LÊKOLÎN

Dogmatizm Xwe Ji Rastiyan Re Girtine

Afiran(yaratım) û sazîbûnên bîrdozî, di pêşveçûn û veguherîna hişê mirovan de, xwedî cîhekî herî girîng e. Afirandînên mîtolojîk û şêweyên îbadetê yên Sûmeriyan, di xebitîna saziyên seresazî(üstyapı) û binesazî(altyapı) yên civakê de, rolekê rûnkirin(yağlama) û benzîn dileyîzin. Pêşnûmayên(tasarim) bîrdozî yên Sumeran, roja îro jî mirovan di nava şaşwazî(şaşkınlık) û heyrantiyê de dihêle. Teolojî(zanistîya Xweda) û avahiyên mitolojik yên ku bingeha wêje ava dike, li ser bîrdozîya dîroka şaristaniyê dibine pêşnûmeyên herî zêde bibandor. Her ku lêkolîn pêşdikevin ew hîn baştir te fehm kirin. Di bingeha hemû dogmayan de jî, ramana Sumer, cîhekî girîng digre. Eşkereye ku, perestgeha Sumer cîhderka(ana rahim) dewletê ya sereke ye. Weke ku vê dawiyê dibêjin; dewlet, îfadeya zanistî ya hiş û aqlê mirovan nîne, berovajiyê vê, îfadeya teolojîk û dogmatîk e. Ez tarîfeke nû û sade peşkeş dikim: Şaristanî û weke cewhera wê; dewlet, di merhaleya destpêke yê avabûna çînayetî(sınıf) de, îfadeya teolojîk ya têgîna dogmatik yê ku hîn ramana zanistî ava nebûye. Di bingeha wê de zanist nîne, dogmaya baweriyê heye. Her wiha di vê wateyê de, amûra herî derserdemê(çağdışı) dewlet bi xwe ye û şêweyên wê yên klasîk ku bi gel re nabe yek e.
Aliyê vê şêwazî raman û baweriyê ya herî xeter, taybetmendiya wê ya dogmatîk a ku herî bi hêz e. Ev dogmatîzma ku li ser hişmendiya mirovan de hatiye sazkirin, gelek veguherîn derbaskirine û di bingeha hemû dogmatik û baweriyên ku heta roja me ya îro hatine, cîh xwe girtiye.
Hişmendîya civakî ya ku bi mîtolojî û dogmayên olî ve hatiye pêşxistin, baweriyeke ku yan bi temamî kolebûne re yan jî bi teqezî xwe bi spartin û fedakirina hinekan re bikaribe bijî îfade dike. Di bingeha vê şêwazî hişmendiyê de, dûrketin yan jî dervayî dogma, bawerî û şêweyê îbadetê bûyin, bi mirinê û tunebûne re tê heman wateyê. Ev cezayê herî mezin e. Hêz û bêhêziya bîrdoziya dogmatik jî, di vê taybetmendiya wê de veşartiye. Şexs, weke têkildarekî civake ya bêlêpirsîn a teqez dide girêdan. Di sazîbûneke wisa ya bîrdozî de, civak, bi rêya sembolên ku baweriya xwe pê tîne û hêza ku li nirxan bar dike, dikare xwe bihêz his bike. Lê di pêvajoya qeyranekê de, ji ber ku hişmendiyekê wê ya bikaribe alternatîfekê derîne holê tüne ye, ev civak yan wê hilweşe, yan wê bibe civakekî gelekî li paşde mayî, yan jî wê ji aliyê hêzeke serdest ve were pişavkirin (asîmîlekirin).
Avahiya hişmendiya dogmatîk ya bi civakên Rojhilata Navîn re pêketiye, wan encaman hemûyan li ber çavan raxistiye. Ev di saziya bîrdozî de, tê wateya derketinekî, çareseriyekî ava nekirin û belavbûne. Ji ber vê yekê, saziya dogmatîk ku serdestî fikir e, ji bo civakan weke astengiyên bîrdoziyeke bêçareserî rola xwe dilîze.
