêdetir bedew bibû. Belkî jî herî zêdewarê Egdîdan ji ber xeyalê jinekdin yê Şoreşger bi cî anîbû kêfxweş bû. Belkî jî herî zêde warê Egîdan serbilind bû. Herî zêde warê Egîdan dilxweş bû.

Çend sal beriya heval Arîn were warê Egîdan; heval Egîd Mardîn nas dike. Heval Arîn pir nirx dide heval Egîd. Lê heval Egîd mixabin di şerekê de bi mayina xwe şehîd dikeve. Xeyalê herî mezin yê Şehîd Egîd ev e ku rojekê biçe warê Egîdan. Piştî şehadeta Şehîd Egîd Mardîn heval Arîn sond dixwe ku xeyalên heval Egîd pêk bîne û biçe warê Egîdan. Hatina heval Arîn ji bo heval Egîd, hatina min jî ji bo Şehîd Jînda Rêde(Rojhilat) bû. Min pir xweş wateya wan hestên heval Arîn dizanîn. Ji bo ku heval Arîn kêfxweş jiyan bike em hemû heval amade bûn ku çi ji destê me were em pêkbînin.

Dem ji deman şevek tavaheyvê; dinava van bêîmkaniyan de pirtukek çîrokan bi Kurdî ketibû destê min. Dema pirtuk hatibûn min ev pirtuk dinav pirtukan de dîtibû û min bi xwe re anîbû ciyê em lê dimînin.

Destpêka meha Îlonê bû. Hêdî hêdî Payîzê ruyê xwe nîşanî me dikir. Tavaheyv çardeşevî bû û her der ronî dikir. Xewa me nedihat û pêwîst bû em tiştekê bikin. Li ser vê rewşê min got:

“Heval ka çavê kê xweş dibînin û Kurdiya kê xweşe bila were em bi dorê çîrokan bixwînin.” Li ser vê gotina min beriya hemû hevalan Şehîd Arîn û Şehîd Zehra hatin. Me di bin ronahiya Tavaheyvê de dest bi xwendina çîrokan kir. ezman ewrî bû. Carna ewir diketin pêşiya Tavaheyvê û ronahiya vê kêm dibû. heya ew ewir ji pêşiya Tavaheyvê diçû me li ezmanan temaşe dikir û me bi hev re bang li ewrên Payizî dikir ku ji pêşiya ronahiyê biçin. Çawa ewir ji pêşiya ronahiyê diçû me çîroka xwe dewam dikir. Dema me dest bi çîrokê kir ez heval Arîn û heval Zehra bûn. Lê her ku dengê çîrokan çû hevalan heval li dora me kom bûn. Piştî heval Arîn û heval Zehra Şehîd Eftelya, Şehîd Gulan, Şehîd Dîlan, Şehîd Bêrîtan, Şehîd Warbîn, heval Şerda, heval Ronahî, heval Dorşîn, heval Rêjîn û heval Şîlan koçer, hemû heval li dora me kom bûnDema ez diwestiyam heval Arîn, dema heval Arîn. diwestiya heval Zehra pirtuk dixwend. Em pênehesiyabûn dem çawa derbaz bûye. Hêdî hêdî tavaheyvê û ronahiya wê ji me dûr diket. Dunya her ku diçû tarî dibû. ji ber vê em mecbûr bûn xwendinê biqedînin. Ji xwe dema nobedar hat saet bibû 1’ê şevê.

