LÊKOLÎNNETEWA DEMOKRATÎK

Federalî Çiye û Bingeha Wê Ji Kur Tê (1)

FOZA YUSIF

Ji destpêka dîrokê de ji bo parastinê, mirovan weke rêbaza parastinê kombûn esas girtine. Bi demê re ev kombûn weke qebîleyan hatiye bi nav kirin. Bi zêdebûna mirovan re qebîle bûye Eşîre û mirovan xwe weke eşîre rêxistin kirine.

Bi zêdebûna mirovan re erkên parastinê, xwe rêxistinkirinê jî pêşketiye. Vê pêdiviyê mirov hîn zêdetir nêzî hev kirine. Ji ber vê bi rêbaza qebîleyan, eşîreyan jî bi hatina cem hev û li ser esasê parastinê xwe parastine. Di vê pêvajoyê de em rastî federasyona Eşîreyan tên ku li Rojhilata Navîn pir zêde li pêş e. Di vî warî de Federasyon bi xwe tê wata yekitiyê. Hevkariya Eşîreyan nayê wateya ev Eşîre bê îrade dibin û hemû mafên wan ji dest diçin. Eşîre bi federasyonê dibin hêzek hîn mezintir. Lê di heman demê de hemû Eşîre xweseriya xwe diparêzin û di heman demê de xwedî mafê xweser a xwe bi rêvebirinê ne. Tevahî Eşîreyên di nava federasyonê de bi temamî nakevin bin tesîra Eşîreyên mezin. Li gel federaliyê, serokê hemû Eşîreyan heye, li gel pergala federaliyê ev Eşîre xweser jî xwe rêxistin dikin. Dema êrîşek li ser Eşîreyekê pêş dikeve, hemû Eşîreyên di nava federasyonê de alîkariya wî dikin. Dema Eşîreyek şaşitiyê jî dike û derdikeve derveyî zagonên federasyonê jî bi heman awayî Eşîreyên di nava federasyonê di derbarê wê Eşîreyê de biryar digrin.

Herî zêde em li Kurdistanê rastî federaliyê û yekitiya Eşîran tên. Li Kurdistanê ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro jî li gelek ciyan gel bi federasyon û yekitiya Eşîreyan re xwe diparêze û xwe bi hêz dike. Ji ber vê em nikarin bêjin pergala federasyonê bi Îsvêç û Emerîka re destpê kiriye. Federasyona ku li wan welatan jî dimeşe bingehê xwe ji federasyonên Eşîreyên li Rojhilata Navîn digre. Roja îro di gelek nêrînan de hişmendiyek wisa derdikeve ku her tişt li Ewrûpa û Emerîka destpê kiriye. Lê dema em li mêzîna dîrokê temaşe dikin, em dibînin ku beriya li Ewrûpa, li Rojhilata Navîn li şûna hiqûqê exlaq, li şûna pergala desthilatdariyê pergala Dayik – Xwedawend û paşê jî weke berdewamiya çanda hevgirtina dayikê federasyon pêş ketine.

Rast e! Di demên berê de weke roja me ya îro zagon û qanûnên federasyonê ên nivîskî nînin û weke pergalekê nehatiye pênase kirin lê di halê xwezayî de li şûna qanûnan li gor exlaqê civakê xwe rêxsitin kiriye û bi demê re şekil û şema xwe girtiye. Roja me ya îro jî dema em li pergala federasyonê temaşe dikin, em rastî halê wê yê zagonên nivîskî û xwedî şekil û şema tên. Ji ber vê sedemê ger em federasyonê weke çanda yekitiya di navberê gel û Eşîreyan de bigrin dest wê nêrînek hîn rastir û xwedî bingeh derkeve holê. Lewra em dikarin bêjin federasyon ji bo parastinê hatiye avakirin û di heman demê de pergalek civakî ye û di xizmetê civakê de ye.

Roja me ya îro federasyon weke halê hîn berfirehtir û şekilgirtî di 2 beşan de tê destgirtin û şîrove kirin. Li gor vêna:

  • Federasyon di navbera çend dewletan yan jî çend netewan de tê çêkirin û aliyê wê yê siyasî hîn li pêş e.
  • Her wiha weke federasyonên olî û çandî jî di navbera civakan de tê avakirin.

Di vir de ferqa esasî ku pêwîste em bibînin tesîra desthilatdariyê ye. Çawa ku desthilatdariyê her tişt xistiye bin tesîra xwe, şiklên federasyonê jî xistine bin tesîra xwe û her kes yan jî netew û dewlet jî dema di federasyonekê de ciyê xwe digrin, ji berjevendiyên civakên xwe zêdetir desthilatdariya xwe difikirin û li gor vê qada ku em weke parastin û yekitiya gel û civakan bi nav dikin jî, dixin bin tesîra xwe û ji bo xwe bi kar tînin.

