HELBEST

Efrînê

Efrînê Efrînê

Wêneya te di keleha dilê min de

Birca herî bejin bilind e ku

Destê tu kesî nagihijiyê

Efrînê

Dengê te di nav orkestra dilê min de

Bilûra şivanê çiyayek ji çiyeyken asê ye ku

Tu kes nikare rê bibe ser

Efrînê

Efsanaya te di pitûka dilê min de

Bi mîxnivîskê kolaye ku

Tiştek nikare jê bibe

Efrînê

Helbesta te di lênûska dilê min ê xalî de

destpêkiriye ku

Tu kes nikare bixwîne

Efrînê

kanîka te di nev deryayên dilê min de

zelale û diherike ku
kesek nikare pêşî lê bigre

Efrînê

Tu di qubleya dilê min de

Sonda herî giranî ku

Kesek nikare hilgre

Ji Girtîgeha Gebze yê

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close