Ev şeva çîrokan bibû yek ji şevên me yê herî bi wate. Demek dirêj bû ji ber kar heya demek ewqas dirêj em li cem hev neruniştibûn. Jiyan li warê Egîdan bi rengê jinê û bi keda jinê dixemilî. Warê Egîdan şahîdiya şevek tije kêfxweşî û hezkirina hevaltiyê ya jinên Şoreşger kiribû. Ev şev belkî jî yek ji şeva herî xweş û bi wate ya warê Egîdan bû. Belkî jî tavaheyv û ewrên payizê tu carî weke vê şevê biwate nebibûn. Şehîd Arîn, Zehra, Gulan, Warbîn, Bêrîtan, Eftelya û Dîlan serkêş û rengên vê kêfxweşiyê û vê şevabiwate bûn. Wate ew bi xwe bûn. Wate kenê wan, hezkirina wan û şoreşgertiya wan jinên giyanbexş bû…

Warê Egîd, Adil û Gulbaharan bihuşt bû. Lê li Kobanê û Şengalê şer giran bû. Em ku şoreşgerên vî gelî û vê axê bûn pêwîst bû di gelek ciyan de dest ji hest û daxwazên xwe yê takekesî berdin û ji bo gel şer bikin, ji bo azadiya jinê şer bikin. Her ku şer giran dibû pêşniyar û îsrarê me ji bo çûyîna Şengal û Kobanê hîn zêdetir dibûn. Di dawiyê de pêşniyara min hate qebûl kirin.

Ezê bi 10 hevalên xort re derbazî Kobanê bibûma. Paşê heval Dîlan Garzan îsrar kir. Hevalan pêşniyara Şehîd Dîlan jî qebûl kirin. Hîna me çûyîn nîqaş dikir ku hevalan gotin heval Arîn digrî û dibêje îla ezê jî biçim Kobanê. li ser vê xeberê hevalan banî heval Arîn kirin û pê re axivîn. Heval Arîn hîna têr li warê Egîdan jiyan nekiribû. Hîna xeyalên xwe pêkneanîbûn. Me nedixwest ew were. Lê îsrar dikir. Ev pîvanek şoreşgertiyê û fedaîbûnê bû. Di dawiyê de hevalan pêşniyara heval Arîn û heval Dorşîn jî qebûl kirin. Em ê 4 hevalên jin û 11 hevalên xort ber bi Kobanê ve birê ketiban.

Hemû hevalan îsrar dikir ku bên kobanê. xwesteka hemû hevalan ev bû ku kobanê û gelê kobanê biparêzin. Ji hemû hevalan ev şens êdî yê me 15 hevalan bû. Em dihatin Kobanê û me yê ji bo gelê berxwedêr yê Kobanê şer bikira.Ji ber vê em kêfxweş bûn; lê me li pişt xwe hevalên xwe dihîştin û em ji bihuşta xwe warê Egîd’an dûr diketin ji ber vê jî dilê me tije hesret û bêrîkirin bû.

18’ê Îlonê; êdî dema birêketinê hatibû. Hevalan ji me re cilên sivîl amade kiribûn. Me cilên sivîl li xwe kirin. Lê ji ber ev demek dirêj me cilên sivîl li xwe nekiribûn me hemû hevalan şerim dikir. Kê/î cil li xwe dikirin destpêkê sor û şîn dibû ji şerman û derdiket pêşiya hevalan. Heval Arîn jî cil li xwe kirin lê dikir û nedikir nedikarî bê nav hevalan. Herî dawî me bi zorî heval Arîn bir cem hevalan. Dema em çûn ji ber şerma vê hemû heval di carekê de pêkeniyan. Di kêliyekê de warê Egîdan dîsa bi kena şervanên azadiyê hate xemilandin.

Hevalan di çarçoveya şerê Kobanê û şerê bajaran de civînek çêkirin. Piştî civînê cara dawî hevalan qelî û fêkî anîn. Bi henekî gotin: “ka heval werin cara dawî qelî û fêkiyên warê Egîdan bixwen.” Me xwarina nîvro xwar. Dema saet bû 2 êdî dema birê ketinê hatibû. Kêliyên herî bi êş yê jiyana şoreşgertiyê, kêliyên xatirxwestinê destpê kiribû. Wê kê xatirê xwe bixwestiba? Wê dilê kê/î ewqas qewîm baya ku destê xwe bide destê hevalên xwe û ji bo cara dawî xatir bixwaze.