Serdestiya dogmatîzmê, gelekî bi hêz e. Qedera mirov jî, beriya ku ji dayîk bibe hatiye dîyar kirin. Qederparêziyeke(kadercilik) kûr, hişmendî û giyana mirovan felç kirî ye. Pêwistî bi raman û afirandinê tine ye. Ji xwe, vîna (irade) mezin, biryara her tiştekî daye. Hewldaneke vala ne pêwist e. Ji xwe tişta hatiye nivîsandin, wê were serî mirovan. Xwedê çi nesîb kiribe, wê ew were qezenc kirin. Êdî bi taybetî jî, di dema ku şaristaniya Rojhilata Navîn kevneperest(tutuculuk) bûyî de, qederparêziya ku rê li ber bandoreke kujer(öldürücü) vekiriye, wisa derketiye holê. Dı rastîya xwe de, ev feraset, felsefeya Eflatûn ku kirine teolojî(zanista xweda) ve derketiye holê. Li ser navê Îslamtî û Xirîstiyantiyê, piştî demekê wekî pêwistiyekê vîna Xweda hatiye nirxandin, fikr û “îdea”yên pêşî, bûne dogma û derketine holê. Lê belê bi hezar salan hişê mirovan cemidandiye û rûhê wan ji ewarebûne(bêser û ber) re amade kiriye. Bandorekê wisa kujer re rê vekirî ye. Cewhera dogmatîzm wisa ye.
Rola bîrdoziyê ya bingehîn, hilweşandina dogmatîka kevneşopiyê ye, çêkirina hêviya utopya û zindî girtina wê ye. Dema kevn, herî bêhtir dogma xwe li ser hişê mirovan ferz kiribûn, di serdema kapîtalîzmê de, futurîzm û curên ûtopîk pêşketin. Herdu şêweyên bîrdoziyan, li ser hişmendî û hemû cureyên sazîbûnan, zerarên girîng derxistine hole. Bîrdoziyên wekî dogmatîzmê, astengiyan çêdikin. Di gel ku utopîstî hîn kêmtir zerar dide û rê li ber afirîneriyeke bisînor vedike jî, qutbûna ji rastiyê, mirovê vala, xeyalperestiyeke zûwa û kesayeteke bendewarî derdixîne holê. Dûrbûna herdu şêweyên bîrdoziyan ya ji cîhana çêbûnên rast û ji afirîneriyê, xalên hevpar ên bingeh in. Herduk jî nikarin bibin bingeha bîrdozî ya serdema şaristaniya demokratîk.
Dema kû mijar dibe Rojhilata Navîn, di aliyekî de dogmatizm, aliyekî din de jî îdealîzm rewşa xwe ya kû astengîyan ava dikin berdewam dikin. Çepger an jî rastger zêde ferq nake. Ji bona her yek jî wana îdealên(xeyalên) kû ava kirine hene. Ji xwe, ji bona wan bawerîyeke hişk jî hatîye ava kirin. Her tim li ser vî esasî fikrandin bûye şêwaza bingehîn. Ji ber wî jî, ji rastîyan qût dibin. Noxteya kû Mislimanên sîyasî gihîştine te dîtin. Di derbaskirina dogmatizm û îdealîzmê de hêzên çepger, sosyalist û demokratik jî zehmetîyan dikşînin. Bi tenê gotinên razber(soyut), teorik û xweşik ve, ne polîtîqa dikare were kirin ne jî şoreş were pêşxistin.
Polîtîqa hûnerekê di asta jor de terbîye û berpirsîyarêyekê mezin dixwaze. Ji ber vê, esnekbûn, xuliqdarî û hîşyarbûna mezin pêwiste. Dogmatîzm çawa ku hişmendiya mirovan kor dike, esnekbûna fikrandin û xuliqdariya mirovan jî dicemidîne. Hîşyarbûne jî dikuje. Mirin jî ji reze dibe. Mirinên ne di cîh de an jî bêhesab weke ku merîfetekî nişan dide. Berovajiyê vê, her mirinekî ne di cîh de, bêhesab, ne hişyarî, di cewhera xwe de ji polîtîqaye rev e. Ji politîqa rev jî, ji berpirsîyartiye rev e.Ji ber vê, di Rojhilata Navîn de nikare ji berxwedaniyeke çors(kaba), zûwa û mirine wêdetir biçe.
