
Daye ger ku bimrim
Min bişîne rojava bi dilopên baranê re
Daye ger nemrim min bişîne Rojava
Bi baskên hechecîkan re
Ger bimînim jî, bimrim jî min bişîne Rojava
Di dilê min de hespek dîn
Di çavên min de baranek sondxwarî
Li deste min de çeka şehîd Çekjîn
Min bişîne Rojava dayê bimrim jî nemrim jî
Qevdên gulên hesreta kurdan
Çemê ku bi axîn û zarîna me lal bûye
Teyrên ku baskên xwe ji
Dilsoziya şehîdan çêkirine
Herin Rojava herin Rojava!
Kulîlkên xwînê
Jana birînê
Êşa şikestina dil
Necin Rojava werin ba min
Da ku rojava bi min şad be
Daye em bibin darek zeytûnê
Bazinek bin xetê
Şekirek eydê
Daye em bibin civîk û bilûr
Nane tenûrê, têla tembûrê
Daye em dest bi dest biçin Rojava
Bibin Amed Rojava, Xerzan Rojava
Mehabad Rojava, Hewlêr Rojava
Xewnên min li hespêkî dîn siwar kin
Hespê sond û qesem zîn kin
Kurdistana dilşad lêkin
Ber bi Rojava ve birêkin
Terme min bi hespekî dîn siwar kin
Hêviya min lê bar kin
Kenîna zarokên Helepçe
Û şîna hêsîrokên baranê
Min ber bi Rojava ve birêkin
Bi hêvî û hesreta ku gavek zûtir werim
Ba te Rojavaya min
Têm destê, têm çavên te
Girtîgeha Gebzê