HELBEST

Ew Şervanên Çiyayê Kurmanc in

Serkêş Riha

Zarokê Mezopotamya ne,

Gelê Medya û Arî ne,

Neviyê Şex Seîd û Seyîd Riza ne,

Ew şervanên çiyayê Kurmanc in,

Têkoşerên Kurdistanê ne,

Agirê Berxwedana Serdemê ne,

Fedaî yê Rêber Apo ne,

Ew şervanên çiyayê Kurmanc in,

Waye disa çûn cengê ,

Nav şer û cengê giran,

Ber tanq û bin balafiranda,

Ew şervanên çiyayê Kurmanc in,

Evindarê Efrînê ne,

Ji doza welat har û dînin,

Şerkerin, serbilind in,

Ew şervanên çiyayê Kurmanc in,

Şûrê xwe kişandine,

Pêşiya neyaran ketine,

Sonda xwe bîr nekirine,

Ew şervanên çiyayê Kurmanc in,

Dibe ku qet qetî bibin,

Canê wan hûr hûrî bibe,

Û laşe wan peyda nebin,

Nav zeytunan de winda bibin,

Bila zarokên çiyayê Kurmanc werin,

Ser axa zêrîn kulîlkên sor daynin,

Kes nerijînin hêsrê çavan,

Bigrin govend û dîlan,

Kes nebêje ev tenê ne,

Ev dîlan de veşartîne,

Kes nebêje ev bêxwedî ne,

Ev şehîdên Efrînê ne.

 

 

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close