Şer dijwar bû û her kêlî îhtîmala şehadetê hebû. Hemû hevalan weke ku cara dawî me bibînin li me temaşe dikirin. Hemû hevalan dixwestin li şuna me ew biçin. Hemû hevalan dixwestin ev fîşeka li me bikeve, li şuna me destpêkê li wan keve. Her kesî dixwest li şuna me ew wê êşê bikişînin. Zehmet bû. Kêliyên xatirxwestinê kêliyên herî zehmet bûn. Qutbûna ji hevalên herî hêja, qutbûna ji buhiştê, qutbûna ji warê Egîdan zehmet bû. Belkî jî tişta herî zehmet bû. Lê em şoreşger bûn û me timî bi zorî û zehmetiyan re têkoşîn dikir, dema têkoşîna bi vê zehmetiyê re jî hatibû û têkoşînek nû destpê dikir. TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê!

Hemû heval kom bibûn û me yê xatirê xwe xwestiba. Ne destê me ji hevalan, ne destê hevalan ji me nedibû. Me hemû hevalan dixwest çend deqeyêndin jî bi hev re bin lê dem dibûrî û kêliya xatirxwestinê her ku diçû nêz dibû. Çawa em birê ketin qirika hemû hevalan tije girî bû û çavên me tevan tije bûn. Çawa me gava xwe avêt û em bi rêketin, ev tava ku beriya kêliyekê laşê me dişewitand çû û baranê destpê kir. Ev taviya baranê ji kur hatibû me nedizanî. Baranê dinava çend deqeyan de her der kir herî. Êdî me gavek davet du gav paşve diçûn. Cilên me hemû şil bûn. Cade bû herî. Êdî wisa li cadê hatibû ku wesayitê nedikarî tê de here. Baran nedisekinî û em di bin baranê de ber bi wesayitê ve dimeşiyan.

Herî dawî hêdî hêdî em hemû heval gihîştin ber wesayitê. Hevalan torenek çêkirin û li benda me bûn ku em xatirê xwe ji wan bixwazin. Ji hevalên em bên Kobanê hemû hevalan digot: “heval ti destpêkê here” hevalê din jî bi gotina: “Na heval. Bila hevalekdin biç e” pêşengtiya xatir xwestinê hewaleyî hevalekdin dikir. Kesî nedixwest xatir bixwaze. Ji ber me dizanî ji bo gelek hevalan û ji gelek hevalan xatir xwestin wê xatirxwestina dawî be. Dibe ku carekdin me tu heval yan jî pir kêm, tek û tuk heval bidîtana.

Heya vir me dikarî ev giriya di qirika me de asêmayî bigrin. Bi kêliya xatirxwestinê re em nêvî hevalan giryan. Herî dawî hevalê Heqî bi dilek tije hezkirin “Heval binêrin ne tenê hevalên we, warê Egîdan jî ji bo we digrî!” Rast e! Ne tenê hevalên me, yê esas hêsrên çavan dibarandin warê Egîdan bû. Wargehên azad bûn. Wargehên Azad nedixwest zarokên xwe bide. Wargehên Azad herî zêde ji zarokên xwe yê Şoreşger hezdikir.

Pir zehmet be jî me xatirê xwe ji hevalan xwest û em 15 heval ji warê Egîdan ber bi Kobanê birê ketin. Dema em bi rê ketin û heya wesayit ji hevalan ve xuya dikir jî heval hîna li ser cadê bûn û li wesayita me temaşe dikirin. Baran hîna bi hemû leza xwe dibariya. Her ku baran dibarî, dilê me digirya. Her ku dilê me digriya em hîn zêdetir ji warê Egîdan û ji Zarkên warê Egîdan, ji van jinên Serhildêr û biheybet yên warê Egîdan dûr diketin. Gelek zehmet be jî me xeyalên xwe emanetî warê Egîdan kirin û em ji wir dûr ketin. Çawa em ji warê Egîdan derketin baran jî sekinî. Êdî warê Egîdan jî xatir ji me xwestibû… Lê em? Me xatir nexwest. Me nikarî xatirê xwe bixwazin. Me vê rojê soz da warê Egîdan ku kî ji me sax be ew ê teqez rojekê vegere…

