RÊBER APO

Ger Azadî Hêsan Bûya Ronahî û Bêrîvan Xwe Nedişewitandin

Rêber Apo

Ecêb dimînim, çima hun me fêm nakin? Îca keçên ciwan ên wek we çima fêm nakin? Xwediyên wê berxwedana mezin rêhevalên Ronahî û Bêrîvan, bi taybetî jî rêhevala Ronahî, rêhevaleka ku bi me baş têgihîştiye. Jixwe me vê di rapora wê de jî dît. Di raporekî din de dibêje, “Ez, ji duyemîn civîna çapemeniyê ya di pêvajoya agir bestê de pir bandor bûm. Tevî ku hun ewqas derfet diafirînin, ji jinan û her cure pêşketinê re destek didin, di nava me de hê jî yeka di wê astê de tune. Her wiha pir ked hatiye dayîn. Bi zanebûna xwe yên ku kesayetiyeke rast girtine zêde nîn in. Her ku ez partiyê nas dikim zêdetir pê ve têm girêdan. Dema ku ez kesayet û bûyer, rasteqîna şer û qoxanê dinirxînim, yên tên xwestin ku pêwîstiyê girêdanê ne û carna jî hewl didim ku zêdetir bidim.’’ Çawa ku min got, şêwaza wê vebir e, bi ya min pir girîng e. Divê hun jî hindek biramin. Riya jiyandina bîranîna wê, weke wê di gihîştina hêza têgihîştinê û xwedîbûna disîplîna jiyaneke saxlem de derbas dibe. Di nava we de hinek kes dibe ku bixwazin bibin layiqê wê. Bi taybetî pêvajoya jiyana xwe ya ku bi PKK’ê re bûye yek ka çawa girtiye dest û çawa xwe pêgirê vegûherînê kiriye fêm bikin. Bi taybetî ev di dest nivîsên wê de hene. Li vana binêrin, fêr bibin û rêzdar bin. Ji ber ku ev nirxên mezin in. Ger azadî hêsanî ba, wana wê riyê nediceriband.

Rêhevala Ronahî di hevokeka xwe de dibêje, “Serokatî giyan û can dide a girîng vê derbaskirina jiyanê ye!’’ vê yekê bi çalakiya xwe şewitandinê derbasî jiyanê dikin. Ev, bûyereke mezin e. Heke hun jî hindek durust bin, wê wêrekî û fedakariya ku hun dibêjin ka çi ye, bibînin û fêhm bikin. Her ku ev çalakî li ser navê me tê çêkirinê, em jî neçar in ku rêzdar bin. Ma gotina, “Em erzan jiyan’’ qet li we tê? Ez li wan kesên ku li hember nirxan dikevin berovajiyê şaş dimînim. Qet naxwazim dilê xwe bi wana bişewitînim. Her ku hun bi van nirxan ve ne girêdayî bin, bi misogerî em nikarin we têxin şûna zilaman. Ev jî qewîtiya wan û girêdana bîranîna wan diderbirîne. Ezê, ka ew mirovên çawa bûn, keçên ciwan ên çawa bûn û di nava azweriya jiyaneka çawa de dixwestin bimînin, bizanibim û biriya xwe bidimê. Bi misogerî ezê wisa bikim. Ji min tiştekî din nepên. Hun çiqas hatibin xistin, hun çiqas xafîl bin bibin, jiyana wan ji bo we fermana herî mezin e. Her ku hun endamekê artêşa egîdan e, hunê bi gora vê fermanê bijîn. Hun dibêjin ku, em dixwazin werin Tevgera Azadiyê û werin nav artêşa jinê. Wê demê serleşkerên vê wisan in û bi gora vê hunê tevbigerin.

Ez bi xwe jî di xizmeta wan de me. Ew mirovên di jiyanê de tiptijî bûn. Dahûrîneke jiyanê heye, lê binêrin, hunê di nava şaşwaziyê de bimînin. Pênaseyên zayendîtiyê hene, dibêjin; “Sehaya herî zêde ku jin û zilam hevdû dixapînin!’’ Çi nirxandineke mezin e! Yanî dibêje, “di navê de lîstik heye!’’ sextetî û koledarî heye. Dibêje, “Azadiya wê pir zor e!’’ Dibêje, “çi mixabin em nebûn nasdarê wê azadiya çawa ku Serokatiya Partiyê dixwaze!’’ Lê weke hedefekî datînin pêşiya xwe. Tebî ev dibine nirxên ku pêwîst e hun pê ve girêdayî bimînin. Wisa bi hezaran hene. Hê jî ku bê gotin, “Me fêm nekir, me pêwîstiyên wê neanî cî’’ qet ne tê pejirandin, ne jî bahane tê hesibandin. Hun ciwan in, egîd in, hunê bi can û dil tevlî van nirxan bibin.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close