JIN

Di Şoreşa Rojava De Têkoşîna Jinê Têkoşîna ‘XWEBÛN’ê Ye

Axîn WELAT

Di Netewa Demokratîk de, pêşengtiya Jinê yek ji mijarên herî serke ye. Yê ku karibe di komînan, di meclîsan, di xebatên ciwanan, di çand û huner û perwerde ya civakê, her wiha di parastina civakê de pêşengtiyê bike û reng bide xebatê Jin e.

Yek ji berbirsyartiyên ku bêyî wê nebe nabe ye jî xebatên polîtîk û bîrdozî ne. Ev Jina ku bi salane pergala deshiladdariyê li ser hatiye ferz kirin, ji bo ku karibe di Netewa Demokratîkt de pêşengtiyek rast  bike di serî de pêwîste ku di warê fikir û raman de xwe ronî bike. Ev rastiyeke, Jina ku di warê fikrî û hişmendî de nikaribe xwe ji pergala deshiladdariyê xilas bike, wê nikaribe pêşengtiyek  rast ji civakê re jî bike.

Dema ku em civaka xwezayî lêkolîn dikin û rastî ked û berhemên Jinê tên, em dibînin ku di vê serdemê de Jinê ew civaka ku bi keda xwe ava kiriye bi awayek adîlane, bi yekitiya hest, hîs û zanabûnê bi rêve biriye. Li beramberî vê di roja me ya îro de ew hemû mafên ku bi sed dek û dolaban ji destê Jinê hatine standin, tenê wê Jin karibe bi yekitiya hest, hîs û zanebûnê di roja me ya îro de jiyanî bike. Ji bo vê jî di asta pîroztiya xwedawendan de pêwîstî bi nîşandana îrada têkoşînê heye. Rêber APO ji ber vê projeya berdana bê dawî pêş xist û paşê jî bi Hevjiyana Azad re hîn zêdetir pêş de bir. Heya roja me ya îro mixabin ku her fîlozof û pêşnegên derketine pirskirêka azadiya jinê di radeya duyemîn de girtine dest û gelekan jî ji xirabiya civakê Jin tawanbar dîtine. Gelek Jinên li hemberî wan ferasetan serî hildane û ji civakê re pêşengtî kirine jî yan hatine şewitandin yan jî bi rêbazên cor bi cor hatine bêbandor kirin û kuştin.

Di serdema Modernîte ya Kapîtalîst de jî ku di serî de helandina Jinê kiriye armanç; ew Jina ku bixwazibe vegere cewhera xwe, tenê dikre bi fikir û felsefa Rêber APO bi îradeyeke bilind, di serî de li hemberî xwe û li hemberî Pergala mêrê deshilatdar têkoşîn bike.

Şoreşa Rojava, mînaka şênber a tekoşîna vê Jinê ye ku dixwaze vegere cewhera xwe û ji bo civakek wekhev û azad têkoşîn bike.  Di têkoşîna Jinê, li Rojava alîyê herî zêde ku derketiye pêş jî parastina cewherî ye. Di tevahiya salên Şoreşê de Jinê mal bi mal, gund bi gund û kolan bi kolan welatê xwe parast. Bi vê hewildana Jinê, di esas de Jinê li hemberî qerekterê xwe yê paşverû, ku li hemberî xwe bê bawer bû û di civakê de jî bawerî pê ne dihat dayîn, şer kir. Bi avabûna YPJ’ê (Yekineyên Parastina Jin) re ev bawerî hîn xurtir û zêdetir bû û têkoşîna Jina Kurd gihîşt lûtkeyê. Ev tekoşîna Jinê li gel ku paşverûtiya civaka Kurd da şkênandin, ji tevahî Jinên cîhanê re jî bû sembola tekoşîna vegera cewhera xwe.

Bi taybetî di Şoreşa Rojava de em fêr bûn; ger ku jin nikaribe xwe bigihîjîne ‘XWEBÛN’ê vê aliyek têkoşîna Azadiya Jinê timî seqet bimîne. Gihîştina ‘XWEBÛN’ê jî tenê û tenê bi têkoşînek pir dijwar a li dijî pergala desthilatdariyê di kesayeta xwe û civakê de pêk tê.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close