ŞEHÎD

Fermandarê Şer Rizgar Amanos

Şoreşa Rojava tê wateya serîrakirina dagirkeriya pergalê ye. Naskirina vîna gele xwe, azadiya welatê xwe ye. Di vê şoreşê de wek wek şoreşgerek cihê xwe girtin gelek bi wate ye. Heman demê vînek mezin barek girane. Çarenûsa gelê te bi tevlîbûna te yê şoreşê re girêdayî ye. Ji ber wê şoreşgerê Rojava vê axê mîna qibleyekî girtin dest. Ji ber zanîbûn azadbûna Rojava azadbûna Rêber Apo û Rojhilata Navîn e. Ew şoreşger heya kêliyê xwe yê dawî bi vê ferasetê tevlîbûn û bûn şehîdên vê şehîdan bû.

Heval Rizgar 2013′ an de di vê şoreşê de ciyê xwe girt. Mîna wateya navê xwe tevlî vê şoreşê bû. Heval Rizgar di kesayeta  xwe de  şoreş avakiribû. Ji şoreşê cûdatir jiyanê ji xwe re ne pejirand. Ji ber vê li hemberî vê pergalê serî netewand, radest nebû. Armanca wî tinekirina dagirkeriyê bû. Ji ber vê, bi sekin tevlî dibû. Bi wijdan û birûmet bû.

Heval Rizgar Fermandarê şer bû. Efsaneyê şer ê Rojavayê Kurdistanê bû. Di şerê germ û pevçûnan de guman di dil de nedihişt, bê baweriyê ji holê radikir. Bêyî ku dudilî bibe, bê metirsîdar diçû ser dijminê xwe. Bi şewaz û taktîkê xwe yê şer dijmin bi hêrs bû. Dema heval Rizgar şer dimeşand him rexistin him jî hevalên wê piştrast bû. Di encam de her serkeftî bû. Heval Rizgar li hember hêzên erîşkar Cephet el Nusra, Ehrar el Şam û DAIŞ ê şer kiriye. Herî dawî li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de şerê xwe yê bi heybet di erdnîgariya Efrînê de bi westatiyek taktîkî ya bi bandor meşandiye. Bi lehengbûn û wêrekbûna xwe bi ruhê fedayî heya guleya xwe ya dawî şer kiriye û gihîştiye şehadete.

 

 

Parvekirinê wek vê

Close
Close