Li Rojhilat(Dogu) zûwabûna heyî, çavkanîya xwe ji vê dogmatîzme digre. Êdî her şexsek ji cîhane û gerdûne re bi berçavkên reş û spî wê binêre. Bi wan berçavkan şexs wê çi bi kîjan rengî bibine, di pêşî de hatîye dîyar kirin; wê kîjan hestê çawa bijî, bi hemû ziravtîyên xwe, qûralan ve hatîye giredan. Wê çawa bibîne û çi biaxife, di cewher de bi hezar salan berê, heta ji mêj(ezel) ve bîryarî wî hatiye dayîn. Tiştekî kû keşf bike an jî bixûliqîne êdî nemaye. Encam jî wekî dîneke(deli) meyzandin e. Cîhan û welat wekî aveke yek rengî hesibandine li ser mirovan ferz dike. Di xwezayê de divê tu ti qanûn an jî keşfan lê negerî. Ew hemû taybetmendîyên Xwedî ne. Ew difikire û ji me re dibêje.

Min dereng fehmkir, qisûra min a bingehîn, rastî û dogmatizm tevlîhev kirin bû. Lê bes di Rojhilata Navîn de, ew nihêrandin esas e. Ew rastiyeke ku di nava civaka Rojhilata Navîn de te jîyan kirine. Eger, li cihê dogmatîzma olê dogmatîzma sosyalizma reel xwe ferz bike, ew ne tiştekî ku mirov jê re matmayî(şaşkinlik) bimîne ye. Dogmatîzm, di warê hemû ferasetên çepger, rastger, çandî û nasname de, hîn jî weke nexweşiyeke bingehîn a ku divê bê derbas kirine disekine
Ji dema ku min xwe nas kiriye wir de, guman weke pêjneke(heyula) xeternak a ku ti caran terk nake min dişopîne. Ev rewş carnan dibû wekî nexweşiyekê. Wexta ku hinek baweriyên min ên dogmatîk dihêjiyan, min xwe di kêliya herî lewaz de his dikir. Di jiyanê de ez diketim rewşekê ku dema xwe ya herî bê îdea dijîm. Guman û şikbirina min a ji mijarên bi ti awayî parastina wan mirov nikarîbû bikirana, bi kêra kesayeta min hat. Belkî jî, dersa herî baş da min ew bû ku ‘heqîqet’ bi hêsanî nayê dîtin. Wisa kir ku, ez heta bi xerîzeyên xwe, her tiştê xwe bixim ber lêpirsînê û ez yeqîn dikim ku vê yekê hêz da min, ji bo ez karibim ji şêwazê fikra dogmatîk a di rêûresma civaka Rojhilata Navîn de hê jî xurte, qut bibim. Di tehlîla dawî de şêwazê fikra hegemonîk a navenda wê Ewrûpa, çi di dogmakariya modernîst-pozîtîvîst de, çi jî di fikirkariya postmodernîst de hê jî bi bandore, û ev jî girîngiya vê mijarî nîşan dide. Min hewlda qabîliyeta fikrê ya Rojhilat a bingehê wê bawerî û hêza fikrê û hêza fikr a bingehîn ya ku lêpirsînê re vekiriye, bidim berhev û cihê xwe li gorî wê diyar bikim. Eşkere ye ku min li herdu aliyan jî, ji xwe re cih nedît. Wexta ku fikra min wisa bû, bi awayekî xwezayî jiyana min jî roj bi roj ji van qut bû û ev yek hê bi kûrahî dewam kir.
Min hêz û zewqa van hest û fikren kû azadbûyî naskir. Dibe kû bi wekî çîrokan ez bi dirêjahî dahûrandina şêwaza detgirtin û xeyalên xwe vebijêm. Lê ew girêkakor(kördüğüm) hatîye çareser kirin, berçavka hespê ya reş û spî hatiye avêtin. Êdî dogmatîzma 5000 sal ya bi hêza Xwedawarî hatiye parastin bi hemû pîroziya xwe ve, encax dikare di mûzeyan de were pêşkeşkirin. Em nêzikê zanistên herî kevnar û şoreşgerên rastî yên Rojhilata Navînin. Hem bi hestên kû weke lehî diherikin hem jî bi fikren kû weke brûskan lê didin, em nêzî dîroke dibin. Ew welatê ku zûwa çûye, her aliyekî wî bi rengên pîrozbahîya wî ya kevnar ve tijî bûye hatiye. Her aliyekî wê bi gotina “ Were min jî fehm bike û çareser bike” wekî kû gazî min dikin. Yên mirî hemû weke kû di mahşerê de ji nû ve bi can bûne, hîn nêzik û zindî bûne. Di rastiya xwe de dema kû perdeyê reş ya dogmatîzmê diçire, her tiştek bi hemû reng, deng û di nava xweşikayî û dewlemendiyê de weke kû gaziyê mirov dikin. Dema em dibêjin perde diçire, dibe kû ya kû dixwazin bibêjin li ber çavan be. Welatê kû Xweda û despotan qedexe kirine û hêza fikrandina mirov a kû ji desteser kirine, êdî dibe aîdî xwe bi xwe. Digêhîje cihana xwe ya pîroz û dostên xwe a kû 5000 sale jê hatiye qutkirin. Ew rastiya kû jê re te gotin hilweşandina paradigmayên çîna serdest jî, divê ew bi xwe be.