Di pergala dewletê de hemû bajar yekser bi navendê ve girêdayî ne. Di vê pergalê de biryarên tên girtin, hemû ji navendê tên girtin. Ew navend jî weke paytext tê bi nav kirin. Di van paytextan de Meclîsa Zagonsaz û wezaret qanûn û biryaran derdixin. Pergalê jî bi vî awayî ji merkezê bi rêve dibin.

Di pergala federaliyê de pergala rêvebirinê û qanûnên rêvebirinê hîn cudatir in. Li gor dewletê em dikarin bêjin; pergala federaliyê hîn demokratîk û xweser e. Berovajî qanûnên dewletê, di pergala federaliyê de her herem û bajar dikarin li gor xweseriya xwe di derbarê xwe de biryar bigrin û bixin meriyetê. Di pergala Federasyonê de navend nikare mudaxele bike. Karên xwe yê hundirîn hemû bi xwe dikin. Tenê di mijarê dîplomasî û parastinê de navendê esas digrin.

Yanê di pergala federaliyê de navend ji bo meşandina têkiliyên derve, parastin û ji bo îtîfaqên tîcarî yên mezin xwedî erk in. Rêveberiyên Federal herî zêde bi van mijaran re mijûl dibin. Di derbarê rêvebirina karên hundirîn û navxweyî de jî rêveberiyên heremî xwedî erk in û ew bi însîyatîf û hêza xwe dimeşînin.

Ya herî giring ku em di vir de fam bikin ev e; weke dewletê pêwîst nake navend di derbarê her tiştê me de agahdar be. Ango pêwîst nake Şam bizanibe pêwîstiyê herema Cizîrê bi çi heye. Herema Cizîrê bê navend jî dikare pêwîstiyên xwe bîne cî. Beriya Şoreşa Rojava ev pergal ne bi vî awayî bû. li Kobanê û Qamişlo çi çêbûbaya pêwîst bû xeberê Şamê jê çêbe. Di pergala federaliyê de rêveberiya hereman bi xwee did derbarê xwe de biryar dide û pêk tîne. Ev heqê rêveberiya heremî heye.

Cardin li gel ku di federaliyê de karê dîplomasî, parastin û tîcarî erka navendê ye jî, hemû herem di çarçova xwe de dikarin li gor pêwîstiyên heremê di nava xwe de têkiliyên dîplomasî, parastin û tîcaretê bimeşînin. Hemû heremên di nav pergala federaliyê de ciyê xwe digrin dikarin di çarçova sînor û ciyê xwe de vê xebatê bimeşînin. Mînak di navberê netewan de li heremekê pisgirêk derketine, rêveberiya heremî a federaliyê dikare vê pirsgirêkê bêyî ku navendê jî bixe nav de çareser bike. Yan jî li gor pêwîstiyên xwe dikare hêza parastinê ava bike ku tenê bajar û hermên wan biparêze.

Ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro gelek pirsgirêkên civakê yên weke demokrasî û wekheviyê derketin. Di gelek welatan û dewletan de mezehebekê li mezhebekdin, netewekê li ser netewekdin, qewmekê li ser qewmekdin xwe ferz dike û dixwaze serwerî û desthilatdariya xwe li ser bisepîne. Di pergala federaliyê de berovajî hişmendiya nîjadperstane, gelek qewm, netew, çand û ziman hene. Her yek ji wan xwedî nasname û xweseriyên cuda cuda ye. Her yek ji wana dikare di nava pergala federaliyê de cuda, li gor xweseriya xwe, xwe rêxistin bike û mafê hemûyan wekhev e. Di dewletan de ev rêbaz weke rêbaza nîjadperestane a yek ziman, yek al û yek çand derdikeve holê. Li hemû welatan de tenê zimanek fermî heye. Di pergala federaliyê de li gor pêwîstiyên civak û neteweyên di nava pergala federaliyê de dikare 5 ziman û al jî bibe ziman û alên fermî. Yanê kîjan herem bi kîjan zimanê diaxive, li wê derê bi zimanê xwe dixwîne, perwerde dibîne û mezin dibe.

Weke çarçova federaliyê em dikarin bêjin, pergala federaliyê hîn zêdetir nêzî demokrasî û wekheviyê ye û dermanê nakokiyên di Rojhilata Navîn de ye.

Wê Bidome…

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close