RÊBER APO

Em Rêya Navîn Bi Dijwarî Rexne Bikin, Maskeyên Di Nava Partiyê De Bixinîn.

Di giştî dîroka xwe ya Partîyê de pêşketina rêya navîn me bi awayekî dirêj lêkolîn kir, di her demekê de şêwazê derketina wana bi kurtasî me nirxand. Taybetmendiyekî wê ya herî diyar;  her tim xwedî li bîryarên rast derdikeve, yanî di navbera xwe û Partiyê de ti nakokiyan ava nake.  Kîjan ji wana di kîjan demê de li pêş be, hewl dide ku bi wî re bimeşe.  Bi kurtasî navbera xwe bi kesekê re xira nake, lê her tim wekî  meyîlekê  dixwaze  xwe  bide jiyan kirin.  Ew taybetmendiyekî wê ya girînge.  Yanî  hewldanên  tasfîyeger an jî  berhevdanî-hezîmet(bozgunculuk)  hebe, heger ku ditepisênin bi wana re ye; heger meyîla şoreşgerî an jî ya berxwedanî xurt be, bi wana re jî navbera wî baş e. Zêde navberê bi wana re xira nake, bi herdu aliyan re jî diaxife, bi herdu aliyan re jî têkiiîyê wî baş e, li hev dike; lê dixwaze her tim li ser herduyan re be,  ji herduyan re xwe biha bifroşe,  di çavên herduyan de jî jiyan bike. Bi vî awayî bê ku navbera xwe bi ti aliyan re xira bike jîyankirinê, weke  şêwazekê jiyanê dihesibîne. Bi her kesekê re baş dijî, navbera xwe xira nake; bi Rêbertî re jî, bi yên tasfiyeger re jî baş jiyan dike. Li hemberî bûyeran di dema xwe de helwest nişan nade, lê piştî ku helwest tê girtin û maske dikeve, bi awayekî herî hişk ser de diçe. Dî dema xwe de erka xwe bi cîh nayîne, lê piştî ku her tiştek diqewime û diqede, ew car jî dibe dijberekê misoger ya tasfiyegerî ye. Dîsa, di vê mijarê de qaşo pir giredayî  Rêbertî ye. Ji bona talîmat amade ye, lê bi rastî di cewher de wî pêk nayîne. Tenê ji bona ku ya tê dîtin de xwe xillas bike wisa dike, ji bona bertekên Rêbertî an jî yên jorên wê nekşîne li ser xwe bi wana re têkiliyên baş ava dike.  Bi qasî ku kadroyên li kêleka xwe ve têkiliyekî baş ava bike,  du tiştên dijberê hev jî di heman wextê  de, li gel hev dikare qamûfle bike û peşkeş bike.   Wana hemûyan jî ji bona bi wana re navbera xwe xira neke, bandora xwe berdewam bike,  dike. Di vê wateyê de di Partiya me de rêya navîn heye û tahlûkeyekê cîddî ye.

Di kar û xebatên şoreşgerî de , gelek  ronakbîrên  ku wekî pelên  bêbandor belavela  dibin, wisa hema  bi her şiklê dikare bibe,  çalekî  bûye  an nebûye,  rêxistinbûn pêşketiye- neketiye ,  zêde  pê  re eleqeder  nabe ; hewl didin îdare bikin, di  nava gûmanên bi awayekî lez û bez xwe biavêjin aliyê din ya sînor dijîn,  di gotin de ya radîqal(keskîn) in , lê  di rastiyê  de  ya ku jiyana  xwe tu caran nakin tahlûkeyekê  de,  lê her tim jî di  nava xwepêşandanên(gösteri)  çalekiyan de nişan didin,  derfetên heyî li gorî şert û mercên rast seferber nakin. Pir kesên ku wisa xwe ronakbîr dihesibînin di  nava hesab, qûrnaztî û maskeyên  ku  ka  bi van derfetan wê heya çi çaxê bikaribin xwe biparêzin, bilind bikin, bidin jiyan kirin.

Evna xwe wekî ku gelek tiştan dizanin nişan didin, lê di rastî de tenê  ji bona pêşiya pêşketinan tevlîhev bikin teorî  dikin.  Wekî kesên gelek pratik bi rêve dibin xwe nişan  didin. Lê ji bona pratik pêşnekeve ve pratîkbûne peşkeş dikin.  Ew jî kirine taybetmendiyekî pir ketî,  pir namerd û pêngava dîroka gelê me ya herî xurt difetisînin û hewl didin ku asteng  bikin.  Aliyê wê ya herî bi êş jî,  dema ku vî dikin bi rastî jî wekî  berhevdanên(bozguncu)  yên  tasfiyeger bi awayekî eşkere kirina wana ye.

Ne zanebûnekî wî ya teorik,  felsefîk,  sîyasî an jî agahîyekî wî heye, ne jî mîlîtantiyekî wî ya xurt ya cîddî heye.  Bi her tiştê re eleqeder dibe, lê nirx nade tiştekê jî.  Li ser her tiştî xwe dide meşandin lê her tim gelek tiştan tevlîhev dike.  Ji ça dixîne, hêsan  û  sivik dike. Xwe dide mîlîtantiye, lê bes mîlîtantiyê bi şiklekî dike,  teoriyê şiklekî dike.

Di vê mijarê de, tewişandinên(yalpalanma) ku bêhna dudiliyê, bêbîryariyê jê tên, wekî ku ji me re jî,  Partiyê re jî gelek zerar dide, di dema xwe de nehatine  teşhîs kirin, rêbazê tedaviyê pêşnexistiye û dibêje wisa jî dibe, bi vê rengê jî dibe;  di filan demê de dibe, di vê demê de jî dibe em xwe ji wana xilas bikin.

 

Parvekirinê wek vê

Close
Close