Cîhana rexne-rexnedayine bi vî şiklê berdewam dike û diçe. Ya girîng ewe kû nerazîbûnên di jîyana min de zivirî çekekî rexneyan ya rast. Bi rûniştandina li ser bingeha zanistî ve, bi perçekirina dogmayan, bi hilweşandina ûtopyayên hûndirê wan vala; ez pê dihesim kû, gihîştime ütopya û pergalekê fikr û hestan ya hîn bi mirovî, bi dîrok û pêşeroja xwe ve bêhtir giredayî, bi hemû dewlemendiya xwe ve, yê şênber(somut) hildigre nava xwe de.

Ez xwe wisa nahesibînim ku min xwe ji dogmatizme bi tevahî xillas kirîye. Çiqasî bi êşe, demeke dirêj di bin bandora dogmayan de tevgerîyame. Her çiqasî rast û pêwîstîyek bû jî, lê ez jî ketime xeletîya kû dogmayan pêşî an jî ser mirovan re dibîne. Weke qûralekî bingehîn pişta xwe dayîna ewqas meşandina mirovan, mîsoger kevneşopiyekê kû ji kevneşopiya rahîbên Sûmeran de maye. Dema kû te gotin “ Ew qanûn e, qûral e, nîzam e” divê hûn her tim pergala koledarîye bînin bîra xwe. Qûral pêwistin, le divîya bû ti caran destûr nehatiba dandin da kû bigêhîje astekê razber(soyut) ya kû li ser mirovan hûqma xwe ava bike. Qûral dibe kû mezin dikin; rê li ber avakirina dewlet û şaristanîyên mezin jî vedikin. Lê di encam de yê kû pêşdikeve, kolekirina mirovane. Ti pêşketin nabe sedema parastina koledarî ye. Mirov encax bi qasî pergalekî kû jîyana wî hêsan bike, pê re dibe alîkar re dikare nirx û cîh bide. Pergalekê kû ser navê pêşeroje, li ser nave Xweda, dewlet, netew an jî qurbankirina mirovan re destûr bide, em nikarin ti pergalekê wisa li ser navê mirovatîye qebûl bikin. Di van rojan de gelek caran te gotin kû qanûn, dewlet ji bona mirovane. Gotina kû dibêje “pêwîste wisa be” jî dide îspat kirin kû çiqasî bi xayinî tevdigerin.
Ketina min ya vê kevneşopiye, herî kêm tiştên baş yên kû min ji bona hevaltiye xwestibû, lê dîsa jî ji ber nehesabkirina min ya hêza vê kevneşopiye, her tim weke rexnedayina min wê bimîne. Her tim ya kû wisa difikirî ma ne ez bûm; Min heya dawî tiştên rast da wana, perwerdeyên wana min bi xwe kir, ya din jî erka wana ye; di qada erkên xwe de binkeftin naye fikrandin! Min baweriya xwe bi hêza qûralan anî bû. Ez ji di nava rastiya wî ya şênber de fehmkirina mirovan dûrbûm. Heger kû di nava qûralên dijber de cîh girtibe, melek be jî, ez wisa difikirîm kû çi bi wî were kirin jî heqê wî ye. Ew jî baweriyekî kû ji wî kevneşopiya bi lanet maye, dogmatîzm bi xwe ye. Bi sedan hevalan dema kû kom bi kom dimeşiyan, weke kû ez mirovekî baweriya xwe bi Xwedî dianî bûm. Divîyabû ew pêwistiyên talîmatên mezin di her şert û mercekî de pêk bînin, bi ser bixin! Dogmatîzm ew bû û heya qirike ez tê de bûme!
