HELBEST
Ev Der Bajarê Kobanê ye

Mahîr Bagok
Ev der baxçeyê Kobanê ye.
Derîzgeha li vir
Sirûş daye dilêran
Şîlanên li vir
Av daye li giyanê çavreşan,
Ev der jiyana hebûnê ye
Kîbela kurdê de
Kotonêya esmer
Xemzeya bêhînkûf e
Ji avzêma berxwedanê diherike bêriya hîmdar
Ev der rihê Kobanê ye
Keleha bê manendi
Xeleka vejînê ye
Ji çirûskên vîna hevgirtî
Ev der erdnîgariya Kobanê ye
Peymana çarenûsê tê honandin
Xewnerojkên xwe,
Dineqişînin li nîgarê Rojhilata Navîn
Nexşeya dahatûya li vir rênîşana rê jinê ye
Ev der ” KOBANGRAD” e
Li vir
Tên strandin sirûdê dozê
Bi hîngorê re
Stêrkên rûgeş peyda dibin li rûmetê
Bi berbangê re
Newaya azadiyê hembêz dikin li Rojê
Ev der bajarê Kobanê ye
Derîzanê jiyanê
Li vir
Derbas dibe dilşadiyê
Ev der bajarê Kurdistanê ye
Deriyê bûneweriyê
Li vir
Dibuhure sterojan
Li vir
Diherike cengê
Deriyê destanê
Li vir
Diçe dîroka şoreşê.
Girtîgeha Tokat Tîpa T