Heval Arîn di wesayitê de got: “heval! Mêze kî li Kobanê şehîd nekeve, bila rojekê li şuna me were warê Egîdan.” Heval Arîn beriya vê jî carekê got: “ez wisa hîs dikim ku ez 23 saliya xwe nabînim.” Heval Arîn hîs dikir wê şehîd bikeve. Ji ber vê di rê de yê herî hestyar û bi wate xatir ji warê Egîdan xwest yek ji van hevalan jî heval Arîn bû.

Em ber bi Kobanêbir ê ketin. Dema em derbasî Kobanê bibûna li ber deriyê Murşîd Pinarê tije polîs û leşkerên Tirk bû. Tirsa me ev bû ku em ji aliyê Dewleta Dagîrker ya Tirk ve werin girtin. Ji bo ferq nekin ku em hevalin me pêwîst bû em pir hişyar nêz bibin. Heval Arîn porê xwe kiribû kezî. Dema min porê wê wisa dît min mudahele kir:

“heval Arîn keziya xwe veke. Wisa nabe. Yê dijmin me ferq bike. Kesê sivîl porê xwe nake kezî.”

“Heval Zîlan wele ez porê xwe navekim. Ez ji porê berdayî hez nakim. Ji xwe bi zorî min cilên sivîl li xwe kirin. Bila porê min kezîkirî bimîne.”

“heval Arîn wele nabe. Mêze yê dijmin ferq bike. Polîs û tîmên taybet li ber derî pir in. Wê bala wan bikişîne. Ka bîne ez keziya te vekim.” Heval Arîn bi ruyek li ken:

“Heval Zîlan! Keziya min veke ama belkî ez şehîd bikevim. Te seherê keziya min hunad belkî tu carekdin porê min nekî kezî.”

Heval Arîn rast digot. Ev cara dawî bû min porê heval Arîn kir kezî. Min ev kezî jî bi destê xwe vekir. Dema heval Arîn şehîd ket destpêkê ev dîmen û ev gotinên wê hatin bîra min. Eger min bizaniya ev kêliya dawî ye û ger min bizanibiya ew ê şehîd nekeve min ê bi destê xwe li wir her du destên xwe qut bikiran lê min keziya Rêhevala xwe venedikir.

Piştî deriye Murşîd Pinarê em êdî li Kobanê bûn. Çawa me asayiş derbas kir, me her çar hevalên jin li hev temaşe kir. Ev cara yekem bû me lingê xwe davêt ser axek azad. Cara yekem me li Kobanê hestên azadiyê jiyan kirin. Heval Arîn li me temaşe kir û keniya. Em her çar hevalên jin piştî kena heval Arîn bi hev re keniyan. Roja din em ev koma bi hev re hatibûn Kobanê ji hev qut bûn. Koma me bû du beş. Em komek heval çûn eniya rojavayê Kobanê, heval Arîn û hevalêndin jî çûn eniya rojhilatê Kobanê. Bi şev me sicîlên xwe da û wêneyên ji bo sicîlan kişandin. Serê sibehê em ji bo cara dawî her çar hevalên jin li cem hev rûniştin. Di dawiyê de me hemû hevalan xatirê xwe ji hev xwest. Heval Arîn û heval Dorşîn çûn eniya rojhiatê Kobanê, ez û heval Dîlan jî çûn eniya rojavayê Kobanê. dema em li wesayitê swar bûn û birê ketin demamin li pişt xwe mêze kir hemû heval li ber derî bûn. Heval Arîn bi rûyek tije ken destê xwe ji me re dihejand. Heya wesayit ji pişt kolanê wenda bû jî heval Arîn hîna li ber derî sekini bû û destê xwe ji me re dihejand…

Silav û Rêzên Şoreşgerî

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close