Min timî ji mezinahiya hevalên xwe bawer kiribû û min bawer kiribû ku wê timî wisa rol jî bilêzin. Ev yek hem ji zêde bi xwebawerbûnê dihat, hem jî ji encama xwe tune hesibandine bû. Civaka bi çînî(sınıf), bajar û dewletan kesayetan tîne çi rewşê min nedikarîbû tahlil bikira. Ferzkirina şêwaza pêkhatina xwe li ser giştî hîn ji min re hêsanî dihat. Min herkes wekî xwe dizanîbû, belkî jî, min dixwest ez ji wana zêdetir nêzîkî wana bibim û yekîtiyê pêkbînim. Min pir bi awayekî balkêş yekîtî pêk dianî. Ez qebûl dikim ku, di vir de ez zêde pê de çûme(aşırıya gitmek) û ji min re giran jî were, ez neçarim qebûl bikim da ku dayika min di vê mijarî de mafdar derketiye. Qanûnên dunyayê cuda dimeşiyan. Min nikarîbû vê yekê fêm bikim. Di encamê de ez ketibûm dogmatîzmê. Dema kar û xebat baş nedimeşiyan jî, min bawer dikir ku wê bi pîvan û prensîban baş bimeşin, vê yekê jî xwe ji zûve spartibû sînorê dogmatîzmê. Vê hişmendiyê, ez dibirim dualîteya reş-sipî. Yan başiyeke mukemel, yan jî xirabiyeke ebedî. Pêwiste ew hinekî jî baweriya kevneşop a Zerduştiyê mabin.
Helwesta diyalektîk a dualîteya reş-spî zêde hilberîner(üretken) nîne. Mirov dibe şêwazekê fikir yê mekanîk û seresere. Di encam de, ez jî ketim şêwazê fikir yê mekanîk û seresere, bi vî awayî, ji şêwazekê fonksiyonel yê rengîn û zindî dûrketim. Diyalektîka seranser, esas, diyalektîka dogmatîk e. Ev cureyê îdealîzmê ku di sosyalîzma reel de pir heye, wê destê xwe li pêxîra min jî bigeranda(yakasina yapışmak). Di PKKê de nirxên meznahî, qehremanî, başî, rastî û bedewî a bêhempa, bi van sedeman bi dijên xwe re dualîte pêk anîbûn. Ji vê cureyî dualîteya diyalektîk bi giştî nasnameyên pûç sûd werdigrin. Bi rastî kesên PKKyî nebûbûn, xwe weke zane dîtin û hemû fazîletên(erdem) xwê bi êrişkariyekê mezin ve bi kar anîn. Kesên nikarîbûn biçin ber 2 bizinan, bûn pêşengê rêxistine û bûn fermandarê gerîlla. Ev pêşketinek bi qestî nebû. Di destpêkê de, bi niyeteke baş, lê bi têgihîştina wê hevalê, ya herî baş bi şêwazê herî serketî bikin, bû sedema vê yekê. Hatibû fêmkirin ku, bi vê têgihîştinî nema bikaribin bi serbixin. Lê dîsa jî nehatibû çareserkirin, wê rêxistinê xwe çawa bigihîne têgihîştineke nû ya rêxistinê.
Pirsgirêk hîn jî di kûrahiyê de bû. Min li gorî quweta xwe ji salên 1980’î ve hewlda rastiya civakî ya Kurd analîz bikim, bi vê awayî min ji bo çareserkirina ferd û veguherîna wî gelek hewlda. Lê her ku min çareser dikir, kesayet li hemberî min hebû ku digot ‘înada min înad e.’ Dest ji xwe bernedidan. Tevî ku ji serî heta binî di nav îxanetê, bêşerefiyê, qediyayî, laçqatî û xwediyê kesayeteke pênc peran nekin jî, lê dîsa jî heyranê xwe bûn. Ev rastiya mirovatiyê bû. Lê berovajî vê, mirovatiyeke qediyayî bû. Min xwe weke genim hêra, kir nan û da xwarin. Dîsa jî bi însaf nedibûn. Di şêwazê xwe yê jiyanê de û bi gotina wan di şêwazê xwe yê şer de bi israrbûn. Ya rast, tiştek ji dest nedihat. Te berdaba, bi qasî barûdekê jî rezerva wan a lêdanê nebû. Ji wana milîtanên herî baş temenê wana salek nebû. Înadê min jî înad bû. Min ê ji sedî sed ‘heval’ bidana jiyîn. Min her tişt da aliyekî û hewlda van mirovên girdûmird (molozlaşma) bidim jiyîn. Hem bi feraseta ku amura herî baş bu, min xwe xapand. Mijara ku dayika min jî li hember serê radikir, ev bû. Hîn di temenê min ê ciwan de ferq kiribû ku ez xwe dixapînim.
Gel her roj ji min re digot “Serok”, yek jî me şer bi rêvedibir, jiber vê dibêjin “Fermandar”. Ez nikarim henekê xwe bikim. Nikarim xwe bixapînim. Rêbaza we çî ye? Temamî berovajiyê vê ye; bibe fermandarekê dogmatik, fermandarekê hişnexweş (psikopat), fermandarekê şarlatan, bibe fermandarekê kû zûwa zûwa tiştan li ser te ferz dike, gelek cûreyên wî li ber çavan e. Hûn qet li ser difikirin, gelo di serdemeke wisa de leşkertiyekî wisa dikare were kirin. Dibe kû hûn bibêjin; pêvanên te pêvanên gelekî zehmetin. Le dijminê te gelekî xurt e, ez çi bikim? Dijminê te bîryar daye da kû hemû cîhane bide pişt xwe û te tune bike. Bingehê yekitiya me çî ye? Li gorî nakokîya sereke, dijminê sereke yekitî avakirine, hemû rêgezên me yên din jî ji vî derdikevin. Li gorî vê rêgezî, divê tu dijminê xwe nas bikî. Heger kû em hinek mînakên hûn fehm bikin bidin; bifikirin, em we dikin odeyekê an jî arenayekê kû têde mar an jî cinawir, şêrekî têde ye, me hûn avêtin pêşîya wana. Hûne çi bikin? Hûn dikarin di wedere de bi derewîn, bi dogmatizme bibêjin “ Vey şêr melek e.” û hûn dikarin bi vê rengî xwe biparêzin. Hûn dikarin bibêjin “mar, siworî ye”. Xeletiyekî herî bîçûk te wateya hûne bên perçekirin. Di qada şer de rewşa we dişibe vî. Dijmin wisa tenê bi tank, topan naye, ew aliyên dijmin yên herî çors in (kaba). Yek jî, tenê naskirina dijmin têre nake. Tu, di refê şer yê germ daye, kêlî bi kêlî di nava şerekî daye. Ew girîng in. Ew ne derewin, realite ne, rastî ne. Çekê we ya herî mezin; nêzikbûna kû dibêje “Ezê çavên xwe bigrim û erka xwe jî bikim” Ew nêzikbûn, li cîhekî din dibe kû bibe, lê di şer de nabe. Yê kû çavên xwe bigre, wê mêjiyê wî perçe bikin, ji xwe her roj perçe dikin.
Ez pir zelal dibêjim, ew ne mezinkirin e. Taybetmendiya we ya herî mezin; xwe ji rastîyan re girtine. Yên kû çavên xwe ji rastiyan re bigre, heman demê wê hemû îddîaya xwe winda bike. Dogmatîzm xwe ji rastiyan re girtine. Di navenda PKK” de yên dogmatik binêrin. Dema rastî çend dogmayên kû rast derketine tene, êdî ew dibe çeka wan ya herî mezin. Çi ne ew; “Ez ji bona xweserîye dijîm, ez sosyalistim, ez aligirê şerim” ji xwe ew dogma ne. Le ka pêwistiya wana li kûdere ye? Nîne! Ji bona ku tune bihesibîne jî, dogmayan dike ya rast. Dogma jî, bawermendên olê di civaka xizan de çawane hûn dizanin, di qada maddî de piştî kû rêya jîyane di cîhane de namîne her yek jî wana dibin bawermendekê bêeman. Niha di PKK de pêşketineke wisa heye. Rêbaza wana jî ewe; birdozîya PKK dogmatikkirin û xwe spartina wî ye. Hinek jî tam berovajiyê vê dikin. Li ser derfetên PKK jiyanekê herî çors, bi xerîziyên herî çors, bi çavkorî jîyan dikin. Ev hemû xeletî ne. Ez li ser wana de diçim, ew car jî hildiweşin, digrîn. Wekî pîrekan xwe diavêjin erdê.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close